16.08.2014

Kurdistan û Helwesta Ewropayê

Li Kurdistanê şer dimeşe. Ev şer ne weke yên di navbera hêz an jî dewletan de ye. DAİŞ rêxistinekê terorîst û wehş e. Ew bi navê îslamiyetê wehşetê dimeşîne û tu pêwendiya wê û rastiya ola musulman bihev tine. Lê belê heman rêxistin hê jî ji aliyê dewleta tirk ve weke terorîst nayê binav kirin. Jiber ku ji salan vir ve, bi taybetî jî ji sala 2012’an vir ve, dewleta tirk vê rêxistina terorîst destek kiriye û hin hêviyên xwe pê girê daye. Lewre divê  DAİŞ û Dewleta Tirk jihev dûr neyên dîtin.

Ji hefteya borî vir ve terorîstên DAİŞ’ê li ser axa Kurdistanê êrişan çê dikin, lidijî Gelê Kurd komkujiyan pêk tînin. Nûçeyên derbarê vî şerî de, bi rêya televîzyon, radyo û înternetê digihîjin hemû quncikên cîhanê. Li Ewropayê her rojê li dehan deveran girseyên Kurdan meşan û cur be cur çalakiyan çê dikin. Her kesên ku xwe Kurd dibînin di vê demê de bê deng namînin, çi ji destên wan tên dikin daku cîhan lidijî vê wehşeta ku DAİŞ dimeşîne bê deng nemîne.

Roja 7’ê Tîrmehê, dema hate ragihandin ku DAİŞ’ê êrişê herêma Şengalê kiriye û berê xwe daye Hewlêrê, Serokkomarê Fransa François Hollande da xûyan ku welatê wî amade ye ku alîkariyê bide otorîteya Herêma Kurdistanê. Roja 8’ê Tîrmehê, piştî ku balefirên şer yên Emerîkiyan êriş birin ser DAİŞ’ê, serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron jî diyar kir ku ew jî amade ne ku tevlî heman hewldanên Emerîkiyan bibin. Helwesta Fransa û ya Îngilîzan weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li pêş dikeve. Serdana Hewlêrê ya Wezîrê Karê Derve yê Fransa Laurent Fabius weke gavekê pratîk yê YE’yê tê dîtin.

Saziyên YE’yê, bi taybetî Parlemento û komisyonên wê, di meha Tebaxê de kar nakin. Jiber hilbijartina nû ya Serokê Komisyona YE’yê heman sazî hê neketiye nava xebatekê asayî. Jiber van sedeman mirov nikare hêviya helwestekê giştî ya YE’yê bike. Lê belê bi rêya Fransa û Îngilîzan YE’yê dijîtiya xwe ya li hemberî DAİŞ’ê û alîgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Lewre, ez wusa dibînim ku ji destpêka meha Îlonê bi şûn de di rojeva saziyên Ewropayê de wê cihekê fireh ji rewş û statûya Herêma Kurdistanê re bê veqetandin.

Çendî van rojan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Şengalê û Mexmûrê rewşa gelê me di tengasiyê de be jî, ez xwedî bîr û baweriyekê mezin im ku Gelê Kurd wê serdest bê. Terorîstên DAİŞ’ê wê nikaribin li ser axa vî gelê berxwedanvan zêde bijîn û kiryarên wehş pêk bînin. Lewre pirr girîng e ku di navbera hêzên kurd de rihekê yekîtî û hevkariyê lipêş bikeve. Herwuha pirr girîng e ku di qada navneteweyî de karekê dîplomatîk yê pispor bê meşandin daku statûyekê nû ji Herêma Kurdistanê re bê nas kirin.

Piştî van êrişên terorîstên DAİŞ’ê atmosfera siyasî û dîplomasiya navneteweyi dikare ji bo berjewendiyên Kurdan bê xebitandin. Divê mijara Serxwebûna Herêma Kurdistanê bi awayekê zindî bikeve rojevê. Bê hêzbûna Kurdan êdî ne mumkun e ku di Rojhilata Navîn de nirxên weke  demokrasî û mafên mirovan bên parastin. Dibe ku hin kes vê analîza min hinekê negihîştî bibînin, lê belê, li gorî jiyan û tecrubeyên xwe, ez vê yekê qet jî weke êhtimalekê dûr nabînim.

Ahmet DERE / 11.08.2014