5.01.2015

2015 û Kurd



Tê bîra pirr kesan, 20 sal berê, yanê sala 1994 pirr dijwar derbas bibû. Şerê qirêj li hemû herêmên Kurdistanê belav bibû. Di bin navê Hîzbûl-Konra de dewleta tirk di pirraniya bajarên Kurdistana Bakur de di nava hewldanên qirêj de bû. Her mehê bi dehan welatparêzên kurd dahatin kuştin. Di aliyê din de jî, bi alîkariya cehşan artêşa tirk operasyonên dorfireh pêk dianî. Di dîroka şerê gêrilla de, li Bakurê Kurdistanê, wendayiyên herî zêde di sala 1994’an de hatine dayîn. Lewre ez heman salê weke sala herî reş dibînim.

Bîst sal pişt re, yanê sala  2014’an jî pirr dijwar derbas bû. Hêza terorîst DAİŞ’ê lidijî gelê me ferman derxist. Di bin navê ola îslamê de lidijî Kurdan wehşet hate meşandin. Destpêkê li Şengalê, pişt re jî li Kobanê wehşeta DAİŞ’ê bû sedemê kuştina bi hezaran zarok, jin û mêrên Kurd. Her wiha bi sedan hezaran Kurd neçar man in ku ji welatê xwe koçber bibin. Îro li cur be cur welatan bi hezaran Kurd nizanin çawa bijîn û wê pêşeroja wan çawa be.

Tê zanîn ku ji destpêka sedsala 21’în vir ve, bi awayekê giştî Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd ketiye qadekê awarte û herwiha girîng. Digel cur be cur rêbazên şer yên hêzên dagirker, ji salên 2010  vir ve xala çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir ketiye rojeva qada navneteweyî. Bi taybetî mijara statûya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û herwiha Yekîtiya Ewropayê ve, bi awayekê fermî hatiye niqaş kirin. Digel rewşa neyênî ya sala borî, wisa diyar e ku wê di vê sala 2015’an de heman mijar zêdetir bê niqaş kirin û bigehêje zelaliyekê.

Di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê jî hin pêşketinên berçav hatin dîtin. Çendî hikûmeta AKP’ê xwedî helwestekê samimî ne be jî, diyaloga ku bi Birêz Öcalan re hate lipeşxistin xwedî gavekê girîng e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem dewletê bi awayekê fermî pêwîstiya bi çareseriya Pirsgirêka Kurd aşkere anî ziman û kir rojeva raya giştî. Bê guman heman rewş li gorî berjewendiyên fermî yên Komara Tirkiyê nebûn, lê belê rayedarên wê ji bo tiştekê wisa neçar bûn. Û carekê gotin ji nava lêvan derket, êdî ne mumkun e ku heman mijar bê înkar kirin.

Piştî salekê weke ya 2014’an em nikarin ji bo sala 2015’an pirr bi hêvî bin. Çendî kes nikare berê rewşê zêdetir biguhere û ber bi paş ve bibe jî, dîsa wê ev sal bi zehmetiyan derbas be. Hebûna hêza terorîst ya DAİŞ’ê hê jî weke xeteriyekê li pêşiya me ye. Wisa diyar e ku, heya dawiya vê salê jî wê heman xeterî ji holê neyê paqiş kirin. Bê gûman serkeftin ya Gelê Kurd e, lê belê wê zehmetî jî hebin. Digel hêvî û daxwazên min, bi heman xalê ve girêdayî, heya dawiya vê salê jî aramî kirina rewşa li Rojava pirr zehmet tê xûyan.

Tê zanîn ku di vê salê de, di 6’ê Hezîranê de, li Tirkiyê hilbijartinên giştî hene. Li gorî min wateya van hilbijartinan ji yên hemû demên borî zêdetir e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem e ku, bi awayekê ne fermî be jî, nûnerên Gelê Kurd dikarin xwe îfade bikin. Lewre divê di hilbijartinên 6’ê Hezîranê de Kurd bi hêzekê hê mezintir bikevin heman Parlemenê. Ji bo heman hilbijartinan pêwîstî bi siyasetekê aqilane heye. Lê mixabin, li gorî daxûyaniyên nû yên  rayedarên HDP’ê ez nikarim zêde xweşbîn bibim. Eger HDP weke Partî bikeve hilbijartinan xeterî heye ku di 4 salên pêş de Parlemena Tirkiyê tenê ji AKP, CHP û MHP’ê re bimîne. Bê guman mirov nikare ji parlemenekê wisa tiştên baştirîn hêvî bike. Lewre ez dibêm pêwîste carekê din bi nûnerên serbixwe Kurd bikevin hilbijartinan. Ne wisa be derbas kirina rêjeya %10 ya hilbijartinan pirr zehmet e.

Di vê sala 2015’an de hêviyên min yên ji bo avakirina bingehekê saxlem ya Yekîtiya Neteweyî jî hene. Li gorî helwesta hemû hêzên Kurdistanî, bi taybetî jî ya KDP û KCK’ê, ez hêvîdar im ku di vê salê de hîmekê baş yê ji bo avakirina Kongreya Neteweyî bê avêtin. Bi pêşxistina heman gavê rê li hemû qirêjiyên weke birakujî û qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dikare bê girtin.

Dîsa, ji her demê zêdetir di vê salê de derfetên meşandina Dîplomasiyekê Neteweyî hene. Hêvîdar im ku hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û KCK di zanistiya vê karê girîng de bin û pêdiviyên wê bînin cih.

Digel hemû neyêniyan, sersala we pîroz be, hêvîdar im aşitî û serfirazî bibe qismetê gelê me jî.

Ahmet DERE  /  05.01.2015