15.12.2010

Wêje û Kurd

Diroka gelan bi rêya wêjeya wan tê nivîsandin. Dewlemendiya çanda gelan û asta pêşketina wan di nêzîkatiya wan ya ji bo parastin û pêşxistina wêjeya wan de tê xûyan. Ziman jî bi rêya wêjeyê tê li pêşxistin. Gelên ku di warê wêjeyî de pêşneketibin, ew nikarin dîroka xwe jî binivisînin û herwuha hebûna xwe jî biparêzin.

Gelê kurd li ser xetekê pir zirav dimeşe. Bi rêya têkoşîna rizgariyê, wî karibû di dîroka xwe de rûpelekê nû vebike. Lê belê têkoşîna siyasî bi tena serê xwe nikare bibe hacetê parastina dîroka gelan. Eger siyaset û herwuha berxwedana gelan bi wejeyê re nebe yek û bihev re neyên parastin û pêşxistin, mixabin encamên wê nabin dîrokî. Lewma, qasê ku gelê kurd di warê siyasî û hwd de ditekoşe, pêwîst e wuqasa jî di warê pêşxistina ziman û wêjeya xwe de bitekoşe.

Di çapemeniya tirk de me bihîstiye ku wezareta çand û tûrîzma Tirkiye’yê berhema Mem û Zîn jinû ve çap kiriye û dide belavkirin. Wusa dixûyê ku dewleta tirk dixwaze Ehmedê Xanê weke nirxekê çand û wêjeya xwe qebûl bike. Bê guman ev helwesta dewleta tirk nayê wateya ku ew ji Ehmedê Xanê re rêz digire, armanca wê ew e ku vê Şexsiyetê mezin û berhema wî Mem û Zîn bike parçeyê wêjeya xwe û herwuha bi vî helwesta xwe mesajekê siyasî bide gelê kurd. Di binê her gavên dewleta tirk de armancekê berjewendîxwaz heye.

Pêwîst e ku em kurd ji vê siyaseta dewleta tirk ders derxînin. Û divê em ji xwe bipirsin ka gelo em çiqas li wêjeger, zimanzan dîrokzan û herwuha rêberê mezin Ehmedê Xanê xwedî derdikevin ?. Di mala çend kurdan de berhemên Ehmedê Xanê hene ?. Çend kurd Ehmedê Xanê bi zarokên xwe dane û didin naskirin ?. Mixabin, di vî warî de em gelekî pir xemsar in û pozê me qet naşewute.

Hin kes dikarin bêjin « Bidestxistina berhemên Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Mellayê Cizîrê û herwuha Celadet Bedirxan zehmet e ». Lê belê mirov dikare bipirse « Ka di mala çend kurdan de çend heb pirtûkên bi kurdî hene ? » Mixabin di vî warî de jî kêmasiyekê pir mezin heye. Digel zehmetiyên nivîsandina bi kurdî, pirtûkên ku têne weşandin jî nayên kirîn û xwendin. Wêjeya ku neyê xwendin jî zêde pêşnakeve.

Di encam de ez dixwazim vê jî not bikim ; têkoşîna rizgariya gelê kurd, di warê siyasî de pêşketinekê bidest xistiye, lê belê ev têkoşîn hê nebûye cewherê qada wêjeyî. Têkoşîna siyasî û berxwedana ku nebe cewherê xebatên wêjeyî nikare encamekê serfiraz jî bidest bixe. Lewre, têkoşîna siyasî û berxwedana çedarî bi rêya wêje xwe di nava hevokên dîrokî de bicih dikin. Çendî ev berpirsyartî dikeve ser milên siyasetmedar û nivîskaran, barekê mezin jî dikeve ser milê girseyên gel.

Divê di mala her kurdekî de bi dehan berhemên bi kurdî hebin ku zarokên wan hewes bikin ku wan bixwînên, kurdiya xwe pêşbixin û bi rêya wêjeyê dîroka siyasî ya gelê xwe fêr bibin.

Ahmet DERE / 03.12.2010

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de jî hatiye weşandin

3.12.2010

Rapora YE’yê û Tirkiye

Roja 9’ê mijdarê Komisyona Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya salane di derbarê welatên berendam, Hirvatîstan, Makedonya û Tirkiye’yê de aşkere kir.

Komisyona Ewropa’yê heman raporê di derbarê hemû welatên berendam de amade dike û diweşîne. Lê belê, di dîroka vê Yekîtiyê de, heya naha di nava welatên berendam de tu welat weke Tirkiye’yê nebû ye. Raporên tu welatan jî weke yên vî welatî balkêş nebûn in û nehatine niqaş kirin.

Ev sêzdeh sal in ku heman Komisyon, di mehên dawiya salan de di derbarê pêşketinên li Tirkiye’yê de raporan aşkere dike. Di van raporan de wêneyê Tirkiye’yê tê kişandin û di derbarê pêşketin û paşveçûyînan de analîz tên kirin, rexne çê dibin. Weke her salên borî, di rapora îsal de jî rewşa Tirkiye’yê zêde baş nehatiye analîzkirin, bi taybetî di derbarê rewşa giştî ya mafê mirovan de rexne hatine kirin. Herwuha, di derbarê mafê kêmneteweyan de jî rexne hene û ji Tirkiye’yê gavên pêşketî têne xwastin.

Weke tê zanîn Komisyona Ewropa’yê van raporan di çarçoveya berendametiya Tirkiye’yê, a ji bo Yekîtiya Ewropa’yê de amade dike. Yanê ji sala 1998’an vir ve heman saziya ewropî rewşa Tirkiye’yê dişopîne û di dawiya her salê de, nêrînên xwe dike rapor û ji raya giştî re aşkere dike. Naveroka van raporan ji bo hemû saziyên YE’yê weke referans tê girtin û li gorî wê têkîlî bi vî welatî re tên lipêşxistin.

Ji 12’ê hezîrana 2005’an vir ve Tirkiye bi Yekîtiya Ewropa’yê re di nava guftugoyan de ye. Li gorî krîterên YE’yê divê 35 xal werin guftugokirin, her 27 welatên endamên YE’yê dengê erê bidin ku Tirkiye bibe endamê vê Yekîtiyê. Lê belê, ji sala 2005’an vir ve tenê 13 xal hatine vekirin, di nava wan de jî yek xalekê tenê hatiye girtin. Ew xal jî ya di derbarê Zanistî û Lêgerînê de ye. Di nava wan 13 xalên ku hatina vekirin de 9 xal hatine bloke kirin, yanê di derbarê wan de niha tu guftugo nayên meşandin. Hin ji wan xalan ji aliyê Kibris’ê ve, hin ji wan jî ji aliyê Fransa’yê ve hatine bloke kirin. Ev tê wateya ku, ji 13 xalên vebûyî, yek xal tenê hatiye girtin, 9 heb jî hatine bloke kirin, tenê 3 xal li ser maseya guftugoyan man in.

Dema ku mirov li vê wêneyê pêvajoya guftugoyan dinêre, pir zehmet e ku mirov bêje « wê rojekê Tirkiye bibe endamê YE’yê ». Li Tirkiye’yê jî hin derdor bi vî awayî analîzan dikin. Lê belê ez bixwe vê rewşê pir normal dibînim, wêneyê mijara gotinê li gorî Tirkiye’yê ye. Ewropa wusa bi hêsanî welatekî musulman, xwediyê 80 mîlyon nifûsî û di herêma Rojhilata Navîn de nagire nava xwe. Bi vê rastiyê ve girêdayî, di vî welatî de pirsgirêka kurd heye û bi dorfirehî tê niqaşkirin.

Kurtayî ; pêvajoya YE-Tirkiye’yê dewam dike, lê belê li ser vî rêwîtiyê pir kelem, mij û dûman heye.

Ahmet DERE / 19.11.2010