27.09.2012

Şerê Veşartî


Li Bakurê Kurdistanê şerekî giran dimeşe. Her mehê bi dehan kes jiyana xwe jidest didin. Jibo mesrûfên şer dewleta tirk mehê bi dehan mîlyonan euro xerc dike. Di derbarê heman şerî de di çapemeniya tirk û herwuha ya navneteweyî de ragihandinên rojane tên weşandin. Di rojeva rayedarên dewleta tirk de jî heman şer cihekê sereke digire. Raya giştî ya tirk û kurd bi dengê heman şerî radibe û radizê.

Digel vî rewşa şer di warê fermî de tiştekê nayê dîtin. Rayedarên dewleta tirk hewl didin ku ev şer nebe xwedî statûyekê fermî. Di karê fermî yên dewletê de navê vî şerî « teror » e. Lê belê heya naha li tu welatî dewletekê wuqasa bi salan lidijî «  terorîstan » şer nekiriye. Tu hêzekê terorîst nikaribûye lidijî dewletekê çalakiyên bi vî rengî pêk bîne.

Çawa ku rayedarên dewleta tirk di kar û barên xwe ên hindirîn de rastiya şer binav nakin wusa jî di karê derve de heman şerî vedişêrin. Di hemû karê dîplomatîk de rayedarên tirk hewl didin ku navê « şer » li çalakiyên têkoşîna rizgariya gelê kurd neyê kirin. Heman hewldanên dewleta tirk di korîdorên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî baş tê dîtin û ez bi xwe jî herdem dibim şahîd.

Roja 20ê Elûnê Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî biryarnameyekê qebûl kir. Di heman biryarnameyê de mijara « Bikaranîna zarokan di şer de » hatiye pejirandin. Lê belê di heman belgeyê de ne ji rayedarên tirk û ne jî ji PKKê tiştekê nayê xwestin û behsa rewşa şerê li Kurdistanê nehatiye kirin. Li Tirkiyê rayedarên dewletê û yên hikûmetê her roj dibêjin « PKK zarokan bikar tîne » lê belê ew naxwazin heman gotinan di qada navneteweyî de bêjin û herwuha ew nahêlin kes jî heman rastiyê bîne ziman. Di vî derbarî de PKK jî tiştekê nabêje, wusa derdikeve holê ku di heman mijarê de, bê xwastek be jî, nêzîkatiya dewletê û ya PKKê dişibin hev.

Bê guman armanca dewleta tirk ew e ku navê « şer » li rewşa pevçûnên di navbera artêşê û gêrîlla de neyê kirin. Eger dewleta tirk di platformên fermî ên di qada navneteweyî de bêje « PKK zarokan di şer de bikar tîne » wê demê Neteweyên Yekbûyî dikare mudaxale bike. Mudaxaleya heman rêxistinê dibe sedemê ku têkoşîna rizgariya gelê kurd di qada navneteweyî de weke « şer » bê naskirin. Heman rastî dibe sedemê ku navbenkar çê bibin. Bê guman wê demê jî Tirkiye û PKK, an jî Kurd weke aliyên şer tên qebûl kirin. Ji heman qadê bi şûn de girtiyên PKKê weke dîlên şer tên qebûl kirin. Û di pir aliyan de rewş diguhere.

Di vî derbarî de rolekê mezin dikeve ser dîplomasiya kurd. Mixabin heya naha dîplomasiya ku Kurdan meşandiye nikaribûye bibe sedemê ku rastiya şer bê qebûl kirin. Digel encamên vî şerê giran hê jî di qada navneteweyî de têkoşîna rizgariya gelê kurd weke « teror » tê binav kirin. Di raporên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî ev rastî aşkere tê dîtin. Lewre divê rêxistinên Kurdên Bakur û bi taybetî jî BDP û herwuha Kongreya Neteweya Kurdistan bizanibin rêbazên dîplomatîk bikar bînin daku di qada navneteweyî de nav li şer were kirin. Pêwiste rastiya şer weke ŞER bê binav kirin.

Ahmet DERE / 24.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

13.09.2012

Sala Şer û Çareserî

Ji 2000i vir ve sala ku li Kurdistanê zêdetir şer diqewume îsal e. Piştî demekê dirêj ya bêdengiyê hêzên gêrîlla ketine nava hewldanên pêşxistina têkoşîna çekdarî. Ev destpêka pêvajoyekê nû ye.

Di stratejiya şerê gêrîllade wusa dixûyê ku herêmên Zagros û Botan weke cihên stratejîk hatine bijartin. Li Zagrosê Şemzînan û Gever, li Botanê jî Elkê û Besta herêmên di bin bandora gêrîllade ne. Lewre ji destpêka Tîrmehê vir ve li van herêman roja ku pevçûn çê nebe tine.

Bandora gêrîlla li ser herêma Şemzînan didome, li Elkê jî, bi taybetî li Kato û li Zozanên Feraşînê, giraniyekê heman bandorê çê dibe. Wusa diyar e ku heya dawiya payîzê wê li van herêman şerekê giran bidome.

Wate û giraniya şerê gêrîlla yê vê demê û yê salên 1990î cuda ye. Di salên 1990î de piştgiriya girseyên gel ji gêrîlla re zêde aşkere nebû, lê belê naha wusa nîn e, girseyên gel bi awayekê aşkere li gêrîlla xwedî derdikeve, cenazeyên şervanan bi tevlêbûna girseyan tên hilandin. Çend roj berê, digel hemû astengî û xeteriyan bi sedan kes çûn Kato û li cenazeyên şervanên HPGê xwedî derketin. Lewre naha qada tekoşîna çekdarî ji ya sedsala borî pirr cudatirr e.

Asta bilind ya tekoşîna çekdarî dibe sedemê ku her mehê ji dehan zêdetir şervanên HPGê şehîd bikevin û bi dehan jî wendayiyên artêşa tirk çê bibin. Heman asta şer di nava Kurdan de kêfxweşiyê çê dike, lê belê di nava Tirkan de jî xemgîniyê çê dike û hestên duşminatiya lidijî Kurdan diafirîne. Ev rewş dibe sedemê ku bêbawerî di nava Kurdan û Tirkan de kûrtir bibe.

Gurbûna şerê li Kurdistanê bûye sedemê ku nêzîkatiya dewletê û ya partiyên weke AKP û MHPê (kêmek jî ya CHPê) li BDPê xerabtir bibe. Wusa diyar e ku di rojên pêş de nûnerên BDPê nikaribin di Meclîsa Tirkiyê de karekê bibandor bikin. Jibo Parlementerên BDPê xeteriya vekirina rêya dadgehan jî heye.

Gelo wê rewşa heyî ji çareseriya pirsgirêka kurd re çiqas bi feyde be ?

Dema ez bi nêrîna pisporekî siyaset û dîplomasiyê li rewşê dinêrim, mixabin ez nikarim zêde xweşbîn bim. Çareseriya pirsgirêka Bakurê Kurdistanê naşibe ya Başûr û ya Rojava. Kes nikare hêvî bike ku wê aqibeta Dewleta Tirk weke ya Îraqê an jî ya Sûriyê be. Nêzîkatiya hêzên navneteweyî li Dewleta Tirk cudatirr e. Ya din, ji Îraq û Sûriyê pirr cudatirr, Kurdên ku bi Dewleta Tirk re hevkariyê dikin pirr in. Dema ku mirov van faktoran digire ber çavan baş dixûyê ku pêşketina tekoşîna çekdarî nabe sedemê afirandina çareseriyê. Lê belê ew dikare bala rojeva cur be cur derdoran bikêşîne ser mijarê, ya ku naha dixûyê jî ev e.

Di rojên pêş de saziyên Yekîtiya Ewropayê dest bi kar dikin. Di vê dema ku şer gur dibe de pirr girîng e ku BDP bikaribe heman rewşê bike rojeva Ewropiyan û herwuha ya navneteweyî. Dibe ku giraniya saziyên Ewropî nikaribe dewlet û hikûmeta tirk berbi biryargirtinekê ve bibe, lê belê ew dikare li ser wan bandorekê çê bike.

Ahmet DERE  /  10.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin