2.10.2022

Rewşenbîriya Kurd

Jibo her civakê Rewşenbîrî xwedî ciheke biqîmet e. Di demên herî bizehmet de Rewşenbîr dikevin nava hewldanên ku ji gel re rêveberiyê bikin. Hemû daxwaz û hewldanên Rewşenbîran divê pêsverû bin û azadîxwaz bin. Lewre berpirsyartiya Rewşenbîran herdem ligel tekoşînên azadîxwaz in, pêşverûn in.

Dema ku mirov li gelê Kurd binêre mixabin rewşa cihê Rewşenbîran zêde di nava ronahoyê de nîn e. Lewre car caran ez ji xwe dibirsim ; gelo em Kurd ji Rewşenbîriyê mehrûm in ?

Bêguman em Kurd di aliyê pirr derfetan de feqîr in. Di serî de dewleteke me tine. Axa welatê me di bin dagirkeriyê de ye. Ji sedan salan virve hêzên dagirker di nava me Kurdan de cur be cur nexweşî dane afirandin, me bihev kirine duşmin. Ji her deverê Kurdistanê cuda cuda deng derdikevin, yek yê din guhdar nake, hevdu weke raqîbên hev, carna jî weke duşminên hev dibînin. Li her herêmên Kurdistanê çandeke cuda hatiye çandin, li gorî daxwaza dagirkeran dejenerasyon kûr bûye.

Jibo nexweşiyên ku heyî ji nava me rabin dê xebateke mezin a Rewşenbîriyê bê meşandin. Jibo vê jî pêwîstî bi ehlaqeke baş ya Rewşenbîriyê heye. Lewre divê her Kurdê ku xwe weke « Rewşenbîr » dibîne li hemû Kurdan bi çaveke Heval, Kek û Bira binêre. Rewsenbîr ew kesê ku pista xwe nade ti hêz, partî û saziyan. Li gorî devê ti sazî û partiyan li kesî nanêre û derheqê kesî de nirxandinan nake. Herwuha Rewşenbîr ew e ku di jiyana xwe de ji gel re dibe mînak.

Digel rewşa neyênî a gelê me, mixabin hin kes, di bin navê « Rewşenbîriyê » de dixwazin xwe bidin axiftin. Di sosyal medyayê de hespên xwe dibezînin. Herkes dixwaze li gorî daxwaza xwe nirxeke Rewşenbîrî bide qebûlkirin. Lewre, û mixabin, çandeke baş a Rewşenbîrî di nava me de nayê çandin.

Ez naxwazim hemû kesên ku ji xwe re dibên « ez Rewşenbîr im » weke hev bibînim û binirxînim. Bêguman bi dehan kesayetiyên me, ên ku em weke Rewşenbîr bibînin hene. Lêbelê têr nake, ji gelê me re bi sedan, hetta bi hezaran Rewşenbîr divê.

Ez bi kêfxweşiyeke mezin pêşketina Jinên Kurd dişopînim. Di pirr aliyê de jina Kurd derdikeve pêş û dixwaze rola xwe baş bileyze û zêdetir bar bigire ser milên xwe. Di nava 20 salên dawî de rewşa Jina Kurd di pirr aliyan de guherî ye. Li hemû herêmên Kurdistanê her ku diçe zêdetir Jinên ku serî li kevneperestiyan radikin hene. Ev rewş hêviyan xurttir dike.

Bi gotina dawî ez dixwazim vê bêjim ; beriya hemû beşên civakê, divê Rewşenbîr hêza xwe bikin yek û rola xwe bileyzin. Civaka bê Rewşenbîr nikare bibe xwedî pêşerojeke serfiraz.

Ahmet Gulabi DERE