14.02.2014

15. Salvegera 15’ê Sibatê

Di sala 1999’an, roja 15’ê Sibatê de Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Öcalan li Nairobî, paytexta Kenya’yê hate girtin. Ji heman demê vir ve PKK û rêxistinên nêzîkê wê her rojên 15’ê Sibatê weke rojeke reş şermezar dikin. Heman roj weke pêkhatina komploya navneteweyî tê dîtin. Îsal jî di heman rojê de li bajarê Strasbourgê çalakiya şermezarkirinê tê lidarxistin. Li gorî ragihandinan wê bi hezaran Kurd, ji cur be cur welatên Ewropayê tevlî heman çalakiyê bibin.

Dê were zanîn ku girtina Abdullah Öcalan ne weke çalakiyekê asayî ye, ew tenê lidijî kesayetiya birêz Öcalan pêknehatiye, ew di qada navneteweyî de lidijî Kurdan, bi taybetî jî lidijî Kurdên Bakur pêkhatiye. Lewre Kurdên ku xwe weke alîgirên PKK’ê nabînin jî tevlî heman çalakiyan bûnin û dibin. Bi rêya heman çalakiyê Kurd leystokên lidijî wan tên çêkirin şermezar dikin. Jiber vê sedemê 15’ê Sibatê bûye weke roja şermezarkirina leystokên qirêj ên navneteweyî.

Hêzên ku di girtina Öcalan de rol girtibûn ser xwe hewl danin û hê jî didin ku Kurd heman rojê jibîr bikin. Bi taybetî dewleta tirk û Emerîka di vî warî de bûnin xwedî hewldanên taybet. Lê belê digel ku ev 15 sal in diborin dîsa jî bi hezaran Kurd, di heman rojê de tevlî çalakiyan dibin. Ne tenê li Strasbourg’ê, li pirr welatên Ewropayê û herwuha li Kurdistan û li Tirkiyeyê jî cur be cur çalakî çêdibin.

Ji destpêka vê hefteyê vir ve li cur be cur bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî çêdibin. Di çalakiyên îsal de mijara dîmenên Îmraliyê jî tên şermezar kirin. Dîmenên ku ji aliyê Partiya Karkerên Tirkiyê ve (Türkiye Işçi Partisi) hatine weşandin bûn in sedemê cur be cur nirxandinan. Di nava Kurdan de jî heman dîmenan pêşî li nirxandinên bialoz vekirine. Di aliyê din de KCK’ê, bi daxûyaniyekê diyar kiriye ku armanca weşandina heman dîmenan provokasyon e. Yanê tê gotin ku kesên naxwazin « Pêvajoya Çareseriyê » lipêş bikeve heman dîmenan servis kirine.

Ez naxwazim derbarê naveroka dîmenan de tiştekê bêjim, lê belê dema serviskirina wan ne bi tesadufî ye. Di vê dema ku di navbera AKP û Cemaatê de nakokî û herwuha şer diqewume de serviskirina dîmenên Abdullah Öcalan ne tiştekê sivik e. Wusa diyar e ku li Tirkiyeyê wê herdem qarta pirsgirêka kurd bê bikaranîn. Di qada navneteweyî de dewlet heman qartê bikar tîne, di qada neteweyî de jî cur be cur hêz û partiyên siyasî.

Weke pirr caran, ez dîsa dixwazim balê bikêşînim ser BDP’ê ; dema ku ez li zimanê û pratîka rayedarên BDP’ê guhdar dikim û dinêrim mixabin ne mumkun e ku nekevim nava xemgîniyan. Di vê dema wuha bialoz û awarte de giraniya hêza BDP’ê li herêman belav bûye. Didin xûyan ku ew karê jibo hilbijartinan dikin, lê mixabin ne wusa ye, ew di nava herêman de wunda bûn in. Divê ew bizanibin ku di siyasetê de valahî nayê qebûl kirin, karê li herêman û yên giştî hevûdu temam dikin. Lewre pêwist e di vê demê de BDP li Enqere û li qada navneteweyî de jî aktîftir be.

Ahmet DERE / 10.02.2014

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin