27.09.2015

Xweparastin û Şerê Qirêj


Li welatê Kurdan ti car şer nesekinî ye. Herdem jî heman şer ji aliyê hêzên dagir ve hatine meşandin û ev didome. Di encama hemû şeran de bi sedan û hezaran Kurdan jiyana we ji dest danin, welatê wan tar û mar bûye.

Ji heman şeran yek jî naha dimeşe. Ji 20’ê Tîrmehê vir ve dewleta tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û polîs li Kurdistanê şer dimeşîne. Bêguman di nava heman şerî de gêrîlla jî heye, ew li pirr deveran lidijî leşker û polîsan şer dike. Dema ku mirov li encamê dinêre mixabin bi sedan kuştî, birîndar û herwiha talana aborî dibîne. Ya herî xerab jî ev şer li ser axa herêmên kurd dimeşe, yanê tevahiya zerara vî şerî digehêje Kurdan.

Şer qirêj e, di encama hemû şeran de kuştin, brîndarkirin, talankirin û wehşet heye. Lêbelê hin car hen in ku mirov nikare xwe ji şer dûr bigire, yanê şer tê xwe li mirov dixe. Di demên wiha de bêguman xwe baratstin, berxwedan dibe mafê herî rewa. Mirov neçar dibe ku lidijî qirêjaya şer bi çekan û bombeyan xwe biparêze. Di encama şerê xweparastinê de jî, mixabin, dîsa kuştin û birîndarkirin çê dibe. Şerê çekdarî ku bê kuştin û birîndarkirin bûye tine. Ev rastiya teorîk û herwiha pratîk ya şeran e.

Li gorî daxûyaniyên rayedarên PKK’ê ev şerê ku li Kurdistanê dimeşe bi înisiyatîfa AKP’ê û herwiha ya dewleta tirk hatiye destpêkirin. Li gorî daxûyaniyên rayedarên AKP’ê jî ev şer ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin û dimeşe. Li gorî nêrîna derdorên serbixwe jî ev şer bi daxwaza her du aliyan, yanê ya AKP-Dewlet û herwiha ya PKK’ê hatiye destpêkirin û lewma jî dimeşe. Ez, weke kesekê ku bi salan e her du aliyan jî dişopînim, dema ku mijarê şîrove dikim di encamê de rola her du aliyan jî dibînim. Yanê çendî ev şer li gorî daxwaza AKP’ê hatibe destpêkirin jî di domandina heman pêvajoya şer de rola PKK’ê jî heye. Lewre daxwazên HDP’ê, bi taybetî yên Selahattin Demirtaş ku dixwaze PKK bi awayekê yekalî şer bide sekandin, bê bersiv dimînin. Li gorî min eger PKK bixwaze ew dikare bi awayekê pirr pispor vî şerî bide sekandin û rê ji hewldanên siyasî yên HDP’ê re vebike.

Weke tê zanîn roja 1’ê Mijdarê dîsa hilbijartin çê dibin. Ev hilbijartin bi daxwaza Erdoğan û herwiha ya AKP’ê ketine rojeva Tirkiyê. Bi awayekê pirr aşkere dixûyê ku hemû hewldanên AKP’ê û herwiha yên Erdoğan ew in ku HDP nekeve meclîsê. Di van hewldanên xwe de jî vî şerê qirêj bikar tînin. Lewre ez dibêm pêwîste PKK ji HDP’ê re mecalên xebatekê siyasî vebike daku ew bikaribe li hemû herêmên Tirkiyê dengan bigire. Ev rê tenê dikare di rawestina şer de derbas bibe.

Ji 1’ê Mijdarê re  hê mehekê zeman heye, hêvidar im ku PKK di vê demê de gavekê wiha erênî biavêje. Eger ne wisa be meşandina şer tenê dikeve xizmeta AKP’ê û wê zerarê bide HDP.

Çawa ku rayedarên PKK’ê dixwazin ; mirov nikare hêvî bike ku dewleta tirk û bi taybetî jî AKP şer bide sekandin. Ev rastî ji aliyê hemû cîhanê ve dixûyê. Jiber ku pîlan û programên wan li gorî meşandina vî şerî hatiye lidarxistin. Lewma tenê PKK dikare şer bide sekandin û wê jî bike xizmeta xebatên siyasî yên HDP’ê.

Ahmet DERE  /  26.09.2015

28.04.2015

Hilbijartin


Weke tê zanîn di 7’ê Hezîranê de li Tirkiyê hilbijartinên giştî pêk tên. Wateya van hilbijartinan ji yên demên borî pirr cudatir e. Lewre ji destpêka vê salê ve mijara pirraniya niqaşan li dora heman hilbijartinan digere. Li Tirkiyê rojeva raya giştî bi van mijaran ve tije ye.

Eger di van hilbijartinan carekê din AKP serkeve wê bibe cara çaremîn ku heman parti dibe desthilatdar. Lewre hemû rayedarên AKP û herwuha Serokkomar Recep Tayîp Erdogan bi hemû hêzên xwe, yên askere û veşartî kar dikin.

Bêguman di pêvajoyekê wusan de partiyên muxalefetê jî di nava kar û barekê giran de ne. HDP, CHP, MHP û partiyên din yên piçûk û navçe jî hewl didin ku destûrê nedin AKP ku ew jibo cara çarem desthilatdariyê bi dest bixe. Lê belê di nava hemû partiyên muxalefetê de HDP ya herî zêde balê dikêşîne ser xwe ye. Dema ku mirov li niqaşên raya giştî ya Tirkiyê dinêre wusa tê xûyan ku qey ev hilbijartin tenê di navbera AKP û HDP’ê de dimeşe. Navê CHP, MHP û partiyên din zêde di nava mijarên niqaşan de derbas nabe. Lewre girîngiya van hilbijartinan bi taybetî jibo HDP û AKP pirr mezin e.

Benda Antîdemokratîk ya Hilbijartinan

Li Tirkiyê sîstemekê antîdemokratîk ya hilbijartinan heye. Benda hilbijartinan sedî deh e. Li tu welatekê demokratîk benda hilbijartinan ji sedî 5 jortir nîn e, nabe jî. Lê belê li Tirkiyê rewş cuda ye, ev tê wateya ku heman welat hê xwedî sîstemekê demokratîk nîn e û di pir aliyan de şûn de maye. Bêguman ev ne tiştekê ecêb e jibo raya giştî ya Tirkiyê û herwuha jibo cihanê jî.

Derdorên ku zêdetir ji vê benda hilbijartinan zerarê dibînin Kurd in. Heya naha tu partiyekê Kurdan nikaribûye vê benda hilbijartinan biqetîne û di parlementoya Tirkiyê de bibe xwedî hêzekê berbiçav. Lê belê vê carê HDP (Partiya ku zêdetir mafê Kurdan diparêze) hewl dide ku weke partî ji sedî dehan zêdetir dengan bistîne û bikeve parlementoyê. Çendî zehmet be jî vê carê şansê ku HDP biserkeve heye. Dema ku mirov li rewşa niqaşan dinêre hêviyên ku HDP biserkeve mezin dibin. Eger Kurd û demokratên Tirkiyê berbirsyartiyên xwe pêkbînin serkeftin qet jî zehmet nîn e.

Diyaspora Kurd

Jibo ku HDP serkeve karekê girîng dikeve ser milên Diyaspora Kurd jî. Li Ewropayê ji 2 Milyonan zêdetir Kurd hene, ew xwedî derdorê 700 hezar dengan e. Eger baş kar bê meşandin mumkun e ku ji 500 hezarî zêdetir deng ji HDP’ê re li Ewropayê derkeve. Ev jî tê wateya ku wê HDP 1.3 dengan ji derveyê Tirkiyê û Kurdistanê bigire.

Çi dibe bila bibe divê vê carê benda hilbijartinan bê qetandin. Ne tenê jibo Kurdan, heman serkeftin bi giştî jibo hemû gelên li vê welatî dijîn girîng e. Eger HDP bendê biqetîne û bi komekê fireh bikeve Meclîsa Tirkiyê mirov dikare şansê demokratîkbûnê bide Tirkiyê. Ne wusa be wê pirr zehmet be ku ev welat bibe xwedî rewşeke asayî ya mafên mirovan.

Ahmet DERE  /  28.04.2015

5.01.2015

2015 û Kurd



Tê bîra pirr kesan, 20 sal berê, yanê sala 1994 pirr dijwar derbas bibû. Şerê qirêj li hemû herêmên Kurdistanê belav bibû. Di bin navê Hîzbûl-Konra de dewleta tirk di pirraniya bajarên Kurdistana Bakur de di nava hewldanên qirêj de bû. Her mehê bi dehan welatparêzên kurd dahatin kuştin. Di aliyê din de jî, bi alîkariya cehşan artêşa tirk operasyonên dorfireh pêk dianî. Di dîroka şerê gêrilla de, li Bakurê Kurdistanê, wendayiyên herî zêde di sala 1994’an de hatine dayîn. Lewre ez heman salê weke sala herî reş dibînim.

Bîst sal pişt re, yanê sala  2014’an jî pirr dijwar derbas bû. Hêza terorîst DAİŞ’ê lidijî gelê me ferman derxist. Di bin navê ola îslamê de lidijî Kurdan wehşet hate meşandin. Destpêkê li Şengalê, pişt re jî li Kobanê wehşeta DAİŞ’ê bû sedemê kuştina bi hezaran zarok, jin û mêrên Kurd. Her wiha bi sedan hezaran Kurd neçar man in ku ji welatê xwe koçber bibin. Îro li cur be cur welatan bi hezaran Kurd nizanin çawa bijîn û wê pêşeroja wan çawa be.

Tê zanîn ku ji destpêka sedsala 21’în vir ve, bi awayekê giştî Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd ketiye qadekê awarte û herwiha girîng. Digel cur be cur rêbazên şer yên hêzên dagirker, ji salên 2010  vir ve xala çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir ketiye rojeva qada navneteweyî. Bi taybetî mijara statûya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û herwiha Yekîtiya Ewropayê ve, bi awayekê fermî hatiye niqaş kirin. Digel rewşa neyênî ya sala borî, wisa diyar e ku wê di vê sala 2015’an de heman mijar zêdetir bê niqaş kirin û bigehêje zelaliyekê.

Di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê jî hin pêşketinên berçav hatin dîtin. Çendî hikûmeta AKP’ê xwedî helwestekê samimî ne be jî, diyaloga ku bi Birêz Öcalan re hate lipeşxistin xwedî gavekê girîng e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem dewletê bi awayekê fermî pêwîstiya bi çareseriya Pirsgirêka Kurd aşkere anî ziman û kir rojeva raya giştî. Bê guman heman rewş li gorî berjewendiyên fermî yên Komara Tirkiyê nebûn, lê belê rayedarên wê ji bo tiştekê wisa neçar bûn. Û carekê gotin ji nava lêvan derket, êdî ne mumkun e ku heman mijar bê înkar kirin.

Piştî salekê weke ya 2014’an em nikarin ji bo sala 2015’an pirr bi hêvî bin. Çendî kes nikare berê rewşê zêdetir biguhere û ber bi paş ve bibe jî, dîsa wê ev sal bi zehmetiyan derbas be. Hebûna hêza terorîst ya DAİŞ’ê hê jî weke xeteriyekê li pêşiya me ye. Wisa diyar e ku, heya dawiya vê salê jî wê heman xeterî ji holê neyê paqiş kirin. Bê gûman serkeftin ya Gelê Kurd e, lê belê wê zehmetî jî hebin. Digel hêvî û daxwazên min, bi heman xalê ve girêdayî, heya dawiya vê salê jî aramî kirina rewşa li Rojava pirr zehmet tê xûyan.

Tê zanîn ku di vê salê de, di 6’ê Hezîranê de, li Tirkiyê hilbijartinên giştî hene. Li gorî min wateya van hilbijartinan ji yên hemû demên borî zêdetir e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem e ku, bi awayekê ne fermî be jî, nûnerên Gelê Kurd dikarin xwe îfade bikin. Lewre divê di hilbijartinên 6’ê Hezîranê de Kurd bi hêzekê hê mezintir bikevin heman Parlemenê. Ji bo heman hilbijartinan pêwîstî bi siyasetekê aqilane heye. Lê mixabin, li gorî daxûyaniyên nû yên  rayedarên HDP’ê ez nikarim zêde xweşbîn bibim. Eger HDP weke Partî bikeve hilbijartinan xeterî heye ku di 4 salên pêş de Parlemena Tirkiyê tenê ji AKP, CHP û MHP’ê re bimîne. Bê guman mirov nikare ji parlemenekê wisa tiştên baştirîn hêvî bike. Lewre ez dibêm pêwîste carekê din bi nûnerên serbixwe Kurd bikevin hilbijartinan. Ne wisa be derbas kirina rêjeya %10 ya hilbijartinan pirr zehmet e.

Di vê sala 2015’an de hêviyên min yên ji bo avakirina bingehekê saxlem ya Yekîtiya Neteweyî jî hene. Li gorî helwesta hemû hêzên Kurdistanî, bi taybetî jî ya KDP û KCK’ê, ez hêvîdar im ku di vê salê de hîmekê baş yê ji bo avakirina Kongreya Neteweyî bê avêtin. Bi pêşxistina heman gavê rê li hemû qirêjiyên weke birakujî û qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dikare bê girtin.

Dîsa, ji her demê zêdetir di vê salê de derfetên meşandina Dîplomasiyekê Neteweyî hene. Hêvîdar im ku hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û KCK di zanistiya vê karê girîng de bin û pêdiviyên wê bînin cih.

Digel hemû neyêniyan, sersala we pîroz be, hêvîdar im aşitî û serfirazî bibe qismetê gelê me jî.

Ahmet DERE  /  05.01.2015