11.12.2013

Tevgera Diyasporayê

Min di pir nivîsên xwe de mijara ‘diyaspora’ kurd aniye ziman. Derbarê pêwîstiya bi karê diyaspora kurd de jî min pirr caran nêrînên xwe nivîsiye. Digel hemû hewldanên ku heya niha min raber kiriye hê jî ez pêwîst dibînim li ser heman mijarê rawestim.

Li gorî rastiya naveroka hevoka ‘diyaspora’yê hemû Kurdên ku li derveyê welat dijîn weke parçeyên diyaspora kurd in. Lê belê ez dixwazim derbarê parzemîna Ewropayê de li ser vê mijarê bisekinim.

Li gorî hin çavkaniyan li tevahiya welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê 2 mîlyon Kurd dijîn. Pirraniya wan ji Bakurê Kurdistanê bin jî, di nav de ji her çar parçeyên Kurdistanê û herwuha yên ji welatên Sovyeta Berê hatine jî hene. Her salê hejmara wan zêdetir dibe. Her ku diçe kesên xwendevan, rewşenbîr, siyasetmedar û karmend zêdetir dibin. Yanê her ku diçe Kurd li Ewropayê dibin xwedî hêz. Ev rastî li hemû welatên Ewropayê dixûyê û rastiyekê berçav e.

Digel vê rastiya hêzbûna Kurdan mixabin tevgerekê baş ya diyasporayê lipêş nakeve. Bi taybetî li welatên Ewropa Navîn (Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka û herwuha Îngilîstan) bi sedan komele û cur be cur sazî hatine avakirin. Lê belê di nava van komele û saziyan de yên ku bi rastî ji gel re xizmetê dikin û dixwazin berjewendiyên gelê me biparêzin pirr kêm in. Bi giranî komele û saziyên heyî di xizmeta çend rêxistinan de ne, ji bo wan parastina berjewendiyên gel parastina menfîetên rêxistanan e. Bi salan e ev rastî nayê guhertin.

Dema ku mirov li wêneyê vê diyaspora kurd dinêre bi rastî dewlemendiyekê mezin heye. Roja îro bi dehan Kurd endamên cur be cur saziyên siyasî yên welatên Ewropayê ne. Di saziyên sivîl de bi sedan kurd xwedî pozisyonên rêveberiyê ne. Hejmara rewşenbîran her ku diçe zêdetir dibe û bi vê ve girêdayî xwendevan jî zêde dibin. Di warê aborî de jî her ku diçe hejmara fîrmeyên kurdan zêde dibe û kapîtalekê girîng di destê wan de ye.

Digel vê dewlemendiya diyaspora kurd mixabin em di nava xizaniya tevgerê de dijîn. Her rêxistin tenê berjewendiyên xwe ên teng difikire û armanca wan a parastina berjewendiyên giştî tine. Lewre ez girîng dibînim ku rewşenbîrên kurd vê mijarê niqaş bikin.

Di sala pêş de hilbijartinên Parlemena Ewropayê çê dibin. Eger diyaspora kurd, bê ku rêxistin berjewendiyên xwe ên teng bifikirin, bikeve nava hewldanan em ê bikaribin bi kêmanî 3 an jî 4 parlementeran bikin vê saziya girîng ya Yekîtiya Ewropayê (YE). Hebûna 3 an jî 4 parlementerên kurd dikare rojeva YE’yê biguhere û ew ên nehêlin carekê din hêzên emperiyalîst li ser Kurdan leystokan çê bikin.

Weke kesekê pisporê YE’yê ez ji bo hemû derdorên ku bixwazin di vî warî de xizmetê bikin amade me ku alîkar bim.

Ahmet DERE  /  02.12.2013
 
Not: Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin

2.12.2013

Qedexeya PKK’ê li Almanya’yê Didome

20 sal berê dewleta Alman PKK qedexe kir. Digel hebûna bi dehan hezaran sempatîzanên vê rêxistina kurd li Almanya dadgeha federal hemû xebatên bi navê PKK qedexe kir. Lê belê heman biryara qedexekirinê bi giranî li ser kaxizê ma. Li hemû deverên Almanya’yê dîsa bi dehan hezaran Kurd tevlî çalakiyên PKK bûn û lê xwedî derketin. Heya naha jî heman nêzîkatiya Kurdan dewam dike.

Di nava 20 salên borî de dadgehên federal û yên herêmî bi dehan komele û saziyên kurd qedexe kirine, dest dane ser hebûna wan. Di heman demê de bi sedan jî rêveberên heman saziyan û herwiha xebatkarên û qadroyên PKK’ê hatine girtin û bi salan di zîndanan de man in. Mirov dikare bêje ku dadgehên alman hevkariyekê mezin danin dadgehên tirk. Pir caran dozgerên her du welatan bihev re kar kirine.

Digel hemû zexta dewleta alman, li heman welatî Kurdan bi sedan hezaran îmze berev kirin û xwe weke endamên PKK’ê êlan kirine. Bê guman dewleta alman jî bêdeng nemaye, lidijî heman Kurdan cur be cur doz vekirine û cezayên pere li wan birîne. Hê jî Kurdên ku di zîndanan de ne û yên ku perê ceza didin hene.

Divê were zanîn ku biryara qedexekirina PKK tenê di bin înisiyatîfa dewleta alman de pêk nehat.  Di salên 1990’î de welatên Ewropa Navîn, bi taybetî Fransa, Îngilîstan, Holanda, Belçîka û Almanya di nava xwe de karê lidijî PKK parve kirin. Ji bo ku bala Kurdan tenê nekêşe ser welatekî her demê welatekî ket nava tevgerê. Di sala 1993’an de bûyera qedexekirina PKK’ê ji aliyê dewleta alman de weke wezîfeya hevbeş pêk hat. Lewre divê heman biryar weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bê dîtin û nirxandin.

Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê  bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.

Beriya her tiştî welatên Ewropa Navîn pirsgirêka kurd ji xwe re weke hacetekê bikar tînin. PKK di mijara pirsgirêka kurd de xwedî cihekê girîng e. Lewma heman kart wisa bihêsanî ji nava destê Ewropiyan dernakeve. Nêzîkatiya dewleta tirk jî di vî warî de bandorê çê nake. Çendî di navbera PKK’ê û dewleta tirk de pêvajoyekê diyalogê hatibe destpêkirin jî ew li ser nêzîkatiya siyasî ya ewropî de tesîrê çê nake. Wisa dixûyê ku rojekê li Tirkiye’yê PKK serbest bibe jî ew ê hê li Almanya’yê qedexe be. Jiber ku siyaseta Ewropiyan, ya derbarê Kurdan de herdem ji ya Osmaniyan û pişt re jî ji ya Komara Tirkiye’yê cuda hatiye lipêşxistin.

Ji bo ku nêzîkatiya Ewropiyan ya li Kurdan baştir bê fêm kirin divê analîzên dîrokî bên kirin. Bê naskirina dîrokê heman mijar  baş nayê  fêm kirin.

Ahmet DERE  /  18.11.2013

Ev Nivîs di Rûdaw’ê de Hatiye Weşandin

12.10.2013

Penaberî û Demokrasiya Ewropayê

Dema ku behsa ‘demokrasiyê’ tê kirin Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe dide pêş. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye, Ewropa di warê demokrasiyê de hê xwedî pirr kêmasiyan e. Bi taybetî siyaseta YE’yê a  derbarê penaberiyê de ne li gorî krîterên demokratîk e. Di heman siyasetê de rengê mafê mirovan tine.

Roja 3’yê Cotmehê li grava Lampedusa (Italya) teştiyekê penaberên Efrîqî kete behrê û bû sedemê mirina bi sedan kesan. Ev ne cara yekem e ku di sînorên Ewropayê de penaber jiyana xwe ji dest didin, her salê bi sedan kes di sînorên Ewropayê de rastî mirinê tên. Lê belê bûyera Lampedusa bû sedemê ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de, bê  niqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya ewropî li ser heman mijarê sekinî û disekine. Wusa dixûyê ku di hefteya pêş de wê Parlemena Ewropayê jî heman mojarê bigire rojeva xwe.

Rojek piştî bûyera Lampedusa Pap François jî heman mijarê girt rojeva xwe. Li pêşiya bi sedan hezaran kesan wî heman bûyerê weke ‘şerma herî mezin’ binav kir û bi awayekê vekirî siyaseta penaberiyê rexne kir. Nêzîkatiya Pap François bû sedemê ku pirraniya hêzên Hirîstiyan Demokrat ji nêz ve heman mijarê bişopînin û li ser bisekinin. Ev dikare bibe sedemê hin “pêşketinan”.

Weke tê zanîn li Ewropayê bi sedan hezaran penaber dijîn. Di roja îroyîn de bi sedan hezaran penaberên kevin bûn in hemwelatiyên ewropî, zarokên wan li vê parzemînê hatine dinê, bûn in xwedî hal û mal. Di cur be cur qadên siyaseta welatên ewropî de jî hin penaber, an jî zarokên wan, bûn in xwedî miqaman. Lê belê ev nayê wateya ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de li gorî krîterên mafên mirovan e.

Mekanîzma YE’yê li ser esasê berjewendiyên aborî dimeşe. YE’yê her salê pêwîstî bi sedan hezaran karkeran dibîne. Her ku diçe nifûsê hin welatên ewropî kal û pîr dibe. Divê cihê karkerên teqawit dibin bê tije kirin. Li vê derê penaber rolekê sereke dileyzin. Hin welat li gorî pêdiviyên xwe serîlêdanên penaberan qebûl dikin û mafê xebatê didin wan. Lewre di siyaseta penaberiya YE’yê de krîterên aborî dikevin pêş yên demokratîk û mafên mirovan.

Beriya buyera Lampedusa, mixabin siyaseta ewropî ya derbarê penaberan de nedihat niqaşkirin. Digel cur be cur çalakiyên girseya penaberan dîsa jî heman mijar nediket rojeva fermî ya Yekîtiyê û ya welatan. Çendî van rojan çapemeniya ewropî li ser heman mojarê disekine û wisa diyar e ku wê bikeve nava xalên rojeva hin saziyên ewropî jî, dîsa jî ez zêde xweşbîn nîn im ku heman siyaset bê guhertin. Jiber ku di bingeha hebûna girseyên ku dixwazin werin Ewropayê û li vê derê bibin penaber de sedemên siyasî yên ewropî hene.

Eger Ewropa nexwaze wuqasa penaber bên van welatan ew dikarê bi hêsanî li ser çareseriya pirsgirêkên bingehîn bisekine. Yanê divê Ewropa dev ji dagirkeriya modern berde.

Ahmet DERE / 07.10.2013

Ev Nivîs de Rûdaw'ê de Hatiyen Weşandin

13.09.2013

Vê Carê Ewropî Şer Naxwazin

Civîna G20 ku li Rusya’yê, bajarê St. Petersburg’ê pêkhatî rewşekê nû derxist holê. Weke demên borî êdî Ewropa lipey Emerîka naçe. Her pêşniyara ku ji aliyê Emerîkiyan ve bê kirin ji aliyê Ewropiyan ve nayê pejirandin. Bi awayekê din mirov dikare bêje ku Ewropî diguherin.

Beriya ku civîna G20 pêk were serokê Emerîka û yê Fransa’yê hêvî dikirin ku ew ê di heman civînê de alîkariya pirraniya welatên Ewropî bigirin û lidijî rejîma Baas ya Sûriyê mudaxaleya leşkerî pêkbînin. Lê belê wisa nebû, ji derveyê Fransa’yê ti welatekî din piştgiriya heman daxwazê nekir. Di heman civînê de giraniya Rûsya û ya Çîn’ê zêdetir derket pêş.

Digel helwesta şerxwaz ya serokê Fransa François Hollande, li gorî anketên ku çêdibin pirraniya Fransiyan alîgirê mudaxaleyekê leşkerî nîn e. Di nava Partiya Sosyalîst de jî kesên ku helwesta François Hollande napejirînin hene. Lewre Serokê heman welatî neçar ma ku bêje « Eger Kongreya Emerîka ji şer re nebê erê Fransa bi tena serê xwe nakeve nava operasyonekê leşkerî ». Ez vê mesaja Hollande weke sînyalekê guhertina helwestê dibînim.

Ji derveyê Fransa ti welatekî ewropî ku alîgirê mudaxaleya leşkerî ye tine. Ewropa ku hê di nava tengasiya aborî de ye naxwaze bikeve nava şer. Herwiha êdî Ewropî naxwazin li pey Emerîka biçin û ji hegemoniya wê re bingehê ava bikin. Ev tê wateya ku ; êdî pêvajoyekê nû di navbera têkîliyên emerîkî û ewropî de hatiye vekirin. Bi awayekê dîrekt nebe jî, bi rêbazekê endîrekt heman pêvajo dest pê kiriye.

Digel encamên civîna G20, dîsa jî hê îhtimala mudaxaleyekê leşkerî heye. Eger Kongreya Emerîka destûrê bide operasyonekê leşkerî wê ev îhtimal zêdetir bibe. Heya vê dema ku ez van rêzan dinivisînim jî derbarê helwesta Kongreya Emerîka’yê de agahiyekê net tine.

Roja duşemê agahiyên derbarê hevdîtina telefonîk ya di navbera John Kerry û Sergeï Lavrov de hate weşandin. Li gorî ku ez dişopînim ; dibe ku di rojên pêş de di navbera Rûsya û Emerîka’yê de rêbazekê « çareseriyê » bê dîtin. Civîna G20 bû sedemê hêzkirina helwesta bloka Rûsya û Çîn’ê. Giraniya helwesta Ewropiyan jî li aliyê bloka Rûsya û Çîn’ê ye.

Rêbazên ji bo « çareseriyê » çi û çawa dibin bila bibin êdî nema rejîma Baas li Sûriyê bikaribe xwe li ser nigan bigire. Heya dawiya vê salê wêneyê pêşeroja Sûriyê wê zelal bibe.


Ahmet DERE  /  10.09.2013

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.09.2013

Dengê Zengilê Şer

Van rojan hêzên Ewropî û Emerîka ketine nava hewldanên ji bo amadekariyên êrima lidijî rejîma Baas. Mesajên ku ji Washington, London û Parîs’ê tên diyar dikin ku ev hêzana di nava amadekariyên ciddî de ne. Li gorî hin ragihandinên taybet jî heman mijar bi awayekê zinde tê niqaş kirin.

Di çarçoveya konsepta Bihara Ereban de divê rejîma Baas bê xistin. An ew ê bixwe biçe, an wê bê xistin, jibilî vê yekê rêyekê din naxûyê.

Heya niha bi alîkariya Rûsya û Çin’ê Beşar Esad liberxwe da, lê belê diyar nîn e ku wê heya kengê Rûsya û Çin piştgiriya wî bikin. Di demên borî de jî me baş dît ku, hêzên weke Rûsya û Çin’ê dikarin helwesta xwe biguherin. Ev rastiya berjewendiyên dewletan e, bayê menfietê ji kû ve were ew berê xwe wê de dikin.

Piştî îddiaya ku dibê hêzên rejîma Baas çekên kîmyewî bikaraniye hêdî hêdî zimanê rayedarên Rûsya û yên Çin’ê jî diguhere. Çendî ne diyar e ku rejîma Baas heman çekan bikaranîbe jî fatûreya heman kiryarê ji wê re tê derxistin. Lewre wisa dixûyê ku di nava çend rojan de wê helwesta Rûsya û Çin’ê biguhere. Eger di siyaseta van du hêzan de ti guhertinekê çênebe  mirov dikare bêje ku wê pêvajoya şerê sar carekê din dest pê bike.

Beriya ku rayedarên YE û yên Emerîka’yê ragihînin ku ew ên bikevin nava amadekariyên « cuda » wezîrê karê derve yê Tirkiye’yê da xûyan ku welatê wî amade ye ku tevlî êrîşekê lidijî rejîma Baas bibe.

Rewşa Rojava’yê Kurdistan’ê rayedarên tirk kiriye nava hewldanên lezgîntir. Lewre tiştekê wisa ji bo dewleta tirk pirr asayî ye. Tenê ji bo ku Kurdên Rojava nebin xwedî statûyekê çi ji destê wan were ew ên bikin. Eger pêwîst be artêşa tirk dikare ji hêzên leşkerî yên Ewropî û Emerîkî re pêşengiyê jî bike. Dema ku statûya Kurdan dibe mijara gotinê dewleta tirk xwe ji ti zehmetî û xeteriyan dûr nagre.

Lê belê çawa ku rayedarên tirk hêvî dikin wê wisa nebe. Ne Emerîkî û ne jî Ewropî naxwazin dewleta tirk bi wan re pariyê parve bike. Lewre ew ê heya derekê ji hêza dewleta tirk îstifade bikin, lê belê ji xetekê bi şûn de ew ê nehêlin zarokên Osmaniyan bi wan re bibin xwedî heman mafan. Kesê ku van hêzên Rojavayî nas dikin bi hêsanî dikarin van gotinên min fêm bikin. Jiber ku me di dîroka Ewropî û Emerîkiyan de dubare mînakan dîtiye.

Çi û çawa dibe bila bibe, êdî rejîma Baas nikare xwe li ser nigan bigre, divê ew biçe an jî di xwe de guhertinên pir bingehîn pêkbîne.

Dengê zengilê şer hêdî hêdî nêzîk dibe.

Ahmet DERE  26.08.2013

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

15.08.2013

Rojava û Bêdengî

Li Rojavayê Kurdistan’ê şerekê qirêj didome. Rêxistinên ku ji xwe re dibêjin ‘Îslamî’ di bin heman navî de wehşetê didin jiyan kirin. Ne ola îslamê û ne jî olekê din van kiryaran qebûl nake. Ez bawer im di vî warî de her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ weke min difikire.

Ji bihara îsal vir ve tekoşîna Kurdên Rojava û şerê qirêj ku lidijî wan tê meşandin di rojeva Kurdan de ye. Her rojê nûçeyên hemû televîzyonên kurdî bi ragihandinên bûyerên li vê parçeyê tije ne. Çi li welat û çi jî li derveyê welat be, girseyên ku ji Kurdan pêktên herdem di nava çalakiyên şermezarkirina vî şerê qirêj de ne. Bi taybetî di van rojên dawî de, li Bakurê Kurdistan’ê heman çalakî bi dorfirehî tên çêkirin.

Li Ewropa’yê jî Kurd bêdeng nîn in. Her hefteyê li cur be cur welatan çalakî çêdibin, bang li welatên Ewropî tên kirin daku ew bêdeng nemînin. Lê mixabin, heya niha ji hêzên navneteweyî ti helwestekê dicih de raber nebûye. Hêzên ku parastina mafên mirovan ji xwe re dikin wezîfe derbarê kiryarên qirêj û komkujiyên ku lidijî Kurdên Rojava pêktên de ketine nava bêdengiyê.

Di nava hêzên navneteweyî de tenê Rûsya’yê helwestekê raber kiriye, wê xwastiye ku Kurdên Rojava jî tevlî guftugoyên derbarê Sûriyê de bibin. Çendî em bizanibin ku Rûsya di çi pozisyonê de ye û bi heman helwestê armanca wê çî ye jî, dîsa nêzîkatiya wê dicih de ye.

Dibe ku ji ber mehên havînê ku pirraniya rêxistinên navneteweyî karnakin ev bêdengî didome, lê belê dîsa jî em Kurd nikarin vê helwestê qebûl bikin. Li gorî ku ez agahiyan digrim, bi destpêka meha êlûnê bi şûn de di nava saziyên yekîtiya Ewropa’yê de mijara Rojava dikeve rojevê, lê belê kî dizane ka heya wê demê çiqas Kurd bên ketilkirin, çend gund û navçe bişewitin ?

Ligel vê bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî di nava Kurdan de jî qismekê bêdengî heye. Ez naxwazim mijara bêdengiya Hikûmeta Herêmî li vir bînim ziman, ji ber ku ew hate niqaşkirin, rexne çêbûn û di encamê de me daxûyaniyên rayedarên payebilind bihîstin. Ya ku ez dixwazim li vir bînim ziman ; bêdengiya hin Rewşenbîrên Kurd ku li Ewropa’yê dijîn e.

Weke tê zanîn li Ewropa’yê bi sedan kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Rewşenbîrên Kurd in’ hene. Lê mixabin, qasê ku ez dibînim û dişopînim, ji derveyê derdorên PKK’ê zêde deng ji van Rewşenbîrên Kurd dernakeve. Çima gelo ? Di vî warî de ez dixwazim hevoka Rewşenbîrî bi zanistî bê nirxandin.

Ahmet DERE  /  12.08.2013

Not : Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.08.2013

Kongreya Neteweyî

Di rojên borî de xebatekî pîroz hate destpêkirin. Di bin baniyê hikûmeta heremî ya Kurdistanê de civînên ji bo amadekariya Kongreya Neteweyî pêkhatin.

Bi salan e di nava Kurdan de hêviyên derbarê Kongreya Neteweyî de tên ziman, lê mixabin heya demekî berê di vî warî de ti pêşketin çênebûn. Pirr sedemên vê yekê hene. Lê belê wisa dixûyê ku bi giranî astengî ji holê rabûnin. Hêviyên me mezin in.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî berpirsyartiya vê xebata pîroz girtiye ser xwe. Çendî ji salan vir ve me hêvî dikir ku heman berpirsyartî pêkhatiba jî, hewldanên ku naha raber dibin zêdetir baweriyê didin me.

Yek ji sedemên ku Konferansa Neteweyî, an jî Kongreya Neteweyî, pêknehatiye nakokiyên ku di navbera hêzên kurd de heyî bûn. Bi taybetî nakokiyên di navbera PDK-YNK û  PKK’ê de sedemên sereke bûn. Wisa diyar e ku di navbera van hêzên mezin yên Kurdistanî de heman sedem neman in, an jî pirr kêm bûn e. Beriya her tiştî ev hêviyên me mezin dike.

Kongreya Neteweyî bi beşdariya tenê hêzên mezin pêk nayê. Divê, piçûk û mezin, hemû hêz, rêxistin, partiyên siyasî, komeleyên ku nûnertiya beşên civakî dikin tevlî heman karî bibin. Bê guman di vî warî de dîsa rola herî mezin dikeve ser hikûmeta herêmî ya Kurdistanê. Eger karê êqnakirina ji bo beşdariya Kongreya Neteweyî li benda hin rêxistinan bê hîştin, ez bawer im wê xelet be û ew ê li ser vê xebata pîroz bandora neyênî çê bike.

Di lîsteya beşdarvanên civîna yekem de navê hemû raxistin û komeleyên beşên civakî yên Kurdistanî tine bûn. Bi taybetî derbarê nûnertiya diyaspora Kurd de kêmasiyekê dixûya. Divê ev xebata wiha pîroz bi nêzîkatiyên partîzanî çênebe. Pêwîst e heman xebat di dilê hemû Kurdan de pîroziya xwe biparêze. Lewre divê derbarê beşdariyê de bi awayekê pirr hesas kar bê meşandin daku ev Kongre bibe ya Neteweyî.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî di qada navneteweyî de jî bandorekê girîng çê dike. Eger ji heman Kongreyê saziyekê bê avakirin, ez bawer im beşekê herî girîng yê berpirsyartiyên wê divê bibe meşandina dîplomasiyê. Wê demê ti hêz nikare bêje « Bila Kurd di nava xwe de bibin yek, pişt re em wan nas bikin ».

Hêvî mezin in…………..

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

23.07.2013

Pêvajoya Çareseriyê û Diyaspora Kurd li Ewropayê

Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » dest pê kiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja Abdullah Öcalan dest pê kir. KCK bi daxûyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew li gorî heman mesajê tevdigere. Heya naha bi dehan komên gêrîlla ji Bakurê Kurdistanê kişiyan Başûr. Heman meşa gêrîlla hê jî didome.

Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê li cur be cur herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzê PKK’ê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku min şopand û dişopînim, heya meha Hezîranê jî di van civînan de hêviyên mezin hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku van civînan pêkanîn hikûmeta AKP’ê soz daye ku ew li gorî « xeta rê » tevbigere û pêvajoyê lipêş bixe. Lê mixabin, tê dîtin ku wusa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin naxûyên.

Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji agahdarkirinê zêdetir  atmosfera serkeftina têkoşîna gêrîlla hatiye belavkirin. Bê guman xbatekî wusa ji pirsên diyasporayê re nikare bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzê PKK’ê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekê giştî mirov nikare Diyaspora Kurd li Ewropayê weke hêzekê bikar bîne. Ez vê weke kêmasiyekê dibînim û ji bo pêşerojê weke xalekê qels dinirxînim. Divê wusa nebûya û wusa nebe.

Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bê hêz û vîna diyasporayê nikare bimeşe. Roja îroyîn parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyelekê mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêje, huner û herwuha aborî de Kurdên li Ewropayê rolekê girîng leystine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyê tu pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyekê çêbibe ew ê zerarê bibîne.
Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim divê hemû Kurdên li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hê di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyekê peyda nebûbe jî mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Tu hêza diyasporal ji yek rêxistinekê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cur be cur nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wusa be ne mumkun e hêza diyasporal çêbibe û bi feyde be.

Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin wê demê divê derbarê vê « Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » de nêrîna Diyaspora Kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin. Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.

4.07.2013

Ewropa û Emerîka

Piştî ku xebatkarekî saziya saloxgeriya Emerîkayê, Edward Snowden ji Hong-Kong’ê çû Moskovayê hin ragihandin di çapemeniya cîhanê de belav bûn. Li gorî heman ragihandinan saziya saloxgeriya Emerîkayê balyozxaneyên hin welatan, ên wekî Fransa, Yûnanîstan, Îtalya, Tirkiye û hwd guhdar kiriye. Li gorî heman agahiyan Emerîkiyan bûroyên Yekîtiya Ewropayê jî girtine nava sînorên xebatên saloxgeriyê û guhdar kirine.

Dema ku ev agahî di çapemeniya Ewropayê de hate weşandin, di serî de Parlemena Ewropayê û cur be cur sazî û rêxistinên ewropî daxûyanî weşandin. Bi awayekê aşkere û bi dengekî bilind Ewropiyan ji rayedarên Emerîkî xwastin ku ew zelaliyekê çêbikin. Pirr dereng na, 3 roj pişt re Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry, bi awayekê indîrekt, diyar kir ku tiştekê wusa mumkun e. John Kerry negot ‘Belê rast e ku me balyozxaneyên hin welatan û herwuha bûroyên YE’yê guhdar kiriye’ lê belê wî got ; « Her welat ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî cur be cur xebatan dimeşîne, ev tiştekê asayî ye ».

Piştî ku zelal bû Emerîka hin welatan û bûroyên YE’yê guhdar kiriye, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de nerazîbûn diyar dibin. Her ku diçe di vî derbarî de niqaş kûr dibin. Wusa diyar e ku heya demekê wê di navbera van du hêzên kapîtalîst de sarbûnekê çêbibe.

Hin hêzên weke Partiyên Çep û Keskan dixwazin vê mijarê bikin sedemê nakokiyên mezintir û bi vê rê dixwazin bandorekê li ser girseyan çêbikin. Lewre wusa dixûyê ku di rojên pêş de wê heman mijar bikeve rojeva meclîsên hin welatan jî. Ji niha ve, li Fransayê, nûnerên Partiya Keskan dixwazin hikûmeta Sosyalîst bibe xwedî helwestekî zelal.

Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî bû ye sedemê pirr niqaşan. Vê heftê li Strasbourgê heman mijar tê niqaşkirin. Ji niha ve nûnerê heman saziyê Daniel Cohn-Bendit (endamê Koma Keskan e) ji YE’yê daxwaz kiriye ku ew hemû têkîliyên bazirganiyê bi Emerîkayê re bicemidîne.

Gelo wê ev mijar bibe sedemê xiravbûna têkîliyên di navbera Emerîka û Ewropayê de ? Li gorî min na, bi taybetî mijarên wusa nabin sedemê nakokiyên pirr kûr û duşminatiyê di navbera van du hêzên kapîtalîstên cîhanê de. Heya demekê cur be cur derdorên ewropî wê li ser heman mijarê bisekinin û niqaşan bikin, lê belê ji demekê bi şûn de herkes kerr dibe û hemû tişt weke dema borî dimeşe.

Hin derdorên çepgir, bi taybetî yên ku xwe weke komûnîst û antî-kapîtalîst dibînin, hêvî dikin ku ji vê mijarê nakokiyên pirr kûr derkevin. Lê wusa nabe, Emerîka û Ewropa hevkarên hev yên stratejîk in, ew dikarin nakokiyên wuha pirr bihêsanî jibîr bikin.

 

6.06.2013

Çalakiyên li Tirkiyê û Helwesta Ewropiyan

Ev çend roj in li Tirkiyê çalakiyên protestoyî çê dibin. Çendî heman çalakî bi armanca protestokirina karê şaredariya Stenbolê hatibin dest pê kirin jî, di rojên dawî de ew lidijî siyaseta hikûmeta AKP’ê lipêş ketin. Wusa diyar e ku ji vê demê bi şûn de AKP nikare tenê li gorî berjewendiyên xwe nîzamê bide Tirkiyê.

Dema ez vê gotarê dinivîsim çalakî bi dorfirehî didomin. Li gorî agahiyan, ne tenê li Stenbolê, herwuha li Enqerê û li pirr deverên din ên Tirkiyê û Kurdistanê jî bi heman armancê çalakî hene.

Çend rojên destpêkê rayedarên welatên ewropî tu helwest raber ne kirin. Piştî ku çalakî dorfireh bûn û lidijî hikûmeta AKP’ê bihêz bûn rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), bi taybetî berpirsyarên  Komisyan û Parlemana Ewropayê, daxûyanî weşandin. Di daxûyaniyên  rayedarên ewropî de hem piştgiriya çalakiyan hate kirin û hem jî tê xwestin ku çalakî ji çarçoveya qanûnan dernekevin û bi şeweyên demokratîk pêk werin.

Seroka Komsyona Hevbeş ya Tirkiye-PE Hélène Flautre û Serokên hemû  Komên PE’yê bi daxûyaniyên xwe piştgirî didin çalakiyan û bangê li hikûmeta tirk dikin ku ew guh bide dengê çalakvanan. Lêbelê di hemû daxûyaniyên Ewropiyan de piştgiriyekê veşartî jî ji bo AKP heye.

Beriya her tiştê Tirkiye û hikûmeta AKP’ê ji bo hêzên rojavayî xwedî wateyekê girîng in. Ne Amerîka û ne jî Ewropa naxwazin, bi taybetî di vê demê de, Tirkiye pir tevlihev bibe. Ji bo van hêzan pirr giring e ku Tirkiye, bi rêveberiya AKP, weke nimûne bê parastin ku ew bikaribin wê ji bo parastina berjewendiyên xwe bikar bînin. Lewre di daxûyaniyên pirraniya rayedarên rojavayî de piştgiriyekê veşartî ji bo AKP tê kirin. Wezîrê karê derve yê Fransa Laurent Fabius da xûyan ku « Çalakiyên li Tirkiyê çê dibin bahara Tirkiyê nîn e, lê belê ew xwedî xeteriyekê mezin in, lewre divê hikûmeta tirk bi rêbazên demokratîk û biaqilane tevbigere ».

Li Ewropayê jî, bi pêşengiya cur be cur komele û rêxistinên Tirkan û Kurdan hin çalakî çê bûn û çê dibin. Min dîqet kir, heya naha tu çalakî ji aliyê Ewropiyan ve nehatiye destek kirin, tevlêbûna Ewropiyan çê nebûye.

Wusa diyar e ku Ewropî heya demekê wê helwesta xwe neguherînin. Eger çalakiyên mijara gotinê pirr fireh bibin û hikûmeta AKP’ê bixin nava tengasiyekê mezin û siyaseta Tirkiyê bikeve nava rewşekê bêîstikrar wê demê dibe ku Ewropî, û herwuha Emerîkî û hêzên din yên rojavayî, bikevin nava çêkirina senaryoyan. Ji bo van hêzan pirr zehmet nîn e ku li Tirkiyê ji xwe re hevkaran peyde bikin. Lêbelê, li gorî şêweya çalakiyan, ev qad hê li derveyê îhtimalan e.

Hêzên rojavayî herdem li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ferseta ku derkeve holê wunda nakin. Heya naha ew ji xwe re AKP weke hevkarekê baş bikar tînin, lêbelê eger AKP bikeve nava xeteriyê helwesta rojavayiyan pirr zû dikare bê guhertin.

Ahmet DERE / 03.06.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

2.06.2013

Swoboda û Kiliçdaroğlu

Hefteya borî li Brûkselê serokê Koma Sosyalîst ya Parlemena Ewropayê Hannes Swoboda û serokê CHPê (Partiya Komarger ya Tirkiyê) Kemal Kiliçdaroğlu hatin gelhev. Piştî hevdîtinê her du bihev re derketin pêşberî çapemeniyê û daxûyanî dan. Lê belê wusa hate dîtin ku Kemal Kiliçdaroğlu fêm ne kir ku ew li Ewropayê ye û di bin baniya rêxistinekê payebilind de ye, lewre wî lidijî AKPê bi zimanekê tûnd axifî û got « Erdoğan û Beşar Esad di tayê hev de ne ». Piştî van çend gotinên Kiliçdaroğlu Swoboda axifî û helwesta Kiliçdaroğlu rexne kir. Qasê ku min şopand, wusa hate xûyan ku serokê CHPê matmayî ma û nizanibû çi bêje.
Bê guman ev bûyer ji bo AKPê bû hincetekî girîng daku ew şûrê xwe li dijî CHPê tûjtir bike.
Buyera ku li Brûkselê qewumî di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. Heman bûyer di çapemeniya ewropî de zêde nehatibe niqaş kirin jî, ez bawer im rayedarên Koma Sosyalîst ya PEyê di nava xwe de nirxandine. Bê guman heman rayedar helwesta Swoboda pejirandine. Tenê pejirandin ne, ez bawer im wê Ewropî heman buyerê bikin rojeva Sosyalîst Internasiyonalê jî. Di demên pêş de dibe ku ev rêxistina navneteweyî ya sosyalîstan jî piştgiriya Swoboda bike.
Ev ne nakokiya yekem e ku di navbera CHPê û Sosyalîstên Ewropî de derdikeve, di demên borî de jî cur be cur nakokî derdiketin û bi taybetî jî zimanê Deniz Baykal, yê ku wî lidijî Kurdan bikar dianî, dahate rexne kirin. Piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya CHPê dûr ket û Kiliçdaroğlu bû serokê wê Sosyalîstên Ewropî dev ji rexneyan ber dan û piştgiriya Kiliçdaroğlu kirin. Mirov dikare bêje, bi hatina Kiliçdaroğlu ve îmajê CHPê jî li gel Ewropiyan hinekê guherî.
Buyera nû ku di navbera Swoboda û Kiliçdaroğlu de qewumî bi Ewropiyan jî baş da xûyan ku CHP nehatiye guhertin û ew hê jî di xeta xwe ya nijadparêz de ye. Herwuha heman buyerê rastiyekê din jî aşkere kir ; ew jî ew e ku Ewropî piştgiriya helwesta AKPê ya derbarê Sûriyê dikin û nêzîkatiya wê dipejirînin.
Di demên borî de CHP bi helwesta xwe ya lidijî Kurdan ji aliyê Ewropiyan ve dahate rexne kirin, naha mijara Sûriyê jî lê zêde bû. Lewma derbarê têkîliyên CHPê û Partiyên Sosyalîst yên Ewropî de wê pêvajoyekê nû dest pê bike. Ev pêvajo dikare ji aliyê BDPê ve jî were bikaranîn. Jiber ku di nava rêxistina Sosyalîst Internasiyonalê de CHPê herdem xwastiye li pêşiya BDPê astengiyan çê bike. Eger nakokî di navbera CHP û Sosyalîstên Ewropî de kûr bibin dibe ku rê ji endametiya BDPê  re ve bibe. Belkê ev nêrîna min weke fantezî û daxwaza min ya taybet be, lê belê bingeha wê jî heye.
Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn diqewume û ya ku li Tirkiyê hatiye destpê kirin dikare bi xwe re pir tiştên xerîb jî biafirîne.
Ahmet DERE  /  21.05.2013
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

13.05.2013

Tevgera Diyaspora Kurd

Ji salên 2000î vir ve derbarê Diyaspora Kurd de pir gotar tên nivîsandin û niqaş tên kirin. Min jî derbarê heman mijarê de çend caran nivîsiye. Di pirtûka xwe ya yekem de jî min behsa heman xalê kiriye.
Di vê dema ku li welatê me pêvajoyên nû tên niqaş kirin de pêwîstiya bi hêza diyasporayê zêdetir derdikeve pês. Lewre divê hemû Kurdên li derveyê welat, bi taybetî jî ên li Ewropayê dijîn, bikevin nava tevgerekê. Bê tevger hêza diyasporayê çê nabe.

Li Ewropayê nêzê 2 mîlyonan Kurd dijîn. Lê mixabin mirov nikare li vê parzemînê hêzeke Kurd ya diyasporayê bibîne. Çawa ku welatê me hatiye parçe kirin, li Ewropayê jî Kurd parçe parçe ne. Dema ku mirov li wêneyê Kurdên li Ewropayê dinêre cur-be-cur reng dixûyên.

Li Ewropayê, bi taybetî bi navê Kurdên Bakur, di aliyekê de PKK, di aliyê din de jî KOMKAR û derdora wan xwe weke nûneriya diyaspora kurd didin xûyan. Bi taybetî KOMKAR li Almanya û ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê jî çê kiriye. Lê belê di nava girseya Kurd de ew zêde bihêz nîn e û nikare dengekê bibandor derxe. Çendî PKK dikare bi dehan hezaran Kurdan li dora xwe bicivîne wî nikaribûye ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê bide çê kirin. Digel pêvajoya nû hê jî navê PKK li ser lîsteya Ewropiyan ya « Rêxistinên Terorîst » e.

Mixabin derbarê diyasporayê de Kurdên Başûr, yên Rojava û yên Rojhilat neketine nava ti hewldanekê. Digel ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwedî pirr derfetan e, mixabin heya naha min nedîtiye ku ew ketiye nava hewldanekê tevger kirina diyasporayê. Bi taybetî ji bo Hikûmeta Herêmî ez vê yekê weke kêmasî dibînim.

Naha pêwîstiyekê pirr girîng bi tevger kirina diyaspora Kurd heye, an jî ez bêjim ‘divê li Ewropayê Diyaspora Kurd bê çê kirin’. Gotina ‘Diyaspora’ bixwe tê wateya hêzbûnê, eger diyaspora hebe hêz jî heye. Eger hêza Cihûyan û ya Ermeniyan li Ewropayê û li Emerîkayê tine ba kesî nikaribû behsa Diyaspora Cihûyan û ya Ermeniyan bikira. Divê êdî Kurd jî bibin xwedî hêzekê û diyaspora wan jî hebe.

Tenê bi gotin diyaspora nayê tevger kirin. Çendî PKK û KOMKAR bêjin ‘em nûnertiya diyaspora kurd dikin’ ev tiştekê ava nake. Beriya her tiştî pêwiste di nava sazî û rêxistinên Kurdên li Ewropâyê de yekdengiyekê hebe û ligel saziyên cur-be-cur welatên Ewropî û yên Yekîtiya Ewropayê jî bihev re kar bikin. Lê mixabin, heya naha tiştekê wisan tine, parçebûna welatê me bandora xwe li ser Kurdên li penaberiyê jî kiriye.

Carekê din ez dixwazim dubare bikim, di vê pêvajoya nû de pêwistiyekê mezin bi tevger kirina diyasporayê heye. Hikûmeta Herêmî ya Başûr û BDP dikarin di vî warî de rola pêşengiyê bileyzin. Bê ku ferqê bixin nava Kurdan, eger daxwazekê ji aliyê van 2 hêzan ve were, ez bawer im wê bersivekê erênî bigirin û bi encam bin.

Ez dikarim bêjim li Ewropayê hêzekê rewşenbîrî ku bikaribe bibe dengê Diyaspora Kurd jî heye û ji xebatan re amade ye.

Ahmet DERE  /  06.05.2013

Ev gotar di Rûdawê de hatiye weşandin
 

 

30.04.2013

Nakokiyên Ewropiyan

Weke her salê îsal jî Parlemena Ewropayê derbarê Tirkiyê de rapor amade kir. Roja 17 Nîsanê li Strasbourgê heman rapor hate niqaş kirin û rojek pişt re jî kete dengdanê. Heman rapor bi 451 dengî hate qebûl kirin.

Ji bo amade kirina vê raporê Parlemena Ewropayê, bi pêşengiya xanim Ria Omen Ruijten wêneyê salekê yê Tirkiyê dikişîne, nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe di heman raporê de rêz dike û pêşkêşî  Komisyon û Konseya Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Tirk dike. Rapora îsal dirêj e, beşê wê yê giştî bi 57 xalan hatiye nivîsandin.

Roja ku heman rapor hate niqaş kirin piraniya endamên PEyê li Strasbourgê bûn, qasê ku min şopand bi dehan parlementeran mafê sozê girtin û derbarê naveroka raporê de nêrînên xwe anîn ziman. Di salên dawî de ev cara duyem e ku ez dibînim nûnerên Ewropî bi zimanekê nerm behsa PKKê dikin û bi awayekê aşkere daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd tînin ziman. Ez dikarim bêjim hemû parlementerên ku axifîn piştgiriya destpêkirina pêvajoya nû kirin. Yanê bi awayekê zelal daxwaza pêşxistina guftugoyên li Imraliyê anîn ziman. Lê belê, weke her demên borî, di nêrînên hemû parlementeran de gotina « çareserî »yê seranser û bêbingeh bû,  tê de pêşniyarên rêbazan tine bûn.

Rapora PEyê di pir aliyan de wêneyê Tirkiyê zelal kişandiye, derbarê dadgehan de, yê zarok  û rojnamevanên girtî de, yê olên kêmnetewe, newekheviya herêman û hwd. de analîzên dorfireh hene. Ji bo ku Tirkiye di rêya Yekîtiya Ewropayê de bikaribe mesafe bigire hin pêşniyar jî hatine rêz kirin. Mirov dikare bêje PEyê di rexneyên xwe de û di piraniya daxwazên xwe de mafdar e. Lê mixabin her sala ku heman Parlemen rapora xwe diweşîne rayedarên tirk dikevin nava helwestên xweparastinê û hewce dibînin ku nêrîn û pêşniyarên raportorê û yê PEyê vala derxînin. Îsal jî wisan bû.

Derbarê naveroka rapora mijara gotinê de û herwuha ya axiftinên parlementeran de tişta ku zêde bala min kişand durûtiya Ewropiyan bû. Digel ku di rapor û di axiftinên nûnerên PEyê de daxwaza pêşxistina guftugoyên di navbera dewleta tirk û Abdullah Öcalan de dahate ziman tu kesî behsa lîsteya rêxistinên terorîst ya YEyê nekir. Yanê bi awayekê din, rayedarên Ewropî dibêjin ‘divê bi terorîstan re guftugo bê meşandin’. Ev jî ne li gorî krîterên YEyê ye ne jî ehlaqî ye. Min dixwast ku di heman raporê de hatiba gotin ku ‘divê navê PKKê  ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin daku guftugo baştir bên lipêşxistin’. Lê mixabin tişta ku min hêvî dikir nebû, lewre ez nikarim sedî-sed bi van nêrînên nûnerên Ewropî bawer bikim.

Piştî niqaşên li PEyê min bi hin parlementerên Ewropî re sohbet kir. Piştî bi salan şûn de ez êdî dibînim ku heman sazî hêdî hêdî dixwaze derbarê Kurdan de û herwuha derbarê Tirkiyê de bibe xwedî nêrînên ‘objektîf’. Lê belê ez baş dizanim ku heya siyaseta bingeh ya YEyê neyê guhertin wê ev nêrîna ‘objektîf’ baş çê nebe.

Ahmet DERE  /  22.04.2013

29.03.2013

Doza Komkujiya Parîsê


Doza Komkujiya Parîsê, ku ev bû sê meh, hê di nava nediyariyekê mezin de ye. Ne dozger tiştekê ji raya giştî re radigihînin û ne jî parêzerên dozê. Wusa diyar e ku rayedarên Fransewî dixwazin hêdî hêdî vê dozê ji ber çavên raya giştî veşêrin.

Li gorî atmosfera ku di çapemeniya Fransayê de heyî heman komkujî weke encama nakokiyên navxweyî yên PKKê pêkhatiye. Bê guman di çê kirina vê atmosferê de rola dozgeran heye. Bi rêya hin rojnamevanên ku nêzîkê dozgeriyên in ev atmosfer hatiye çê kirin.

Di rojên destpêkê de hevkariyekê di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûbûn. Hatibû ragihandin ku dozgerên Fransewî çend caran çûnin Tirkiyê. Li gorî bavê Fidan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan çi bûye di dema wan serdanan de bûye. Yanê Fransa û Tirkiyê lihev kirine ku heman komkujiyê weke bûyerekê navxweyî bidin xûyan.

Çend roj berê Hasan Dogan çûbû Parîsê û bi parêzerên dozê re hevdîtin çê kiribû. Li gorî ragihandinên wî di destên parêzeran de jî tiştekê tine. Serdozgerî tu agahiyekê jî nade parêzeran. Lewre wusa dixûyê ku dadgeh jî bi salan şûn de wê çê bibe.

Li gorî agahiyên Hasan Dogan, kesê ku weke kujêr hatiye girtin, Omer ji rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê re name şandiye û ji wan xwestiye ku ew lê xwedî derkevin. Yanê heman kes hê qebûl nake ku wî vê komkujî pêkaniye. Eger rastî ev be, wê demê mirov dikare bipirse ; ka kujêr kî an jî kîn in ? Gelo di vî warî de dewleta Fransayê berpirsyartiya xwe pêkaniye ? Eger pêkneaniye çima wuha dereng dimîne ? Herwuha çima rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê tiştekê bibandor nakin daku dozger encama lêgerînê aşkere bikin ? Herwuha derbarê Ömer Güney û endametiya wî ya Komeleya Kurd de jî hê ji raya Kurd re û herwuha ji malbatên sê jinan re tiştekê zelal nehatiye gotin. Çima ev bêdengî ?

Sê jinên kurd hatin qetil kirin, piştî sê mehan hê jî derbarê kujêran de tiştekê nehatiye aşkere kirin. Malbatên van sê jinan di nava xemgîniyekê giran de ne. Lê mixabin nikarin dengê xwe derxin. Rêxistinên ku ji wan re bibin alîkar û di ser dozgeriya Fransewî de zextê çê bikin jî tinene. Rêxistinên jinên kurd ku pêwîst e di vî warî de karekê bibandor bikin jî tiştekê zêde nakin. Tenê çalakiyên hefteyî, rojên çarşemê, li Parîsê çê dikin û ew jî zêde bandorê nakin.

Divê komkujiya Parîsê nekeve bin siya « Pêvajoya Çareseriyê ». Çi dibe bila bibe divê kujêrên vê bûyerê werin dîtin. Divê hêzên li pişt kujêran, kî dibin bila bibin, werin dîtin û ji wan hesab bê xwastin. Di vî warî de berbirsyartiya herî mezin dikeve ser milên rêxistinên jinên kurd. Ev berpirsyartî tenê bi çalakiyên bîranînê pêk nayê, pêwîst e xebatekî dadî û herwuha siyasî bê meşandin.

Ahmet DERE  /  25.03.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

15.03.2013

Ewropa û Sûriye

Piştî hewa bahara ereb ku li Misir, Cezayîr, Tûnis û welatên din lipêş ket, Ewropa û Emerîkayê bala xwe kişandin ser Sûriyê. Bi alîkariya amadekariyên ku van hêzan kiribûn, di 2011an de li Sûriyê tevliheviyê dest pê kir. Di nava demekê kurt de li pir herêmên vî welatî şerê navxweyî derket û dorfireh bû. Weke tê dîtin, ji du salan vir ve, her rojê li Sûriyê bi dehan kes jiyana xwe jidest didin.

Di rojên destpêka tevliheviya li Sûriyê de Fransa piştgiriya xwe ji muxalefetê re êlan kir. Emerîka bi rêyên dîplomatîk helwestekê bi heman şêweyê raber kir. Di nava welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hêdî hêdî piştgiriya ji bo muxalefetê pêş ket, helwestekê neyênî raberî Beşar Esad û derdora wî hate kirin. Ne bi awayekê fermî be jî, YE bi rejîma Esad re têkîliyên xwe pirr bisînor kir.

Tê zanîn ku di nava welatên yekem, yên ku lidijî rejîma Esad helwest girtin de, Tirkiye jî heye. Tayîp Erdoğan lidijî rejîma Esad şerekê ne fermî êlan kir. Bê guman armanca rayedarên tirk cuda bû, wan dixwastin û hê jî dixwazin li pêşiya pêşketina tekoşîna rizgariya Kurdên Rojava astengiyan çê bikin. Lewma heya jidestê wan tê ew ji beşekê muxalefeta Sûriyê re alîkariyê dikin.

Dema ku li Sûriyê tevlihevîyê dest pê kir Emerîka û bi taybetî jî Fransa helwesta ku wê Rûsya û Çîn raber bikin nekiribûn nava hejmara encamê. Lewre heman hêzên nevneteweyî naha ketine nava dudiliyekê kûr. Di navbera welatên endamên YE de hêdî hêdî nêrînên cuda derdikevin holê. Li gorî ku ez dişopînim di kûlîsên saziyên YE de helwesta Fransa û ya Îlgiltere nayên pejirandin, rexne li wan zêde dibin.

Van demên dawî di pişt deriyên girtî de, bi rêyên dîplomatîk bêhna hawldanên ji bo konsansûsekê di navbera muxalefeta « modern » û rejîma Esad de belav dibe. Dema ku mirov parçe parçe daxûyanî û helwesta rayedarên Ewropî digire ber çavan baş dixûyê ku wê di demên pêş de guhertinekê çê bibe.

Guhertinekê çawa ?

Beriya her tiştî Ewropiyan fêm kirine ku rejîma Esad ne weke ya Misir, Libya û hin welatên Ereb ên din e. Li pişt vê rejîmê hêzên navneteweyî ên wekî Rûsya û Çinê hene. Xistina vê rejîmê dikare bibe sedemê tevliheviyekê navneteweyî. Çin û Rusya naxwazin di Rojhilata Navîn de hemû leystok li gorî daxwaza Emerîka û Ewropayê bê lidarxistin. Lewre kevirên stratejiya Ewropayê ku bi pêşengiya Fransayê hate lidarxistin, hêdî hêdî dihecin. Di van mehên bahara îsal de dibe ku rêyekê ji pirsgirêka navxweyî ya Sûriyê re were dîtin. Lê belê ev nayê wateya ku wê Beşar Esad û rejîma Baas li ser desthilatdariyê bimîne.

Piştî wuqasa şerê navxweyî û kuştina bi hezaran kesan êdî ne mumkun e ku temenê heman rejîmê dirêj bibe. Çi û çawa dibe bila bibe êdî di Sûriyê de tişt weke dema borî nikarin bimeşin. Ev rastî bi her awayî derketiye holê û Ewropî jî vê yekê dibînin.

Ahmet DERE  / 11.03.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

1.03.2013

Fransa û Kurd

Derbarê pirsgirêka Kurd de cihê Fransa cuda ye, divê cuda bê dîtin.

Di destpêka salên 1990î de, bi alîkariya Xanim Danielle Mitterand, cara yekem li Ewropayê Konferansa Kurd pêk hat. Di wê Konferansê de pirsgirêka Kurdên li Tirkiyê jî hate niqaş kirin. Tevlîbûna hin Parlementerên Kurdên Bakur  li wê Konferansê bû sedemê pir rexneyên şovenîstên Tirk. Lê belê heman bûyer ji pêvajoyekê nû re derî ve kir, ji heman demê bi şûn de mijara pirsgirêka kurd ket rojeva siyasî ya Tirkiyê.

Ji beşê duyem yê sedsala borî vir ve Fransa herdem xwe nêzîkê Kurdên Başûr girtiye. Bi taybetî Partiya Sosyalîst (PS) di vî warî de serkêşî kiriye. Piraniya xebatên navneteweyî yên Xanim Mitterand ji bo Kurdan de pêk hatiye. Gelê Kurd tu car vê rastiyê ji bîr nake.

Tê zanîn ku cara yekem li Ewropayê Enstîtûya Kurd li Parîsê çê bûye. Di damezrandina vê Enstîtûyê de dîsa rola PS û herwuha ya Xanim Mitterand mezin e. Sîneastê mezin yê Kurd Yilmaz Güney ji Tirkiyê revî hat Fransayê, di salên 1990’î de Mûzîsyenê Kurd Ahmet Kaya jî hat Fransayê. Ev herdu hunermendên mezin yên Kurd jî li Fransayê çûn in ser dilovaniya xwe. Mexberê wan li Parîsê ye.

Ligel vê rewşa Fransayê, mixabin heman welat herdem di nava eniya dijberiya Kurdan de jî cih girtiye. Di salên 1993-1994an de, piştî Almanyayê, Fransa rola pêkanîna operasyonan lidijî Kurdên Bakur (bi taybetî lidijî PKKê) hilda ser xwe. Di wan du salan de bi sedan Kurd hatin girtin, hin ji wan bi salan di zîndanan de man. Bi dehan saziyên Kurdan hatin qedexe kirin. Di sala 1993an de ez berpirsyarê Kurdistan Komîtê bûm li Parîsê, heman sazî (ya ku pişt re navê wê  bû Bûroya Enformasyonê û di 9ê Çile de 3 jinên Kurd lê hatin qetilkirin) hate qedexe kirin, çend rojan pişt re jî ez hatim girtin. Bê ku dozger û polîs min bi tiştekê tewanbar bikin, ez di heman welatî de hatim sirgûn kirin. Eger Gabonê wê demê qebûl kiriba, dibû ku Polîsê Fransewî min sirgûnê Gabonê kiriba.

Ji sala 1993an vir ve Fransa hem xwe weke alîgirê Gelê Kurd daye xûyan, hem jî di nava eniya dijberiya Kurdan de cih girtiye. Çendî hikûmet hatibin guhertin jî siyaseta Fransayê derbarê Kurdan de nehatiye guhertin.

Weke tê zanîn roja 9ê Çile  li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetil kirin. Ev bû 45 roj hê zelaliyekê çê ne bûye. Tê gotin ku kiryarê heman bûyerê Ömer Güney e, lêbelê hê derbarê pêkhatina kiryarê de tu tiştekê zelal ji raya giştî û herwuha ji malbatan re nehatiye aşkere kirin. Mija li ser heman bûyerê her ku diçe qalind dibe.

Ji 9ê Çile vir ve di navbera Fransa û Tirkiyê de hevkariya ewlekariyê tê xurt kirin. Di vê navberê de li Fransayê bi dehan Kurd hatine girtin. Li gorî ku ez dibînim, her ku diçe nêzîkatiya vî welatî li Kurdên Bakur tûndtir dibe.

Ahmet DERE  /  25.02.2013

14.02.2013

Helwesta Ewropiyan Diguhere

Hefteya borî, roja 6ê Sibatê, li Parlemnena Ewropayê (PE) nêzê saet û nîvê Pirsgirêka Kurd hate niqaş kirin. Ev ne cara yekem e ku PE derbarê heman pirsgirêkê de niqaşên wuha dike, lê belê ev cara yekem e ku bi helwestekê guherî niqaşan tên kirin. Lewre ez di helwesta Ewropiyan de guhertinekê bingehî dibînim.

Beriya her tiştî bûyera ku PE mijara « Pirsgirêka Kurd » girt rojeva civata giştî xalekê girîng e. Dibe ku heya naha pir caran di bin baniya heman saziyê de civîn û konferans li ser mijara Pirsgirêka Kurd hatibin tenzîm kirin, lê belê vê carê bi awayekê zelal û bi dorfirehî heman saziyê xala « çareseriyê » girt rojeva xwe. Di axiftinên hemû parlementeran de nêrîna erênî serdest bû, ji pêvajoya Imraliyê re piştgirî hebû.

Divê were zanîn ku PE rojeva xwe bê amadekarî çê nake. Herwuha ev saziya ewropî, bê ku berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê bigire ber çavan tu mijarê nake rojeva xwe û li ser ranaweste. Lewre, weke kesekî vê saziyê nas dike, ez baş dibînim ku, derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de Ewropî neçar man in. Eger berdewamiya şer li gorî berjewendiyên Ewropiyan bûya di vê demê de  mijarekê wusan nediket rojeva PE.

Lê belê divê em sivik nêzîkê vê mijarê nebin, nekevin nava analîzên xeyalperest. Eger rayedarên Ewropî biryar dabin ku Pirsgirêka Kurd bê çareser kirin, ev tê wateya ku heman rayedaran hejmara parastina berjewendiyên xwe kirine. Yanê, Ewropî ji bo berjewendiyên me Kurdan nakevin nava hewldanan. Heya naha berjewendiyên Ewropiyan di rewşa bialoz de bûn, piştî sedsala borî û guhertinên ku di konjonktûra cîhanê de pêk hatin, rayedarên saziya Yekîtiya Ewropayê (YE) nêzîkatiya xwe guherandin. Ji bo Ewropiyan divê di herêma Rojhilata Navîn de, bi taybetî li Tirkiyê, Kurd hebin. Lê ev daxwaza ji bo hebûna Kurdan ne bi awayekê wusa ye ku ew bibin xwedî statûyekê. Qasê ku ez dibînim, Ewropî dixwazin Tirkiyekê bê şer nêzîkê xwe bikin. Ji bo parastina hêzên Rojavayî pêwîstî bi Tirkiyê heye.

Di niqaşên PE de hate dîtin ku derbarê PKK de hê alozî hene. Hin parlamenteran daxwaz kirin ku PKK ji ser lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, hin ji wan jî bi israr hevoka terorîst û PKK bihev re bikar anîn. Dibe ku di demên pêş de di vî warî de hin gav bên avêtin. Di vî warî de pêwîste aşkerekirina rapora Europol, ku van rojan çê bû, li ber çavan bê girtin. Derbarê PKK de naveroka heman raporê erênî nîn e.

Pêwîste rastiyekê din jî bê zanîn ; hikûmeta AKPê bê destûra Amerîka û YEyê dest bi pêvajoya Imraliyê ne kiriye. Lewre di destpêka vê pêvajoyê de ji aliyê her du hêzân ve jî piştgirî çê bû, çê dibe. Niqaşên ku di PE de pêş ketin baş dan xûyan ku YE ji destpêkê ve di nava hewldanên ji bo pêşxistina pêvajoya Imraliyê de ye. Eger pêvajoyekê Oslo hatibe jiyan kirin, dê were zanîn ku ew bê nêrîna Ewropiyan pêk nehatiye.

Wusa diyar e ku sala 2013 wê ji pêşketinên cuda re malxoyî bike. Danîna çekan nebe jî rawestandina şer bê guman dixûyê.

Ahmet DERE  /  11.02.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

31.01.2013

Komkujiya Parisê û Çend Pirs

Bist roj piştî Komkujiya Parîsê hêdî hêdî zelalî çê dibe. Li gorî rayedarên fransewî bi îhtimalekê xurt kujêr Ömer Güney e.

Roja 21ê Çile dozgerê fransewî civînekê çapemeniyê çê kir û diyar kir ku di dema ku Ömer Güney di Büroya İnformationê ya Kurdistanê de bûye heman komkujî çê bûye. Herwuha hate ragihandin ku di çanteyê vî kesî de şopa barûtê hatiye tespît kirin. Qasê ku em dizanin di destê dozgerê fransewî de hê tiştekê din ku vê komkujiyê weke kiryara Ömer Güney nişan dike tine. Lê belê divê were zanîn ku rayedarên fransewî xwedî pir derfetan in, lewre dibe ku di destê wan de hin agahiyên din jî hebin, di rojên pêş de emê pê bihesin.

Qasê ku min ji hin derdorên dozgeriyê agahî girt, ji roja destpêkê vir ve di navbera rayedarên fransewî û tirk de hevkariyekê heye. Bi taybetî piştî ku hate diyar kirin ku Ömer Güney di nava salekê de 10 caran çûye Tirkiyê, hevkariya di navbera hêzên sixûriya fransewî û tirk de tengtir dibe. Lê belê divê em vê jî bifikirin ; gelo rayedarên fransewî û tirk hin tiştan veneşêrin ? Eger tiliya dewleta tirk di vê komkujiyê de hebe îhtimala vê yekê pirr mezin e.

Piştî Komkujiya Parîsê di nava Kurdan de cur be cur pirs têne kirin. Bê guman ev tişt pirr asayî ye û pêwîst e jî. Ez, weke kesekî rêxistinê û herwuha Parîs û Bûroya ku Komkujî tê de pêkhatiye baş nas dike dixwazim hin pirsên xwe bi raya giştî ya Kurd re parve bikim ;

1-Kî  ji Ömer Güney re bûye referans ku ew bibe endamê komeleya Villiers le Bel ? Em dizanin ku di destûra Komeleyan de ev xal heye ; « Ji bo ku kesekî bibe endamê komeleyekê divê du kes wî pêşniyaz bikin ». Lewre pêwîst e ev du kesên ku ji Ömer Güney re bûn in referans werin aşkere kirin û di heqê wan de lêpirsîn bê kirin. Eger kes nebûn in referans wê demê divê rayedarên komeleya mijara gotinê bersivê bidin.

2-Tê zanîn ku Ömer Güney nêzê sal û nîvê di nava xebatên komeleyan de cih girtiye û bi giranî jî tevlî karê pêwendiyên derve bûye. Wê demê çawa bûye ku kesî derbarê wî de lêpirsînekê agahdariyê nekiriye ? Ez dizanim ku kesên baş neyên nas kirin nikarin tevlî heman karan bibin.

3-Qasê ku dozgerê fransewî diyar kiriye, Fidan Doğan (Rojbîn) telefonê Ömer Güney kiriye û jê xwestiye ku ew biçe wan ji derekê bibe Bûroyê. Ji kû ?

4-Tê zanîn ku ev kes 46 deqe di Bûroyê de maye, wusa diyar e ku ew li benda Sakînê (dibe ku li benda Fidan û Leylayê jî)  maye ku wê, an jî wan, bibe derekê. Ev der kû ye ? Dema ku ew neçûn cihê ku biçin çima wuqasa dereng, saet derdora 23’an de ketin hereketê ku li wan bigerin ? Heman rojê divê Sakine biçûya kû ? dema ku ew neçû çima kes lê negeriya ?

Eger kujêr Ömer Güney nebe jî (Li gorî dozger  % 80 ew e) divê em li bersiva van pirsan bigerin. Tişta esas ku mirov nikare nebêje ev e; di vê komkujiyê de rola dewleta tirk an jî ya hêzên tarî yên di nava dewleta tirk de heye, herwuha gafleta Kurdan jî mezin e.

*Roja 6’ê Sibatê, li Strasbourgê, di Parlemena Ewropayê de xala « Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê pêwîstiya bi diyalogê » tê niqaş kirin, ez ê heman niqaşan bişopînim û di nivîsa xwe ya dema pêş de bi wer e parve bikim.

Ahmet Dere / 28.01.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin