29.04.2011

YSK û Dewlet

Biryara YSK’ê a di derbarê namzetên BDP’ê dengekê pir mezin veda. Ne tenê li Kurdistan’ê, herweha li Tirkiye’yê û di qada navneteweyî de jî ew bû sedemê helwestên cur be cur derdoran. Di nava derdorên ku helwest nîşan dan de rastgir û muhafazakar jî hebûn. Lewre, di nava demekê kurt de YSK’ê biryara xwe guherand û ji namzetên BDP’ê re deriyê ketina hilbijartinan ve kir.

Paşve gav avêtina YSK’ê dilxweşiyê çê nekir, tenê ew bû sedemê ku çalakiyên şermezar kirinê bisekinin. Çawa ku biryara YSK’ê qanûnî ne bû, paşve gav avêtina wê jî di çarçoveya rêbazên qanûnî de çê nebû. Di her du gavan de jî YSK’ê neqanûnî kir.

Divê em bizanibin ku YSK saziyekê bingehî ya dewletê ye. Li gorî destûrnameya wê û herweha zagona bingehî, biryarên vê saziyê mutlaq in û nayên guhertin. Heya naha car caran di biryarên heman saziyê de guhertin pêkhatibin jî, ew bi giranî di warê teknîkî de man in. Lê belê, li hemberî helwesta Kurdan û ya derdorên demokratîk YSK şokê bû, di nava demekê pir kurt de paşve gav avêt. Ev rewşa YSK’ê bê agahiya dewletê derneketiye holê, nêzîkatiya giştî ya Dewleta Tirk bû xwediyê giraniyekê mezin.

Çendî YSK li gorî fermana hikûmeta AKP’ê tevnegeriyabe jî, biryara wê, a vetokirina namzetên BDP’ê, li xweşiya pir rayedarên heman partiyê hatibû. Lewre, di roja destpêkê de hin rayedarên heman partiyê, weke Ömer Çelik, bi daxûyaniyên xwe piştgiriya YSK’ê kirin. Wan hêvî nedikirin ku helwesta girseyan û ya cur be cur derdoran wuqasa tûnd be.

Bi vê paşve gav avêtina YSK’ê, pêvajoyekê nû jî hatiye dest pê kirin. Bi awayekê aşkere hatiye dîtin ku, eger gel bixwaze dikare li Tirkiye’yê hin tiştên, ku weke tabû têne dîtin, biguherîne. Êdî kes nikare bêje « Di Zagona Bingehî de xalên ku nayên guhertin hene », ji vir bişûn de tişta ku neyê guhertin tine.

Şûnde gav avêtina YSK’ê dikare weke serkeftinekê BDP’ê were dîtin û di hilbijartinan de jî bandorê li ser dengên wê çê bike. Lê belê, ez vê yekê zêdetir weke serkeftinekê hewldanên demokrasîxwazan dibînim. Pêwîst e ji vê rewşê sûdekê baş were hilgirtin û di xizmeta pêşeroja Tirkiye’yê de bê bikaranîn. Ev jî karê Kurdan û herweha ya hemû derdorên demokrasîxwaz e.

Biryarekê ne di cih de, bû sedemê helwestên mafdaran û derî li pêvajoyekê nû ve kir. Serkeftin û serfirazî herdem di encama helwestên rast û di cih de derdikevin holê.

Ahmet DERE / 25.04.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

16.04.2011

Divê BDP Serkeve

Hilbijartinên giştî ku wê îsal li Tirkiye’yê çê bibin xwediyê wateyekê pir girîng in. Bi taybetî ji bo BDP’ê û herweha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, girîngiya van hilbijartinan di asta herî bilind de ye.

Bêguman, heya niha jî pirsgirêka kurd hebû, lê belê tu wextê weke niha niqaşên di derbarê çareseriyê de neketibûn rojeva Tirkiye’yê. Divê em asta vê mijarê tenê bi rêya medyayê nebînin, xala herî girîng ew e ku, giraniya vê pirsgirêkê di nava civakê de çiqas tê dîtin. Nêzîkatiyên hemû civakên li Tirkiye’yê roj bi roj digehêjin hev û xala wan a navendî çareserî ye.

Heya niha li Tirkiye’yê, saziyekê neteweyî ya weke TBMM’ê (Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiye’yê) zêde li rola xwe xwedî derneketiye. Lê belê, qasê ku di vî welatî de pêşketin çê dibin û herweha konjonktûra siyasî ferz dike, wê ji niha bi şûnde rewş biguhere. Di salên pêş de wê TBMM bikaribe li berpirsyartiyên xwe xwedî derkeve. Lewre, hebûna cur be cur partiyan, bi taybetî ya partiyên demokrat û pêşketî, dikare vê saziyê bike xwedî rolekê mezintir.

Li gorî sîstema heyî, bi taybetî ya benda hilbijartinan ku ji %10 e, kes nizane wê vê carê çend partî bikevin TBMM’ê. Qasê ku ez dibînim, AKP û CHP bêpirsgirêk wê di TBMM’ê de cihên xwe bigirin, lê belê heman tişt ji bo MHP’ê nikare were gotin. Weke tê zanîn, ji ber sedemê benda hilbijartinan, BDP bi namzetên serbixwe dikeve pêşbirka hilbijartinan. Ketina BDP’ê ya TBMM’ê sedî sed e. Ji niha ve em dikarin bêjin, ji 12’ê Hezîran’ê bi şûn de, wê AKP, CHP û BDP di TBMM’ê de cihên xwe bigirin.

Ji bo ku di salên pêş de pisrgirêka kurd di TBMM’ê de were niqaşkirin û bi rêbazên destûrî çareseriyekê were dîtin, divê BDP serkeve. Serkevtinekê çawa ?. Li gorî min, divê ev serkevtin bi kêmanî bi 30 parlementerî pêk were. Eger Koma BDP’ê ji 30 parlementerî pêk neyê, mixabin ew ê nikaribe bibe xwediyê rolekê girîng. Lewre, carekê din, ez dixwazim bêjim, divê BDP serkeve û serkeve.

Eger BDP nikaribe 30 parlementerî derxe wê çi bibe gelo ? Mixabin, carekê din wê ev partî tenê weke saziyekê sivîl meş û mitîngan tevger bike, bi polîsan re bikeve nava gengêşiyê. Bêguman ev jî nabin rêbaza çareserkirina pirsgirêka kurd.

Ahmet DERE / 11.04.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw'ê de jî hatiye weşandin

1.04.2011

Serhildanên Newroz’ê

Newroz a 2011’an ji hemû salên borî cudatir derbas bû. Li her çar parçeyên Kurdistan’ê û herweha li diyasporayê Cejna Gelê Kurd bi şêwekê neteweyî hate pîroz kirin.

Ji bo tu gelî pîrozkirina Cejna Neteweyî weke serkeftinekê nayê dîtin, lê belê ji bo Kurdan ev mijar xwediyê wateyekê cuda ye. Qedexekirina Newroz’ê bûye sedemê ku gelê me vê cejnê bike pêngava serhildanê. Dema ku rewş wusa be, bêguman gêşbûna cejnê weke serkeftin tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000’î vir ve û li Bakurê Kurdistan’ê, Newroz weke roja serhildanê û roja daxwaza azadiyê û demokrasiyê tê nirxandin.

Li gorî cur be cur derdoran, tenê li Bakurê Kurdistan’ê, tevlêbûna li Cejnên Newroz’ê ji 3 mîlyonan derbastir bûye. Ev hejmar ne piçûk e, ew bi tena serê xwe qasê hêza şoreşekê ye. Eger li welatekê din bûyerekê wusa qewumî ba, di çapemeniya cîhanê de wê cihekê fireh girtiba. Lê mixabin, dema mijar dibe Kurd û Pirsgirêka Kurd hemû derî têne girtin, guh ker dibin. Mixabin, bi vê ve girêdayî, li gel me Kurdan jî, heman helwesta Rêxistinên Navneteweyî û herweha ya çapemeniya cîhanê weke nêzîkatiyekê pir asayî (normal) tê dîtin. Di vî derbarî de zêde nerihetî tine.

Piştî pîrozbahiyên Newroz’ê, ev demekê ye li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan’ê çalakiyên rûniştinê hene. Çendî ev çalakî bi pêşengiya BDP’ê hatine lidarxistin, ji hemû derdorên Kurdan piştgiriyê digire. Digel cur be cur daxûyaniyan û daxwazên ku têne ziman, mirov dikare armanca van çalakiyan di sê xalan de komî serhev bike ; « Azadî » « Demokrasî » û « Sîstemekê Xweser ». Ez bawer im, tu kurdekî bakur lidijî van daxwazan dernakeve.

Ez carna ji hin kesan mesajan digirim, ji min re dibêjin “ Çima Gelê Kurd jî weke yê Misir, Tûnis û Lîbya’yê ranabe ser xwe ?“. Di bersivan de ez dibêjim “Gelê Kurd bi dehan salan e li ser piyan e, lê mixabin, dengê wî zêde nayê bihîstin. Sedemê vê rastiyê jî ew e ku, rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk ya Kurdistan’ê naşibe tu welatekî din. Eger em tenê li Newroz a Amed’ê binêrin, bi tena serê xwe ew serhildanekê şoreşî ye“.

Di dawiyê de ez dixwazim vê bêjim; çi dibe bila bibe, Gelê Kurd wê di sedsala 21. de rûpelekê nû di dîroka xwe de vebike. Ev rûpel ji Başûrê Kurdistan’ê dest pê kiriye, wê derbasî Bakur, Rojava û Rojhilat jî bibe.

Ahmet DERE / 28.03.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin