25.11.2009

Li Parlemena Ewropayê Noqaşên Kevneparêz



Roja 25’ê Mijdarê li Parlemena Ewropayê niqaşên di derbarê stratejiya pêvajoya frehkirina Ewropayê de hatin kirin.

Bi navê hemû komên PE’yê parlementeran mafê sozê girtin û nêzîkatiyên komên xwe anîn ziman. Lê belê di nêzîkatiya giştî de wisa hate xuyan ku heman sazî, bi taybetî di derbarê Tirkiyeyê de hê xwediyê pozisyona xwe a kevneparêze. Elmar Brok, serokê berê ê Komisyona Karê Derve û endamê Koma mezin PPE (Hirîstiyan Demokrat) balê kişand ser krîterên Kopenhagê û wiha got « Divê were zanîn ku krîterên Kopenhagê ji bo hemû welatên berendam xalên girîng in. Heya ku Tirkiye li gorî van krîteran xwe neguherîne û gavan neavêje ew nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê »

Seroka Komisyona hevbeş a PE-Tirkiyeyê Xanim Hêlen Flautre jî di axiftina xwe de wiha got « Li Tirkiyeyê hin pêşketin çê bûne, lê belê hê jî li vî welatî kêmasî pir in. Bi taybetî divê pirsgirêka kurd, bi awayekê mayîn de were çareserkirin û pirsgirêkên din ên demokrasî û mafên mirovan jî bi heman şêweyî halbibin »

Di heman civînê de parlementerê îngilîz Geoffrey VAN ORDEN, endamê koma muhafazakar, balê kisand ser Kibrisê û got “ Pêwîste were zanîn ku parçeyê Kibris a Bakur alîgirê hevgirtina giravê ye. Lê belê digel vê helwesta wî ew di bin ambargoya navneteweyî de ye, divê ev ambargo were rakirin”

Li gorî nêzîkatiya gistî, wisa hate dîtin ku li pêşiya Tirkiyeyê hê astengiyên mezin hene. PE’yê di nêzîkatiya xwe a 5 sal berê de bi israr e.

25,11,2009

22.11.2009

Pirtûka bi Yewnanî -Gelê ku nehatiye înkarkirin, Kurd-

"Gelê ku nehatiye înkarkirin, Kurd" pirtûka min a duyemîn e ku di meha nîsan a 2009'an de ji aliyê Weşanên Gordios ve li Atînayê hatiye weşandin.

Her kesê pêwendîdar dikare bi rêya vê navnîşanê pirtûkê bixweze.

Adres:
Gordios
Makedonias 17
104 33 Athènes
GRECE
Tel : +302108252279
Fax : +302108210506
E. Mail : gordiosbooks@yahoo.gr

Pirtûk -Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd-


Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd pirtûka min a yekemîn e, di meha Elûn a 2008'an de ji aliyê Weşanên Mezopotamyayê ve derketiye.

Ji bo sîparîşan hûn dikarin li Weşanên Mezopotamyayê bigerin.

Adres:
Mezopotamien Verlag unt Vertriebs GmbH
Gladbacher Str. 407 B
41460 Neuss / Deutschland
Tel: +49 213 14069093
Fax: +49 213 14029562

N a v e r o k
- Pêşgotin
-- YEKÎTIYA EWROPAYÊ
- Kurtedîroka YE’yê
- Parlemena Ewropayê
- Komisyona Ewropayê
- Konseya Yekîtiya Ewropayê
- Zirweya Yekîtiya Ewropayê
- Mijara Destûra Bingehîn ya YE’yê
- Serlêdana Tirkiyeyê a ji bo Endametiya YE’yê
-- KURD Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ
- Ewropa û Naskirina Rastiya Kurd
- Diyaspora Kurd li Ewropayê
- Li Diyasporayê Rola Beşên Civakî û Ciwanên Kurd
-- KONSEYA EWROPAYÊ
- DMME û Kurde
- Kurd Tim Qîriyan; "Em Edaletê Dixwezin"
- Tenduristiya Öcalan û CPT
- Çalakiya Greva Birçîbûnê a Bêdem (11 Nîsan- 19 Gulan 2007)
- DMME û Benda Hilbijartinê a li Tirkiyeyê
-- CUDAHIYA DEWLETÊN ALMAN Û ÎNGILÎZ
-- DI ROJEVÊN YE DE KURD
- Parlemena Ewropayê, Raporên wê û Pirsgirêka Kurd
- Raporên PE'yê ên 2007 û 2008'an
- Raporên Komisyona Ewropayê
-- PÊVAJOYA GUFTUGOYAN
- Di Rastiyê de Tirk û Ewropî ji hev razî nin
- Pêvajoya Serokkomariya Abdullah Gül
- Di Pêvajoya Guftugoyan de Pirsgirêka Qibrisê
-- AMERÎKA-YEKÎTIYA EWROPAYÊ Û KURD
- Konseptên Hevbeş
- Li Ewropayê Guhertinên Siyasî
- Lîsteya Rêxistinên Terorîst û Dîwana Dadê ya YE’yê
-- KARÊ DÎPLOMASIYA KURDAN Û LOBÎ
- Konferansên li Parlemena Ewropayê (a I, II, III û IV)
- Partiyên Legal û Dîplomasî
- Zehmetiyên DTP’ê
-- PÊVAJOYÊN AGİRBESTAN Û YE
-- Gotina Dawiyê
-- Kronolojî

Guherîn, Samîmiyet û Dewleta Tirk

Roja 10’ê Mijdarê, yanê îro, li Enqereyê di Meclîsa Tirkiyeyê de mijara « çareseriya pirsgirêka kurd » tê niqaşkirin. Qasê ku hatiye ragihandin wê heman niqaş du rojan bidomin. Di demên borî de jî di bin baniyên heman Meclîsê de pirsgirêka kurd hatibû niqaşkirin lê belê em dizanin ku ti encameke erênî nehatiye destxistin.

Ev car guftugo di demeke cuda de pêk tên. Konjonktûra niha û a demên borî weke hev nîn in. Di qada navneteweyî de guherînên mezin çêdibin, û ev rewş li ser Tirkiyeyê hin wezîfeyan ferz dike. Lewre dewleta tirk bidil nebe jî ew neçar e ku di derbarê vê pirsgirêka bingehîn de hin gavan bavêje.

Weke tê zanîn ji meha Gulan a îsal vir ve, li Tirkiyeyê niqaşên germ hatine destpêkirin û dimeşin. Lê belê hemû niqaşên ku têne kirin li dora hev dizivirin. Heke AKP û dewleta Tirk di derbarê çareseriya pisrgirêka kurd de samîmî bûna heya niha wê hin encam hatibana girtin.

Vegera grûba gêrîla û ya penaberên Mexmûrê weke encameke van niqaşan nikare were pejirandin. Heman veger weke jesta hêza têkoşîna gelê kurd kete rojevê û pêkhat. Nêzîkatiya dewleta tirk a li grûbên aştiyê hê nediyar e, kes nizane wê ji vir bi şûn de çawa bibe. Dibe ku endamên heman grûban, bi taybetî ên grûba Qendîlê, raberî nêzîkatiyeke neyênî werin. Di demên pêş de em ê bibînin ka wê çi biqewime.

Di Meclîsa Tirkiyeyê de çi niqaş pêşdikevin bila bikevin, ez bixwe hêvî nakim ku Tirkiye bi vîna xwe a azad ji bo pirsgirpeka kurd çareseriyekê maqul bibîne. Çi guhertin çêbibin jî wê di bin zexta hêzên navneteweyî de pêkwerin. AKP û hin derdorên din dibêjin ev proje ya dewletê ye, bêguman ji heman gotinê cudatir jî ew nikarin tiştekê din bêjin.

Li welateke weke Tirkiyeyê bi hêsanî gavên pêşverû nayên avêtin. Zihniyeta ku heman dewlet li ser hatiye avakirin a direwan e. Qirêjayî a 87 salan nikare bi hin gavên sivik were paqijkirin. Ji bo vê divê amadekarî werin çêkirin. Lê belê ne amadekariyên li ser bingehekê rast û saxlem, qasê ku tê wuyan hemû hewldana AKP’ê ew e ku operasyonekê makyajê pêk bîne.

Hêzên navneteweyî jî di derbarê « çareserkirina » pirsgirêka kurd de xwediyê nêzîkatiyekê sivik in. Pîlanên AKP ji aliyê wan ve jî tê pejirandin. Lewre mirov dikare bêje konsepta navneteweyî bi rengekê din dimeşe. Bi taybetî pêlên heman konseptê ên xetere lidijî KCK’ê û Abdullah Ocalan dimeşin. Bila kes xwe nexapîne û nekeve nava xeyalan, ne Emerîkî û ne jî Ewropî naxwezin ku bandora KCK û ya birêz Ocalan li ser gelê kurd belav bibe.

Di van rojan de wê hin bûyer biqewimin. Gavên ku we ji aliyê AKP’ê ve werin avêtin ji sînorên destûra bingehîn a niha derbas nebin. Di çarçoveya heman destûrê de we pakêteke “çareseriyê” were aşkerekirin. Bêguman gele kurd nikare bi heman gavan razî be, xurtkirina têkoşîneke demokratîk û hemdem zêdetir ferz e. Ne dewleta tirk dikare bi zihniyeta kevnar ji pirsgirêkên Tirkiyeyê re bibe bersiv û ne jî hêzên kurdan dikarin bi rêbazên dema borî û mentalîteya kevnar bibin bersiva hêviyên gele kurd.

Hêza ku xwe neguherîne nikare pêşketinan çêbike. Heman xal ji bo dewleta tirk, hemû partiyên wê ên siyasî û herwiha ji bo Kurdan jî rastiyekê ye. Heke ev gava guherînan were avêtin ez bawer im çareseriya pirsgirêka kurd jî dibe realîte.

Ahmet DERE / 10.11.2009

Asta Çareseriya Pirsgirêka Kurd

Di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de asteke nû derketiye holê. Digel nêzîkatiyên sar û ne dicih de ên rayedarên Tirk, bi taybetî ji destpêka sala 2009’an vir ve bûyerên dîrokî diqewimin. Ya herî girîng ew e ku di nêzîkatiya raya giştî a Tirk û Kurd de germahiya ji bo aştî û biratiya gelan çêbûye. Her ku diçe ev rewşa erênî pêşdikeve û li ser tevahiya Tirkiyeyê bandorê çêdike.

Gelê Kurd ji salên 1970 vir ve têkoşînekê bêhempa dimeşîne. Heya niha bi dehan hezaran cîwan, kal û zarokên kurd jiyana xwe jidest dane. Pir kêm malbat hene ku zarokên xwe nedabin vê têkoşînê. Bi sedan hezaran Kurdan bi dehan salên emrê xwe dane ji bo pêşxistina vê têkoşînê. Her ku diçe hejmara xebatkarên Têkoşîna Gelê Kurd zêdetir dibe. Her mirovê dilxwaz û welatparêz, li kû dibe bila bie, bi çi rêbazî dibe bila bibe, divê keda xwe tevlî vê têkoşînê bike.

Min di pir nivîsên xwe de jî aniye ziman, Gelê Kurd tim ji bo aştî û biratiya gelan qêriyaye. Bi taybetî ji meha Gulanê vir ve bi armanca heman daxwazê ew di nava pêvajoya çalakiyan de ye. Heya niha bi dehan çalakiyên mezin ên girseyî Kurdan daxwaza xwe aniye ziman. Birêz Abdullah Ocalan jî, di çarçoveya derfetên xwe de tevlî heman pêvajoyê dibe. Bi banga Öcalan doho du Komên Aştiyê ji Maxmûrê û Qendîlê vegeriyan Bakûrê Kurdistanê.

Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê raya giştî libenda encamên hatina Komên Aştiyê bû. Dema ku ez van hevokan dinivisînim her du kom jî azad hatine berdan. Bi dehan hezaran Kurdan ven Komên Aştiyê pêşwazî kirin. Ji vir bi şûnde wê helwesta rayedarên dewleta tirk çi dibe bila bibe, çawa dibe bila bibe, ev jesta birêz Öcalan û ya KCK xwediyê wateyeke dîrokî ye. Her kesê ku mêjiyê wî dixebite nikare bêje ev hatina Komên Aştiyê teslîmkarî ye. Divê ev hatina Koman weke şanseke mezin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê were dîtin û pejirandin.

Ji destpêka sedsala 21. vir ve ne konjonktûra cîhanê û ne jî ya Tirkiyeyê weke a sedsala borî nîn e. Ne tenê li Tirkiyeyê, her wiha di tevahiya cîhanê de rewşeke nû derketiye holê. Dengê aştiyê ku ji sala 2000’î vir ve derdikeve ne weke ên dema borî ye. Çi li Tirkiyeyê û çi jî li Kurdistanê atmosfereke cuda û erênî heye. Digel hin gumanên min, ez bixwe jî vê atmosferê erênî dibînim.

Weke tê zanîn, ji meha Gulanê vir ve, bi awayeke fermî wezîrê tirk ê hindir Beşir Atalay weke berdevkê hikûmetê ê ku pêvajoya « Vekirina Demokratîk » dimeşîne hatiye wezîfedarkirin. Ji 4 mehan vir ve wî bi cur be cur saziyan re hevdîtinan pêkanî. Lêbelê digel pir daxûyanî û hewldanên hikûmeta tirk heya niha me ti rewşeke pir erênî nedîtiye. Ez hêvîdarim ji îro bi şûn de wê ev pêvajo bikeve asteke nû, ya çareseriyeke rast û mayîn de.

Mixabin her tişt li gorî daxwaza me a xweşbîn nameşe. Dîsa li Tirkiyeyê hemû derdor di nava helwesteke erênî de nîn in. Bi taybetî partiyên weke CHP û MHP di kemînê de ne ku vê pêvajoyê sabote bikin. Ev du partî, bi taybetî jî MHP, ketiye nava hewldaneke pir bilez daku pêvajoya aştiyê pêşnekeve.

Li hemberî bûyerên ku diqewimin, divê derdorên aştîxwaz û demokrat hewlbidin ku ev pêvajo berbi astekê hê xweşbîntir ve biçe. Heke ev fersend jî were windakirin, mixabin wê dîsa pêvajoyekê reş û tarî dest pê bike. Ev jî ji bo gelê Kurd û her wiha jî ji bo tevahiya Tirkiyeyê dibe sedemê zêdetir êş û kederan.

Ahmet DERE / 20.10.2009

Ziman Mafeke Xwezayî ye

Zarok di zikê dayîka xwe de guhdarî zimanê dayîka xwe dike. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin ew hevokên ku dayîk ji wan re bilêv dikin in. Lewre bikaranîna zimanê dayîkê, ji bo herkesê û li her deverê mafeke herî xwezayî ye.
Guneh an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi ti zimanî nikare bibe sedemê gunehan an jî xêran. Kesê ku bixweze gunehan bike ew dikarin di her zimanî de bikin. Mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, fransizî an jî zimanêkî din nîn e. Ti ziman nabe hacetê esasî yê gunehan, an jî yê xêran. Lê belê di dîroka Kurdan de ev rastî cuda hatiye dîtin. Heya 3 sal berê jî, li welatekî weke Tirkiyeyê, çewa ku anîna ziman a ramanê ne azad bû, her wiha bikaranîna zimanê kurdî û rastiya wî jî suç dahate hesibandin. Heman rastî di dema Saddam Husein de jî li Îraqê dahate dîtin. Îro li Îranê û li Sûriyeyê jî zimanê kurdî di bin zextê de ye, xebatên ji bo pêşxistina wî têne astengkirin.

Di vî pêvajoyê de xebatên ji bo pêşxistina zimanê dayîkê pêwîstiyeke mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di destpêkirin û meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de rola sereke yekser dikeve ser milên derdorên Rewşenbîr, Cîwan û Xwendekaran. Bêguman ji bo pêşxistinekî baş a ziman, pêwîstî bi keda hemû qadên gel heye. Lê belê berpirsyartiya ku dikeve ser milên Rewşenbîr, Cîwan û Xwendekaran zêdetir li pêş e. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bileyzin.

Li kûderê Kurdistanê, an jî li kûderê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê Cîwan û Xwendekarên kurd di vî warî de xwe zêdetir di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûnin û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e. Di roja îroyîn de Cîwan û Rewşenbîrên kurd zêdetir xwedî îmkan û derfetan in. Berê her tiştî, di hemû cîhanê de şiyarbûnekî li hemberî mafê mirovan heye û ji bo daxwazên aramî, demokratîk û xwezayî heye. Heke Cîwan û Rewşenbîrên Kurd derfetên heyî û rewşa objektîf baş binirxînin wê bikaribin pir encaman bidest bixin. Divê baş were zanîn ku her çalekiyekî û raberkirina her helwestê dibe qewetekî moral û tesîrê li ser hemû Kurdan dike.

Di aliyê din de, pêşxistina zimanê kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîn e. Ew di heman demê de xwedî wateyekî siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, pêwîste ku her kurd zimanê xwe ê dayîkê, Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî, weke mafekî xwezayî, hîm bibe, bide fêrkirin û biaxife. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî a ji alî rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybetî li zimanê xwe xwedî derkeve. Lewre divê di her qadên jiyanê de kurdî were bikaranîn.

Roja îro rexneya herî giran ya ku dibê “ Kurd bi zimanê xwe naaxifin” e. Ev rexneyên di derbarê nebikaranîna zimanê kurdî de di cihên xwe de ne. Pêwîste em wate bidin helwesta van derdorên ku tim rexneyên xwe li dijî axiftina bi zimanê tirkî, erebî û farsî dikin. Ez rexneyên van derdoran di cih de dibînim.

Ez lidijî bikaranîna ti zimanan nînim. Heke ji bo me Kurdan pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana Kurdan çêbike. Lewre ez dixwezim hemû kurd ji derveyê zimanê xwe ti zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farsî û tirkî bikar neynin. Divê em zimanên biyanî jî bizanibin. Lê belê dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di jiyana malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş ev dibe xeteriyeke mezin. Pêwiste ti Kurd xwe neke vê rewşê.

Ji destpêka sedsala 21. ve em weke gelê kurd di pêvajoyekî pir bi aloz û bi wate de derbas dibin. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bikaribin baştir li ser lingên xwe bisekinin, divê em bi rêbazên cûr bi cûr bitekoşin. Rêbazeke herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikare di çarçoveya têkoşînê de were dîtin. Lewma, ez divêjim her Kurdê ku dikare di jiyana xwe a rojane de xwe bi kurdî bîne ziman, divê ku ew bi kurdî jî biaxife. Yên ku nikarin, divê hewl bidin daku fêr bibin.

Di pir nivîsên xwe de ez hêviyên xwe ên ji bo pêşketina zimanê kurdî bilêvdikim. Di vî warîde pêşketin jî hene, lê belê ev ne bes in. Ez ê tim vî baweriya xwe diparêzim û, berê her tiştî ji Rewşenbîr, jî Cîwan û ji Xwendevanên Kurd hê zêdetir hewldanên tekoşînê hêvî dikim.

Heya niha, çi li her çar parçeyên Kurdistane û çi jî li Ewropayê, pir civîn û Konferansên ku di derbarê zimanê Kurdî de çê bûne hene. Ez dizanim ku armanca van hemû xebatan pêşxistina kurdî ye. Li Başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngehên ku bi Kurdî perwerde didin her ku diçe dewlemend dibin. Ez derfetên li Başûrê Kurdistanê weke fersendekê mezin, a ji bo pêşxistina kurdî dibînim û dipejirînim. Îro di cîhanê de jî bisedan zimanzanên kurd hene û xebatên xwe ên hêja dimeşînin. Lewre ez bihêvîyên mezin li paşeroja zimanê dayîka xwe dinêrim.

Ahmet DERE / 17.10.2009

Gelo…

Tirkiye welatekê wisa ye ku di meriyetê de gav neyên avêtin mirov nikare bawer be. Lewre di derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de roj bi roj gumanên min zêde dibin. Ez vê yekê hêvî nakim lê mixabin rewşa objektîf ev e.

Di destpêka niqaşan de, bi devê rayedarên payebilind yên AKP’ê, hate gotin ku ev pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd e. Hemû Kurdan û raya giştî ya Tirkiyeyê jî wisa fêmkirin. Lêbelê niha di zimanê AKP’ê de guhertin çêbûye. Navê hewldanan kirina « Pêvajoya Demokratîk », dibe ku di rojên pêş de bêjin « Pêvajoya parastina Tirkiyeyê ». Ev nêzîkatî tenê bi serê xwe xaleke qels e. Heke heman nêzîkatî bidome wê bibe sedemê bêbaweriyeke mezin.

Ya din, her ku diçe helwesta rayedarên AKP’ê û her wiha ya Serokkomar dikeve bin bandorê helwesta MHP’ê. Gotinên ku di derbarê Abdullah Ocalan de têne ziman ez wisa dinirxînim. Heke ev helwest wiha berdewam bike ez ditirsim ku pêşeroja vê pêvajoyê bibe weke a 12’ê Tebax a 2005’an. Tê zanîn ku wê demê jî serokê AKP’ê, li Amedê, hin gotinên « baş » anîbû ziman. Lê me hemûyan dît ku berdewamiya wan gotinan nekete meriyetê. Lewre ez dibêm pêwîst e derdorên alîgirên aştiyê û demokrasiyê baştir şiyar bin û vê qelsiya di nêzîkatiya AKP’ê de rexne bikin.

Divê were zanîn ku ev pêvajo bi gotinên Abdullah Gul dest pê nebû. Ji dawiya sala 2008’an vir ve Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê Nexşerê de nêrînên xwe tîne ziman. Beriya ku AKP dest bi hewldanan bike, parêzerên Abdullah Ocalan bi cur be cur derdoran re hevdîtin pêkanîn. Ez dibêm di bingeha gotinên Abdullah Gul de jî rola Ocalan heye. Ji ber vê yekê divê nêrînên Ocalan werin guhdarkirin û ew muxatab were girtin. Lêbelê em dibînin ku hevdîtinên parêzeran tên astengkirin û li pêşiya ragihandina Nexşerê ya Ocalan kelem çêdibin. Ev yek jî weke xeteriyekê ye û nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karê Hindir Beşir Atalay bi cur be cur derdoran re hevdîtinan pêktîne. Lêbelê heya niha tenê du caran bi DTP’ê re axifîne, wekî din bi tu rêxistineke Kurdan re danûsitandin çênebûye. Dibe ku di rojên pêş de Beşir Atalay biçe Amedê, lêbelê heya niha hê nêrînên Kurdan zêde nehatine guhdarkirin.

Ji derveyê cur be cur derdorên kurd, heke AKP nêrînên Abdullah Ocalan û yên KCK’ê negire berçavan ez nikarim ji serkeftina vê pêvajoyê re bêjim “Amîn”. Çi dibe bila bibe, bi çi curê dibe bila bibe, divê nêrînên Ocalan û nêzîkatiya KCK’ê ji ber çavan neyên windakirin. Dê were zanîn ku gelê kurd jî xwediyê xetên sor e.

Roja 22’yê Tebaxê me bihîst ku zîndana Amedê tê valakirin û li heman deverê dibistan çêdibin. Beriya her tiştî valakirina wê zîndanê pêşketinekê ye. Lêbelê li heman deverê çêkirina dibistanan nayê qebûlkirin. Hin derdor dibêjin bila li wê derê Mûze ya Mafên Mirovan çêbibe. Ez tevlî wan nêrînan jî nabim. Ez dibêm pêwîst e ew zîndan neyê xerabkirin, bila ji raya giştî re vekirî be û wehşeta ku li wê hatiye meşandin tim were şermezarkirin. Çawa ku Hesen Cemal jî digot, ez jî dibêm bila dewlet ji wan kesên ku di heman zîndanê de mane lêborînê bixweze. Nêzîkatiyeke wiha dikare ji vê pêvajoyê re bibe pêngav.

Ahmet DERE / 22.08.2009

Niqaşên Çareseriyê û Nexşerê

Niqaşên di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de berdewam dikin.

Ji meha Gulanê vir ve, çi ji aliyê Kurdan ve û çi jî ji aliyê cur be cur derdorên li Tirkiyeyê ve, ev mijar bi dorfirehî tê niqaşkirin. Lêbelê hê ji encama van niqaşan ti zelaliyekê çênebûye. Wisa dixûyê ku hê demeke din jî wê ev nediyarî bidome.

Li Tirkiyeyê her kesê ku hinekê mêjiyê wî dixebite baş dizane ku rola şexsiyeta Abdullah Öcalan di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de pir mezin e. Pirsgirêka kurd bi pêşengiya PKK û ya Abdullah Öcalan nehatiye afirandin, lêbelê rola PKK’ê û ya Öcalan ji bo çareseriya wê ferz e. Heman rastî ji aliyê hin derdorên çapemeniya Tirkiyeyê ve jî tê bilêvkirin. Lê mixabin, di van rojên dawî de, her ku diçe di zimanê rayedarên hikûmeta AKP’ê de guhertinên neyênî çêdibin. Çi di derbarê Hêza Rizgariya Demokratîk de û çi jî di derbarê Abdullah Öcalan de gotinên sivik tên bikaranîn. Ez vê rewşê baş nabînim.

Çavê raya giştî li hevdîtina parêzerên Abdullah Öcalan bû. Divê roja 19’ê Tebaxê hevdîtin pêkhatibûya. Lêbelê wisa diyar e ku hin destên kûr di nava mijarê de ne û dixwezin tevlihev bikin. Nexşerê, a ku wê ji aliyê Öcalan ve were aşkerekirin dikare bikeve xizmeta pêvajoya çareseriya demokratîk. Dê kes jibîr neke ku ev pêvajo ji aliyê Öcalan ve hate destpêkirin.

Digel hin işaretên neyênî, pêvajoya niqaşan ku li tevahiya Tirkiyeyê didome bi tena serê xwe gaveke baş e. Êdî Tirkiye nikare weke demên borî li ser bingeha înkar û tinekirinê siyasetê bimeşîne. Weke Ahmet Türk digot, carekê cin ji şûşê derketiye, êdî ne mumkun e ku ew şûn de vegere.

Dema ku hûn vê gotarê dixwînên (îro roja înê) dibe ku hevdîtina parêzeran bi Abdullah Öcalan re pêkhatibe. Mumkun e ku di nava rojek an jî du rojan de di derbarê Nexşerê de agahî werin dayîn. Dewleta tirk heman Nexşerê çawa pêşwazî dike bila bike, ya herî girîng ew e ku, hemû derdorên ku ji bo pêvajoyeke aştîxwaz di nava hewldanan de ne, destûr nedin bûyerên provokatîf.

Di pêşxistina heman pêvajoyê de zimanê ku were bikaranîn pir girîng e. Di vî warî de kes MHP û CHP weke aliyên çareseriyê nabîne, dê gotinên ku ev du partî bikar tînin ji aliyê Kurdan ve neyên guhdarkirin. Lêbelê zimanê rayedarên AKP û herwiha ên Artêşa Tirk girîng e. Li aliyê din zimanê ku rayedarên DTP’ê jî bikar tînin xwedî girîngiyekê ye. Divê DTP jî bizanibe siyasetê bike, nebe leystok û neyê xapandin. Cara yekemîn e ku, bi kar û zimanê xwe ve, DTP bi vî awayî li ber çavên hemû cîhanê ye.

Weke tê zanîn Ewropa di demeke pir ker de dijî. Piştî hilbijartinên Parlemena Ewropayê, ên 5-7’ê Hezîranê, hê ti saziyekê Yekîtiya Ewropayê dest bi xebateke asayî nekiriye. Hefteya pêş destpêka dema duyemîn a xebatên salê ye. Ez bawerim wê helwesta Yekîtiya Ewropayê jî hêdî hêdî net bibe. Ka emê bibînin Ewropa çawa nêzîkê vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd bibe. Di hefteyên pêş de ez ê analîzên xwe bi we re parve bikim

Ahmet DERE / 19.08.2009