30.04.2013

Nakokiyên Ewropiyan

Weke her salê îsal jî Parlemena Ewropayê derbarê Tirkiyê de rapor amade kir. Roja 17 Nîsanê li Strasbourgê heman rapor hate niqaş kirin û rojek pişt re jî kete dengdanê. Heman rapor bi 451 dengî hate qebûl kirin.

Ji bo amade kirina vê raporê Parlemena Ewropayê, bi pêşengiya xanim Ria Omen Ruijten wêneyê salekê yê Tirkiyê dikişîne, nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe di heman raporê de rêz dike û pêşkêşî  Komisyon û Konseya Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Tirk dike. Rapora îsal dirêj e, beşê wê yê giştî bi 57 xalan hatiye nivîsandin.

Roja ku heman rapor hate niqaş kirin piraniya endamên PEyê li Strasbourgê bûn, qasê ku min şopand bi dehan parlementeran mafê sozê girtin û derbarê naveroka raporê de nêrînên xwe anîn ziman. Di salên dawî de ev cara duyem e ku ez dibînim nûnerên Ewropî bi zimanekê nerm behsa PKKê dikin û bi awayekê aşkere daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd tînin ziman. Ez dikarim bêjim hemû parlementerên ku axifîn piştgiriya destpêkirina pêvajoya nû kirin. Yanê bi awayekê zelal daxwaza pêşxistina guftugoyên li Imraliyê anîn ziman. Lê belê, weke her demên borî, di nêrînên hemû parlementeran de gotina « çareserî »yê seranser û bêbingeh bû,  tê de pêşniyarên rêbazan tine bûn.

Rapora PEyê di pir aliyan de wêneyê Tirkiyê zelal kişandiye, derbarê dadgehan de, yê zarok  û rojnamevanên girtî de, yê olên kêmnetewe, newekheviya herêman û hwd. de analîzên dorfireh hene. Ji bo ku Tirkiye di rêya Yekîtiya Ewropayê de bikaribe mesafe bigire hin pêşniyar jî hatine rêz kirin. Mirov dikare bêje PEyê di rexneyên xwe de û di piraniya daxwazên xwe de mafdar e. Lê mixabin her sala ku heman Parlemen rapora xwe diweşîne rayedarên tirk dikevin nava helwestên xweparastinê û hewce dibînin ku nêrîn û pêşniyarên raportorê û yê PEyê vala derxînin. Îsal jî wisan bû.

Derbarê naveroka rapora mijara gotinê de û herwuha ya axiftinên parlementeran de tişta ku zêde bala min kişand durûtiya Ewropiyan bû. Digel ku di rapor û di axiftinên nûnerên PEyê de daxwaza pêşxistina guftugoyên di navbera dewleta tirk û Abdullah Öcalan de dahate ziman tu kesî behsa lîsteya rêxistinên terorîst ya YEyê nekir. Yanê bi awayekê din, rayedarên Ewropî dibêjin ‘divê bi terorîstan re guftugo bê meşandin’. Ev jî ne li gorî krîterên YEyê ye ne jî ehlaqî ye. Min dixwast ku di heman raporê de hatiba gotin ku ‘divê navê PKKê  ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin daku guftugo baştir bên lipêşxistin’. Lê mixabin tişta ku min hêvî dikir nebû, lewre ez nikarim sedî-sed bi van nêrînên nûnerên Ewropî bawer bikim.

Piştî niqaşên li PEyê min bi hin parlementerên Ewropî re sohbet kir. Piştî bi salan şûn de ez êdî dibînim ku heman sazî hêdî hêdî dixwaze derbarê Kurdan de û herwuha derbarê Tirkiyê de bibe xwedî nêrînên ‘objektîf’. Lê belê ez baş dizanim ku heya siyaseta bingeh ya YEyê neyê guhertin wê ev nêrîna ‘objektîf’ baş çê nebe.

Ahmet DERE  /  22.04.2013