12.10.2013

Penaberî û Demokrasiya Ewropayê

Dema ku behsa ‘demokrasiyê’ tê kirin Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe dide pêş. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye, Ewropa di warê demokrasiyê de hê xwedî pirr kêmasiyan e. Bi taybetî siyaseta YE’yê a  derbarê penaberiyê de ne li gorî krîterên demokratîk e. Di heman siyasetê de rengê mafê mirovan tine.

Roja 3’yê Cotmehê li grava Lampedusa (Italya) teştiyekê penaberên Efrîqî kete behrê û bû sedemê mirina bi sedan kesan. Ev ne cara yekem e ku di sînorên Ewropayê de penaber jiyana xwe ji dest didin, her salê bi sedan kes di sînorên Ewropayê de rastî mirinê tên. Lê belê bûyera Lampedusa bû sedemê ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de, bê  niqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya ewropî li ser heman mijarê sekinî û disekine. Wusa dixûyê ku di hefteya pêş de wê Parlemena Ewropayê jî heman mojarê bigire rojeva xwe.

Rojek piştî bûyera Lampedusa Pap François jî heman mijarê girt rojeva xwe. Li pêşiya bi sedan hezaran kesan wî heman bûyerê weke ‘şerma herî mezin’ binav kir û bi awayekê vekirî siyaseta penaberiyê rexne kir. Nêzîkatiya Pap François bû sedemê ku pirraniya hêzên Hirîstiyan Demokrat ji nêz ve heman mijarê bişopînin û li ser bisekinin. Ev dikare bibe sedemê hin “pêşketinan”.

Weke tê zanîn li Ewropayê bi sedan hezaran penaber dijîn. Di roja îroyîn de bi sedan hezaran penaberên kevin bûn in hemwelatiyên ewropî, zarokên wan li vê parzemînê hatine dinê, bûn in xwedî hal û mal. Di cur be cur qadên siyaseta welatên ewropî de jî hin penaber, an jî zarokên wan, bûn in xwedî miqaman. Lê belê ev nayê wateya ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de li gorî krîterên mafên mirovan e.

Mekanîzma YE’yê li ser esasê berjewendiyên aborî dimeşe. YE’yê her salê pêwîstî bi sedan hezaran karkeran dibîne. Her ku diçe nifûsê hin welatên ewropî kal û pîr dibe. Divê cihê karkerên teqawit dibin bê tije kirin. Li vê derê penaber rolekê sereke dileyzin. Hin welat li gorî pêdiviyên xwe serîlêdanên penaberan qebûl dikin û mafê xebatê didin wan. Lewre di siyaseta penaberiya YE’yê de krîterên aborî dikevin pêş yên demokratîk û mafên mirovan.

Beriya buyera Lampedusa, mixabin siyaseta ewropî ya derbarê penaberan de nedihat niqaşkirin. Digel cur be cur çalakiyên girseya penaberan dîsa jî heman mijar nediket rojeva fermî ya Yekîtiyê û ya welatan. Çendî van rojan çapemeniya ewropî li ser heman mojarê disekine û wisa diyar e ku wê bikeve nava xalên rojeva hin saziyên ewropî jî, dîsa jî ez zêde xweşbîn nîn im ku heman siyaset bê guhertin. Jiber ku di bingeha hebûna girseyên ku dixwazin werin Ewropayê û li vê derê bibin penaber de sedemên siyasî yên ewropî hene.

Eger Ewropa nexwaze wuqasa penaber bên van welatan ew dikarê bi hêsanî li ser çareseriya pirsgirêkên bingehîn bisekine. Yanê divê Ewropa dev ji dagirkeriya modern berde.

Ahmet DERE / 07.10.2013

Ev Nivîs de Rûdaw'ê de Hatiyen Weşandin