25.09.2010

R’ÊFÊRÊNDÛM PÊK HAT! Ê, PAŞÊ..? -Ezîz ê Cewo-

R’adîo, têlêvîzîon û çapemenîya cîhanê ji vir û wir r’agîhandin, ku r’êfêrêndûma ji bo Destûra bingehîn ya K’omara T’irkîyayê 12-ê r’ezbera 2010-an bi serk’evtinî pêk hatye û bûye bingeha guhartinên dêmokratîk di wî welatî da. Ku p’ejirandina guhar’tinên di Destûra bingehîn da wê r’ê li pêşîya T’irkîyayê berbi Yekîtîya Ewropayê veke…
Û ev cîhan, a ku xwe şaristanî dihîjmêre, vê care jî k’urd firotin berjewendîyên xwe.
Ma ç’avdêrên wan li wir amade nînbûn û her tişt li ber ç’avên xwe nedîtîn? Divê mirov kor be, ku nebîne: ma-ne li seranserê K’urdistanê k’urdan (ji bilî çend esker, polîs, memûr û mamostayên t’irk- ew jî dilopek bûn di deryayê da!) bi yek dengî ew r’êfêrêndûm boykot kirin!
Wisa ye, ev helwesta wan ne ewqasî dûrî exlaqê wan e, wana di dema xwe da şaristanîya Vîzansê bi devê gurên berat’e- koçerên nîvhov va berdan, ên ku li ser pişta deve û hêstiran ji best û beyarên Asîya Navîn hatine wir…
Wek ku wana Vîzans firotin, ewan em jî firotine û dîsa wê me bifiroşim, eger em bi xwe van tiştan nebîn, û ji bo tiştên xetertir amade nînbin. Eger em wek net’ew ji van hemûyan dersan dernexin.
Ma dîsa, gelo ne bes e?
Bi r’astî, eger em bakûrê K’urdistanê derî sînorên Tirkîyayê bibînin, wê demê dibe ku ew r’îfêrêndûm ji bo t’irkan gavekê berbi pêş be… lê dîsa di nav çarçoveya derbeya faşîstî ya 12-ê r’ezbera 1980-an da.
Û, dibe ku ji bo wê jî hukumeta AKP-ê r’êfêrêndûma 12- rêzbera 2010-an lidarxist.
Sembolîk e, ne?
Eva jî tê wê wat’eyê, ku AKP destûra bingehîn, ya ku xûnta faşîstî li gel ferzkiribû, bi r’êfêrêndûmê erê kir, û ew hinek guhartinên kosmêtîk wat’e û naver’oka bingehîn a Destûra bingehîn a 1980-î naguhêrin.
Ji xwe ji bo k’urdan ew Destûra faşîstî dîsa ew maye: dîsa hebûna gelê k’urd nayê p’ejirandin, dîsa ziman û çanda k’urdî qedexe ne.
Ango, çi dertî hole? Di T’irkîyayê da faşîzmê kirasê îslamê wergirtîye û dixwaze t’emenê desthilatdarîya xwe dirêj bike.
Di vê r’ewşê da boykotkirina r’êfêrêndûmê ji hêla gelê k’urd va r’ast bû, û em dikarin gelê k’urd ji bo serk’evtinê di ware têk’oşîna siyasî da pîroz bikin. Lê, eger ev boykota ji vir û pêva jî neyê pêşxistin, wê bêwat’e bibe. Ji vir û pêva em nikarin xwe bi wê têr bikin û r’awestin…
Bi erêkirina Destûra derbeya sala 1980-î hukumeta T’irkîyayê bi otomatîkî dîsa gelê k’urd, wek net’ewekê, ji qanûnan der dihêle û ji hemû mafan bêp’ar û merûm dike. Û, ji bo wê jî ji bo çareserîya pirsgirêka xwe gelê k’urd mafdar e hemû r’ê û r’êbazan bide bikaranîn. ’
Û li ser vê r’êyê boykotkirina p’erwerdeya bi zimanê t’irkî gaveke yekem e.
Li vir pirs ne di wê da ye, ku hema wisa, ji bo xatirê boykotkirinê, p’erwerdeya zimanê t’irkî boykot bikin. Pirs ew e, ku p’erwerdeya zimanê t’irkî li şûna ya zimanê k’urdî li k’urdan ferz dikin. Û bi vê r’oj bi r’oj mejûyê zar’okên k’urd dişon û wan dibişêvin, dikin t’irk. Dewleta t’irk dibîne, ku bi tevk’ujîya sor nikare gelê k’urd t’une bike, r’êya t’evkujîya sipî daye pêşîya xwe. Û, wek ku dîroka gelan dide xuyanê, t’evkujîya sipî ji ya sor xetertir e. Û ji bo ku vê armanca xwe pêk bînin, ew t’u derfetan nahêvişînin, heya zarokên du-sê salî ji ber bedena dayîkên k’urd digirin, li p’erwerdeya t’irkî- mak’îneya t’irkkirinê r’a derbaz dikin û pîştî çend salan êdî kesekî bi mêntalîtêta t’irkî, li ser çanda t’irkî p’erwerdebûyî vedigerînin nav civaka k’urdî. Û ev kes bi obyêkîvî dibin agêtên (ajan) belavkirina ziman, çand û mêntalîtêta t’irkî di nav gelê xwe da. Û ev hemû bi r’êya zimên- zimanê biyanî, pêk tê…
Wek ku tê zanîn, dema navê net’ewekê hiltînin, di sêrî da zimanê wî tê bîra mirov. Ango, net’ew bi zimên wek net’ew tê nasîn. Di r’êza t’aybetmendîyên net’ewî da, yên ku netewan ji hevdu cuda dikin, ziman ya here girîng e. Ziman mercê hebûna civakê bi xwe ye- wek net’ew. Dema ziman winda dibe, her tiştê net’ewê winda dibin: çand û wêjeya zarkî- stran û nivatin, ç’îr’ok û gotinên pêşîyan, k’en û girî, lîqîna zarokan û lorîka dayîkan, soza evîna Welêt û hesreta meskenê kal û bavan. Ya ku her net’ewekê wek net’ew li ser p’êyan dihêle, ziman e. Ziman stune serke ya qubeya net’ewî ye, hemû t’aybetmendîyên din- wêje, hûner, çand û r’abûn-r’ûniştina net’ewî li dora zimên tên hûnandin û navnîşanên net’ewê sazdikin. Net’ewa ku zimanê xwe winda kir, her tiştî winda dike û bi xwe jî dimire, winda dibe.
Ji bo wê jî em- k’urd, eger dixwazin wek net’ew winda nebin, dive her tiştî bikin, ji b o ku zimanê k’urdî winda nebe.
Eger hukumeta t’irk mak’îneya dewletê dike k’ar, ji bo ku zimanê k’urdî t’une bike, û hedefa wê ya dawîyê jî t’unekirina gelê k’urd e (û ev jî sûcekî dijî mirovayîyê ye!), dive em li dora t’evgera net’ewî bicivin û bibin yek û mercê hebûna xwe- zimanê k’urdî bip’arêzin û pêş bixin.
Ev tiştên li hember gelê k’urd hatine û tên meşandin, dijî prênsîpên şaristanîya mirovî ne. Û ev prênsîp jî hê 10ê berfanbara sala 1948’an di Danazana giştî ya mafên mirov a R’êxistina net’ewên yekbûyî da bûne qanûn… Dewletên cîhanê, yên ku R’êzika R’êxistina Net’ewên Yekbûyî pejirandine û bûne endemê wê, destûrên xwe yên bingehîn anegorî prênsîpên van belgeyan amade yan serer’astkrine, ji bilî K’omara T’irkîyayê.
Weha, di gotara yekem a vê danezanê da çi tê gotin:
Hemû mirov ji dêya xew azad tên cîhanê û bi r’ûmet û mafên xwe va weke hev in. Ewana xwedî sewda û wijdan in û divê li hemberî hev xwedî helwesta biratîyê bin.
Ya duyem jî dibêje:
Her mirovek divêt xwedî hemû maf û azadîyan be, yên ku di vê danazanê da hatine daxuyandin. Divê cudayîên t’u awayî di nav wan da t’unebin, ew ji çi r’assayê, r’engî, zayendê, zimên, olê, bawerîyên siyasî an ên din dibin bila bibin, ji çi net’ewê an çîna sot’sîal, r’ewşa hebûkê an di nav civakê da r’adeya ciyê wan çi dibin, bila bibin.
Û gotara sêyem jî mafên mirov ên bingehîn t’omardike:
Her mirovek mafê xwe yê jîyanê û azadîyê heye û mafê t’u mirovî nîne li hember kesê wî destdirêjayîyê bike.
Wek ku tê xuyanê, ev hemû ne ji bo K’omara T’irkîyayê ne, r’ayedarên wan t’uyî qanûnên şaristanîya mirovî kirine û bi qanûnûn xwe dijîn.
Di nav sînorên K’omara T’irkîyayê da li ser xaka xwe ya kal û bavan û di mêtropolan da weke bîstûpênc mîllîon k’urd dijîn. Ewana li vir bi hemwelatîyên din r’a t’evayî û weke wan k’ardikin, diçin leşkerîyê, serdayîyan (vêrgî) didin dewletê, bi wan serdayan byûtcêya dewletê digihîje hev. Ji wê byûtcê jî ji bo serok’komar, serokwezîr, wezîran, serleşker, leşker, polîs, sazîyên dewletê, çanda t’irkî, zimanê t’irkî, ji bo avakirina gund û bajaran, t’endurustîyê, sosyalê û tiştên din tê p’arvekirin. Lê gelê k’ûrd ji van hemûyan bêp’ar dimîne. Ji bo wî t’enê r’êyek hiştine: leşkerîyê bike, k’ar û xizmeta r’eş bike, an k’oçberbibe û bihele, ji k’urdeyetîyê bibe... Ango, r’oj di nava r’ojê da mafên gelekî yên xwezayî tên binp’êkirin, wî neç’arî windabûnê dikin. Ev jî li ser asta navnet’ewî navekî xwe heye- t’evkujîya sipî...
Belê, berovajî û dijî qanûnên navnetewî ji r’oja avabûna xwe va û heya îro K’omara T’irkîyayê herr’oj li dijî gelê k’urd t’enê sûc kirye û îro jî dike.
Di r’ewşek a weha da mitaledarîya t’irk jî di vê pirsê da bi bêdengîya xwe helwesta xwe ya t’erefdarîya vê r’êjîma faşîst da xuyanê. Û derk’et hole, ku gelê k’urd dive êdî xwe nexapîne, em dikarin cînarên hev bimînin (qenc, an xerab!), lê bi hev r’a welatîyên dewletekê nikarin bimînin, ji ber ku dewlet bi xwe bi destûrî me nas nake!
Û ji bo ku li hember van kiryarên r’êjîma T’irkîyayê xwe bip’arêze, gelê k’urd destbi têk’osîna r’izgarîya net’ewî kir, û di serdema nû da, ev êdî sî salî zêdetir e, têkoşîna ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî dimeşîne... Divê neyê jibîrkirin, ku ew têk’oşîna ji bo wê ye, ku gelê kurd bikaribe bi serbestî bi zimanê xwe yê dê biaxive û bi k’urdî jiyan bike; bi hezaran p’akrewnên me çêbûne, ew jî ji bo wê ye; ewqas jî girtîyên me yên siyasî çêbûne (di nav wand- waisa jî zar’ok!), ew jî ji bo wê ye, r’êberê gelê k’urd- bir’êz Abdullah Ocalan ev êdî deh salan zêdetir e, di hebsa dagerkeran da ye, ev jî ji bo wê ye… Û îro jî gelê me li ser p’êyan e, û ev jî ji bo wê ye!
Û li ser vê r’êyê boykotkirina p’erwerdeya zimanê t’irkî gevek a erênî ye, lê t’enê bi wê nabe, divê di seranserê K’urdistanê da p’erwerdeya alternativ bi zimanê k’urdî bê t’evgerkirin. Û, ya sereke, ev divê kampanîya nînbe, ev dive bibe şêwazê jiyana me ya r’ojane. Divê her malbatek a k’urd bibe dibistan ji bo p’erwerdeya zimanê dê.
Û her weha:
- divê hemû sazî, r’êxistin, weşan û kesên welatp’arêz ji bo vê k’arekî berhemdar bimeşînin, ji bo ku her k’urdek û k’urdistanîyek sibê bi wê armancê ji cî r’abe, ku tiştekî bide Welêt...
- ji bo wê jî divê înstîtût, sazî û dezgehên zanistî- lêger’înî yên zimanê k’urdî bên damezirandin;
- ji bo amadekirina pisporên zimanê k’urdî xwendegeh bên sazkriin;
- divê her doteke gelê k’urd zimanê k’urdî wisa bizanibe, ku bibe mamosteya zimanê dê ya yekem- zar’ok ji dayîkê zimanê dê fêr dibin;
- divê axavtina bi zimanê k’urdî ji bo her kurdî bibe pêdivîyeke wek ya av û hewayê, ji bo wê jî zanibûna zimanê dê divê bibe k’arê r’ûmetê ji bo malbetê, û her malbetek divê bibe dibistana zimanê k’urdî ya seret’ayî.
Û ji bo ku di K’omara T’irkîyayê da ne t’enê ji bo van hemûya astengî çê dibin, lê her weha, k’urdên ku k’arê zimên, çand û hunera netewî va mijûl in, ji hêla dewletê va tên girtin, îşkencekirin û serwindakirin, k’urd îro mafdar in, her tiştî, yê ku girêfterî desthilatdarîya K’omara T’irkîyayê ye, boykot bikin. Ew divê wê desthilatdarîyê nas neke, ji ber ku dewletê bi xwe da xuyanê, ku ew ne ya k’urdan e…
Demên bir’yarên mezin pêr’a gihîştine!
K’a em, wek net’ew, çiqasî ji wan r’a amade ne, wê di dema pêş me da derk’eve holê!
Êdî jizûva dewletê kûrsa jixwedûrxistina k’urdan daye pêşîya xwe, û çiqa diçe goveka di navbera gelê k’urd û dewleta t’irk da frehtir dibe…
Mirov dikare bibêje, dema xatirxwastinê pêr’agihîştye. Û ev dema jî r’êvebirîya T’irkîyayê û mitaledarîya wê bi xwe gîhandine.

13.09.2010

Çend Gotin di Derbarê Referandûmê de

Ji demekê vir ve, rojeva Tirkiye’yê bi referandûmê tije bû. Roja 12’ê Îlonê heman referandûm pêkhat û encamên wê aşkere bûn. Çawa ku dahate teqmînkirin, piraniya hilbijêran gotin « erê ». Lewre, ji vê demê bişûn de, pêvajoyeke « nû » wê dest pê bike.

Beriya her tiştî, bi encamên vê referandûmê, AKP dema sêyem a desthilatdariya xwe garantî kiriye. Her wiha, di derbarê hilbijartinên serokkomariyê de jî, wê ji xwe re avantajên mezintir bidest xistiye. Ji vir bişûn de, wê rayedarên AKP zêdetir bi înisyatîf tevbigerin, li gorî berjewendiyên xwe ên siyasî û îdeolojîk, ji Tirkiye’yê re rêveberî bikin.

Li gorî nirxandinên hin derdoran, bi taybetî ên CHP’ê û ên hin saziyên dadgeriyê, wê ev pêvajo bixwe re xeteriyan biafirîne. Wisa dixûyê ku, ev derdor wê bikevin nava helwesteke tûndtir û bi cur be cur leystokan bixwazin desthilatdariya AKP tengav bikin. Bi taybetî, di pêvajoya hilbijartinên giştî, ên 2011’an de, wê ev derdor hemû kartên xwe bikar bînin.

Digel encamên referandûmê, ez zêde bihêvî nîn im ku AKP bikaribe, û her wiha bixwaze, Tirkiye’yê berbi pêvajoyeke demokratîk ve bibe. Di vî warî de pir sedem hene, ya herî girîng jî, nijadperestiya ku di nava AKP’ê de heye bixwe ye. Tê zanîn ku, AKP weke hêzeke koalîsyonê ye, di nava wê de kesayetiyên ji cur be cur beşên siyasî û îdeolojîk hene û giraniyeke wan jî nijadperest in. Em ê, di salên pêşiya me de, baştir bikaribin nakokiyên hindirîn ên vê partiyê bişopînin. Digel ku rayedarên AKP’ê bi dîqet tevdigerin û naxwazin qelsiyên xwe li pêşberî raya giştî niqaş bikin jî, dîsa em dizanin ku nexweşiya di nava wê de, her ku diçe, girantir dibe. Di vê xalê de rola pirsgirêka kurd xwediyê ciheke girîng e.

Divê em zêde bihêvî nebin, lê belê, dîsa jî, bi taybetî ji vir bişûn de, di derbarê pisrgirêka kurd de jî rewşeke cuda wê derkeve holê. Çendî beşeke kurdan vê referandûmê boykot kiribin jî, dîsa çavê gelê kurd wê li hin gavên « demokratîk » be. Ez ji niha ve dibînim ku, wê AKP tiştekê neke û balê bikêşîne ser hilbijartinên giştî ên 2011’an. Stratejiya AKP’ê wê li ser esasê bidestxistina serkeftineke baş ya van hilbijartinan were meşandin.

Beşeke girîng yê gelê kurd, bi rêberiya BDP’ê, di referandûmê de bû xwediyê helwesteke « boykot »ê. Di piraniya bajarên Kurdistan’ê de helwesta « boykot »ê derkete pêş. Em nikarin bêjin, kesên ku neçûn ser sandoqan hemû alîgirên BDP’ê bûn, lewre ez dibêm, divê kes xwe nexapîne û nekeve nava rehetiyekê. Ji îro bişûn de, AKP wê zêdetir di Kurdistan’ê de kar bike.

Di aliyekê din de, di vê referandûmê de, di nava kurdan de, wêneyeke nebaş û xetere derkete holê. Di nava kurdan de, cara yekem, bi awayeke aşkere dubendî hate jiyîn. Cara yekem di nava saziyên ku em wan « welatparêz » dibînin de, cudahiya helwestê derkete pêş û bû sedemê ku lipêşberî girseyan niqaşên cur be cur werin kirin. Pirdengî weke rêbazeke demokratîk e, lê belê, hin dem hene, bi taybetî di derbarê mijara çareseriya pirsgirêka kurd de, divê yekdengî hebe û rengê daxwazan weke hev be. Mixabin, di vê referandûmê de wisa nebû, kurdan derî li leystokan vekirin.

Min dixwest ku, hemû derdorên kurd gotina xwe bikin yek û li dora maseyekê bicivin ku bikaribin daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Di demên wisa de « Erê » an jî « Boykot » zêde girîng nîn e, ya muhum ew e ku, derî ji leystokên xerab re neyên vekirin. Mixabin, vê referandûmê di nava kurdan de nakokî firehtir kir. Li gorî ku min şopand, ji vir bişûn de wê AKP zêdetir van nakokiyan bikar bîne. Bi derfetên dewletê, ew ê hin derdorên ku heya niha weke « welatparêz » dihatin naskirin, bikêşîne cem xwe û wan bikar bîne. Lewre, ez vê rewşê pir xetere dibînim.

Li gorî min, rayedarên BDP’ê dikaribûn hinekê mûtevazî nêzîkê mijarê bibana. Di destpêka niqaşên jibo referandûmê de, dahate xwastin ku rayedarên BDP’ê bikaribin bi hemû beşên kurd re biaxifin û bi wan re konsansûsekê çê bikin. Lê belê wisa nebû, kurdan bixwe lidijî hev daxûyanî dan û hevdu tewanbar kirin. Bi taybetî gotinên Sellahatîn Demirtaş bûn sedemê reaksiyona hin derdoran û ev kete xizmeta AKP’ê. Lewre, beriya her tiştî, divê kurd bizanibin di nava xwe de niqaşên maqûl bikin û hevdu fêm bikin. Heya ku ev nêzîkatî pêş nekeve, mixabin û hezar bixabin, ne mafê demokratîk ji kurdan re tê bidestxistin û ne jî kes dikare di pratîkê de behsa « Xweseriya Demokratîk » bike.

Ahmet DERE / 13.09.2010