24.03.2018

Yekîtiya Neteweyî Pêwîstiyeke Grîng e

Nirxên gelan bi hêza neteweyî ya hemû beşên civaka neteweyî tê parastin û pêşxistin. Hebûna ti gelan bê hêzeke neteweyî nikare bidome. Bi taybetî ji destpêka sedsala borî vir ve ev rastî jibo hemû neteweyan xwedî wateyeke hebûn û tinebûnê ye.

Divê xeta zirav ya di navbera netewebûn û neteweperestî, an jî nijadperestiyê de bê dîtin. Jibo hemû gelan parastina nirxên neteweyî pewîst e, ew nabe netewperestî, anjî nijadperestî. Eger di bin navê parastina nirxên neteweyî de nijadperestî bê kirin bêguman ew nayê qebûl kirin. Lebelê netewebûn tiştekê pêwîst e, bi taybetî jibo Kurdan ew îro pirtir ferz e. Jibo vê jî pewîstî bi dezgeh û saziyan heye. Bê hebûna heman dezgeh û saziyan em Kurd nikarin nirxên xwe biparêzin, herwuha lipêşbixin.

Kurd bi her awayî xwedî hebûneke gelêrîn in. Hemû nirxên Kurdan yên gelêrî hen in. Lêbelê weke piraniya gelan em Kurd hê xwedî hemû pêdiviyên neteweyî nîn in. Ev mijar bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî nîn e. Kurd li ser esasê çar parçeyan jî dikarin bibin xwedî hin sazî û dezgehên neteweyî. Çi jibo parastin û lipêşxistina ziman, çand û wejeyê be çi jî jibo astengkirina qirkirin, parçekirin û asîmîlekirina gel be heman sazî û dezgeh xwedî wateyek pirr pirr girîng in.

Piştî pirr hewldanan me dît ku bi pêşengiya hêzên heyî yên Kurdan Yekîtiyeke Neteweyî nayê çêkirin, anjî çêkirina wê pirr pirr zehmet e. Jiber ku her hêz, anjî partî dixwaze heman yekîtî tenê ligorî parastina berjewendiyên wê yên hizbî bê çêkirin. Bêguman bi van helwestan Kurd nikarin Yekîtiya Neteweyî çêkin. Hemû hewldanên ku jibo çêkirina Yekîtiya Neteweyî ku heya naha hatî dayîn jiber van sedeman negihîştine encamekê. Lewre divê beriya her tiştî rêxistinên kurdan bizanibin û bikaribin hevdu qebûl bikin, berjewendiyên neteweyî lipêş yên hizbî bigirin. Ne wusan be, mixabin wê hê pirr leystok lidijî gelê me pêkwerin.

Ne pêwîst e em zêde dûr biçin, sala borî, eger di nava Kurdan de yekîtiyekê hebûya hikûmeta îraqê wusan bihêsanî nikaribû êrişî Kerkûk’ê bike. Herwuha, eger heman yekîtî hebûya dewleta tirk nikaribû biketa Efrîn’ê. Em dikarin pirtirîn bûyerên wusa rêz bikin.

Roj roja avakirina Yekîtiya Neteweyî ye. Bêguman bê tevlîbûna hêz, rêxistin û partiyan Yekîtiya Neteweyî nikare bê avakirin. Beriya her tiştî divê hêzên weke KDP, PKK, YNK, GORAN û yên din destê xwe bikin bin bar. Lêbelê tenê bi van hêzan jî nabe, divê hemû, çi piçûk û çi jî mezin, rêxistin û partiyên din jî tevlî heman hewldanan bibin. Bi tevlîbûna hêz, rêxistin û partiyan tenê jî Yekîtiya Neteweyî çênabe, pêwîst e rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî tevlî heman xebatan bibin. Ez dibêm di vî warî de divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd pirtirîn rolê bigirin ser xwe. Herwuha ez dibêm pêwîst e heman xebat ji aliyê wan ve bê destpêkirin. Lewre ez bi vê gotarê dixwazim bangê li hemû rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd bikim daku ew inîsiyatîf bigirin.

Weke hêz, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan, mixabin rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî di nava xwede parçe parçen in. Pirraniya rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd, jiber cur be cur sedeman, li dora rêxistin û partiyan kom bûn in. Pirraniya wan tenê li gorî berjewendiyên heman rêxistin û pariyan tevdigerin. Lewre nêrîn û nêzîkatiyên wan jî rast û objektîf nabin. Ew weke alîgir tevdigerin. Hin rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî bêteref in. Lêbelê ew jî, jiber cur be cur sedeman, zêde deng dernaxin, înisiyatîfan nagirin û lewre jî soza wan jiyê hêz û partiyan ve nayê guhdarkirin. Jiber heman sedeman, jibo parastin û lipêşxistina nirxên gelêrî û neteweyî, zêde xebat dernakevin pêş.

Roj girîng e, pêvajo her ku diçe pêdiviyên bi çêkirina Yekîtiya Neteweyî zêdetir derdixe pêş. Di rewşeke wusan de divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd destên xwe bixin bin bar. Bê ku guhdarî li rexne û heqaretên cur be cur hêz, rêxistin, partî anjî derdorên nexêr bikin, pêwîst e xebatekê bêteref bê destpêkirin. Bê ku cudahî bikin navbera hêz, rêxistin, partî û herwuha komeleyên Kurdan, çi piçûk û çijî mezin, divê bang li hemûyan were kirin daku ew cudahiyên hevdu qebûl bikin, bihevre li dora armanca parastin û lipêşxistina nirxên neteweyî kar bikin. Înisiyatîfekê wusa tenê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd dikarin bigirin ser xwe. Lewre û beriya her tiştî divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên me jî hevdu qebûl bikin. Bê ku bêjin « Te wusan digot, tu beriya demekê bi filan û bêvan hêz, rêxistin anjî partiyê re bûyî » divê bikaribin werin gelhev û dest bi xebatekê bikin.

Bi vê gotarê bangê li hemû Rewşenbîr, Hunermend û Zanyarên Kurd dikim ; Werin em dest bidin hev bingeha Yekîtiya Neteweyî biavêjin.

Ahmet Gulabi DERE  /  23.03.2018