21.06.2012

Leyla Zana

Van rojan hevpeyvîna Leyla Zana ku di rojnameya Hüriyetê de, roja 15ê Hezîranê weşiya, di rojevê de ye. Di derbarê daxûyaniyên Leyla Zana de cur be cur nêrîn, rexne û herwuha pesindayîn têne ziman. Qada niqaşên di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de balê dikêşîne ser daxûyaniyên Leyla.
Di hevdîtina mijara gotinê de Leyla gotiye ; « Di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de herdem min bawerî bi Recep Tayip Erdogan aniye û tenê ew dikare heman pirsgirêkê çareser bike ». Di nava hevpeyvînê de xala ku herî zêde bûye mijara rexneyan ev e.
Ez ji destpêka salên 1990’î ve Leyla Zana nas dikim û me bihev re kar kiriye. Ez dizanim ku ew bi awayekê zanabun naxwaze zerarê bide rêxistinên kurdan û doza Gelê Kurd. Lê belê hin dem hene tiştekê pir piçûk dikare bandorekê mezin çê bike.
Mijarên ku Leyla di hevpeyvînê de aniye ziman ji nêrînên hin rayedarên KCK cudatir nîn in. Di van rojên dawî de hevpeyvînekê Murat Karayilan jî di rojnameyekê tirk de weşiya. Eger gotinên Murat Karayilan bi awayekê baş werin xwendin wê baş were dîtin ku nêrînên Leyla zêde cuda nîn in. Tenê gotinên wî, ên di derbarê Recep Tayıp Erdogan de hêjayê rexnekirinê ne. Di çapemeniya tirk de jî hevoka herî zêde derketiye pêş ev e.
Leyla Zana parlementerekê serbixwe ye, ew endama tu partiyê an jî komekê nîn e. Lê belê hemû Kurd wê weke endama BDPê dibînin. Di vê dîtinê de rastiyekê jî heye ; Leyla bi dengên BDPê hatiye hilbijartin, eger BDP nebûya û ew nikaribû bi tena serê xwe biketa hilbijartinan. Ez bawer nakim ku gelê Amedê wê şandiba Enqerê. Beriya ku heman hevpeyvînê bide rojnameya tirk, divê Leyla nêrînên BDP’ê girtiba. Eger wusa biba ez bawer im wê van gotinan di derbarê Recep Tayip Erdogan de negotiba.
Serokwezîrê tirk, bi taybetî di van salên dawî de, lidijî BDPê zimanekê tûnd bikar tîne û naxwaze Koma BDPê weke hêzekê Meclîsê bibîne. Herwuha di operasyonên ku lidijî rayedarên BDPê pêk tên de rola AKPê mezin e. Di demekê wusan de, ez bawerim ev nêzîkatiya Leyla li xweşê piraniya Kurdan naçe. Heskirina ku Leyla di dilê Kurdan de ji xwe re çê kiribû wê hinekê sar bibe.
Piştî ku Leyla ji zîndanê derket wê xwest herdem weke kesayetiyekê serbixwe tevbigere. Digel cur be cur pêşniyaziyan wê nexwast di nava tevgerekê de cih bigire. Di hin platforman de jî wê hin nêrînên cuda anî ziman, xwast weke şexsiyetekê « taybet » were nas kirin. Le belê di piraniya tevgera xwe de wê alîkariya BDPê girt, bê heman alîkariyê wê nikarîbû tiştekê giranbuha bike. Lewre ez wate didim rexneyên rayedarên BDP’ê.
Van rojan, bi taybetî di malpereyên internetê de, cur be cur rexneyên Kurdan lidijî Leyla pêş dikevin. Ez tu wate nadim van rexneyan. Divê em Kurd fêrî guhdarkirina nêrînên cuda bibin. Tenê bi rexnekirina hin tiştan û şexsiyetan kes nikare ji doza gelê xwe re xizmetê bike.
 
 
Ahmet DERE  /  18.06.2012
 
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

8.06.2012

Şer

Ji sala 1984 an vir ve her salê di mehên havînê de şerê gêrîla gur dibe.
Mehên havînê ji bo gêrîla xwedî derfet in lê belê, bi taybetî  ji salên 2000 vir ve artêşa tirk jî bi tecrubeyên mezin tev digere. Dijwariya şer zerarê dide her du aliyan jî.
Li gorî agahiyên HPGê tenê di meha Gulanê de 31 operasyon ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatine û miqabilê wan jî gêrîla 31 çalakî pêk aniye. Di dema heman operasyon û çalakiyan de 105 leşker hatine kuştin û 24 heb jî gêrîla şehîd ketine. Ev agahiyên HPGê ne, dibe ku agahiyên ji çavkaniyên artêşa tirk pir cuda bin.
Dema ku mirov tenê li van encamên agahdariya HPGê dinêre baş dixûyê ku li welatê me şerekê dijwar diqewume. Eger tiştekê pir awarte neqewume dibe ku mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebax ji Gulanê dijwartir bin. Mixabin wê bi dehan, dibe ku bi sedan kes jiyana xwe jidest berdin, bi sedan kes werin girtin û bi hezaran kes jî mexdûrên cur be cur çê bibin.
Rewşa li Kurdistanê û encamên şer ne ji aliyê Kurdan û Tirkan ve baş tê dîtin û ne jî ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve. Bi dehan salên ku şer li Kurdistanê dimeşe vê rewşê kiriye astekê pir asayî. Eger heman şer li welatekê din biqewumiya naha saziyên navneteweyî, ên weke Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ketibûn nava hewldanên navbenkariyê. Lê mixabin, dema ku mijar Kurd bin deng ji van saziyan nayê.
Ez her rojê bi diqetekê pir mazin agahiyên di derbarê şerê li Kurdistanê de dişopînim. Ji derveyê agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) û çavkaniyên fermî yên dewleta tirk, ez çavkaniyên navneteweyî jî, bi taybetî yên bi fransî weşanê dikin, dişopînim. Li gorî encama agahiyên ku ez dişopînim, bi taybetî ji meha Nîsanê vir ve, rewşa şerê li welatê me gehîştiye astekê pir awarte. Li hemberî vê rewşê ne mumkun e ku mirov xemgîn nebe.
Dîroka Gelê Kurd bi şerê ne fermî hatiye nivîsandin. Mixabin me Kurdan vê rewşê ji xwe re kiriye weke tiştekê pir asayî. Di nava axaftinên girseyên gel de wuha tê gotin « Şer e, bê guman şehîd wê çê bibin ». Ev gotin pir sivik bûye û ji devê piraniya Kurdan derdikeve. Bi vî awayî me şer ji xwe re kiriye parçeyekê jiyana rojane. Dibe ku hin kes vê tiştê weke rastiyekê lewend dibînin, lê belê divê ne wusan be. Her kesê ku em jê re dibên ŞEHÎD xort û keça cîwan ya ku hê di berbanga bahara jiyanê de ye. Pêwîste encama vê şerê wuqasa sivik neyê dîtin.
Azadî bê bedel bidest nakeve. Di dîroka hemû gelan de azadî bi karê lewend hatiye bidestxistin. Di dîroka Gelê Kurd de jî karê lewend hatiye meşandin, naha jî dimeşe. Lê belê dema ku mirov li encamê dinêre mixabin hin kêmasiyên bingehîn têne dîtin. Ji wan du xalên sereke ev in ; pêknehatinaYekîtiya Neteweyî û hesûdiya navxweyî. Heya ku di nava Kurdan de ev kêmasî hebin mixabin wê şer dewam bike û şahadeta xort û cîwanan asayî were dîtin.
Ahmet DERE  /  05.06.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin