23.07.2013

Pêvajoya Çareseriyê û Diyaspora Kurd li Ewropayê

Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » dest pê kiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja Abdullah Öcalan dest pê kir. KCK bi daxûyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew li gorî heman mesajê tevdigere. Heya naha bi dehan komên gêrîlla ji Bakurê Kurdistanê kişiyan Başûr. Heman meşa gêrîlla hê jî didome.

Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê li cur be cur herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzê PKK’ê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku min şopand û dişopînim, heya meha Hezîranê jî di van civînan de hêviyên mezin hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku van civînan pêkanîn hikûmeta AKP’ê soz daye ku ew li gorî « xeta rê » tevbigere û pêvajoyê lipêş bixe. Lê mixabin, tê dîtin ku wusa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin naxûyên.

Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji agahdarkirinê zêdetir  atmosfera serkeftina têkoşîna gêrîlla hatiye belavkirin. Bê guman xbatekî wusa ji pirsên diyasporayê re nikare bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzê PKK’ê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekê giştî mirov nikare Diyaspora Kurd li Ewropayê weke hêzekê bikar bîne. Ez vê weke kêmasiyekê dibînim û ji bo pêşerojê weke xalekê qels dinirxînim. Divê wusa nebûya û wusa nebe.

Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bê hêz û vîna diyasporayê nikare bimeşe. Roja îroyîn parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyelekê mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêje, huner û herwuha aborî de Kurdên li Ewropayê rolekê girîng leystine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyê tu pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyekê çêbibe ew ê zerarê bibîne.
Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim divê hemû Kurdên li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hê di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyekê peyda nebûbe jî mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Tu hêza diyasporal ji yek rêxistinekê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cur be cur nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wusa be ne mumkun e hêza diyasporal çêbibe û bi feyde be.

Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin wê demê divê derbarê vê « Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » de nêrîna Diyaspora Kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin. Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.

4.07.2013

Ewropa û Emerîka

Piştî ku xebatkarekî saziya saloxgeriya Emerîkayê, Edward Snowden ji Hong-Kong’ê çû Moskovayê hin ragihandin di çapemeniya cîhanê de belav bûn. Li gorî heman ragihandinan saziya saloxgeriya Emerîkayê balyozxaneyên hin welatan, ên wekî Fransa, Yûnanîstan, Îtalya, Tirkiye û hwd guhdar kiriye. Li gorî heman agahiyan Emerîkiyan bûroyên Yekîtiya Ewropayê jî girtine nava sînorên xebatên saloxgeriyê û guhdar kirine.

Dema ku ev agahî di çapemeniya Ewropayê de hate weşandin, di serî de Parlemena Ewropayê û cur be cur sazî û rêxistinên ewropî daxûyanî weşandin. Bi awayekê aşkere û bi dengekî bilind Ewropiyan ji rayedarên Emerîkî xwastin ku ew zelaliyekê çêbikin. Pirr dereng na, 3 roj pişt re Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry, bi awayekê indîrekt, diyar kir ku tiştekê wusa mumkun e. John Kerry negot ‘Belê rast e ku me balyozxaneyên hin welatan û herwuha bûroyên YE’yê guhdar kiriye’ lê belê wî got ; « Her welat ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî cur be cur xebatan dimeşîne, ev tiştekê asayî ye ».

Piştî ku zelal bû Emerîka hin welatan û bûroyên YE’yê guhdar kiriye, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de nerazîbûn diyar dibin. Her ku diçe di vî derbarî de niqaş kûr dibin. Wusa diyar e ku heya demekê wê di navbera van du hêzên kapîtalîst de sarbûnekê çêbibe.

Hin hêzên weke Partiyên Çep û Keskan dixwazin vê mijarê bikin sedemê nakokiyên mezintir û bi vê rê dixwazin bandorekê li ser girseyan çêbikin. Lewre wusa dixûyê ku di rojên pêş de wê heman mijar bikeve rojeva meclîsên hin welatan jî. Ji niha ve, li Fransayê, nûnerên Partiya Keskan dixwazin hikûmeta Sosyalîst bibe xwedî helwestekî zelal.

Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî bû ye sedemê pirr niqaşan. Vê heftê li Strasbourgê heman mijar tê niqaşkirin. Ji niha ve nûnerê heman saziyê Daniel Cohn-Bendit (endamê Koma Keskan e) ji YE’yê daxwaz kiriye ku ew hemû têkîliyên bazirganiyê bi Emerîkayê re bicemidîne.

Gelo wê ev mijar bibe sedemê xiravbûna têkîliyên di navbera Emerîka û Ewropayê de ? Li gorî min na, bi taybetî mijarên wusa nabin sedemê nakokiyên pirr kûr û duşminatiyê di navbera van du hêzên kapîtalîstên cîhanê de. Heya demekê cur be cur derdorên ewropî wê li ser heman mijarê bisekinin û niqaşan bikin, lê belê ji demekê bi şûn de herkes kerr dibe û hemû tişt weke dema borî dimeşe.

Hin derdorên çepgir, bi taybetî yên ku xwe weke komûnîst û antî-kapîtalîst dibînin, hêvî dikin ku ji vê mijarê nakokiyên pirr kûr derkevin. Lê wusa nabe, Emerîka û Ewropa hevkarên hev yên stratejîk in, ew dikarin nakokiyên wuha pirr bihêsanî jibîr bikin.