22.12.2011

Bahara Navxweyî ya Kurdan

Ji destpêka 2011an vir ve gotina « Bahara Ereban » ketiye nava wêjeya navneteweyî. Li gorî rastiya vê gotinê ; dê wê sîstemên kevneparêz hilweşin, di van welatan de sîstemên nûjen werin avakirin. Heya naha rastiya « Bahara Ereban » neketiye jiyanê, paşeroja wê jî ne diyar e.

Rewşa « Bahara Ereban » û paşeroja wê çi dibe bila bibe, ji bo me Kurdan pêwîstî bi «Baharekê Navxweyî » heye. Ji bo bingehekê ji baharekê rast û pêvajoyekê azad re were amade kirin, divê li welatê me û di nava gelê me de « Baharekê Navxweyî » were jiyîn. Bê ku ev bahar bijî, ne mumkun e ku gelê me bikaribe ji bêvajoya baharekê rast re pêşengî bike.

Di dîroka Kurdistanê de û heya naha bingeha hemû derd û kulan bêtifaqî û duşminatiya navxweyî ye. Hêzên dagirker herdem pîlanên xwe li ser vê qelsiya gelê me dane çê kirin. Di encama siyasetên dagirkeran de nakokî di nava Kurdan de kûrtir bûn in. Lewre, beriya ku li dijî hêzên dagirker « Baharekê Kurdan » bê jiyîn divê em bikaribin di nava xwe de bi bahar bin.

Dema ku em li 40 salên borî dinêrîn, baş tê dîtin ku bi dehan rêxistin di nava Kurdan de tenzîm bûne û bi armanca « Azadkirina Gelê Kurd » şer kirine. Ji heman rêxistinan çendê wan di nava demekê kurt de hatine pelçiqandin û ji holê wunda bûne. Ji têkçûna van rêxistinan, mixabin, qasê duşmin hin tevgerên Kurdan jî kêfxweş bûn in, destên xwe lihev danin. Mirov fedî dike ku heman nêzîkatiya Kurdan bîne ziman, binivîsîne.

Îro li Kurdistanê û li derveyê welat bi dehan rêxistin û tevgerên Kurdan hene. Ji derveyê hin rêxistinên li Başûrê Kurdistanê, mixabin di navbera piraniya rêxistin û tevgerên Kurdan de diyalogekê li ser esasê parastina mafê azadiya gelê me tine. Giraniya sedemên nakokiyên heyî berjewendiyên rêxistinîn in, her rêxistin, tevger û komele dibên « bila hindik be lê ya min be ». Bê guman bi vê mentalîteyê ne yekgirtin dikare çê bibe û ne jî hevkarî dikare li pêş bikeve. Yên ku ji heman nêzîkatiyan sûd werdigirin dîsa hêzên dagirker in.

Di vê dema ku li pir welatan têkoşînên azadiya gelan li pêş dikevin de, pêwîstiyekê pir mezin bi «Baharekê Navxweyî ya Kurdan» heye. Piştî pêkhatina « Baharekê Navxweyî » êdî em dikarin behsa « Bahara Kurdan » bikin. Di vî derabrî de bar û kar tenê nakeve ser milên rêxistinan, divê hemû Kurd, bi taybetî jî rewşenbîr û zanyar xwe berpirsyar bibînin.

Ahmet DERE / 19.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

16.12.2011

Zivistan û Xeterî

Ji bo piraniya gelên cîhanê zivistan di nava bêdengiyê de derbas dibe, lê belê li Kurdistanê dengê teqîn û reqînê her ku diçe gurtir dibe. Ne tenê li parçeyekê Kurdistanê, vê demê li hemû parçeyên welatê me seqema zivistanê û xeterî hevdu temam dikin.

Li Bakur operasyonên dewleta tirk didomin, wusa diyar e ku AKP heman hewldanên xwe heya demekê dirêj jî dewam dike. Digel zehmetiyên zivistanê û erdheja Wanê, zexta dewleta tirk tûndtir dibe. Qasê ku dixûyê, tenê PKK û BDP di hedefa van zextan de nîn in, herwuha hemû Kurdên azadxwaz û derdorên demokrat ên tirk bûn in hedefa neheqiyên dewletê.

Dema ku ez bi awayekê giştî li rewşa Tirkiyeyê û ya li Bakurê Kurdistanê dinêrim, mixabin xeteriyekê mezin dixûyê. Artêşa tirk hemû derfetên xwe dixebitîne ku derbeyekê mezin li hêza çekdarî ya PKKê bixe. Bêguman ji derveyê têkoşînê û berxwedanê tiştekê din ji PKKê nayê hêvî kirin. Lewre, bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê, tê xuyan ku wê ev zivistan bi teqîn û reqînê derbas bibe.

Ji mehan vir ve parêzerên Abdullah Öcalan nikarin biçin grava Îmraliyê. Ev nêzîkatiya Wezareta Dadê jî bi helwesta dewletê ve girêdayî ye. Di aliyekê de operasyonên artêşê, di aliyekê de jî operasyonên KCKê ku di heman çarçoveyê de rayedarên BDPê tên girtin, di aliyê din de jî şerê psîkolojîk li dijî Abdullah Öcalan û girseyên gel tê meşandin.

Li hember vê zexta dewleta tirk ji Kurdan zêde dengekê bibandor dernakeve. Çendî BDP li hin deveran mitîngan lidar dixe, jiber helwesta neyênî ya çapemeniya tirk zêde deng venade. Mixabin di qada navneteweyî de jî bêdengiyekê heye, ez bawer im di rojên pêş de wê Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyonên KCKê bibe xwedî helwestekê, lê belê vê demê hê tiştekê tine.

Ligel rewşa neyênî ya li Bakurê welat, li Rojava jî aramî tine. Pêla Bihara Ereb her rojê zêdetir xwe nêzîkê Sûriyê dike. Eger hêzên Kurdên li Rojava nebin xwedî helwestekê biaqil, mixabin wê Bihara Ereb ji wan re germahiyê neyne. Qasê ku ez dişopînim, helwesta hêzên vê parçeyê Kurdistanê net diyar nebû ye, ev jî min ditirsîne.

Van rojan li Başûrê Kurdistanê jî tevliheviyekê heye. Çalakiyên ku li Zaxo qewumîn îşareta hin xeteriyan in. Ne mumkun e ku mirov di van fesadiyan de rola dewleta tirk negere. Tê zanîn ku pêşketina vê parçeyê Kurdistanê li xweşê dewleta tirk naçe û cur be cur derdor nerazîbûnên xwe aşkere tînin ziman. Bêguman divê di rewşa Başûr de rola Îranê jî neyê jibîr kirin.

Welhasil zivistana îsal bi pir xeteriyan ve tije ye. Ji her demê zêdetir ji rayedarên hêzên Kurdan tevgeriyekê pir biaqil tê xwestin.

Digel hemû neyêniyan, hêvîdar im bihara 2012 ji bo gelê me bêhna gul û sosinan bîne.

Ahmet DERE  / 05.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

27.11.2011

Ewropa Rastgir

Ji destpêka sedsala 21. vir ve li welatên Ewropayê têkoşînekê nîvdijwar di navbera rastgir û çepgiran de heye. Di van salên dawî de ev têkoşîn hêdî hêdî giraniyê dixe ser bastê rastgir. Hilbijartinên ku di roja 20ê mijdarê de li Îspanyayê pêk hatin heman giraniyê zêdetir ber bi aliyê rastê ve bir.
Stratejiya rastgirên ewropî her dem li ser esasê aboriyê hatiye çê kirin, lewre li welatên ku ew bûne desthilatdar de rewşa aborî, bi awayekê giştî, hinekê baştir lipêş ketiye. Li pişt heman pêşketinan kêmkirina alîkariya dewletê a ji bo civakê cihekê mezin girtiye. Lê belê heman rastî ji aliyê girseyên gel ve zû nehatiye dîtin, an jî ew ji wan hatiye veşartin.
Stratejiya hêzên çepgir jî bi giranî li ser esasê « firehkirina » mafên civakê li pêş ketiye. Di zimanê rayedarên hêzên çepgir de her dem gotinên « maf », « alîkariya dewletê », « civak » û hwd derketine û wan li pêşberî girseyan xwe dane « hezkirin ». Heman stratejiya çepgiran li hin welatên ewropî  rê li desthilatdariya partiyên Sosyalîst û ên Keskan jî vekiribû. Vê gavê jî li hin welatên ewropî  heman partî li ser desthilatdariyê ne.
Rastî û gotin pir caran li gorî hev nîn in. Çendî gotinên xweş ên çepgiran li xweşê girseyan biçe jî, encamên rewşa aborî di navbera wan û civakê de kelem çê kiriye. Rewşa Sosyalîstên yewnan û ên îspanî weke mînak e. Halê van her du welatan ji piraniya civakên ewropî re bûye sedemê ku ew zêdetir ber bi rastgiran ve biçin. Bêguman di vê rewşa giştî ya Ewropayê de rola hêza aborî ya Alman, Îngilîz û Fransî mezin e. Tê zanîn ku li van sê welatan jî partiyên rastgir li ser desthilatdariyê ne.
Piştî hilbijartinên li Îspanyayê derfetekê mezin ketiye destê Merkel, Sarkozy û Cameron. Wusa diyar e ku wê di encama hilbijartinên li Yewnanistanê de jî rastgir serbikevin. Herwuha ev rewş ji bo Sarkozy jî dibe mizgîniya serkeftinê. Eger rewş bi vî awayî biçe wê li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê hêzên rastgir bibin desthilatdar.
Dema ku mirov li wêneyê rewşa nû ya vê parzemîna Ewropayê dinêre, baş dixûyê ku xala herî zêde di rojeva civakan de tê niqaş kirin rewşa aborî ye. Niqaşên îdeolojîk û yên ajîte êdî bala girseyan nakêşîne. Armanca têkoşîna civakan tenê bûye aborî. Ev jî li gorî hêzên rastgir û li gorî maşîna wan ya emperiyal e.
Gelo di vê rastiyê de kêmasiya hêzên çepgir çî ye ? Li gorî min hemû partiyên çepgir ên ewropî di nava xeletiyekê dîrokî de ne. Divê bi awayekê pir lezgîn û ciddî stratejî û herwuha nêzîkatiya zan ya îdeolojîk di ber çavan re bê guhertin.
Ahmet DERE  /  21.11.2011
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

12.11.2011

Dewleta AKPê

Hilbijartinên 12ê Hezîranê ji AKPê re bûn sedemê dewletbûnê. Ji 2002yan heya 12ê Hezîrana îsal AKP tenê hikûmet bû, lê belê naha ew hem hikûmet e û hem jî dewlet e. Di hemû qadan de AKPê xwe tevger kiriye û siya xwe daye ser tevahiya hêza dewletê. Heya demekê berê artêş li hemberî wê dibû xwediyê hin helwestan, lê belê ji 12ê Hezîranê vir ve AKPê artêşê jî girtiye bin bandora xwe. Lewre divê em êdî vê partiyê tenê weke hikûmet nebînin, ew dewlet e.

AKP ya ku bûye dewlet hemû kiryarên xwe jî li gorî berjewendiyên dewletê û herwuha li gorî îdeolojiya fermî dimeşîne. Çendî ji devê hin rayedarên vê partiyê car caran gotinên muxalîf derkevin jî, di bingeha hemû kiryarên wan de mirov nikare tiştekê dijberî siyaset û îdeolojiya fermî, an jî ya Kemalîst bibîne. Her ku diçe AKP argûmanên CHPê jî ji destê wê digire û wê tazî dihêle. Lewre ekîba Kılıçdaroğlu diperpite ku sedemên hebûna bingehiya Partiya Mustafa Kemal biparêze. Gelo ew ê li ser bikev e ? ev tiştekê zehmet e !

Piştî atmosfera germ ya hilbijartinên 12ê Hezîranê, Dewleta AKPê ketiye nava kar û barên xwe yên esasî. Bi armanca parastina prensîbên Kemalîzmê, AKP giraniya xwe daye ser têkoşîna  perçiqandina hêza gelê kurd. Lewma ji meha Tebaxê vir ve artêşa tirk her rojê çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Ji heman demê vir ve bi sedan siyasetmedarên kurd hatine girtin. Weke salên 1992-1997 li dijî rewşenbîran teror tê meşandin, girtina Ragıp Zarakolu û Profesor Büşra Ersanlı weke nimûne ye.

Ji bilî bikaranîna hêzên dewletê, AKP dixwaze Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê jî bike bin xizmeta xwe. Bi taybetî ji 19ê Cotmehê vir ve, lijneya navendî ya dewleta AKPê di nava hewldanên piralî de ye. Serdana birêz Neçîrvan Barzanî û ya Kek Mesût di vê çarçoveyê de hatin nirxandin. Rayedarên dewleta AKPê   jî hewl didin ku hêza Hikûmeta Herêmî li dijî PKKê bikar bînin. Lê belê, qasê ku min şopand, bi taybetî Kek Mesût tu hêvî nedaye rayedarên tirk. Lewma di çapemeniya tirk de bi hejmarekê mezin nerazîbûn hatin diyar kirin. Encamên ku wan hêvî dikirin derneketin holê.

Di helwesta Kek Mesût û herwuha di daxûyaniyên rayedarên KCKê de baş diyar dibe ku Kurd carekê din nakevin kemîna hêzên dagirker û şerê birakujî wê nemeşînin. Çendî di vî warî de kes nikaribe sedî sed garantî bide jî, bûyera valaderxistina hewldanên rayedarên tirk bi tena serê xwe hêviyekê mezin e.

Dewleta AKPê bi hemû hêza xwe ve di nava  şer de ye. Di pir aliyan de erdheja WANê  jî kiriye hacetekê şerê psîkolojîk. Digel nerazîbûna Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, dibe ku di rojên pêş de bandora heman şerî firehtir bibe. Lewre di vê pêvajoyê de pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan û Lihevhatinekê Neteweyî pir pêwîst e.

Bi hêviya rojên ku Kurd bizanibin bihev re baştir bijîn, bitekoşin û pêş de biçin.

Ez cejna hemû gelê xwe, ya heval û dostan pîroz dikim. Bi hêviya cejnên bê keder û dilsah.

Ahmet DERE  /  07.11.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

30.10.2011

Şer, kuştin û nijadperestî

Ev sih salin ku li welatê me şer diqewume. Di vî şerî de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, wuqasa jî birîndar û malwêranî çê bûye.

Piştî çalakiya gêrîla ya li navçeya Colemergê Çelê pêkhatî û têde bi dehan (li gorî dewleta tirk 24, li gorî PKKê jî 89) leşker hatin kuştin, artêşa tirk dest bi operasyonan kiriye. Li gorî agahiyan, heman operasyon derbasî axa Başûrê Kurdistanê jî bûne. Wusa dixûyê ku wê ev operasyona dewleta tirk demdirêj be.

Di daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk de tenê gefên kuştinê û qirkirinê hene. Ew dixwazin bi rêya van operasyonan dawî li hêzbûna PKKê bînin. Ji bo bigehêjin armanca xwe kuştin ji bo wan rewa ye. Bêguman rayedarên heman dewletê baş dizanin ku tenê PKKyî û kurd nayên kuştin, herwuha leşker jî têne kuştin, agir bi malên malbatên tirk jî dikeve.

Dema ku artêşa tirk li Kurdistanê operasyonan dimeşîne, li rojavayê Tirkiyê jî çalakiyên nijadperestan gur dibin. Di nava van çend rojên borî de bi dehan avahiyên BDPê bûn in hedefa çalakiyên nijadperestan û di heman çalakiyan de hin rayedarên BDPê hatine birîndar kirin. Herwuha, di çarçoveya operasyonên KCKê de jî bi hejmarekê mezin BDPyî hatine girtin.

Dewleta tirk, bi hêzên xwe yên leşkerî û siyasî, ketiye nava pêvajoyekê taybet. Li gorî cîgirê serokwezîr Bülent Arınç, fermandarên payebilind yên artêşê sond xwarine ku ew dawî li PKKê bînin. Ev tê çi wateyê ? Bi van gotinan tenê kuştin tê heşê mirov. Yanê dewleta tirk dest bi operasyonekê kuştinê kiriye, kes nizane ka wê kengê û li kû derê bisekine.

Li kû dibe bila bibe şer dikuje, wêran dike û birînên pir kûr çê dike. Di nava şeran de mirov dikare hin cudahiyan bibîne ; şerên heq û neheq hene. Lê belê piraniya şeran xwediyê armancên neheq in. Şerê ku dewleta tirk li Kurdistanê meşandiye û niha jî dimeşîne li ser hîmekê neheq e. Lewre divê mirovahî lidijî vî şerî derkeve û nehêle ew birînên heyî kûrtir bike. Ji bo ku ev pêvajoya kustinê bê sekinandin, di vê demê de kar û barekê mezin dikeve ser milên rewşenbîrên Kurd û Tirk jî.

Çendî di axa başûrê Kurdistanê û herwuha di Botanê de hêzên gêrîla xwedî derfetan bin jî, divê PKK jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyartiyekê mezin tevgere û rê nede qirêjiyên dewletê. Pêwîst e were zanîn ku, dema ku mirov mentalîteya rayedarên dewleta tirk digire ber çavan, kuştina leşkeran jî nabe sedemê çareseriya pirsgirêka kurd.

Erdheja ku li Wanê qewumî di dilê hemû Kurdan de xemgîniyekê mezin çê kir. Ez ji hemû gelê Kurd û bi taybetî jî ji gelê me yê Wanê serxwemiyê dixwazim. Di demên wuha de gotin têra îfadekirina hestan nakin.

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

Ahmet DERE  /  24.10.2011

25.10.2011

Daxûyaniya PEN a Kurd a di derbarê erdheja Wanê de

Êşa me mezin e

Nûçeya li ser erdheja Wanê ku li her aliyê cîhanê bela bû û gelê me li welat û li derveyî welat ji ber wê di nav xemgînî û liberketineke kûr de ye, gihişte me endam û birêvebirên Navenda PENa Kurdî jî.

Êşa me mezin e, hejmara miriyan bi sedan e û ewçendjî jî birîndar hene û malbatên bê mal û bê cîh mane jî bi hezaran in.

Bila serê xizim û merevên kushtiya û yê gelê me li Wanê, li derdora wê û her cihê ketiye ber şapa vê boblatê saxbe û Yezdan bînferehiyê bide wan.

Di vê roja teng de hêvî û daxwaza me ji gelê me li welat û li derveyî welat ew e, ku herkes destê alîkariyê dirêjî xuşk, bira û welatiyên xwe bike û di vî alî de xwe ji tu fedekariyê nede paş.

Komîta Birêvebira Giştî
Navenda PENa Kurd
24.10.2011

16.10.2011

Rewşa Sûriyê û berpirsyartiyên PYDê

Bahara Ereb dewam dike. Çendî li Lîbyayê hê dawî li temenê rejîma Kaddafî  nehatibe jî, wusa diyar e ku wê serîhildana muxalefetê bigehêje armanca xwe. Pêvajoya nû di hemû welatên Ereban de dibe xwediyê bandorekê giran. Dibe ku rejîmên hin welatên Ereb li ber pêla vê pêvajoyê nekevin, lê belê ne mumkun e ku ew zerarê nebînin.

Ez naxwazim bi awayekê giştî li ser vê pêvajoya Bahara Ereb bisekinim, bi vê nivîsê ez dixwazim di derbarê rewşa Sûriyê û helwesta Kurdên vî parçeyê Kurdistanê de hin nêrînên xwe bînim ziman.

Beriya her tiştî helwesta Kurdên Rojava hêdî hêdî dikeve xeta rast. Ji destpêka pêvajoya Bahara Ereb vir ve, rêxistinên vî parçeyê Kurdistanê nebûn xwedî nêzîkatiyekê rast. Digel têkoşîna cur be cur hêzên muxalîf, Kurdan dengê xwe bilind nekirin. Di nava rêxistinên Kurdan de daxwazekê hebû ku ew bi rejîma Beşar Esad re bikevin nava diyalogê û li ser esasê naskirina hin mafên Kurdan ew xwe tevlî têkoşîna dijî rejîmê nekin. Di warê siyasî û herweha dîrokî de ev nêzîkatî pir şaş bû û ne li gorî berjewendiyên gelê me bû.

Di helwesta nuqsan ya Kurdan de rola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pir mezin bû. PYD kete nava kêmasiyekê ciddî ya siyasî. Bêguman di nêzîkatiya PYDê de rola KCKê û perspektîfên wî jî heye. Lê belê, weke hêzêkê vî parçeyê Kurdistanê û xwedî hezaran şehîdan, PYD dikaribû zûtir pêşerojê bidîta û li gorî pêdiviyên berjewendiyên Gelê Kurd bibûya xwedî xetekê têkoşînê.

Kuştina Mîchel Temo bû sedemê vegera ji kêmasiyan. Ji 7ê Cotmehê vir ve bi sedan hezaran kes tevlî serhildanan dibin. Bahara Ereb hêdî hêdî dibe Bahara Kurdên Rojava jî. Eger ji vê  serîhildanê re baş pêşengî were kirin, di nava mehekî de rejîma Beşar Esad meşrûyeta xwe wenda dike û derî ji pêvajoyekê nû re vedibe. Bêguman di vê pêvajoya nû de wê Kurd bibin xwedî hêzekê xurt.

Digel kêmasiya ku hatî jiyîn, divê PYD hemû hêza xwe bikêşîne axa Rojava û bi hêzên din yên Kurdan re bikeve nava hevkariyekê baş. Ji vê demê bi şûnde ez tu wateyê nadim mayîna hêzên PYD ên li Qendîlê. Ez dikarim bêjim ku, di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ev cara yekem e ku fersend dikeve destê Kurdan, divê ev derfetan neyên wunda kirin.

Em dizanin ku di Rojavayê Kurdistanê de cur be cur hêz hene. Dibe ku hêzên ji PYDê mezintir û bihêztir jî hebin. Lê belê PYD xwediyê bi sedan, dibe ku bi hezaran, şehîdan e. Lewre divê ew ji hemû hêzên din zêdetir bikeve nava têkoşînê. Encex wê demê mirov dikare bêje bîranîna şehîdan nehatiye jibîr kirin.

Di dawî de ez dixwazim vê jî bêjim; ji her demê zêdetir vê gavê pêdiviya Kurdan bi Yekîtiyê heye. Divê hemû hêzên Rojava nakokiyên xwe  jibîr bikin û bihev re bikevin nava karê gêşkirina têkoşînê. Ji hemû hêzan zêdetir jî divê PYD bibe xwediyê nêzîkatiyekê dilnifs û fedakar.

Ahmet DERE  /  10.10.2011

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.10.2011

Hevdîtinên PKK-MITê

Ev du hefte ye di çapemeniya kurd û tirk de di derbarê hevdîna PKK-MITê de pir nivîs hatine weşandin, niqaş têne kirin. Di encama van niqaş û nivîsan hemû de rastiya derketiye holê ew e ku, çi ji aliyê raya giştî ya tirk de be û çi jî ji aliyê raya giştî ya kurd de be, çawa dibe bila bibe hewldanên ji bo rawestîna şer dikare piştgiriya girseyan bigire. Ev weke merheleyekê nû ye û hêviyan diafirîne.

Di sernivîsê de min gotiye « hevdîtinên  », jiber ku ev ne cara yekem e ku di navbera PKKê û rayedarên saziyên ewlekariya dewleta tirk de hevdîtin çê dibin, heya niha pir caran dan û standin çê bûn in. Lê belê, mirov dikare vê hevdîtina ku bûye mijara gotinê weke gavekê destpêka pêvajoyekê nû bibîne. Hevdîtinên ku dema borî pêkhatî nebûn in mijara niqaşan û ew ji raya giştî hatine veşartin.

Hikûmeta AKPê hevdîtina PKK-MITê înkar nekir. Lê belê heman hevdîtinê, an jî hevdîtinan, weke xebata asayî ya saziya MITê danin nasandin û li serokê MITê Hakan Fidan xwedî derketin. Çendî di dema ku hevdîtin pêkhatî de Hakan Fidan alîgirê musteşarê serokwezîriyê be jî, heman xebat di bin berpirsyartiya MITê de pêk hatiye û tevlêbûna Hakan Fidan jî weke parçeyekê heman saziyê bû ye. Dema ku mirov pozisyona Hakan Fidan ya vê demê digire bar çavan, baş dixûyê ku ew bi armanca xweperwerdekirinê beşdar bûye. Lewre, ez nikarim bêjim heman hevdîtin di navbera PKK û Hikûmetê de pêk hatiye.

Tê zanîn ku ji 16’ê Tebaxê vir ve dewleta tirk şerekê awarte li dijî hêzên PKKê dimeşîne. Li gorî daxûyaniyên rayedarên hikûmeta AKPê, di demekê kurt de wê opêrasyona bejayî li dijî hêzên PKKê ên li Başûrê Kurdistanê pêk were. Herweha tê dîtin ku ji mehekê vir ve bi sedan rayedarên BDPê, di nava wan de serokên şaredariyan jî hene, hatine girtin. Dema ku mirov van kiryarên dewleta tirk dibîne baş tê fêmkirin ku hevdîtinên ku heya naha bi PKKê re pêk hatî tenê bi armanca têkbirina hêza gelê kurd bûn in.

Di çapemeniya kurd de (bi taybetî di hin malpereyan de), di derbarê heman hevdîtinê de, nerazîbûna hin derdoran tê dîtin û daxwaza guftugoyên aşkere tê ziman. Ez bixwe jî wusa difikirim, divê hemû guftugo bi awayekê vekirî pêk werin daku raya kurd (herweha ya tirk jî) bikaribe encamên wan bişopîne. Eger wusa nebe mirov nikare ji heman hevdîtinan, an jî, çawa ku hin derdor dibêjin, ji heman guftugoyan tiştekê hêvî bike.

Di encamê de ez dixwazim vê jî bêjim ; qasê ku min ji tomara dengê weşandî fêm kir, di hevdîtina mijara gotinê de zimanekê dîplomatîk û herweha yê guftugokirinê nehatiye bikaranîn. Dibe ku tomara deng bi zanistî hatibe amade kirin, lê belê di yê ku hatî weşandin de mirov bi awayekê pir zinde serdestiya rayedarên MITê hîs dike. Lewma pir pêwîst e ku hêzên kurdan xwe ji guftugoyan re baş amade bikin û di hevdîtinan de serdestiyê nedin heyeta dewletê. Ev jî dikeve asta mijarekê perwerdeya siyasî û dîplomatîk.

Ahmet DERE / 26.09.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

16.09.2011

11ê Êlûnê

Deh sal berê, di roja 11ê Êlûnê de, li Washingtonê çalakiya herî mezin ya terorîzma El-Kaideyê pêk hat. Di heman çalakiyê de nêzê 3 hezaran kes hatin kuştin. Ji pêkhatina wê çalakiyê bi şûnde navê rêxistina El-Kaide kete rojeva hemû cîhanê.

Çalakiya 11ê Êlûnê rûpelekê nû di dîroka cîhanê de ve kir. Ji heman demê dîrok wuha tê bi nav kirin « beriya 11ê Êlûnê û piştî 11ê Êlûnê ».

Çendî çalakiya 11ê Êlûnê lidijî Amerîka û hevalbendên wê hatibe tenzîm kirin, di cewher de ew lidijî mirovahiyê, bi taybetî   lidijî cîhana musulman pêk hatiye. Bi rêya heman çalakiyê navê « musulmanan » û terorîzm bihev re hatiye bikaranîn, reaksiyonekê pir xerab di cîhana mesîhiyan de, lidijî ola îslamê çê bû ye. Di nava gelên musulman de jî yên ku herî zêde ji El-Kaide zerar dîtin gelên Ereb bûn.

11ê Êlûnê bû sedemê ku Amerîka, tevî hevalbendên xwe ên Ewropî, li tevahiya cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, operasyonan bimeşînin. Di nava deh salên borî de Rojhilata Navîn ji kiryarên şer xalî nebû ye. Desthilatdariya Saddam hate hilweşandin, İrak û Afganistan ketin bin bandora Amerîkayê, ji destpêka îsal vir ve jî di nava welatên Ereb de guhertinên pir mezin çê dibin. Di pêkhatina hemû van bûyeran de rola çalakiya 11ê Êlûnê û ya El-Kaideyê pir mezin e.

Piştî 11ê Êlûnê di derbarê hêzên azadiya gelan de jî guhertinên girîng pêk hatine. Ji heman demê vir ve, di derbarê van tekoşînan de,  nêzîkatiya cîhanê neyênî guhertiye. Hêzên dagirker bi hêsanî ji kiryarên xwe re sedem peyde kirine û lidijî rêxistinên azadixwaz şerê asîmetrîk û qirêj lipêş xistine. Pelçiqandina Pilingên Tamîl, ya ji aliyê dewleta Srîlankayê ve, weke nimûne ye.

11ê Êlûnê zerarekê mezin daye tekoşîna gelê Kurd jî. Ji 2001ê bi şûn de di qada navneteweyî de doza gelê kurd tengasiyekê jiyaye, hê jî dijî. Dewleta tirk bi hêsanî ji kiryarên xwe ên qirêj re alîkariya navneteweyî dîtiye. Ji heman demê bi şûn de, li Ewropayê û herweha di qada navneteweyî de, PKK weke rêxistinekê « terorîst » hatiye nas kirin. Li hemberî tekoşîna çektarî ya Kurdan dîplomasiya dewleta tirk ji xwe re alîkariyekê dorfireh peyde kiriye. Eger di nava van deh salên borî de çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re nehatiye dîtin, di vê derê de rola 11ê Êlûnê heye û mezin e.

Di dawiyê de ez dixwazim vê jî bêjim ; 11ê Êlûnê tenê li Washingtonê neqewumî, ew li hemû derê cîhanê pêk hat. Yên ku ji wê zerara herî mezin dîtin, alema musulman, têkoşînên rizgariya gelan û gelên Ereb bûn. Lewre, beriya hemû hêzan, divê Ereb û gelên musulman lidijî El-Kaideyê derkevin.

Ahmet DERE
12.09.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

10.09.2011

Li Kurdistanê Şerê Artêşa Tirk

Li Kurdistanê artêsa tirk di nava şerekê giran de ye. Ew tenê li hemberî gêrîlayên HPGê operasyonan pêk naîne, herweha ew lidijî gelê kurd jî şer dike. Bi pêkanîna van operasyonên dorfireh, ên hewayî û bejayî, ew dixwaze çavê hemû Kurdan bitirsîne. Lewre, wusa diyar e ku wê heman operasyon zêdetir dijwar bibin.

Tê zanîn ku ji sala 1984an vir ve, bi rêberiya PKKê, gelê kurd li hemberî dewleta tirk û dagirkeriya wê şer dike. Ji heman demê vir ve jî cur be cur hêzên dewletê li hemberî hêza Kurdan û bi taybetî jî lidijî PKKê şer dikin û qirêjiyan pêk tînin. Ev ne cara yekem e ku hêzên dewleta tirk dikevin axa Başûrê Kurdistanê, di navbera salên 1990 û 2000’î de ew bi dehan caran ketine axa Başûr û li wê derê operasyonan pêk anîne, di salên piştî 2000’î de jî heman operasyon nesekinîn.

Tê bîra me hemuyan ku, di sala 2008an de, bi tevlêbûna hêzên dewletê ên bejayî, li herêma Zapê operasyonekê pir dorfireh pêk hat. Lê belê encamê wê operasyonê bû têkçûna artêşa tirk. Ji heman demê vir ve dewleta tirk bi tevlêbûna hêzên xwe ên bejayî li Başûrê Kurdistanê neketiye nava hewldanên pêkanîna operasyonan.

Operasyonên ku artêşa tirk ji 16ê Tebaxê vir ve pêk tîne, tenê bi tevlêbûna balefirgehên şer dimeşin. Heya niha operasyona bejayî nehatiye dest pê kirin. Li gorî ku tê dîtin, amadekariyên operasyonekê bejayî dimeşin. Lê belê, digel van amadekariyan û gef û guran, rayedarên dewletê û hikûmetê bi tirs nêzîkê operasyona bejayî dibin. Ew dizanin ku, eger heman operasyon pêk were û carekê din, weke ya sala 2008an, bê encam bimîne, wê demê ti rûmeta artêşa tirk namîne.

Qasê ku em dişopînin, bi taybetî ji destpêka Tebaxê vir ve, rayedarên dewletê civîn li ser civînê lidar dixin. Mijara van civînan tenê şerê li Kurdistanê ye. Hefteya borî serfermandarê artêşê û hin generalan gerekê li Kurdistanê pêk anîn. Wusa diyar e ku di vê gerê de şert û mercên pêkanîn operasyonekê bejayî hatiye analîz kirin.

Nepêkanîna operasyona bejayî jî, pêkanîna wê jî, jibo dewleta tirk mijarekê pir girîng û xetere ye. Piştî wuqasa amadekariyan, eger heman operasyon pêk neyê wê di derbarê artêşa tirk de bibe sedemê nirxandinên neyênî. Lewre, bi çi cureyê dibe bila bibe, ew ên di van rojan de, di derbarê pêkanîna operasyonekê bejayî de biryarekê bidin.

Li gorî ku ez dizanim, operasyona hewayî zêde zerarê nedaye hêzên gêrîla. Lê belê, eger heman operasyon hê jî bidome û di heman demê de jî operasyona bejayî pêk were, mirov dikare bêje ku wê hêzên gêrîla hin tengasiyan bijîn. Di vê rewşê de, dê were zanîn ku, wê bi sedan leşkerên tirk jî werin kuştin, herweha wê hejmara wendayiyên gêrîla jî zêde bin.

Bi çi cureyê dibe bila bibe, encama operasyonê, an jî ya operasyonan, ji tu pirsgirêkê re nabe çareserî. Ji niha ve tê xuyan ku gelê kurd lidijî nêzîkatiya AKPê bê deng namîne. Eger rewş bi vî awayî bidome, nakokiyên di navbera gelê kurd û dewleta tirk de kûrtir dibin. Bi vê nêzîkatiya siyasî, AKP wê nikaribe carekê din ji Kurdan alîkariya hilbijartinan bixwaze. Di nava AKPê de jî wê hin Kurd (nêzîkatiya Mehmet Mir Dengir Firat weke nimûne ye) bê deng nemînin.

Çi jibo Kurdan û çi jî jibo dewleta tirk, bi rastî ev pêvajo pir girîng û xetere ye. Divê ji her du aliyan ve jî xwînsarî serdest be û çareserî bi rêbazên demokratîk were ceribandin. Di vê şerê de ne feydeya gelê kurd û ne jî ya gelê tirk tine.

Ahmet DERE
08.09.2011

19.08.2011

Vegera Kemal Burkay


Kevneserokê PSKê Kemal Burkay vegeriya Tirkiyeyê, dibe ku di rojên pêş de biçe Kurdistanê jî.

Di derbarê vegera Burkay de ji aliyê pir derdoran ve nirxandin çê bûn, wusa diyar e ku wê hê jî çê bibin. Pir asayî ye ku di derbarê vegera Kemal Burkay de nirxandin çê bibin û di nava wan de rexne jî hebin.

Eger Kemal Burkay kesekê sivik bûya bê guman vegera wî nedibû mijara wuqasa nirxandin û rexneyan. Wuqasa nirxandin û rexne giraniya şexsiyeta wî û girîngiya vegera wî diyar dike. Lê belê, di nava derdorên ku li Kemal Burkay rexneyan dikin de, hin kesên ku bi armanca tolhildanê tevdigerin jî hene. Lewre mirov nikare hemû nirxandinan weke nêrîn û rexneyên « rexwşenbîrî » bigire dest. Di vî warî de, mixabin zimanê « rewşenbîr û nivîskarên » kurdan negihîştiye, jê re hê pir hors û kakûç divê.

Beriya her tiştî, ez vegera Kemal Burkay pir asayî dibînim, eger birêz Burkay bi dîqet tevbigere û nekeve kemînên AKPê, ez di vegera wî de tiştekê şaş nabînim. Lê belê rengê pêşwazîkirina wî, ya ku ji aliyê AKPê ve pêkhatî, zêde xweş nebû, eger di rojên pêş de wusa bidome, mafê me çêdibe ku em rexneyên tûndtir lê bikin.

Vegera welat di xeyalên hemû Kurdan de heye, her kurd dixwaze biçe welatê xwe, li wê derê kar bike û bijî. Eger rê li pêşiya hemû Kurdên li Ewropayê ve bibe, ez bawer im di nava demekê kurt de ji sedî 90ê wan wê vegerin, li pêşiya hemûyan jî wê kesên ku vê gavê Kemal Burkay rexne dikin hebin. Lê mixabin, rêveberiya Tirkiyeyê wuqasa demokratîk nebûye û heman derfetan nedaye afirandin.

Bi vegera Kemal Burkay ve girêdayî, carekê din durûtiya AKPê derket holê. Vê gavê di zîndanên dewleta tirk de bi hezaran kes hene ku tevlî çalakiyên bi şîddet nebûnin, doza KCKê weke numûneyekê ye. Dîsa, bi hezaran rewşenbîrên kurd li Ewropayê penaber in û ew tevlî tu çalakiyekê bi şîddet nebûnin. Ji bo ku ev rewşenbîrên kurd venegerin welat û bi xebata xwe ya siyasî serê rayedarên dewletê nehêşînin, hemû rê li pêşiya wan hatine xitimandin.

Dema ku em vê rewşa dewleta tirk digirin ber çavan, ne mumkun e ku, di derbarê vegera Burkay de mirov nekeve nava gumanan. Lewre, divê birêz Burkay zêdetir şiyar be, li hemû axiftin û kiryarên xwe dîqet bike. Ev veger dikare wî bilindtir jî bike, dikare wî bihelîne jî.

Hêvîdar im birêz Burkay rê nede kesî ku lê rexneyên rast û di cih de bike. Di rojên pêş de wê hin encam derkevin holê.

Ahmet DERE
14.08.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdawê de hatiye weşandin

4.08.2011

Rejîma Tirk

Roja 29ê Tîrmehê Serfermandarê Tirk Işık Koşaner û tevî 3 Orgeneralan ji wezîfeya xwe dest kişandin û teqawutbûnên xwe xwestin. Di dîroka Komara Tirkiyê de ev cara yekem e ku di nava artêşê de tiştekê bi vî awayî diqewume.

Piştî teqîna bûyerê, ji cur be cur derdoran deng derketin. Muxalefet, bi taybetî MHP û CHP’ê, weke dema borî, ketin nava hewldanan daku bingeha pirsgirêkê bi AKPê ve girê bidin û li hemberî hikûmetê bixebitînin. BDPê jî, bi daxûyaniyekê, heman bûyerê weke hilweşandina artêşê li hemberî şerê lidijî PKK’ê da xûyan. Lê belê, piştî çend saetan, rayedarên hikûmetê û herweha ji Çankayayê hate ragihandin ku « her tişt bi awayekê asayî didome ».

Helwesta Serfermandar û Generalên Tirk tiştekê asayî nîn e, li pişta perdeyê pir sedemên girîng hene. Çendî AKP bêje « bûyer asayî ye », dema ku mirov li rewşa giştî ya vî welatî dinêre, ev helwesta leşkeran tabloya rastiyekê lezgînî derdixe holê. Di nava artêşê de nerihetî û herweha dubendî her ku diçe kûrtir dibe.

Mirov dikare şerê li Kurdistanê weke sedemekê vê rewşa artêşa tirk bibîne, lê belê ew ne sedemê yekem e, divê em xwe nexapînin. Ji sala 2002’an vir ve di navbera desthilatdariya siyasî û hêza leşkerî de nakokî hene. Operasyonên Ergenekon û Balyozê van nakokiyan kûrtir kir. Encamên daxwaza AKPê (divê em weke daxwazên Cemaeta Fetullah Gulen bibînin), ya di derbarê xwe tenzîmkirina di nava dewletê de, bûn in sedemê girtina pir rayedarên leşkerî. Sala borî Işık Koşaner bi dilekê sar hate ser wezîfeya Serfermandariyê, dema ku wî dît ew nikare statûkoya kevin ya artêşê biparêze, jibilî daxwaza teqawutê tiştekê din li pêşiya wî nema. Weke nûnerê statûkoya kevin ya artêşê, Işık Koşaner neçar ma ku vê gavê bavêje.

Dema ku ez vê nivîsê ji bo Rûdawê dişînim, civîna Şûra Leşkerî ya Bilind, ku her salê carekê pêk tê, li Enqerê dest pê dike. Piştî bûyera 29ê Tîrmehê, destê AKPê xurttir bûye û di vê civînê de ew ê li gorî daxwazên xwe Serfermandariya Artêşê temzîm bike.

Dema ku mirov bi çavekê hemdem li rewşa mijara gotinê binêre, bêguman nêzîkatiya AKPê li gorî sîstema demokratîk e. Di sîstemên demokratîk de divê artêş li gorî desthilatdariya siyasî, ku ji aliyê gel ve hatî hilbijartin tevbigere. Eger nêzîkatiyên AKPê, ên di derbarê tenzîmkirina artêşê de li gorî daxwazên gel bin, bêguman tiştekê ku mirov îtiraz bike tine. Kesên ku AKPê nas dikin dizanin ku armanca wî ne bersivdana daxwazên gel e, ew li gorî armanca « hin hêzên cuda » tevdigere.

Divê ev jî werin zanîn ;

1-      Şerê li Kurdistanê psîkolojiya artêşa tirk xirab kiriye.

2-      Çi û çawa dibe bila bibe, serdestiya hêza siyasî ji ya hêza leşkerî baştir e.

Ahmet DERE / 01.08.2011

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

23.07.2011

Xweseriya Demokratîk û KCD

Roja bi wate ya 14’ê Tîrmehê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amed’ê Xweseriya Demokratîk êlan kir. Bê guman mafê Gelê Kurd yê Xweseriyekê Demokratîk heye. Lewre, bi nêrînekê giştî, ev gava KCD’ê beruvajiyê nirxên demokratîk û xwezaya mafên gelan nîn e.
Lê belê, divê were zanîn ku di cîhanê de her tişt li gorî nirxên heqî û mafdariyê nameşe. Mafê pir gelan yê azadî, serxwebûn û xweseriyê nayê naskirin, ew di bin bandora zexta cur be cur sîsteman de ne. Gelê Kurd jî ji van gelan yek e, bi hezaran salan e ew ji mafê azadiya xwezayî mehrûm hatiye hîştin, neçar maye ku di bin bandora zexta cur be cur hêzan de bijî. Digel têkoşînekê lewend û pir zehmet, hê jî Gelê Kurd azad nebûye û li gorî nirxên bingehîn yên mafên mirovahiyê najî. Tenê di Başûrê Kurdistan’ê de hêdî hêdî bêhna azadiya Gelê Kurd tê, li derên din ev tişt hê tine.

Ji destpêka sedsala 20. vir ve li Bakurê Kurdistan’ê tekoşînekê ji bo azadiyê dimeşe. Weke encama vê têkoşînê, ji deh salan vir ve hêdî hêdî hin maf ji bo Gelê Kurd tê nas kirin. Lê belê, ji bo ku gelê me bibe xwediyê nirxên xwe yên azadiyê, hê jî divê ew bitekoşe. Divê ev têkoşîn bi rêbazên dewlemend û di hemû qadan de bê lipêşxistin.

Dema ku mirov di vê çarçoveyê de li êlankirina Xweseriya Demokratîk ya KCD’ê dinêre, mixabin nikare pir kêfxweş bibe. Di warê têkoşînên azadiya gelan de, her gava bê encam dikare bi xwe re zerarên pir mezin jî biafirîne. Ez nabêjim ev gav şaş e, lê belê dema wê baş nehatiye bijartin, bingeha wê baş tenzîm nebûye. Eger ev gav vala derkeve, divê were zanîn ku, bi taybetî di warê siyasî û herweha di warê psîkolojîk de wê zerarekê mezin derxe holê.

Li gorî daxuyaniya KCD’ê, ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye. Ev tê wateya ku piraniya Gelê Kurd (yê li Bakurê Kurdistan’ê) heman xweseriyê dipejirîne û erê kiriye. Lê mixabin, rastî wusa nîn e, çawa ku birêz Altan Tan jî aniye ziman (Taraf, 16.07.2011), li Bakurê Kurdistan’ê AKP’ê jî pir deng girtiye, eger em hemû dengên AKP, CHP û MHP bigirin ber çavan, rêjeyekê pir mezin derdikeve holê. Eger ew kesên ku dengê xwe dane van 3 partiyên sîstemê ji Xweseriya Demokratîk re nebêjin erê, ku wusa ye, wê demê mirov çawa dikare bêje ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye ?

Ez hêvîdar im ku rayedarên KCD’ê wê li pişta projeya xwe bisekinin, bi piraniya Kurdên Bakur  bidin hezkirin û bikin sîstemekê Kurdistanî.

Ahmet DERE  / 17.07.2011

Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin

9.07.2011

Çalakiya BDP'ê

Ji hilbijartinên 12'ê Hezîran'ê vir ve BDP di nava çalakiya boykotkirina TBMM'yê de ye. Ev çalakî di demekê pêwîst de û bi rêbazekê di cih de hate dest pê kirin. Betalkirina parlementeriya Hatip Dicle û neazadkirina 5 parlementerên din yên BDP'ê ji aliyê raya giştî ya Tirkiye'yê ve jî weke neheqiyekê mezin tê dîtin. Lewre, çalakiya BDP ji aliyê pir derdoran ve hatiye destekkirin. Mirov dikare bêje ku çalakiya mijara gotinê gihîştiyê armanca xwe.

Wateya her çalakiyê di heqî û neheqiya wê de tê dîtin, girîngiya wê jî li wê goranî ye. Dema pêkanîna çalakiyan jî xwediyê girîngiyekê mezin e. Heya niha çalakiya BDP'ê (divê em HAK-PAR û EMEP'ê jî jibîr nekin) li ser xetekê rast û di cih de hatiye meşandin. Lê belê, jibo ku rengê çalakiyê û heqiya wê neguhere, divê rayedarên BDP'ê rewşa pêvajoyê dîqet bikin û rê nedin guherîna nêzîkatiya li çalakiya wan.

Li gorî ku ez dişopînim, bi taybetî di nava raya giştî ya Tirkiye'yê de, di van rojan de hêdî hêdî zimanê nirxandina heman çalakiyê diguhere. Ez wusa dibînim ku, eger heman çalakî neyê bidawî kirin wê hêdî hêdî helwesta raya giştî lidijî wê pêş bikeve. Lewma, li xweşê hin kesan neçe jî, ez hêvî dikim ku rayedarên BDP'ê, bi rêbazekê baş dawî li çalakiya xwe bînin û biçin di TBMM'yê de bitekoşin. Piştî çalakiyekê wusa, eger zimanê siyasî baş were bikaranîn, di TBMM'yê de hin destkeftiyên baş dikarin werin girtin. Bi rêbazên di cih de, Koma BDP'ê wê bikaribe rê li nû ve hilbijartina Hatip Dicle ve bike û herwuha azadiya 5 parlementerên din jî bidest bixe.

Divê were zanîn ku, di 12'ê Hezîran'ê de gelê kurd ji namzetên serbixwe re got "Biçin di TBMM'yê de siyasetê bikin daku ji pirsgirêka kurd re rê ya çareseriyê ve bibe". Eger armanc ne TBMM bûya, çima wuqasa ked hate dayîn ?. Ez bawer im tu rayedarekê BDP'ê lidijî vê gotinê dernakeve. Herwuha, tu kesî nedigot ku wê di TBMM'yê de hemû tişt gul û gulîstan nebe, çi ji aliyê Kurdan ve û çi jî ji aliyê namzetan ve, baş dahate zanîn ku di bin baniya TBMM'yê de wê pir zehmetî lidijî wan derkevin. Eger e wusa be, wê demê li vir ji siyasetê tiştekê nayê fêm kirin.

Ez bixwe maşiqê TBMM'yê nîn im, eger ji min were pirsîn, dilê min dibêje "Ya baş ew e ku BDP nigê xwe ji Tirkiye'yê bikêşîne û hemû xebatên xwe li Amed'ê bide meşandin. Lê mixabin, rewşa heyî li gorî dilê min nameşe, divê ez û herwuha her kurdekê biaqil, bi çavekê rast li rewşa Tirkiye'yê binêre û li gorî wê bibe xwedî daxwazan. Lewre ez dibêm; ya baş ew e ku di demekê nêzîk de parlementerên BDP biçin TBMM'yê û li wê derê bitekoşin. Berdewamiya heman çalakiyê dikare bi xebatên wan serkeftî be.

Ahmet DERE  /  04.07.2011
 
Not : Ev nivîs di Rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

25.06.2011

Encamên Hilbijartinan

Hilbijartinên 12’ê Hezîran’ê pêk hatin, di vî derbarî de cur be cur nêrîn û analîz hatin kirin. Piştî hefteyekê ez dixwazim di derbarê rastiya encamên ku hatî girtin de çend gotinan bêjim.

-Di dîroka Komara Tirkiye’yê de, ji sala 1956’an vir ve (ku di heman salê de sîstema pir partîyan ketiye meriyetê), cara yekem e ku partiyekê 3 caran li serhev tê ser desthilatdariyê. Ji 2007’an vir ve vê partiyê ji % 4 dengên xwe zêde kiriye. Digel vê zêdekirina dengan AKP 10 parlementeran kêmtir kir û bi hejmara 326 parlementeran ew nikare bi tena serê xwe destûra bingehî çê bike. Li gorî vê encamê, çi jibo çêkirina destûra bingehî û çi jî jibo çêkirina qanûnan, AKP neçar e ku bi komên din re, CHP, MHP û BDP, bikeve nava diyalogê û bi wan re hevkariyê bike.

-Digel bayê ku Kemal Kılıçdaroğlu dabû çêkirin, partiya komarger CHP nikaribû li gorî hedefa xwe dengan
bistîne, yanê bigehêje % 30’yî. Encama ku derketî holê carekê din daye xûyan ku CHP nikare ji pirsgirêkên Tirkiye’yê re bibe bersiv. Çendî di serokatiya wê de û herwuha di rêveberiya wê de guhertin pêkwerin jî, mentalîteya navendî ya vê partiyê rê nade ku ew bibe partiyekê « Sosyal Demokrat ». Li gorî rexneyên ku li CHP’ê têne kirin, wusa diyar e ku Kemal Kılıçdaroğlu û ekîba wî nikarin zêde bidomînin.

-Ji salên 2000’î vir ve MHP herdem hêza xwe wenda dike. Di nava heman partiyê de nerazîbûna li hemberî Devlet Bahçelî zêdetir dibe. Ez bawer im heya hilbijartinên deşa pêş wê Devlet Bahçelî ji serokatiya MHP’ê dûrkeve. Lêbelê, eger ev partî di mentalîteya xwe de guhertinan nede çêkirin, dîsa jî wê nikaribe rêjeya dengên xwe bilindtir bike.


-Partiya ku di dengên xwe de û herwuha di hejmara parlementeran de pêşketin daye çêkirin BDP ye. Ez encama van hilbijartinan jibo BDP’ê serkeftî dibînim û, carekê din, pîroz dikim. Lê belê, divê were zanîn ku, ev serkeftin bi xebatên teknîkî hatiye bidestxistin. Jiber ku di rêjeya dengên BDP’ê de, an jî yên blokê de, tenê 0.9 pêşketin çê bûye. Yanê di navbera rêjeya hilbijartinên 2007 û 2011’an de derdorê 350 000 deng hene. Dê were zanîn ku, ev pêşketin jî bi alîkariya hevkariya bi HAKPAR û KADEP’ê re derketiye holê. Lewre, bi encama van hilbijartinan ve girêdayî, rastiyekê jî baştir xwe dide pêş ; daxwaza Gelê Kurd bi Yekîtiyekê û Hevkariyekê Neteweyî heye.

Xebatên teknîkî, bi taybetî hejmarkirina matematîk, 16 parlementeran zêdetir kir. Eger di sala 2007’an de heman xebat hatiba meşandin, wê demê jî derdorê 30 parlementerî dikaribûn derkevin. Di cewherê encama hilbijartinên îsal de mirov dikare kêmasiyên dema borî jî baştir bibîne. Hêvîdar im hêzên kurdan ji hemû kêmasiyan baştir dersan derxînin.

Ahmet DERE / 20.06.2011

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

9.06.2011

Rojên Dawî

Qirecireya pêvajoya hilbijartinên li Tirkiye’yê ketiye rojên xwe ên dawî. Van rojan her partî hemû koz û derfetên xwe bikar tîne. Lê mixabin, rêbazên siyaseta li Tirkiye’yê pir qirêj in, asta wê pir nivs e û ew naşibe ya tu welatî. Zimanê ku ji aliyê serokên partiyan ve tê bikar anîn ji yê mirovên ku li kolanan dijîn xerabtir e, ligel wan dijûn, komplo û tewanbarî xala herî girîng û ya bitesîr e.

Ji hemû hilbijartinên ku di nava 20 salên dawî de pêkhatî zêdetir, vê carê bala raya giştî bi giranî kişiyaye ser bajarên Kurdistan’ê. Bi awayeke pir aşkere, vê carê rola hêza kurdistaniyan bûye xala herî girîng ya ku wê li ser tevahiya hilbijartinan bandorê çê bike. Lewre, ji demên borî cudatir, vê carê hemû partiyan giraniya xwe dane ser bajêrên Kurdan. CHP, ya ku ji salên 1995’an vir ve li herêma Kurdistanê pir qels ketibû û nikaribû mitîngan çê bike, di vê pêvajoyê de li hemû bajarên herêmê mitîng lidar xist. Ji sala 1995’an vir ve, cara yekem e ku MHP li Amed’ê mitîngê lidar dixe.

Rewşa van rojên dawî dide xûyan ku wê AKP ji sedî 45’an zêdetir dengan bistîne. Ev tê wateya ku, ji sala 1956’an vir ve, AKP dibe partiya duyêm ku sê caran serhev tê ser desthilatdariyê. Di dîroka Komara Tirkiye’yê de, ji derveyê partiya Komarger CHP’ê, heya niha tenê Partiya Demokrat sê caran serhev hikûmetê çê kiriye. Lewma girîngiya van hilbijartinan jibo AKP’ê zêdetir e. Qasê ku tê xûyan, heya ku carekê din li vî welatî hilbijartin çê bibin wê Recep Tayip Erdoğan bibe Serokkomar, ev xeyal û armanca wî û ya partiya wî ye.

Bi alîkariya Kemal Kılıçdaroğlu, yê ku jê re dibêjin eslê wî « kurd e », heman partiyê di rêjeya dengên xwe de jî hin pêşketinan çê kiriye. Wusa diyar e ku wê ev partî, di tevahiya Tirkiye’yê de, ji sedî 27 heya 32 dengan bigire. Li gorî hewa ku dixûyê, dibe ku MHP di binê rêjeya barajê de bimîne, lê belê eger ew di bin barajê de nemîne, ez bawer nakim ku dengên wê ji sedî 11’an derbas bibe. Pir baş dixûyê ku vê carê tenê 2 an jî 3 partî dikarin ji hilbijartinan derbasî meclîsê bibin. Ev jî rewşa antî-demokratîk ya Tirkiye’yê ye.

Çendî BDP weke partî neketibe hilbijartinan jî, li gorî min Kurdên Bakur ji niha ve serkeftinekê bidest xistine. Yekîtiya ku di navbera hêzên kurd de çê bûyî, bi tena serê xwe serkeftinekê ye. Eger Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ji 32’an zêdetir parlementeran bişîne meclîsa Tirkiye’yê, bêguman wê heman serkeftin zêdetir biwate be. Li gorî ku ez ji niha ve dibînim, wê hejmara parlementerên Blokê di navbera 27-32’an de be. Divê were zanîn ku Ahmet Turk, Leyla Zana û Aysel Tuğluk wê nikaribin bibin endamên koma BDP ya meclîsê, heya du salan ew ên weke parlementerên serbixwe bin. Pêwîst e ev jî bê zanîn.

Di nivîsa xwe ya carekê din de ez ê di derbarê hikûmet, meclîsa nû ya Tirkiye’yê û herweha Koma BDP’ê de nêrînên xwe binivisînim.

Ahmet DERE / 06.06.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

28.05.2011

Şer û Hilbijartin

Hilbijartinên ku wê di 12’ê Hezîran’ê de pêk werin, di bin bandora şer de derbas dibin. Bi taybetî di herêmên Kurdistan’ê de qedera giraniya van hilbijartinan bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Wisa diyar e ku AKP’ê jî hejmarên xwe ên hilbijartinan li ser vî şerî daye çê kirin û kampanya xwe dimeşîne.

Digel pêvajoya bêçalaktiyê, ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye êlan kirin, ji destpêka meha Nîsan’ê vir ve, di piraniya herêmên Kurdistan a Bakur de operasyonên leşkerî û herweha polîsî têne meşandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan gêrîla şehîd ketine, bi sedan kes hatine binçav kirin û di zîndanan de ne. Di nava 20 salên dawî de pêvajoya ku têde herî zêde gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane ev 3 mehên dawîn in. Bi awayekê din, mirov dikarê bêje ku, şerê herî qirêj niha dimeşe û li ser vê pêvajoyê de bandora hikûmeta AKP’ê jî mezin e.

Digel hemû rewşa neyênî, KCK dev ji biryara xwe ya bêçalaktiyê ber nedaye. Dîsa, digel hemû zexta dewletê, namzetên serbixwe yên BDP’ê di nava xebatên hilbijartinan de ne. Di aliyekê de şerê qirêj, di aliyê din de xebatên jibo hilbijartinan bihev re dimeşe. Bêguman, ev rewş jibo namzetên serbixwe û BDP’ê pir zehmet e, weke berxwedanekê girîng e. Eger di encama van hilbijartinan de komekê mezin ya BDP di Parlemena Tirkiye’yê de bê çê kirin, divê ev weke bûyerekê girîng were pejirandin.

Li gorî daxûyaniyên derdorên KCK’ê û herweha yên Abdullah Öcalan, eger heya 15’ê Hezîran’ê rewşekê nû dernekeve holê, yanê di nêzîkatiya Dewleta Tirk de nermahiyekê çê nebe, an jî gavekê berbi diyalogan ve neyê avêtin, wê pêvajoyekê şerê nû bikeve rojevê. Wusa dixûyê ku heya dema ku hatiye êlan kirin, di nêzîkatiya Dewleta Tirk de guhertinekê erênî çê nabe. Ev jî tê wateya ku, ji 15’ê Hezîran’ê bi şûn de, wê şer bandora xwe bide diyar kirin. Mixabin şer tê wateya kuştinê, qasê ku heya niha me jiyan kiriye, wê dîsa piraniya kuştiyan ji zarokên gelê kurd bin.

Piştî wuqasa salên ku şerê gêrîla hatiye meşandin, divê êdî qada siyasî bandora xwe çê bike. Tu tekoşînên azadiyê tenê bi serwêriya şerê çektarî encam negirtiye, ji niha bi şun de jî wê encam negire. Piştî astekê şerê çektarî, pêwîst e hêzên siyasî derkevin pêş û rêyên çareseriyê lipêş bixin. Mixabin, di vî warî de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, qelsiyekê heye. Zû an jî dereng, divê ev qelsî tine be, hêza, an jî hêzên siyasî, bandora xwe diyar bikin.

Ahmet DERE / 23.05.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

11.05.2011

Alozî û Zehmetiyên Pêvajoyê


Pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyê roj bi roj zêdetir bialoz dibe. Asta zimanê serokên partiyan bûye ya duşminatiyê. Roj tine ku di navbera Erdoğan û Kılıçdaroğlu de gotinên bêrûmet neyên ziman, herwuha di navbera Erdoğan û Bahçeli de jî. Van rojan di Serokê AKP’ê de nexweşiya psîkolojîk peyde bûye, wusa diyar e ku wê ev rewş heya 12’ê Hezîranê dewam bike.

Di vê pêvajoyê de alozî û zehmetiyên herî giran li dora pirsgirêka kurd mezintir dibin. Di aliyekê de AKP, CHP û MHP di derbarê pirsgirêka kurd de cur be cur leystokên qirêj lidar dixin, di aliyê din de jî ev her sê partî lidijî Gelê Kurd siyaseta înkar û qirkirinê dipejirînin. Operasyonên leşkerî ku lidijî gêrîla pêk tên bi alîkariya siyaseta van sê partiyan dimeşin. Mirov dikare di nava hevokên serokên van her sê partiyan de jî alîkariya jibo operasyonên leşkerî bibîne. Lewre, dema ku mijar dibe pelçiqandina vîna Gelê Kurd, tu cudahiyekê di navbera siyaseta AKP, CHP û MHP’ê de nayê dîtin.

Jiber rewşa bialoz û zehmetiyên ku derketine holê, hê Namzetên Serbixwe û BDP neketine nava xebatên aktîf yên hilbijartinan. Bêguman ev rewş, bi taybetî li xweşê AKP’ê diçe. Lewma heya ku ji destê Erdoğan tê, bi taybetî di derbarê pirsgirêka kurd de, ew zimanê xwe tûndtir dike. Di heman çarçoveyê de, di mitînga li Muş’ê de wî diyar kir ku « Pirsgirêka kurd tine, lê belê pirsgirêkên birayên min ên kurd hene ». Ev gotina Erdoğan rûyê nû yê siyaseta AKP’ê aşkere dike lewre, wusa dixûyê ku wê di salên pêş de AKP bi tevahî siyasetekê li ser esasê pelçiqandina vîna zinde ya Gelê Kurd bimeşîne.

Qasê ku dixûyê, di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de kes nikare ji AKP’ê hêviyan bike, herwuha ji CHP û MHP’ê jî. Di vê rewşê de, bêguman hemû bar dikeve ser milê Gelê Kurd. Li gorî ku ez dibînim, pir zehmet e ku em ji Namzetên Serbixwe, yên ku wê bikevin Meclîsa Tirkiyê, hêviyên mezin bikin. Rewşa bêbiryar ku ev namzet vê gavê dijîn, di mêjiyê mirovan de pir pirsan çê dikin ; gelo ew ên bikaribin nûnertiya gelê me bikin ?. Ez bawer im di mêjiyê bi mîlyonan Kurdan de ev pirs heye.

Ji hilbijartinan re mehekê maye. Divê Namzetên Serbixwe, DTK û BDP siyaseta xwe pir baş zelal bikin û di wê çarçoveyê de bikevin nava kar. Her roja ku di derbarê pêvajoyê de alozî û nakokî hebin wê lidijî wan bê bikaranîn.

Pêwîst e bê zanîn ku, daxwaza AKP, CHP, MHP û herwuha ya Dewleta Kûr ew e ku BDP nekeve meclîsê an jî nikaribe komekê xurt çê bike. Ji bo ku Meclîsa Tirkiyê nikaribe bi hêsanî daxwazên AKP û yên Dewleta Kûr pêk bîne, divê BDP, bi komekê xurt, bikeve TBMM.

Ahmet DERE / 09.05.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin



29.04.2011

YSK û Dewlet

Biryara YSK’ê a di derbarê namzetên BDP’ê dengekê pir mezin veda. Ne tenê li Kurdistan’ê, herweha li Tirkiye’yê û di qada navneteweyî de jî ew bû sedemê helwestên cur be cur derdoran. Di nava derdorên ku helwest nîşan dan de rastgir û muhafazakar jî hebûn. Lewre, di nava demekê kurt de YSK’ê biryara xwe guherand û ji namzetên BDP’ê re deriyê ketina hilbijartinan ve kir.

Paşve gav avêtina YSK’ê dilxweşiyê çê nekir, tenê ew bû sedemê ku çalakiyên şermezar kirinê bisekinin. Çawa ku biryara YSK’ê qanûnî ne bû, paşve gav avêtina wê jî di çarçoveya rêbazên qanûnî de çê nebû. Di her du gavan de jî YSK’ê neqanûnî kir.

Divê em bizanibin ku YSK saziyekê bingehî ya dewletê ye. Li gorî destûrnameya wê û herweha zagona bingehî, biryarên vê saziyê mutlaq in û nayên guhertin. Heya naha car caran di biryarên heman saziyê de guhertin pêkhatibin jî, ew bi giranî di warê teknîkî de man in. Lê belê, li hemberî helwesta Kurdan û ya derdorên demokratîk YSK şokê bû, di nava demekê pir kurt de paşve gav avêt. Ev rewşa YSK’ê bê agahiya dewletê derneketiye holê, nêzîkatiya giştî ya Dewleta Tirk bû xwediyê giraniyekê mezin.

Çendî YSK li gorî fermana hikûmeta AKP’ê tevnegeriyabe jî, biryara wê, a vetokirina namzetên BDP’ê, li xweşiya pir rayedarên heman partiyê hatibû. Lewre, di roja destpêkê de hin rayedarên heman partiyê, weke Ömer Çelik, bi daxûyaniyên xwe piştgiriya YSK’ê kirin. Wan hêvî nedikirin ku helwesta girseyan û ya cur be cur derdoran wuqasa tûnd be.

Bi vê paşve gav avêtina YSK’ê, pêvajoyekê nû jî hatiye dest pê kirin. Bi awayekê aşkere hatiye dîtin ku, eger gel bixwaze dikare li Tirkiye’yê hin tiştên, ku weke tabû têne dîtin, biguherîne. Êdî kes nikare bêje « Di Zagona Bingehî de xalên ku nayên guhertin hene », ji vir bişûn de tişta ku neyê guhertin tine.

Şûnde gav avêtina YSK’ê dikare weke serkeftinekê BDP’ê were dîtin û di hilbijartinan de jî bandorê li ser dengên wê çê bike. Lê belê, ez vê yekê zêdetir weke serkeftinekê hewldanên demokrasîxwazan dibînim. Pêwîst e ji vê rewşê sûdekê baş were hilgirtin û di xizmeta pêşeroja Tirkiye’yê de bê bikaranîn. Ev jî karê Kurdan û herweha ya hemû derdorên demokrasîxwaz e.

Biryarekê ne di cih de, bû sedemê helwestên mafdaran û derî li pêvajoyekê nû ve kir. Serkeftin û serfirazî herdem di encama helwestên rast û di cih de derdikevin holê.

Ahmet DERE / 25.04.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

16.04.2011

Divê BDP Serkeve

Hilbijartinên giştî ku wê îsal li Tirkiye’yê çê bibin xwediyê wateyekê pir girîng in. Bi taybetî ji bo BDP’ê û herweha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, girîngiya van hilbijartinan di asta herî bilind de ye.

Bêguman, heya niha jî pirsgirêka kurd hebû, lê belê tu wextê weke niha niqaşên di derbarê çareseriyê de neketibûn rojeva Tirkiye’yê. Divê em asta vê mijarê tenê bi rêya medyayê nebînin, xala herî girîng ew e ku, giraniya vê pirsgirêkê di nava civakê de çiqas tê dîtin. Nêzîkatiyên hemû civakên li Tirkiye’yê roj bi roj digehêjin hev û xala wan a navendî çareserî ye.

Heya niha li Tirkiye’yê, saziyekê neteweyî ya weke TBMM’ê (Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiye’yê) zêde li rola xwe xwedî derneketiye. Lê belê, qasê ku di vî welatî de pêşketin çê dibin û herweha konjonktûra siyasî ferz dike, wê ji niha bi şûnde rewş biguhere. Di salên pêş de wê TBMM bikaribe li berpirsyartiyên xwe xwedî derkeve. Lewre, hebûna cur be cur partiyan, bi taybetî ya partiyên demokrat û pêşketî, dikare vê saziyê bike xwedî rolekê mezintir.

Li gorî sîstema heyî, bi taybetî ya benda hilbijartinan ku ji %10 e, kes nizane wê vê carê çend partî bikevin TBMM’ê. Qasê ku ez dibînim, AKP û CHP bêpirsgirêk wê di TBMM’ê de cihên xwe bigirin, lê belê heman tişt ji bo MHP’ê nikare were gotin. Weke tê zanîn, ji ber sedemê benda hilbijartinan, BDP bi namzetên serbixwe dikeve pêşbirka hilbijartinan. Ketina BDP’ê ya TBMM’ê sedî sed e. Ji niha ve em dikarin bêjin, ji 12’ê Hezîran’ê bi şûn de, wê AKP, CHP û BDP di TBMM’ê de cihên xwe bigirin.

Ji bo ku di salên pêş de pisrgirêka kurd di TBMM’ê de were niqaşkirin û bi rêbazên destûrî çareseriyekê were dîtin, divê BDP serkeve. Serkevtinekê çawa ?. Li gorî min, divê ev serkevtin bi kêmanî bi 30 parlementerî pêk were. Eger Koma BDP’ê ji 30 parlementerî pêk neyê, mixabin ew ê nikaribe bibe xwediyê rolekê girîng. Lewre, carekê din, ez dixwazim bêjim, divê BDP serkeve û serkeve.

Eger BDP nikaribe 30 parlementerî derxe wê çi bibe gelo ? Mixabin, carekê din wê ev partî tenê weke saziyekê sivîl meş û mitîngan tevger bike, bi polîsan re bikeve nava gengêşiyê. Bêguman ev jî nabin rêbaza çareserkirina pirsgirêka kurd.

Ahmet DERE / 11.04.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw'ê de jî hatiye weşandin

1.04.2011

Serhildanên Newroz’ê

Newroz a 2011’an ji hemû salên borî cudatir derbas bû. Li her çar parçeyên Kurdistan’ê û herweha li diyasporayê Cejna Gelê Kurd bi şêwekê neteweyî hate pîroz kirin.

Ji bo tu gelî pîrozkirina Cejna Neteweyî weke serkeftinekê nayê dîtin, lê belê ji bo Kurdan ev mijar xwediyê wateyekê cuda ye. Qedexekirina Newroz’ê bûye sedemê ku gelê me vê cejnê bike pêngava serhildanê. Dema ku rewş wusa be, bêguman gêşbûna cejnê weke serkeftin tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000’î vir ve û li Bakurê Kurdistan’ê, Newroz weke roja serhildanê û roja daxwaza azadiyê û demokrasiyê tê nirxandin.

Li gorî cur be cur derdoran, tenê li Bakurê Kurdistan’ê, tevlêbûna li Cejnên Newroz’ê ji 3 mîlyonan derbastir bûye. Ev hejmar ne piçûk e, ew bi tena serê xwe qasê hêza şoreşekê ye. Eger li welatekê din bûyerekê wusa qewumî ba, di çapemeniya cîhanê de wê cihekê fireh girtiba. Lê mixabin, dema mijar dibe Kurd û Pirsgirêka Kurd hemû derî têne girtin, guh ker dibin. Mixabin, bi vê ve girêdayî, li gel me Kurdan jî, heman helwesta Rêxistinên Navneteweyî û herweha ya çapemeniya cîhanê weke nêzîkatiyekê pir asayî (normal) tê dîtin. Di vî derbarî de zêde nerihetî tine.

Piştî pîrozbahiyên Newroz’ê, ev demekê ye li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan’ê çalakiyên rûniştinê hene. Çendî ev çalakî bi pêşengiya BDP’ê hatine lidarxistin, ji hemû derdorên Kurdan piştgiriyê digire. Digel cur be cur daxûyaniyan û daxwazên ku têne ziman, mirov dikare armanca van çalakiyan di sê xalan de komî serhev bike ; « Azadî » « Demokrasî » û « Sîstemekê Xweser ». Ez bawer im, tu kurdekî bakur lidijî van daxwazan dernakeve.

Ez carna ji hin kesan mesajan digirim, ji min re dibêjin “ Çima Gelê Kurd jî weke yê Misir, Tûnis û Lîbya’yê ranabe ser xwe ?“. Di bersivan de ez dibêjim “Gelê Kurd bi dehan salan e li ser piyan e, lê mixabin, dengê wî zêde nayê bihîstin. Sedemê vê rastiyê jî ew e ku, rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk ya Kurdistan’ê naşibe tu welatekî din. Eger em tenê li Newroz a Amed’ê binêrin, bi tena serê xwe ew serhildanekê şoreşî ye“.

Di dawiyê de ez dixwazim vê bêjim; çi dibe bila bibe, Gelê Kurd wê di sedsala 21. de rûpelekê nû di dîroka xwe de vebike. Ev rûpel ji Başûrê Kurdistan’ê dest pê kiriye, wê derbasî Bakur, Rojava û Rojhilat jî bibe.

Ahmet DERE / 28.03.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

28.03.2011

Pirtûk -Yekîtiya Ewropa'yê û Rastiya Kurd- çapa duyem-Ahmet DERE-

Çapa duyem ya Pirtûka min, a bi navê "Yekîtiya Ewropa'yê û Rastiya Kurd" ji aliyê weşanên HAN ve derketiye. Her kesê ku vê berhemê bixwaze, dikare bi rêya mailên;
daxwazên xwe bişîne.

Silav
Ahmet DERE






13.03.2011

Komplo

Dîroka Kurdan bi komployan tije ye. Car caran hêzên dagirker lidijî Kurdan komlo pêk anîne, car caran jî hêzên navneteweyî û car caran jî Kurdan bixwe lidijî hev komplo çê kirine. Çi yên derve bin û çi jî yên hindirîn bin, di encama her sê cureyên komployan de jî, hêza gelê kurd hatiye qels kirin.

Ne pêwîst e em şîroveya dîrokê bikin, niha jî komplo dewam dike. Bi taybetî lidijî hêza bakurê Kurdistan’ê pêvajoya komployekê nû di rojevê de ye. Rêberiya vê pêvajoyê hikûmeta AKP’ê dike. Di aliyekê de, di bin navê « vekirina demokratîk » de gelê kurd tê xapandin, di aliyê din de jî, di nava Kurdan de nakokî têne afirandin. Ez vê nêzîkatiya AKP’ê ji hemû komployan xeteretir dibînim. Mixabin, di vê pêvajoyê de, hin hunermênd û rewşenbîrên kurd jî ji AKP’ê re derfetan diafirînin.

Di paralelê senaryoya komploya dewleta tirk û ya AKP’ê de, di nava Kurdan de jî nêzîkatiyên xetere lipêş dikevin. Bi zanabûn an jî bêzanabûn, hin derdor dixwazin nakokiyan di navbera hêzên kurd û di navbera hêz û şexsiyetên kurd de kûr bikin. Mînakekê pir xetere, di demekê pir nêzîk de qewumî ; bûyera Şivan Perwer û helwestên ku lidijî wî derketin pêş.

Di derbarê bûyera Şivan de, bi taybetî ya tevlêbûna wî li TRT Şeş’ê de, min pir bidîqet çapemeniya kurd û ya tirk şopand. Bêguman, armanca çapemeniya tirk ew e ku di navbera Kurdan de nakokiyan kûr bike. Lê belê, mirov nikare heman tiştî di derheqê çapemeniya kurd de bifikire, divê wusa jî nebe. Lê mixabin, pir zehmet e ku mirov bikaribe wateya zimanê rexnekirina hin kesan, an jî yên ku xwe weke kurd didin xûyan, nas bike. Eger li gorî daxwaza van kesên mijara gotinê tevgerekê çê bibe, wê demê pêwîst e ji Şivan û ji yên weke wî re, ti mafê jiyanê neyê nas kirin. Ev mijar bi tena serê xwe xalekê trajedîk e.

Bi rêya van hevikên min, divê kes fêm neke ku ez Şivan diparêzim. Ez her tim dibêjim ; TRT Şeş bi armanca ku ew lidijî têkoşîna rizgariya kurd were bikaranîn, hatiye damezirandin. Lewre, ez tevlîbûna tu kurdekî û kurdekê, li vê televîzyonê napejirînim. Divê her kurdê hunermend, rewşenbîr û yên ku xwe weke welatparêz dibînin, ji heman saziyê dûr bisekinin. Lê belê, pêwîst e em bizanibin ku, AKP dixwaze heman saziyê bi armancekê din jî bikar bîne ; nakokiyan di navbera Kurdan de kûr bike û wan bihev bide mijûl kirin. Lewma, ez dibêm, divê em nekevin dehfa komplogeran. Pêwîst be, em ê kêmasiyên hunermendên weke Şivan nebînin, lê nêzîkatiya herî baş jî ew e ku, em wan bikişînin rêya rast. Helwestekê cuda, tenê dikeve xizmeta hêzên dagirker.

Di dawî de ez dixwazim vê bêjim ; mafê her kesê heye ku rexneyan bike, lê belê, beriya ku rexne werin kirin, pêwîst e bê zanîn ka ew ên çi encamî diafirînin.

Ahmet DERE / 10.03.2011

1.03.2011

Şoreşa Mentalîteyî

Ji mehekê vir ve, bi dîqetekê mezin, ez bûyerên li welatên Ereban diqewumin dişopînim. Tiştên ku li Tunus, Misir û niha jî li Cezayîr’ê diqewumin pir girîng in. Wusa diyar e ku, di nava neteweyên ereb de şoreşekê lipêş dikeve. Ez hêvîdar im wê ev şoreş di warê mentalîteyê de jî bibandor be. Eger di mentalîteyê de guhertin çê nebin, mixabin ev serhildanên girseyî wê tenê bibin sedemê guhertina serokdewlet û ya hikûmetan. Ev jî, nikare ji pirsgirêkên heyî re bibe dermanekê bibandor.

Atmosfera bûyerên ku di welatên ereb de diqewumin, ji pêvajoyekê nû re derî ve dike. Bandora wê, tenê bi neteweyên ereb re bisînor namîne, herweha ew di tevahiya cîhanê de jî tesîrê çê dike. Hemû sîstemên monarşîk, totalîter û olîgarşîk ji van bûyeran encaman derdixin. Heman bûyer ji bo hêzên weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê, Yekîtiya Ewropa’yê, Rûsya, Çîn û hwd. jî rêya guhertin û veguhertinê diyar dike. Di demên pêş de wê bandora vê pêvajoyê baştir bê dîtin.

Herêma ku ji vê pêvajoyê zêdetir wê encaman derxîne, Rojhilata Navîn e. Welatên ku demokrasiyê kêm dijîn û xwediyê sîstemên paşvemayîn in, mixabin, yên vê herêmê ne. Di rêza yekem de, Tirkiye, Îrak, Sûriye û herweha Îran (bi taybetî, welatên dagirker ên Kurdistan’ê) hene. Ji destpêka Sibatê vir ve, di Sûriyê û Îranê de jî hin lebat hene, wê di demên pêş de gurtir bibin. Lê mixabin, qasê ku tê xûyan, rayedarên dewleta tirk naxwazin ji vê pêvajoyê para xwe bigirin.

Ji gelên ku divê ji nêz ve van bûyeran bişopînin, yek jî gelê kurd e. Ji derveyê Herêma Başûrê Kurdistan’ê, vê gavê, li ser axa welat, gelê me xwedî otorîte nîn e. Lê belê, ev nayê wateya ku ev bûyer li ser Kurdan bandorê çê nakin. Di berganga şaristaniyekê nû de, divê gelê kurd jî di xwe de şoreşekê mentalîteyî pêk bîne. Mentalîteya heyî, ya Kurdan, bi taybetî ya ku di nava Kurdên Başûr û Bakur de bibandor e, nikare neteweya me berbi pêşerojekê demokratîk ve bibe. Digel ku derfetên desthilatdariyekê bihêz di destê hêzên kurd de tine, dîsa jî bêhna totalîtarîzmê ji rêbaza rêbebiriya Kurdên van du herêman tê.

Di encamê de ez dixwazim vê bêjim ; eger guhertinekê rast û demokratîk di mentalîteya hemû hêzên kurd de pêk neyê, mixabin wê qedera gelê me, ji ya gelên Tunus û Misir’ê cudatir nebe. Lewre, divê hemû Kurd, van bûyerên ku diqewumin baş bişopînin, ji wan hêz bigirin û encam derxînin.

Ahmet DERE / 14.02.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

11.02.2011

Doza KCK’ê

Ev du sal in rojeva dadgeha tirk ya Amed’ê bi doza KCK‘ê ve tije ye. Ji ber ku ev doz siyasî ye û herweha naveroka wê vala ye, dozger jî nizanin çawa tevbigerin. Tenê ew dizanin ku, divê heman doz bidome, lê heya kengê ?.

Ji ber nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê, û herweha ya muxalefetê, bi taybetî ya MHP’ê, dozgerên dadgeha Amed’ê neçar in ku serbixwe tevnegerin. Ez bawer im hemû dozgerên li Amed’ê baş dizanin ku, tu bingehekê dadî tine ku ew rayedarên BDP’ê di zîndanê de girtî bihêlin.

Weke tê zanîn, li Silivri’yê doza Ergenekon’ê didome, dozgerên wê derê jî nikarin serbixwe tevbigerin û neçar in li gorî helwesta AKP’ê biryaran bigirin. Ji bo helwesta derdorên alîgir ên Ergenekon’ê siviktir bibe, operasyona KCK’ê hate destpê kirin û doza wê jî weke ruvanş tê bikar anîn. Kî çi dibê bila bibê, ez dibêm qedera her du dozan bihev ve girêdayî ye. Di vê salê de, bi taybetî piştî hilbijartinan, wê hin encam derbikevin holê.

Ji destpêka dozê vir ve, girtiyên KCK’ê helwesta xwe a ji bo axiftina bi kurdî didin pêş. Di vî warî helwesta girtiyên KCK’ê û zihniyeta dewleta tirk di nava şerekê de ne. Ev helwesta girtiyan hewceyê pesindayînê ye û divê were pîrozkirin. Ne ji ber xebatên wan ên siyasî be jî, tenê ji bo vê helwesta wan be jî, pêwîst e gelê kurd li wan xwedî derbikeve. Lê mixabin, ji derveyê derdorên PKK’ê û BDP’ê, ez zêde hevkariyekê kurdan nabînim.

Di hefteya borî de girtiyên KCK’ê biryar girtin ku êdî dernekevin pêşberî dozgeran. Helwesteke di cih de ye û divê were dewam kirin. Bi vê helwesta girtiyên KCK’ê, maskeyê durû yê AKP’ê jî ketiye erdê. Digel kêmasiyên xebatên lobî û dîplomatîk yên BDP’ê û rêxistinên din ên Kurdên Bakur, li Ewropa’yê jî, bi taybetî rayedarên saziyên pêwendîdar ên Yekîtiya Ewropa’yê, êdî nema baweriya xwe bi gotinên « Vekirina Demokratîk » yên hikûmeta AKP’ê bînin.

Bi kinasî, ji vê merhelê bi şûn de, êdî doza KCK’ê bûye ya hemû Kurdên Bakur. Lewre, divê hemû Kurd, herweha ên Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava jî, piştgiriya helwesta girtiyên KCK’ê bikin. Ev ne tenê doza BDP’ê, an jî ya PKK’ê ye, bûye ya hemû Kurdan.

Ahmet DERE / 31.01.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

22.01.2011

Xweseriya Demokratîk û Kêmasî

Projeya Xweseriya Demokratîk, ya ku ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk ve hatiye pêşwazî kirin, li Tirkiyê bûye mijara niqaşên dorfireh. Ji dawiya sala borî vir ve, heman niqaş bûye parçeyekê girîng ya rojeva cur be cur derdoran. Bi taybetî, heman mijar ji aliyê derdorên tirk ve pir tên niqaşkirin.

Ez naxwazim li vê derê wateya Xweseriya Demokratîk bînim ziman, herweha, di derbarê naveroka wê de jî ez naxwazim nêrînên xwe binivisînim. Xala ku ez pir girîng dibînim, ya di derbarê rêbazên amadekirin û aşkerekirina heman projeyê ye. Di rojên pêş de, ez ê di derbarê naveroka wê de jî nêrînên xwe bînim ziman.

Weke tê zanîn, ev projeya Xweseriya Demokratîk bi armanca bidestxistina mafên Kurdan hatiye çê kirin. Li gorî rayedarên KCD’ê ev proje ji bo pêşeroja Kurdên Bakur e. Herweha, dîsa li gorî daxûyaniyên KCD’ê û yên KCK’ê, Xweseriya Demokratîk weke daxwazekê encama têkoşîna gelê kurd e. Lê belê, û mixabin, li gorî girîngiya ku ev du rêxistin didin vê projeyê, heman mijar neketiye rojeva Kurdan û ji aliyê wan ve zêde nayê niqaşkirin. Lewre, ez vê rewşê xetere dibînim.

Di vî derbarî de ez dixwazim vê rastiyê bînim ziman; eger projeyekê bi navê Kurdan tê çê kirin û ji raya giştî re tê aşkerekirin, divê beriya her tiştî ew ji aliyê Kurdan ve were niqaşkirin, li ser wê guftugoh bên çêkirin û ji aliyê piraniya Kurdan ve bê pejirandin. Projeya ku ji aliyê piraniya Kurdên Bakur ve neyê qebûl kirin, ew nikare serbikeve û di jiyanê de cih bigire. Dîsa, pêwîst e heman proje ji aliyê Kurdên Başûr, Rojhilat û Başûrê Rojava ve jî were erê kirin, da ku bandora wê, bi awayekê erênî, di ser van parçeyan de jî çê bibe.

Di destpêka çêkirina projeya Xweseriya Demokratîk de pir kêmasiyên rayedarên KCD’ê çê bûn. Bê ku di derbarê heman projeyê de nêrînên cur be cur derdorên kurd werin girtin, rayedarên KCD’ê, û herweha yên BDP’ê, bi lezgînî civîn pêk anîn û projeya mijara gotinê aşkere kirin. Ev nêzîkatiyekê pir sivik bû û bû sedemê ku ji aliyê cur be cur derdorên tirk û herweha kurd ve were rexnekirin. Eger heman proje ji aliyê piraniya rêxistinên Bakur ve hatiba pejirandin, ez bawer im ku ew ê ji raya giştî a tirk ve jî destek girtiba. Lê mixabin, çawa ku birêz Öcalan jî rexne kiriye, rayedarên KCD’ê û yê BDP’ê pir sivik û bi lezgîn nêzîk bûn û niha jî nizanin heman projeyê çawa lipêş bixin.

Dibe ku hin berpirsyarên KCD’ê û BDP’ê van nêrînên min nepejirînin, lê belê rastî rastî ye, mijar bi hemû aliyên xwe ve li meydanê ye. Hin sazî û rêxistinên Kurdîstanî ji niha ve rexneyên xwe bi dengekê bilind tînin ziman. Hin ji van sazî û rêxistinan jî di nava bêdengiyê de ne, divê ev jî weke xeteriyekê were dîtin. Dijîtiya komekê piçûk ya Kurdan, ji ya dewleta tirk mezintirîn xetere ye.

Pêşniyariya min ji bo rayedarên KCD’ê û yên BDP’ê ev e; divê ew tenê li ser kaxizan projeyan çê nekin, beriya ku ew projeyan çê bikin, divê ew di nava gel de, û bi dorfirehî bidin niqaşkirin û ji aliyê piraniya raya kurd ve bidin pejirandin. Ne wusa be, mixabin, wê tenê gelê kurd were xapandin.

Ahmet DERE / 14.01.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

18.01.2011

T’AYBETMENDÎYÊN VÊ PÊVAJOYÊ Û P’EYWIRA ME –K’URDAN

Ger dê hebûya me îtîfaqek,

Vekra bikira me înqîyadek,
…………………………..
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet,

Tehsîl-i dikir me ilm û hikmet…

Ahmed ê Xanî


Salek jî bihurî..


Û, dema li pêvajoyên Cîhanê û K’urdistanê dinihêr’î, carek a din zendegirtî dibî: di cîhanê da pirsgirêkên gelek netewan, her çiqas di zor û cefayan r’a jî derbazdibin, lê dawîya dawîyê anegorî heş û sewdayê mirov, bi awayekî ç’areser dibin. Lê, dema mirov li pirsgirêka k’urd dinihêr’e, ser r’êya ç’areserkirina wê astengîyên wisa dertên hole, ku Dîroka mirovayê li ber wana bêzar dimîne û mat’mayî dizivir’e, awir’ek’ paşva dav;je, dixwaze mînakek a wisa bibîne, lê- bê feyde…

Dibêjin, dîroka mirovayîyê dîroka têk’oşîn, şer’ û p’evçûnan e di navbera gel û welatan da. Tê zanîn, ku gelên cîhanê yên bi hêz û t’evger’ welatên gelên din dager kirine, sererd û binerdê wan û r’êsûrsên mirovî ji bo berjewendîyên xwe bik’aranîne, lê t’u carê armanca t’unekirina wan gelan, an qedexekirina ziman û çanda wan nedane pêşîya xwe. Berovajî vê, wan k’omên zanistî (êk’spêdîtsîon) sazkirine, ji bo ku di warê ziman û çanda gelên dagerkirî û bindest da lêger’înan pêk bînin. Ev jî wan ne ji bo wê kirine, ji ber ku ji dagerkerên welatê me bêhtir mirohez bûne. Na! Ji ber ku ew ji van bi heş û sewdatir bûne. Ji ber ku bi wî şêwazî ewan mijovdarîya xwe hêsantir û baştir pêkanîne û zêdetir ji welatê dagerkirî sûd wergirtine… Ango, armanca wan berjewendî û sûdwergirtin bûye. Lê ya dagerkerên welatê me ne ev e. Armanca wan t’unekirina gelê me ye- wek net’ew. Di dîroka xwe da van eşîrên nîvhov, heya xwe bi vê herêma Cîhanê r’a gîhandine, li ser r’êya xwe bi çendan çand û şaristanî t’unekirine!? Naha jî dor gihîştye gelê me, lê ew jî wek hestuyekî di gewrîya wan da hasê bûye.
Û ev k’oç’erên derî şaristanîyê hatine, di welatê me da bi cî û war bûne û înk’ara hebûna me, zimanê me, çanda me ya hezarê salan dikin. Wek ku gelê me gotye: “Hate cîyê min, r’abû rûyê min!”
Belê, met’ma bibin, eşîrên k’oç’er li ser pişta deve û hêstiran hatine li welatê me xwedî derketine û hem me bi fîzîkî t’une dikin, hem jî ziman û çanda me înk’ar û qedexe dikin! Gelê me jî, eva êdî çendik çend dehsal in, r’êyên xwer’izgarkirina ji vê r’ewşê diger’e. Û bi r’êya têk’oşîna siyasî, civakî-dêmokrasî, çandî û leşkerî doza mafê xwe yê net’ewî dike.
Di dema xwe da pêşîyên me, wek net’ew, her tiştê xwe wisa bi destê dagerkeran va berdane, ku îro jî peyhatîyên wan şêwazên têk’oşênê yên cuda bikartînin, ji bo ku mafên xwe vegerînin. Û li ser vê r’ê gelê me bi dehezaran p’akr’ewan dane!
Û doza duzimanîyê jî p’êngavek e li ser r’êya ç’areserkirina giştî ya pirsgirêka net’ewî.
Û di nava goveka van pirsgirêkan da em -k’urd divê doza duzimanîyê çawa têbigihîjin?
Eger duzimanî ji bo hemû K’omarê be, tiştekî normal e, lê, ger t’enê ji bo me k’urdan be!?... Wê demê wê kal û pîrên K’urdistanê, jin û mêrên ku r’ûyê dibistanê nedîtine (ji xwe ew bi mîllîonan in!), ên ku p’eyvekê bi t’irkî nizanin, wê çawa bibin? Eger em di derbarê mafên mirov da diaxivin, wê demê bila kal û pîrên t’irk jî hewl bidin, ku zimanê kurdî fêr bibin (û ev jî bi destûrî be!), bila di dibistanên beşê T’irkîyayê yê K’omarê da zimanê k’urdî wek zimanê duyem p’erwerde bibin… Eger wisa bibe, ji bo demek a navberê ev dibe bêhnek be, û wê bibe p’êngavekê li ser r’êya destanîna hemû mafên xwe yên net’ewî.
Ev r’adeyek e li ser r’êya têk’oşîna r’izgarîxwaz a net’ewî. Lê ji bo ç’areserîya hemû pirsgirêkan Destûrek a bingehîn pêwîst e. Û di wê destûrê da divê mafên gelê k’urd mîna yên gelê t’irk û weke wan bên misogerkirin. Eger di Destûrê da bê nivîsandin, ku K’omar ji du net’ewên sereke -k’urd û t’irkan pêk tê, ku ji hêla mafan va herdu net’ew (her weha kêmnet’ew jî di nav da) weke hev in, ku di K’urdistanê da zimanê fermî k’urdî ye, lê yê duyem jî t’irkî ye. Her wisa jî di beşê K’omarê yê T’irkîyayê da zimanê t’irkî yê dewletê ye, lê yê duyem k’urdî ye… Lê ya sereke, dive hemû ziman, wêje û çand û hunerên gelan ji bo pêşkevtinê ji hêla dewleta navendî va weke hev bên p’arastin, pêşxistin û fînansekirin.
Wê demê hem wê pirsgirêkên heyî bên ç’areserkirin, hem jî wê r’ê li pêşîya spêkûlîtsîonan bê girtin, hinekên di navberê da mayî wê li ser nakokî û têgihîştinên ji hev cuda nanê xwe qazenc nekin. Û ya here girîng, wê aştî û aramîyê bên vê herêmê.
Eger wisa nînbe, mafê gelê k’urd heye, têk’oşîna xwe bi hemû şêwe û şêwazan, ên ku di R’êzika Net’ewên Yekbûyî da hatine p’ejirandin, bidomîne.
Gelê k’urd derseke baş ji dîrokê deranye: “T’u kes mafan nade mirov, mafan ji wî distînin!”
Û li vir jî jêdera “Her net’ewek t’enê bi xwe dikare mafên xwe bi dest bîne!” dertê hole.
T’evgera azadîxwaz a di bin serk’êşîya R’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan da gelê me gav bi gav nêzîkî destanîna mafên net’ewî kirye, lêbelê îro ew pêvajo demeke pir bi girêk, zorî û t’ehlûke r’a derbaz dibe. Ji hêlekê va dewleta t’irk di girtîgehê da bi r’êberê net’ewî r’a hevdîtinan pêk tine, ji hêla din va êrîş û opêratsîonê leşkerî ên li ser herêmên K’urdistanê r’anawestîne, dewlet art’êşek a t’aybet amade dike, merivkujên hizbullahî serbest berdide. Ji bo çi? Helbet ne ji bo aştî û aramîya welêt: çiqas t’evlihevî hebe, ewqas ji bo desthilatdarîyê baş e…
Û, eger dewlet dibêje, ku ew ji bo ç’areserîyê amade ye, lê AKP asteng e, ku ew û AKP ji hev cuda ne, wê demê bila bibêjin, k’a hukumet ya k’ê ye. Eger di navbera dewletê û hukumetê da nak’okî hene, bila wê demê bibêjin, k’a dewlet di destê k’ê da ye. Dîrok baş dizane, k’a, dema hukumet dijî dewletê, yan ne wek wê t’evger’yane, dewletê çawa ew vala derxistine û t’unekirine. Ji bo dewletê hîç pirsgirêk nînbûye: ewê di nava kêlîyekê da ya xwe anye sêrî...
Û, eger di vê r’ewşê da r’êvebirîya AKP-î hê li ser desthilatdarîyê ye, wê demê hemû gotinên “dewletê” “qurişekî” kor ne hêjane, bila herin, wan çîrokan ji parkên xwe r’a bibêjin.
Ev- wek awireke giştî li ser pêvajoyê!
* *
Naha em bên ser me- k’urdan, k’a di vê r’ewşê da helwestek a çawa ji me tê xwastin, bi t’aybetî jî, ji r’ewşenbîran.
R’êberîya net’ewî ya stratêjîk ji bo ç’areserkirina pirsgirêka net’ewî r’ê û r’êbazên siyasî, dîplomasî û t’evgerî diger’e û di praktîkê da pêk tine, gelê k’urd li ser p’êyan e, garantîya hemû maf û nirx û hêjayîyên net’ewî- Hêzên Parastina Gel peywira xwe pêk tinin… Û bi hemû milên xwe va têk’oşîna r’izgarîxwaz ya gelê k’urd di nava t’evgerê da ye û encamên wê jî li ber ç’avan in.
Ev hemû baş e û dikaribû baştir bibûya, eger hemû r’êxistin, sazî, k’om û k’omele û kesayetîyên cuda helwestek a hevbeş a p’rênsîpîal li hember vê têk’oşînê dîyar bikirana. Di vê pirsê da mirovên bêt’eref nikarin hebin, ji ber ku bêt’erefî jî terefek e… Eger ne wek k’urd be jî, hema wek mirov, ê ku deynê xwe yê mirovî dibîne, dengê xwe ji bo têk’oşîna gelekî bindest bilind bike. Dengê piştgirîyê! Welatp’arêzî tenê bi helbest û ç’îroknivîsandinê nabe. Helbestvanê r’ûs yê destpêka sedsala XX Valêrî Bryûsov di dema xwe da nivîsîye: “Dem bahoz dit’eqe, helbestvan t’imê di nav gel da ye”. Wisa jî ji dîrokê tê zanîn, helbestvanê mezin yê înglîz Lord Bayron destpêka sedsala XIX welatê xwe Înglistanê dit’erikîne û diçe Yûnanistanê, ji bo ku beşdarî têk’oşîna rizgarîya wî welatî bibe. Li wir ew nexweş dik’eve û berî mirina xwe dinivîse: “Xweyînga minê!.. Zar’oka minê!.. Yûnanistana hejar!—Min dema xwe da wê, hebûna xwe, tendurustîya xwe daê!.. Naha jî ezê jîyana xwe bidimê!”
Em dîsa vegerin bal me.
Çima, em bibêjin, îro di têlêvîzîonên t’irkan da pirsgirêka k’urd zêdetir tê govtûgokirin, û zêdetir r’ewşenbîrên t’irk beşdarî wan govtûgoyan dibin (bila bi giranî dij û hinek jî t’eref bin!), ne ku dengê r’ewşenbîrên kurd dertê. Ma, gelo wê çi bibûya, eger deng ji sazî û r’êxistinên k’urd derk’eta! Ma ne ev têk’oşîn, a ku tê meşandin, ji bo hemû k’urdan e. K’a, li k’u ne ew sazîyên me, yên ku statûsa wan a navnet’ewî heye? Çima dengên wan ji bo piştgirîya kesên cuda dertê, lê ji bo net’ewekê, welatekî- kêm? Dibe ku ew ji wê tê, ku sazîyên navnet’ewî di nava karên xwe da mafên yekkesan bingeh digirin? Û ev dêmokrasîya dewletên gewre û serdest e di cîhanê da!.. Ev dêmokrasîya ji bo wan e, dêmokrasîya ku dik’eve xizmeta berjewendîyên welatên gewre yên vê cîhanê. Hemû sazî û r’êxistinên mafên mirov ên wan welatan bi vê pirênsîpê karê xwe dimeşînin: ew mafên yekkesan dip’arêzin, lê yên gel û net’ewan naxwazin jî bibînin. Lêbelê ya me cuda ye, ya me r’ewşa gelê me li hole ye, û ew r’ewş ne ya bîyanîyan e, ew ya me ye! Û ji bo wê jî ji sazî û r’êxistinên me tê xwastin, ku ew bi helwesta xwe va ji wan cuda bin. Li ber me gelê me yê bindest û zêrîyayî heye, li ber me welatekî çarparçekirî û zît’ol-zît’olîkirî heye.
T’u k’urdek, t’u beşekî K’urdistanê bi sere xwe nikare bigihîje Armanca net’ewî ya Pîroz, eger hemû k’urd bi yek enîyê derneên pêş. Herlbet, mirov têdigihîje, pir’ dijwar e, dagirkeran psîkolojîya xwet’enêdîtinê û komplêk’sa xwebiç’ûkdîtinê di nav me da çandne, lê dijmin ewqasî jî ne bi hêz e, çiqas di ç’avên me da tê xuyanê.
Li ber Yekîtîya net’ewî t’u hêz nikare xwe r’agire!
Dutîretîya di nava pêşîyên me da welatê me bi destê dagerkeran va da berdan û em wek net’ew kirin r’ewşa k’oletîyê. Îro jî jihevdûrbûna me wê azdîya me derengtir bike. Ji bo ku di dîroka me da bûyerên Çîyayê Agirî, Gelîyê Zîlan, Koçgirî, Mehabadê, Helebçê, Qamûşloyê, Şengalê û yên din dubare nebin, Yekîtîya Netewî me divêt…
Em hemû xeyd û nakokî, hemû pirsgirêkên biç’ûk ên navxweyî daynine hêlekê û ji vê sale û pêva bi enîyekê wek Yek Net’ew û Yek Welat t’evbiger’in.

Mercê azadîya me, mercê pêşk’etina me, heya mercê hebûna me bi xwe, wek net’ew,
YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE!