6.06.2013

Çalakiyên li Tirkiyê û Helwesta Ewropiyan

Ev çend roj in li Tirkiyê çalakiyên protestoyî çê dibin. Çendî heman çalakî bi armanca protestokirina karê şaredariya Stenbolê hatibin dest pê kirin jî, di rojên dawî de ew lidijî siyaseta hikûmeta AKP’ê lipêş ketin. Wusa diyar e ku ji vê demê bi şûn de AKP nikare tenê li gorî berjewendiyên xwe nîzamê bide Tirkiyê.

Dema ez vê gotarê dinivîsim çalakî bi dorfirehî didomin. Li gorî agahiyan, ne tenê li Stenbolê, herwuha li Enqerê û li pirr deverên din ên Tirkiyê û Kurdistanê jî bi heman armancê çalakî hene.

Çend rojên destpêkê rayedarên welatên ewropî tu helwest raber ne kirin. Piştî ku çalakî dorfireh bûn û lidijî hikûmeta AKP’ê bihêz bûn rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), bi taybetî berpirsyarên  Komisyan û Parlemana Ewropayê, daxûyanî weşandin. Di daxûyaniyên  rayedarên ewropî de hem piştgiriya çalakiyan hate kirin û hem jî tê xwestin ku çalakî ji çarçoveya qanûnan dernekevin û bi şeweyên demokratîk pêk werin.

Seroka Komsyona Hevbeş ya Tirkiye-PE Hélène Flautre û Serokên hemû  Komên PE’yê bi daxûyaniyên xwe piştgirî didin çalakiyan û bangê li hikûmeta tirk dikin ku ew guh bide dengê çalakvanan. Lêbelê di hemû daxûyaniyên Ewropiyan de piştgiriyekê veşartî jî ji bo AKP heye.

Beriya her tiştê Tirkiye û hikûmeta AKP’ê ji bo hêzên rojavayî xwedî wateyekê girîng in. Ne Amerîka û ne jî Ewropa naxwazin, bi taybetî di vê demê de, Tirkiye pir tevlihev bibe. Ji bo van hêzan pirr giring e ku Tirkiye, bi rêveberiya AKP, weke nimûne bê parastin ku ew bikaribin wê ji bo parastina berjewendiyên xwe bikar bînin. Lewre di daxûyaniyên pirraniya rayedarên rojavayî de piştgiriyekê veşartî ji bo AKP tê kirin. Wezîrê karê derve yê Fransa Laurent Fabius da xûyan ku « Çalakiyên li Tirkiyê çê dibin bahara Tirkiyê nîn e, lê belê ew xwedî xeteriyekê mezin in, lewre divê hikûmeta tirk bi rêbazên demokratîk û biaqilane tevbigere ».

Li Ewropayê jî, bi pêşengiya cur be cur komele û rêxistinên Tirkan û Kurdan hin çalakî çê bûn û çê dibin. Min dîqet kir, heya naha tu çalakî ji aliyê Ewropiyan ve nehatiye destek kirin, tevlêbûna Ewropiyan çê nebûye.

Wusa diyar e ku Ewropî heya demekê wê helwesta xwe neguherînin. Eger çalakiyên mijara gotinê pirr fireh bibin û hikûmeta AKP’ê bixin nava tengasiyekê mezin û siyaseta Tirkiyê bikeve nava rewşekê bêîstikrar wê demê dibe ku Ewropî, û herwuha Emerîkî û hêzên din yên rojavayî, bikevin nava çêkirina senaryoyan. Ji bo van hêzan pirr zehmet nîn e ku li Tirkiyê ji xwe re hevkaran peyde bikin. Lêbelê, li gorî şêweya çalakiyan, ev qad hê li derveyê îhtimalan e.

Hêzên rojavayî herdem li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ferseta ku derkeve holê wunda nakin. Heya naha ew ji xwe re AKP weke hevkarekê baş bikar tînin, lêbelê eger AKP bikeve nava xeteriyê helwesta rojavayiyan pirr zû dikare bê guhertin.

Ahmet DERE / 03.06.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

2.06.2013

Swoboda û Kiliçdaroğlu

Hefteya borî li Brûkselê serokê Koma Sosyalîst ya Parlemena Ewropayê Hannes Swoboda û serokê CHPê (Partiya Komarger ya Tirkiyê) Kemal Kiliçdaroğlu hatin gelhev. Piştî hevdîtinê her du bihev re derketin pêşberî çapemeniyê û daxûyanî dan. Lê belê wusa hate dîtin ku Kemal Kiliçdaroğlu fêm ne kir ku ew li Ewropayê ye û di bin baniya rêxistinekê payebilind de ye, lewre wî lidijî AKPê bi zimanekê tûnd axifî û got « Erdoğan û Beşar Esad di tayê hev de ne ». Piştî van çend gotinên Kiliçdaroğlu Swoboda axifî û helwesta Kiliçdaroğlu rexne kir. Qasê ku min şopand, wusa hate xûyan ku serokê CHPê matmayî ma û nizanibû çi bêje.
Bê guman ev bûyer ji bo AKPê bû hincetekî girîng daku ew şûrê xwe li dijî CHPê tûjtir bike.
Buyera ku li Brûkselê qewumî di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. Heman bûyer di çapemeniya ewropî de zêde nehatibe niqaş kirin jî, ez bawer im rayedarên Koma Sosyalîst ya PEyê di nava xwe de nirxandine. Bê guman heman rayedar helwesta Swoboda pejirandine. Tenê pejirandin ne, ez bawer im wê Ewropî heman buyerê bikin rojeva Sosyalîst Internasiyonalê jî. Di demên pêş de dibe ku ev rêxistina navneteweyî ya sosyalîstan jî piştgiriya Swoboda bike.
Ev ne nakokiya yekem e ku di navbera CHPê û Sosyalîstên Ewropî de derdikeve, di demên borî de jî cur be cur nakokî derdiketin û bi taybetî jî zimanê Deniz Baykal, yê ku wî lidijî Kurdan bikar dianî, dahate rexne kirin. Piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya CHPê dûr ket û Kiliçdaroğlu bû serokê wê Sosyalîstên Ewropî dev ji rexneyan ber dan û piştgiriya Kiliçdaroğlu kirin. Mirov dikare bêje, bi hatina Kiliçdaroğlu ve îmajê CHPê jî li gel Ewropiyan hinekê guherî.
Buyera nû ku di navbera Swoboda û Kiliçdaroğlu de qewumî bi Ewropiyan jî baş da xûyan ku CHP nehatiye guhertin û ew hê jî di xeta xwe ya nijadparêz de ye. Herwuha heman buyerê rastiyekê din jî aşkere kir ; ew jî ew e ku Ewropî piştgiriya helwesta AKPê ya derbarê Sûriyê dikin û nêzîkatiya wê dipejirînin.
Di demên borî de CHP bi helwesta xwe ya lidijî Kurdan ji aliyê Ewropiyan ve dahate rexne kirin, naha mijara Sûriyê jî lê zêde bû. Lewma derbarê têkîliyên CHPê û Partiyên Sosyalîst yên Ewropî de wê pêvajoyekê nû dest pê bike. Ev pêvajo dikare ji aliyê BDPê ve jî were bikaranîn. Jiber ku di nava rêxistina Sosyalîst Internasiyonalê de CHPê herdem xwastiye li pêşiya BDPê astengiyan çê bike. Eger nakokî di navbera CHP û Sosyalîstên Ewropî de kûr bibin dibe ku rê ji endametiya BDPê  re ve bibe. Belkê ev nêrîna min weke fantezî û daxwaza min ya taybet be, lê belê bingeha wê jî heye.
Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn diqewume û ya ku li Tirkiyê hatiye destpê kirin dikare bi xwe re pir tiştên xerîb jî biafirîne.
Ahmet DERE  /  21.05.2013
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin