26.11.2017

GEL TV – TEVIZYONA GEL


Ji dawiya sedsala 20’an vir ve medya di jiyana mirovahiyê de roleke esasî dileyze. Li kûderê cîhanê tiştekê biqewume di nava demekê kurt de raya giştî pê dihese. Bê guman pirr caran li hemberî bûyerên neyênî mirovahî bêdeng dimîne, helwest raber nake.

Gel û civakên ku xwedî medya (TV, Rojname, Kovar, Radyo, Malpere û hwd.) xurt nebin ew nikarin di xebatên jibo pêşxistina mirovahiyê de rol bileyzin. Ne tenê di pêşxistina mirovahiyê de, herwuha ew nikarin xwe jî baştir lipêş bixin. Lewre îro di cîhanê gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad in ew yên ku herî zêdetir pêşketîn in. Gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad nebin ew di nava xwede dirizin, li paş hemû gel û civakan dimînin.

Ji salên 1990’î vir ve Kurd hêdî hêdî bûnin xwedî medya xwe. Destpêkê medya kurd bi zimanê biyanî (Tirkî, Erebî, Farsî, Rûsî) dahate meşandin. Lêbelê herku diçe medya kurd bi kurdî tê lipêşxistin. Îro bi dehan TV, Radyo, Rojname, Kovar, Malpereyên ku bi kurdî weşanan dikin hene. Bê guman ev pêşketinekê ye û ez pê kêfxweşim. Çendî di warê axiftina bi kurdî de zêde pêşketin tinebin jî di warê pêşxistina akademîk ya zimanê kurdî de mesafeyekê baş heye.

Di nava weşanan de yên herî girîng bê guman televizyon in. Ji ber ku bi rêya televizyonan mirov dikare xîtabê hemî beşên civakê bike ; kal, pîr, xort, jin, zarok û hwd ; Lewre, di roja îroyîn de haceta herî grîng ya jibo xizmeta gelan televizyon e.

Digel bi çendan televizyonên Kurdan henin jî ew hê nikarin bersivê bidin daxwazên hemû beşên Gelê Kurd. Eger televizyonên ku hene yên cur be cur rêxistinan nebûna wanê karibûna ji pirr daxwazên cur be cur beşên civakan re bibûna bersiv. Lê mixabin wusa nîn e, pirraniya televizyonên kurd ku heyî tenê di xizmeta rêxistinan de ne. Ez naxwazim li vir navan bidim, lê mixabin pirr kêm televizyonên kurdan hen in ku cudahiyê nakin nava beş û civakên Gelê Kurd. Lewre pêdiviyekê mezin bi televizyonekê Gel heye, yanê GEL TV. Televizyona ku cudahiyê neke navbera beşên civakê, herwuha ji hemû rêxistinan re xwedî yek nêzîkatiyê be. Dîsa televizyonekê ku deriyê wê ji hemû şexsiyet û kesayetiyên kurd re vekirî be.

Ev nêzê deh salan e ez kovara mehanê Avantaj Post derdixim. Li herêma Alsace ya Fransa û herwuha li Almanya, bajarên sînorê Fransayê ev kovar belav dibe û tê xwendin. Heman kovar bi Kurdî, Tirkî û herwuha Fransî ye. Armanca min ew bû ku, di warê herêmî de, bi rêya heman weşanê ez bikaribim ji gel re xizmetekê bikim. Lêbelê ev demekê ye ez dibînim ku bi rêya heman hewldanan ez nikarim ji hêvî û armancên xwe re bibim bersiv. Lewre ev demekê ye li ser vekirina kanalekê televizyonê difikirim û lêgerînê dikim.

Vekirina televizyonekê ne hêsan e. Beriya her tiştî pêdivî bi hêzekê zanyarî, pisporî û herwuha aborî heye. Li gorî ku min lêgerîn kiriye potansiyelekê baş ya Kurdên ku ji xebatekê wusan re bibin alîkar heye. Bêguman eger derfetên me hebûna me dixwast heman karî li welat bimeşandiba, lê mixabin roja îroyîn li tu parçeyê Kurdistanê derfetên ku weşanekê azad û bêteref bê meşandin tine. Her kesê ku hinekê rewşa li parçeyên Kurdistanê dişopîne dikare vê rastiyê bibîne. Lewre cihê herî baş yê jibo heman xebatê, jibo demekê, Ewropa ye.

Weşana televizyonekê profesyonel û bi rêya satelîtan ne hêsan e. Lewre jibo destpêkê pêdivî bi weşana çend saetan bi rêya înternetê heye. Piştî ku heman weşan gihîşt encamekê bêguman wê GEL TV (Nav dikare cuda be jî) bi rêya satelîtê jî weşanê bike.

Bi vê munasebetê ez dixwazim bêjim ; her kesên ku jibo xebatekê wuha pîroz bixwaze bibe alîkar dikare bigehêje me.

Ahmet Gulabi DERE  /  27.12.2017

23.05.2017

Pêvajoyekê nû ya Aşîtiyê û Kurd


Van rojan derdorên AKP’ê, bi cur be cur çalakî û mesajan, diyar dikin ku ew dixwazin carekê din pêvajoyekê bi navê ‘Pêvajoya Aşîtiyê’ destpê bikin.

Beriya her tiştî divê were zanîn ku pêvajoya bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ku di sala 2014’an de ji aliyê AKP'ê ve hatibû destpêkirin ne ciddî bû. AKP'ê dixwast bi rêya heman taktîkê Kurdan bikişîne gel xwe. Di aliyê dinde tevgera kurd jî dixwast heman pêvajoyê jibo berjewendiyên xwe yên taktîkî bikar bîne. Lewre heman pêvajo nemeşiya û encamekê neda. Li gorî min, çi AKP be û çi jî tevgera kurd be, her duyan jî ji heman pêvajoyê sudwergirtin. Yê ku ji heman pêvajoyê zerar dît gelê kurd bû.

Weke tê zanîn di sala 2019'an de li Tirkiyê hilbijartin hene. Wusa tê dîtin ku AKP dixwaze ji naha ve amadekariyên xwe bike. Lewre pêdiviya wê bi alîkariya Kurdan heye. Wusa dixûyê ku AKP dixwaze carekê din pêvajoyekê bi navê "Pêvajoya Aşîtiyê" dest pê bike. Lêbelê bi awayekê din ew nabe pêvajoya aşîtiyê, di rastiyê de wê tenê bibe pêvajoya piştgiriya AKP'ê.

Divê were zanîn ku bi siyaseta heyî ya AKP'ê pirr zehmet e ku pirsgirêka kurd çareser bibe. Herwuha bi nêzîkatiya heyî ya tevgera kurd jî heman pirsgirêk çareser nabe. Divê siyaset û nêzîkatiyên nû bên afirandin daku ji pirsgirêka kurd re çareseriyekê rast bê dîtin. Jibo vê yekê jî divê li Tirkiyê siyasetekê nû bê meşandin. Lêbelê ne rewşa Tirkiyê û ne jî AKP ji heman tiştî re amade nîn in. Hemû armanc û daxwazên AKP'ê ew in ku ew heya 2027'an liser desthilatdariyê bimîne.

Di aliyê din de divê di nava Kurdan de jî nûjeniyekê bê afirandin. Jibo vê yekê pêwîstî bi hevkariya hemû Kurdan heye. Yanê divê hemû hêz û tevgerên kurdan li dora yek stratejiyekê û heman daxwazan bicivin û bihev re kar bikin. Herwuha divê daxwazên Kurdan jî li gorî rastiya Tirkiyê û herwuha ya hemû Kurdan bin daku ji aliyê pirraniya gelên kurd û tirk ve û herwuha ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bê destek kirin. Ne wusa be, di konjonktûra heyî de, ne mumkun e ku pirsgirêkekê weke ya kurd bê çareser kirin.

Lê mixabin, eger wusa dewam bike, diyar e ku hemû tevger, rêxistin û hêzên kurdan li dora yek stratejiyê û heman daxwazan nayên gel hev. Di roja heyî de her tevger, rêxistin û hêzên kurdan li gorî berjewendiyên xwe yên teng tevdigerin. Yanê 'hebena me bena', (hemû tişt ji min re).

Îro di nava Kurdan de parçebûnekê fireh heye. Li dora tevgerên siyasî zêde rewşenbîr û zanyar namînin. Bi awayekê din tevgerên siyasî yên Kurdan bersivê nadin daxwazên nûjen yên rewşenbîran. Lewre di nava rewşenbîrên kurd de jî yek nêrînekê çê nabe. Roja îro pirraniya rewşenbîrên kurd li gorî berjewendiyên derdorên xwe yên herêmî û malbatî tevdigerin. Jibo pêşeroja gelê kurd ev xeteriyekê ye. Divê rewşenbîr nebin girtiyên berjewendiyan. Parastina nirxên neteweyî û demokratîk û herwuha azadî û serfiraziya gel berpirsyartiya herî sereke ya rewşenbîran e.

Ahmet Gülabi DERE / 15.05.2017

31.03.2017

Rojeva Tirkiye ; Referandum

Ji destpêka sala 2017’an vir ve li Tirkiyê rojev germ e. Wusa diyar e ku wê ev sala 2017’an bi tevahî germ derbas bibe. Çi di warê siyasî de be, çi jî di warê civakî û herwiha aborî de be, wê bihar û havîn pirrtir germ derbas bibin.

Di van rojên destpêka biharê de Tirkiye di nava hewa referandumê de ye. Ji naha ve li Ewropayê hemwelatiyên Tirkiyê diçin ser sandoqan. Li vê parzemînê ji 500 hezar zêdetir hilbijêrên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne hene. Di hilbijartinên 2015’an de li Ewropayê 390 hezar kesan dengên xwe bikar anîn. Wisa diyar e ku wê îsal zêdetir kes biçin ser sandoqan.

Li gorî ku ez agahiyan radigirim, li Tirkiyê pirraniya kesên ku wê dengên xwe NA bikar bînin nikarin aşkere nêrînên xwe bînin ziman. Jibo welatekî weke Tirkiye ev normal e, li wê derê ne demokrasî heye û ne jî mafên mirovan. Lewre encamên anketan zêde ne rast in. Sibeha 17’ê Nîsanê wê ‘rastî’ derkeve holê.

Bi Encama vê referandumê ve wê rengê pêşeroja Tirkiyê jî diyar bibe. Eger NA bi serkeve, wê AKP dîn û har bibe, zehmet e ku mirov texmîn bike ka ewê êrişê kîjan beşên civakê bike. Eger ERÊ bi serkeve wê dîsa bibe sedemê ku AKP serxoş bibe û bi vî awayî êrişê pirr derdoran bike. Yanê çi encam ji sandoqan derkeve wê bibe sedemê harbûna AKP’ê. Bi awayekê din, mirov dikare bêje ev sala 2017’an ya harbûna AKP’ê ye. Xwedê civakên Tirkiyê ji AKP mihafeze bike.

Encamên vê referandûmê çi dibe bila bibe, bi taybetî jibo gelê Kurd tiştekê naguherîne. Çi ERÊ û çi jî NA, jibo Kurdan dîsa wê şer gurtir bike û pê re jî zexta dewletê zêdetir bike. Tişta ku ji destê Kurdan were ew e ; bi rêbazên aqilane divê xwe biparêzin. Eger rêbazên xweparastinê bi awayekê aqilane neyên bijartin, mixabin wê ev sal bi bûyerên pirr neyênî derbas be.

Piştî ku dema referandumê diyar bûye Tirkiye ya AKP’ê ketiye nava hewldanên harbûniyê. Hikûmeta AKP’ê har bû ye, êrişî hemû derdoran dike. Ev harbûna hikûmeta AKP’ê diyar dike ku texmînên derbarê referandumê de jibo wê xetere ne.

Dema ku mirov li gotinên rayedarên AKP’ê guhdar dike dikeve nava gumanan ; gelo ev referanduma derbarê destûra bingehî de ye, an jî hilbijartinên giştî ne ?  Jiber ku rayedarên AKP’ê di hemû axiftinên xwe de tenê mijarên xebatên hikûmetê tînin ziman. Dibêjin « Me bi sedan kîlometre rê çêkiriye, me aboriya Tirkiyê pêşxistiye, me rewşa civakê guhertiye….. » Kesekê biaqil tine ku ji wan re bêje « Hey rayedarên AKP’ê, hûn dikarin bi heman destûra bingehî jî karê xwe li pêş bixin, çi divê hûn destûrê diguherînin û sîstema serokatiyê tînin ? »

Bê guman hemû armanca AKP’ê ew e ku Recep Tayip Erdogan bikin Sultan, lewre çi ji destê wan tê dikin. Miqarne jî belav dikin, komirê jî….. 

Ahmet Gulabi DERE  /  28.03.2017