24.05.2012

Roboskî

Van rojên dawî li Tirkiyê Komkujiya Roboskî tê niqaş kirin.
Piştî agahiya ku di rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal de hate weşandin li Tirkiyê cur be cur derdor di derbarê komkujiya Roboskî de niqaşan dikin. Li gorî piraniya « rewşenbîr » û herwuha derdorên siyasî divê di demekê zûtirîn de artêşa tirk berpirsyarên heman komkujiyê aşkere bike û ew derkevin pêşberî dadgehê. Bê guman ev daxwazekê di cih de û ehlaqî ye û ji roja destpêkê vir ve malbatên 34 kesên ku hatî kuştin jî tînin ziman.
Dema mirov li asta niqaşan dinêre mixabin durûtiyekê mezin dixûyê. Piraniya « rewşenbîr » û derdorên siyasî ku dixwazin rastiya bûyerê aşkere bibe xwedî nêzîkatiyekê rast nîn in. Mirov dikare bêje di vî warî de tenê rayedarên artêşa tirk û herwuha Recep Tayip Erdogan rast diaxifin. Du roj berê, beriya ku li balefirê swar bibe biçe pakistanê, Recep Tayip Erdogan wuha dida xûyan « Me hin sînor ji artêşê re xet kiriye, rayedarên wê di nava wan sînoran de tişta ku pêwîst e dikin. Buyera Roboskî jî di çarçoveya heman sînoran de pêk hatiye ». Ez dixwazim ji derdorên ku ketine nava niqaşan bipirsim ; gelo ev daxûyaniya Recep Tayîp Erdogan tê çi wateyê ?
Ji roja ku heman komkujî pêkhatî û vir ve piraniya Kurdan dibêjin ku ev kiryar bi awayekê zanistî ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatiye. Û dîsa piraniya Kurdan dibêjin ku heman kiryar baş diyar dike ku artêşa tirk hemû Kurdan ji xwe re duşmin dibîne. Em hemû dizanin ku di nava 34 kesên ku hatine kuştin de kesên ji dewleta tirk re xizmet kirine jî hene. Yanê ji bo artêşa tirk hemû Kurd wek hevin.
Digel daxûyaniya Amerîkiyan ku di WSR de hate weşandin, rayedarên artêş û yên hikûmeta tirk bi israr dibêjin « Komkujiya Roboskî li gorî agahiyên me pêk hatiye ». Piştî van daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk êdî tu wate nîn e ku mirov li berpirsyarên komkujiyê bigere. Bi awayekê aşkere dewleta tirk berpirsyartî girtiye ser xwe.
Piştî wuqasa zelaliyê, divê tenê ji dewleta tirk were xwastin ku ew bi awayekê aşkere qebûl bike ku li dijî gelê kurd di nava şer de ye. Li gorî qanûnên şer berpirsyarên kiryaran nayên mehkeme kirin. Ya ku rayedarên artêşa tirk û herwuha serokwezîr dibêjin jî, bi awayekê endîrekt, ev e.
Li gorî min niqaşên ku naha bi rêya weşanan û ya çapemeniyê têne kirin zelaliya ku heyî şêlû dikin. Dewlet dibê « Ez hemû Kurdan duşmin dibînim » lê belê derdorên ku van niqaşan dikin jî dibên « Na lo, şaş hatiye ziman, dewlet Kurdan weke duşmin nabîne, tenê kêmasiyekê hatiye çê kirin û 34 kesan jiyana xwe jidest dane, bila çend leşker derkevin pêşberî dadgehê ev mijar were girtin ».
Ez bawer im rastiya Komkujiya Roboskî bi hemû aliyên xwe ve derketiye holê. Pêwîstî bi niqaşan nake, eger divê tiştekê were kirin ew jî têkoşîn e. Çawa ku divê Geliyê Zîlan, Dêrsim, Mereş, Helebçe, bûyera 33’yan û komkujiyên din neyên jibîr kirin Roboskî jî wusa ye.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Ahmet DERE / 22.05.2012

12.05.2012

Li Fransa Pêvajoyekê Nû

Piştî hilbijartinên 6ê Gulanê li Fransa pêvajoyekê nû dest pê dike. Bi encama van hilbijartinan ve dawî li desthilatdariya 17 salan ya partiya rastgir (RPR, UMP) hat. Li gorî daxûyaniyên rayedarên Partiya Sosyalîst wê li vî welatî hin tişt, bi awayekê ber bi çav, bên guhertin. Bi taybetî di derbarê mafên civakî de, û herwuha di derbarê nêzîkatiya dewletê a li penaberan de hêviyên mezin hene.
Piştî François Mitterrand, ji sala 1995 an vir ve, ev cara yekem e ku Partiya Sosyalîst (PS) tê ser desthilatdariyê. Di nava van 17 salên borî de PS di nava xwe de û herwuha ligel raya giştî ya fransewî cur be cur pirsgirêkan jiyan kir. Heman partî raberî pir rexneyan hat. Ne di Meclîsa Neteweyî de û ne jî di Senatoyê de rayedarên heman partiyê nikaribûn dengê xwe bilind derxînin û bigehînin raya giştî. Di nava van 17 salan de partiya Jacques Chirac û Nicolas Sarkozy, RPR pişt re navê wî bû UMP, hemû derfetên dewletê girtin bin bandora xwe û bê navber 17 salan desthilatdarî meşandin.
Digel hemû hewldanên nijadperestî Nicolas Sarkozy nikaribû dengê eniya rastgir bikişîne ba xwe. Vê yekê jî baş da xûyan ku di nava hêza rastgirên fransewî de beşekê grîng ya bêbiryaran hebû.
Hilbijartina François Holland tenê serkeftina PS nîn e, herwuha ew serkeftina Keskan û ya partiyên çepgir ku di nava Eniya Çep de cih girtibûn e.
Naha pêvajoyekê din dest pê dike. Ev 5 salên pêşiya me ji bo PS û herwuha ji bo hemû çepgiran, xwediyê wateyekê qederê ye. Divê heman partî bi kiryarên xwe ve baweriya gel qezenc bike. Eger ne wusa be, di sala 2017 an de wê desthilatdariyê wunda bike û heya demekê pir dirêj çepgir nikaribin ser xwe ve werin.
Piştî van hilbijartinên Serokkomariyê, di meha Hezîranê de jî hilbijartinên giştî wê pêk werin. Serokkomarê nû François Holland di axaftina xwe ya destpêkê de ji gelê fransewî xwast ku ew hêzê bide wî da ku jê re derfetên meşandina desthilatdariyekê bihêz çê bibin. Di aliyê din de UMP (Partiya Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy) ketiye nava hewldanan daku hêza desthilatdariya PS zêdetir nebe.
Ez wusa dibînim ku atmosfera heyî wê ji PS û herwuha ji hemû çepgiran re bibe sedemê hêzbûnê.
Di aliyê din de di navbera partiyên rastgir de jî nakokî kûr dibin. Partiya Nasyonalîst (Eniya Neteweyî –FN-) hewl dide ku ji UMP dengan bikişîne gel xwe. Heman nakokî û têkoşîn dikare bibe sedemê ku, di 10 û 17ê Hezîranê de, hin hilbijêrên wan ber bi çepgiran ve biçin.
Encama hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê çawa dibin bila bibin, bi hilbijartina François Holland rûpelekê nû di dîroka V. Komara Fransayê de ve bûye. Encamên heman hilbijartinan li ser piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bandorê çê kiriye û çê dike. Heman hilbijartin wê li ser siyaseta YE de jî bandorê çê bike. Li gorî hin çavderên siyasî heman hilbijartin dikare bandorekê neyênî li ser rewşa hikûmeta Angela Merkel jî çê bike.
Di rojên pêş de wê hin zelalî çê bibin û em ê baştir bikaribin rewşê bibînin.
Ahmet DERE / 07.05.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin