12.02.2018

Efrîn û Leystokên Navneteweyî


Ji 3 hefteyan zêdetir e artêşa dagirker ya tirk hewl dide ku biçe Efrînê û li heman bajarê Kurdan xwe bicih bike. Hewldanên dewleta hov ya tirk ne tenê dagirkerî ye, ew dixwaze Kurdan di komkujiyekê de derbas bike, yané kiryarê bav û kalên xwe dubare bike. Digel ku ev 3 hefte ye artêşa tirk û cehşên wê yên Daeş bihev re heman şerî dimeşînin û nagihêjen armanca xwe, ew hewl didin ku hemû derfetên xwe bikar bînin.
Beriya her tiştî berxwedana ku Kurd li Efrînê raber dikin tiştekê pîroz û bêhempa ye. Ji naha ve heman berxwedanê serokê dewleta tirk û hemû rayedarên wê kiriye nava rewşekê tengav. Şerê wan hatiye tewandin, rûyê wan bi rêxê hatiye neqişkirin. Ev tiştekê dîrokî ye, divê kes jibîr neke.
Piştî ku hate dîtin artêşa tirk wuha tengav bûye rayedarên dewleta tirk ketine nava hawldanên cur be cur
daku çareseriyekê ji xwe re bibînin. Lewre ew bi rayedarên Rus û Emerîkiyan re diyalog dikin daku hin leystokên nû bikar bînin. Di van rojan de hin rayedarên Emerîkî tên Tirkiyê, di navbera wan û rayedarên dewleta tirk de pazarî çê dibe. Li gorî ku ez dibînim dewleta tirk dixwaze bi alîkariya Emerîkiyan ji xwe re rêya dagirkirina Efrînê peyde bike. Heman pazarî bi Rusan re jî didome. Heya naha ne Emerîkî û ne jî Rusan bersiva erênî nedane dewleta tirk. Lêbelê ev nayê wateya ku wê nexwazin tirk bigehêjin heman armanca xwe. Lewre vê gavê pazarî  di navbera wan de didome. Dê were zani ku mirov nikare ne bi Rusan ne jî bi Emerîkiyan ewle bibe. Ev her du hêz jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Dema ku berjewendiyên wan destûr bidin ew dikarin di nava yek rojekê de « dost » û « hevalên xwe » bifiroşin. Lewre di vî warî de divê Kurd, bi taybetî rayedarên PYD, pirr şiyar bin.

Bêguman weke hêzên navneteweyî tenê Rus û Emerîkî li Rojhilata Navîn xwedî sozê nîn in. Çendî bandora wan zêde nebe jî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî hene. Bi taybetî Fransa di vî warî de dixwaze soza xwe bibandor bike. Lewre ji destpêkê vir ve heman welat cur be cur daxûyaniyan dide, diyar dike ku ew û hemû YE’yê bi helwesta dewleta tirk re nîn in. Herwuha ew didin xûyan ku dewleta tirk lidijî Kurdan komkujiyê dike. Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî hate niqaşkirin. PE’yê helwesta xwe di vî warî de aşkere kir. Di van rojan de di PE’yê de cur be cur daxûyaniyên bi heman rengî wê bên raberkirin.

Di vê helwesta Ewropiyan de bandora çalakiyên ku Kurd li çar parçeyên Ewropayê dikin jî heye. Çalakiyên ku bi tevlêbûna bi  hezaran kesan tên pêkanîn pirr girîng in. Lewre divê heman çalakî zêdetir û bi girseyên hê xurttir çêbibin.

Li dora bûyera Efrînê her ku diçe leystokên navneteweyî zêdetir dibin. Her hêzên ku li Rojhilata Navîn dixwazin bibin xwedî bandor di derbarê êrişa dewleta tirk bêdeng namînin. Hin ji wan lidijî derdikevin, hin ji wan jî dixwazin jê sûd werbigirin. Ji derveyê Rûs û Emerîkiyan dewletên Îran û Îsraîl jî di vî warî de aktîf in. Ev her du dewlet jî di herêmê de aktor in. Divê helwesta van du dewletan jî baştir bê analîzkirin.

Ahmet Gulabi DERE / 12.02.2018