28.04.2014

Li Ewropayê Daxwazên Serxwebûnê

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji 28 welatan pêk tê. Lê belê li vê parazemînê bi dehan Kêmnetew û herwiha Neteweyên Piçûk hene. Katalan, Bask, Korsîkî, Valon, Flaman, Bruton hin ji wan Neteweyên Piçûk in. Li Ewropayê, bi taybetî ji aliyê Neteweyên Piçûk ve, daxwaza serxwebûnê herdem hatiye ziman û naha jî tê ziman.

Katalan dixwazin li ser vê xalê referandûmê çê bikin, li welatê Bask hê jî rêxistina bi navê ETA heye û heman daxwazê tîne ziman. Li Belçîka di navbera Valon û Flamanan de heman pirsgirêk heye. Li Korsîka cur be cur rêxistinên cudaxwaz hene û lidijî dewleta Fransayê çalakiyan dikin. Herwiha Pirsgirêka di navbera Brîtanya û Îrlanda Bakur de heyî jî tê zanîn.

Ji salên 1990’î vir ve ez Yekîtiya Ewropayê dişopînim. Her demê di nava niqaşan de xalên derbarê daxwazên serxwebûna Neteweyên Piçûk de hebûn in, naha jî hene. Car caran asta heman niqaşan gihîştiye qadên pirr zirav, lê belê ti car xala dawî li heman niqaşan nehatiye xistin.

Li gorî ku ez dibînim saziya Yekîtiya Ewropayê destûrê nade ti daxwazekê serxwebûna van Neteweyên Piçûk. Lê belê heman Yekîtî li hemberî van daxwazan guhên xwe jî nagire. Her ku diçe di nava welatên YE’yê de sînorên azadiyan firehtir dibe. Yek ji sedemê vê firehbûnê jî ew e ku cudaxwazî û hêviyên ji bo serxwebûna Neteweyên Piçûk lipêş nekevin. Yanê Ewropî bi firehkirina sînorên demokrasiyê armanc dikin ku bersivê bidin daxwazên Neteweyên Piçûk û herwiha yên Kêmneteweyan.

Vê gavê rêbaza ku rayedarên Ewropî dişopînin ser dikeve. Li Belçîka dengê cudaxwazên Valon û Flamanan hedî hêdî hatiye birrîn. Weke çend salên borî daxwazên cudabûnê zêde dernakevin pêş. Li welatê Bask ETA biryar daye ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Wisa diyar e ku bi rêbazên siyasî û herwiha demokratîk heman pirsgirêk di nava sînorên Îspanyayê de çareser dibe. Li Îrlanda Bakur jî di heman warî de hin gav têne avêtin.

Divê bê zanîn ku ev rewşa li Ewropayê ji bo herêma Rojhilata Navîn weke mînak nayê girtin. Demokrasiya ewropî dikare ji pirr pirsgirêkan re bibe çareserî. Lê mixabin, li Rojhilata Navîn demokrasî hê dema xwe a zarokatiyê dijî. Lewma mirov nikare pirsgirêkên Kêmneteweyan û Neteweyên Piçûk weke Ewropiyan çareser bike. Dibe ku 50 salên din heman tişt mumkun be, lê belê ne naha.

Ji demek vir ve Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesût Barzanî dide xûyan ku, eger şert û merc hebin ew dixwazin serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê êlan bikin. Li gorî min ev daxwazekê di cih de ye. Ji 24 salan vir ve li Başûrê Kurdistanê rêveberiyekê Kurdan heye û bê alîkariya ti dewletê kar û barê xwe dimeşîne. Li Îraqê rewş ne zelal e, bi hêsanî jî zelal nabe. Lewre daxwaza serxwebûna Herêma Kurdistanê û ya Neteweyên Piçûk ku li Ewropayê hene weke hev nayê dîtin. Li cihê ku demokrasî hebe bêguman cudaxwazî tiştekê minasib nîn e, lê belê li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan, ti kes nikare lidijî heman daxwazê bisekine.

Ez wisa dibînim ku, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê,  gavekê wiha di qada navneteweyî de helwestên dijber naafirîne, miqabil alîkariyê çê dike.

Ahmet DERE  /  21.04.2014

13.04.2014

Hilbijartinên PE’yê û Diyaspora Kurd

Di navbera rojên 22-25’ê Gulanê de li 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  (PE) pêk tên. Bi rêya van hilbijartinan 751 endamên PE’yê diyar dibin. Heya 5 salan wê heman parlementer li Brûksel û li Strasbourg’ê kar bikin.

Hilbijartinên PE’yê rojeva raya giştî ya ewropî zêde mijûl nakin. Heya naha bi awayekê pirr zindî heman mojar nayê niqaş kirin jî. Li vê parzemînê rêjeyekê girîng ya raya giştî heman hilbijartinan xwedî grîngiyekê mezin nabîne. Lewre ji naha ve rayedarên YE’yê hewl didin ku girseyan agahdar bikin daku ew biçin ser sandoqan. Kes hê nizane ka wê heman hewldan bibin xwedî bandor an ne. Li gorî ku ez dibînim ancex ji sedî 60 hilbijêr biçin ser sandoqan.

Çendî raya giştî ya ewropî van hilbijartinan zêde girîng nebîne jî, ev nayê wateya ku saziya PE’yê xwedî bandor nîn e. Kesên ku bi siyasetê ve hinekê elaqadar dibin baş dizanin ku YE’ê biryara mijarên herî girîng, yên ku jiyana rojane ya civakê elaqadar dikin didin. Lê mixabin, civaka ewropî vê rastiyê baş nabîne, an jî sîstem çavên wê girtiye û nahêle ew rastiyê bibîne.

Parlamentoya Ewropayê saziya ku ji siyaseta YE’yê re rêberî dike ye. Bê razîbûna PE’yê ne Komisyona YE’yê û ne jî Konseya YE’yê nikarin biryarên girîng bidin. Lewre her partiyên siyasî namzetên xwe ên herî pispor dişînin vê Parlamentoyê. Heya naha wusan bû, wê îsal jî wusan be.

Weke tê zanîn di nava saziyên YE’yê de, û herwuha di nava hemû saziyên neteweyî yên ewropî de, ya herî zêde bi pirsgirêka kurd re elaqadar dibe dîsa heman Parlamento ye. Çi derbarê Bakurê Kurdistanê de be û çi jî derbarê Başûr, Rojhilat û Rojava de be heman sazî cur be cur xebatan dimeşîne. Her salê di heman Parlamentoyê de cur be cur Konferans û civînên ku pirsgirêka kurd dikin rojeva xwe pêk tên. Hin ji van çalakiyan bi armanca naskirina helwesta kurdan pêk tên, hin ji wan jî bi armanca zelalkirina siyaseta YE’yê, a derbarê Kurdan de pêk tên.

Her salê bi dehan delegasyonên PE’yê diçin Kurdistanê. Bi vegera van delegasyonan rapor têne amade kirin û ji rayedarên herî bilind yên welatên endam re tên şandin. Dîsa her salê cur be cur rayedarên kurd jî tên PE’yê û tevlî Konferans û civînan dibin. Bi taybetî serdanên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesut Barzanî bi awayekê pirr girîng, ji aliyê endamên heman Parlamentoyê ve tên şopandin. Wusa diyar e ku wê di salên pêş de PE’yê zêdetir bi pirsgirêka kurd re elaqadar bibe.

Digel vê girîngiya PE’yê mixabin diyaspora kurd derbarê hilbijartinên heman saziyê de baş bi tevger nîn e. Heya naha tenê yek kesekê kurd, di navbera salên 1999-2009 de bûye endamê PE’yê, ew jî bi alîkariya partiya çep ya Alman bû. Di hilbijartinên 2009’an de ti kesekê kurd neket PE’yê. Eger îsal diyaspora kurd, bi zanabûn û siyasî nêzîkê van hilbijartinan nebe mixabin wê ti kurd nikaribe bikeve heman saziyê. Ev jî ji bo parastina berjewendiyên gelê me zerarekê ye.

Pêşniyariya min ew e ku ; hemû rêxistinên Kurdan, yên li Ewropayê, bên gelhev, di nava xwe de soza xwe bikin yek û di welatên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Swêd û Holanda’yê de namzetân diyar bikin û bi partiyên van welatan re hevdîtinan pêk bînin.

Ez bawer im di encama van xebatan de wê bi kêmanî 2 cihên baş ji namzetên Kurd re bên dîtin daku di nava 5 salên pêş de heman Parlamento bê Kurd nebe.

Hêvîdar im ku rayedarên rêxistinên diyaspora kurd dengê min bibîhîzin.

Ahmet DERE  /  07.04.2014

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

2.04.2014

Hilbijartinên Herêmî Wêneyê Siyaseta Fransa Diguherînin

Roja 23’yê Adarê li Fransayê  hilbijêr çûnin, ser sandoqan. Her 6 salan carekê ev hilbijartin pêk tên. Bi tevahî li 36 681 cihê (Bajar, Navçe, Gund û Tax) serok û endamên meclîsên herêmî tên hilbijartin. Tûra yekem roja 23’yê Adarê pêk hat, tûra duyem jî wê roja 30’yê Adarê pêk were.

Beriya ku ev tûra yekem pêk were, pirraniya anketên ku çêdibûn didan xûyan ku wê Partiya Sosyalîst, ya ku vê demê li ser desthilatdariyê ye, qels bibe. Wusa jî bû, di encamên vê tûra yekem de hate xûyan ku gelê Fransayê êdî bawerî bi rêveberiya Sosyalîstan naîne. Li pirr herêmên ku heya naha Partiya Sosyalîst bihêz bû Partiyên Rastgir derketin pêş. Partiya Serokê dema borî Nicolas Sarkozy (UMP) jinûve xwe bihêz dike û li pirr deran derdikeve pêşiya Partiya Sosyalîst. Lewre ji naha ve heman partî xwe jibo hilbijartinên Serokkomariyê, yên 2017’an amade dike û bi çavekê serkeftinê li xwe dinêre.

Di van hilbijartinan de partiya ku zêde balê dikêşîne ser xwe ya Marine Le Pen e (Front National-FN-). Ev partî ya herî nijadperest e. Li gorî daxwazên wê divê li Fransayê ti biyanî nemînin û herwuha Fransa xwe ji endametiya Yekîtiya Ewropayê bikêşîne. Lê belê ev partî di tûra yekem ya van hilbijartinan de hêza xwe zêde kir. Li hin bajar û navçeyan bûye hêza duyem, ew ê tevlî tûra duyem jî bibe. Wusa diyar e ku wê ji vê demê û bişûn de FN di siyaseta Fransayê de zêdetir bibe xwedî sozê. Ev rewş ji naha ve tirsê xistiye dilê derdorên demokrat û yên mafên mirovan diparêzin.

Hêzên weke Kesk û Komunîstan jî di van hilbijartinan de hêza xwe neparastin. Ji 20 salan vir ve ev her du hêz nikarin rêjeya dengên xwe bilintir bikin. Di van hilbijartinan de jî wan di cihên xwe de hejmartin. Dibe ku hevpariya Keskan ya bi Partiya Sosyalîst re jî bû sedemê vê rewşê.

Partiya Komûnîst bûye partiyekê derdorekê marjînal. Çendî ew hewl didin ku xwe ji qalikê teng derbixin jî nikarin serbikevin. Ez bawer im ew ê qet jî nikaribin.

Roja 30’yê Adarê wê di wêneyê siyaseta Fransayê de guhertinekê pirr awarte bide çê kirin. Dibe ku derdorên Rastgir, Lîberal û Çepgir nehêlin FN di hin herêman de serbikeve, lêbelê ev nayê wateya ku wê FN di qada siyasî de bêbandor bimîne. Ji naha û bi şûn de, derbarê her pirsgirêkê de FN dikare dengê xwe derbixe û li pêşiya her gavî astengiyan derxe. Lewre, encamên tûra duyem çawa dibe bila bibe, ji naha ve wêneyê siyaseta vî welatî guherî ye.

Li gorî min êdî nema Fransa weke welatekê xwedî prensîbên Azadî, Wekhevî û Biratî’yê ye. Herku diçe li vî welatî nêzîkatiyên çepgir beruvajî dibin. Di vê rewşê de kêmasiya rêberên Sosyalîstan girîng e. Lewma divê di nava refên çepgiran de guhertinekê ciddî çê bibe daku ev welat ji prensîbên xwe dûr nekeve.


Ahmet DERE  /  24.03.2014