11.12.2013

Tevgera Diyasporayê

Min di pir nivîsên xwe de mijara ‘diyaspora’ kurd aniye ziman. Derbarê pêwîstiya bi karê diyaspora kurd de jî min pirr caran nêrînên xwe nivîsiye. Digel hemû hewldanên ku heya niha min raber kiriye hê jî ez pêwîst dibînim li ser heman mijarê rawestim.

Li gorî rastiya naveroka hevoka ‘diyaspora’yê hemû Kurdên ku li derveyê welat dijîn weke parçeyên diyaspora kurd in. Lê belê ez dixwazim derbarê parzemîna Ewropayê de li ser vê mijarê bisekinim.

Li gorî hin çavkaniyan li tevahiya welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê 2 mîlyon Kurd dijîn. Pirraniya wan ji Bakurê Kurdistanê bin jî, di nav de ji her çar parçeyên Kurdistanê û herwuha yên ji welatên Sovyeta Berê hatine jî hene. Her salê hejmara wan zêdetir dibe. Her ku diçe kesên xwendevan, rewşenbîr, siyasetmedar û karmend zêdetir dibin. Yanê her ku diçe Kurd li Ewropayê dibin xwedî hêz. Ev rastî li hemû welatên Ewropayê dixûyê û rastiyekê berçav e.

Digel vê rastiya hêzbûna Kurdan mixabin tevgerekê baş ya diyasporayê lipêş nakeve. Bi taybetî li welatên Ewropa Navîn (Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka û herwuha Îngilîstan) bi sedan komele û cur be cur sazî hatine avakirin. Lê belê di nava van komele û saziyan de yên ku bi rastî ji gel re xizmetê dikin û dixwazin berjewendiyên gelê me biparêzin pirr kêm in. Bi giranî komele û saziyên heyî di xizmeta çend rêxistinan de ne, ji bo wan parastina berjewendiyên gel parastina menfîetên rêxistanan e. Bi salan e ev rastî nayê guhertin.

Dema ku mirov li wêneyê vê diyaspora kurd dinêre bi rastî dewlemendiyekê mezin heye. Roja îro bi dehan Kurd endamên cur be cur saziyên siyasî yên welatên Ewropayê ne. Di saziyên sivîl de bi sedan kurd xwedî pozisyonên rêveberiyê ne. Hejmara rewşenbîran her ku diçe zêdetir dibe û bi vê ve girêdayî xwendevan jî zêde dibin. Di warê aborî de jî her ku diçe hejmara fîrmeyên kurdan zêde dibe û kapîtalekê girîng di destê wan de ye.

Digel vê dewlemendiya diyaspora kurd mixabin em di nava xizaniya tevgerê de dijîn. Her rêxistin tenê berjewendiyên xwe ên teng difikire û armanca wan a parastina berjewendiyên giştî tine. Lewre ez girîng dibînim ku rewşenbîrên kurd vê mijarê niqaş bikin.

Di sala pêş de hilbijartinên Parlemena Ewropayê çê dibin. Eger diyaspora kurd, bê ku rêxistin berjewendiyên xwe ên teng bifikirin, bikeve nava hewldanan em ê bikaribin bi kêmanî 3 an jî 4 parlementeran bikin vê saziya girîng ya Yekîtiya Ewropayê (YE). Hebûna 3 an jî 4 parlementerên kurd dikare rojeva YE’yê biguhere û ew ên nehêlin carekê din hêzên emperiyalîst li ser Kurdan leystokan çê bikin.

Weke kesekê pisporê YE’yê ez ji bo hemû derdorên ku bixwazin di vî warî de xizmetê bikin amade me ku alîkar bim.

Ahmet DERE  /  02.12.2013
 
Not: Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin

2.12.2013

Qedexeya PKK’ê li Almanya’yê Didome

20 sal berê dewleta Alman PKK qedexe kir. Digel hebûna bi dehan hezaran sempatîzanên vê rêxistina kurd li Almanya dadgeha federal hemû xebatên bi navê PKK qedexe kir. Lê belê heman biryara qedexekirinê bi giranî li ser kaxizê ma. Li hemû deverên Almanya’yê dîsa bi dehan hezaran Kurd tevlî çalakiyên PKK bûn û lê xwedî derketin. Heya naha jî heman nêzîkatiya Kurdan dewam dike.

Di nava 20 salên borî de dadgehên federal û yên herêmî bi dehan komele û saziyên kurd qedexe kirine, dest dane ser hebûna wan. Di heman demê de bi sedan jî rêveberên heman saziyan û herwiha xebatkarên û qadroyên PKK’ê hatine girtin û bi salan di zîndanan de man in. Mirov dikare bêje ku dadgehên alman hevkariyekê mezin danin dadgehên tirk. Pir caran dozgerên her du welatan bihev re kar kirine.

Digel hemû zexta dewleta alman, li heman welatî Kurdan bi sedan hezaran îmze berev kirin û xwe weke endamên PKK’ê êlan kirine. Bê guman dewleta alman jî bêdeng nemaye, lidijî heman Kurdan cur be cur doz vekirine û cezayên pere li wan birîne. Hê jî Kurdên ku di zîndanan de ne û yên ku perê ceza didin hene.

Divê were zanîn ku biryara qedexekirina PKK tenê di bin înisiyatîfa dewleta alman de pêk nehat.  Di salên 1990’î de welatên Ewropa Navîn, bi taybetî Fransa, Îngilîstan, Holanda, Belçîka û Almanya di nava xwe de karê lidijî PKK parve kirin. Ji bo ku bala Kurdan tenê nekêşe ser welatekî her demê welatekî ket nava tevgerê. Di sala 1993’an de bûyera qedexekirina PKK’ê ji aliyê dewleta alman de weke wezîfeya hevbeş pêk hat. Lewre divê heman biryar weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bê dîtin û nirxandin.

Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê  bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.

Beriya her tiştî welatên Ewropa Navîn pirsgirêka kurd ji xwe re weke hacetekê bikar tînin. PKK di mijara pirsgirêka kurd de xwedî cihekê girîng e. Lewma heman kart wisa bihêsanî ji nava destê Ewropiyan dernakeve. Nêzîkatiya dewleta tirk jî di vî warî de bandorê çê nake. Çendî di navbera PKK’ê û dewleta tirk de pêvajoyekê diyalogê hatibe destpêkirin jî ew li ser nêzîkatiya siyasî ya ewropî de tesîrê çê nake. Wisa dixûyê ku rojekê li Tirkiye’yê PKK serbest bibe jî ew ê hê li Almanya’yê qedexe be. Jiber ku siyaseta Ewropiyan, ya derbarê Kurdan de herdem ji ya Osmaniyan û pişt re jî ji ya Komara Tirkiye’yê cuda hatiye lipêşxistin.

Ji bo ku nêzîkatiya Ewropiyan ya li Kurdan baştir bê fêm kirin divê analîzên dîrokî bên kirin. Bê naskirina dîrokê heman mijar  baş nayê  fêm kirin.

Ahmet DERE  /  18.11.2013

Ev Nivîs di Rûdaw’ê de Hatiye Weşandin