23.07.2011

Xweseriya Demokratîk û KCD

Roja bi wate ya 14’ê Tîrmehê de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amed’ê Xweseriya Demokratîk êlan kir. Bê guman mafê Gelê Kurd yê Xweseriyekê Demokratîk heye. Lewre, bi nêrînekê giştî, ev gava KCD’ê beruvajiyê nirxên demokratîk û xwezaya mafên gelan nîn e.
Lê belê, divê were zanîn ku di cîhanê de her tişt li gorî nirxên heqî û mafdariyê nameşe. Mafê pir gelan yê azadî, serxwebûn û xweseriyê nayê naskirin, ew di bin bandora zexta cur be cur sîsteman de ne. Gelê Kurd jî ji van gelan yek e, bi hezaran salan e ew ji mafê azadiya xwezayî mehrûm hatiye hîştin, neçar maye ku di bin bandora zexta cur be cur hêzan de bijî. Digel têkoşînekê lewend û pir zehmet, hê jî Gelê Kurd azad nebûye û li gorî nirxên bingehîn yên mafên mirovahiyê najî. Tenê di Başûrê Kurdistan’ê de hêdî hêdî bêhna azadiya Gelê Kurd tê, li derên din ev tişt hê tine.

Ji destpêka sedsala 20. vir ve li Bakurê Kurdistan’ê tekoşînekê ji bo azadiyê dimeşe. Weke encama vê têkoşînê, ji deh salan vir ve hêdî hêdî hin maf ji bo Gelê Kurd tê nas kirin. Lê belê, ji bo ku gelê me bibe xwediyê nirxên xwe yên azadiyê, hê jî divê ew bitekoşe. Divê ev têkoşîn bi rêbazên dewlemend û di hemû qadan de bê lipêşxistin.

Dema ku mirov di vê çarçoveyê de li êlankirina Xweseriya Demokratîk ya KCD’ê dinêre, mixabin nikare pir kêfxweş bibe. Di warê têkoşînên azadiya gelan de, her gava bê encam dikare bi xwe re zerarên pir mezin jî biafirîne. Ez nabêjim ev gav şaş e, lê belê dema wê baş nehatiye bijartin, bingeha wê baş tenzîm nebûye. Eger ev gav vala derkeve, divê were zanîn ku, bi taybetî di warê siyasî û herweha di warê psîkolojîk de wê zerarekê mezin derxe holê.

Li gorî daxuyaniya KCD’ê, ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye. Ev tê wateya ku piraniya Gelê Kurd (yê li Bakurê Kurdistan’ê) heman xweseriyê dipejirîne û erê kiriye. Lê mixabin, rastî wusa nîn e, çawa ku birêz Altan Tan jî aniye ziman (Taraf, 16.07.2011), li Bakurê Kurdistan’ê AKP’ê jî pir deng girtiye, eger em hemû dengên AKP, CHP û MHP bigirin ber çavan, rêjeyekê pir mezin derdikeve holê. Eger ew kesên ku dengê xwe dane van 3 partiyên sîstemê ji Xweseriya Demokratîk re nebêjin erê, ku wusa ye, wê demê mirov çawa dikare bêje ev Xweseriya Demokratîk ya Kurdistan’ê ye ?

Ez hêvîdar im ku rayedarên KCD’ê wê li pişta projeya xwe bisekinin, bi piraniya Kurdên Bakur  bidin hezkirin û bikin sîstemekê Kurdistanî.

Ahmet DERE  / 17.07.2011

Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin

9.07.2011

Çalakiya BDP'ê

Ji hilbijartinên 12'ê Hezîran'ê vir ve BDP di nava çalakiya boykotkirina TBMM'yê de ye. Ev çalakî di demekê pêwîst de û bi rêbazekê di cih de hate dest pê kirin. Betalkirina parlementeriya Hatip Dicle û neazadkirina 5 parlementerên din yên BDP'ê ji aliyê raya giştî ya Tirkiye'yê ve jî weke neheqiyekê mezin tê dîtin. Lewre, çalakiya BDP ji aliyê pir derdoran ve hatiye destekkirin. Mirov dikare bêje ku çalakiya mijara gotinê gihîştiyê armanca xwe.

Wateya her çalakiyê di heqî û neheqiya wê de tê dîtin, girîngiya wê jî li wê goranî ye. Dema pêkanîna çalakiyan jî xwediyê girîngiyekê mezin e. Heya niha çalakiya BDP'ê (divê em HAK-PAR û EMEP'ê jî jibîr nekin) li ser xetekê rast û di cih de hatiye meşandin. Lê belê, jibo ku rengê çalakiyê û heqiya wê neguhere, divê rayedarên BDP'ê rewşa pêvajoyê dîqet bikin û rê nedin guherîna nêzîkatiya li çalakiya wan.

Li gorî ku ez dişopînim, bi taybetî di nava raya giştî ya Tirkiye'yê de, di van rojan de hêdî hêdî zimanê nirxandina heman çalakiyê diguhere. Ez wusa dibînim ku, eger heman çalakî neyê bidawî kirin wê hêdî hêdî helwesta raya giştî lidijî wê pêş bikeve. Lewma, li xweşê hin kesan neçe jî, ez hêvî dikim ku rayedarên BDP'ê, bi rêbazekê baş dawî li çalakiya xwe bînin û biçin di TBMM'yê de bitekoşin. Piştî çalakiyekê wusa, eger zimanê siyasî baş were bikaranîn, di TBMM'yê de hin destkeftiyên baş dikarin werin girtin. Bi rêbazên di cih de, Koma BDP'ê wê bikaribe rê li nû ve hilbijartina Hatip Dicle ve bike û herwuha azadiya 5 parlementerên din jî bidest bixe.

Divê were zanîn ku, di 12'ê Hezîran'ê de gelê kurd ji namzetên serbixwe re got "Biçin di TBMM'yê de siyasetê bikin daku ji pirsgirêka kurd re rê ya çareseriyê ve bibe". Eger armanc ne TBMM bûya, çima wuqasa ked hate dayîn ?. Ez bawer im tu rayedarekê BDP'ê lidijî vê gotinê dernakeve. Herwuha, tu kesî nedigot ku wê di TBMM'yê de hemû tişt gul û gulîstan nebe, çi ji aliyê Kurdan ve û çi jî ji aliyê namzetan ve, baş dahate zanîn ku di bin baniya TBMM'yê de wê pir zehmetî lidijî wan derkevin. Eger e wusa be, wê demê li vir ji siyasetê tiştekê nayê fêm kirin.

Ez bixwe maşiqê TBMM'yê nîn im, eger ji min were pirsîn, dilê min dibêje "Ya baş ew e ku BDP nigê xwe ji Tirkiye'yê bikêşîne û hemû xebatên xwe li Amed'ê bide meşandin. Lê mixabin, rewşa heyî li gorî dilê min nameşe, divê ez û herwuha her kurdekê biaqil, bi çavekê rast li rewşa Tirkiye'yê binêre û li gorî wê bibe xwedî daxwazan. Lewre ez dibêm; ya baş ew e ku di demekê nêzîk de parlementerên BDP biçin TBMM'yê û li wê derê bitekoşin. Berdewamiya heman çalakiyê dikare bi xebatên wan serkeftî be.

Ahmet DERE  /  04.07.2011
 
Not : Ev nivîs di Rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin