21.07.2010

Dîplomasiya Kurd û Encam

Dîplomasî rêbazekê hemdem ya xebatên navneteweyî û navdewletî ye. Dewleta ku di karê dîplomasiyê de qels be, nikare serxbixwe tevgere û nikare berjewendiyên xwe, di qada navneteweyî de, biparêze. Lewre, ji destpêka sedsala 20. vir ve, dîplomasî bûye xebatekê sereke ya dewletan. Di nava wezîrên hemû dewletan de, yê ku zêdetir pispor, naskirî û zana dibin wezîrê karê derve ne, qadroyên heman wezaretê ku di balyozxaneyan de wezîfe dikin jî, di pir aliyan de pispor in. Di warê aborî de jî, heman xebat bi derfetên pir dewlemend têne meşandin.

Digel têkoşîna ku gelê kurd di sedsala borî de meşandiye û heya roja îro didomîne, mixabin hê jî di qada dîplomasiyê de kêmasiyên pir mezin hene. Ji ber nenaskirina qada navneteweyî, di nava girseyên gelê me de, wateya vê xebatê jî zêde nayê zanîn. Ez vê nezantiya girseyan pir asayî dibînim, lê mixabin heman kêmasî ji aliyê rayedarên hêzên kurdan ve jî tê jiyîn. Xala ku ez dixwazim rexne bikim û balê bikêşînim ser jî ev e.

Ji salên 1970 vir ve, dîplomasiyekê ji aliyê hêzên Başûrê Kurdistan’ê ve, bi taybetî ji aliyê PDK û YNK’ê ve, hatiye meşandin. Heke îro li vê parçeyê welatê me desthilatdariyekê kurdan heye, divê were zanîn ku, tê de rola meşandina karê dîplomasiyê pir mezin e. Çendî, bi taybetî di warê parastina mafê hemû Kurdan de, rexneyên me hebin jî, divê keda Kek Mesût û Mam Celal neyê jibîr kirin. Lê belê, dema ku ez derfetên Hikûmeta Başûrê Kurdistan’ê dinêrim, di karê dîplomasiyê de, hê jî kêmasiyên berbiçav hene. Di vî warî de ez dixwazim çend pêşniyazan bikim ;

1) Pêwîste li pir welatan, bi taybetî li hemû welatên Ewrûpa Navîn, nûneriyên hikûmeta herêmî hebin. Divê di van nûneriyan de qadroyên ku zimanên biyanî dizanin û ên ku tecrûbeyên wan ên dîplomasiyê hene wezîfedar bin. Di nava Kurdên li Ewrûpa’yê de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, hejmareke baş ya heman « dîplomatan » heye, dê ji wan sûd were girtin.

2) Bi navê Hikûmeta Herêmî, di saziyên Ewrûpî de, ên weke Parlemen û Komisyonê de, têkîliyên baş dikarin werin lipêşxistin. Qasê ku ez van saziyên Ewrûpî nas dikim, deriyê wan ji Hikûmeta Herêmî re vekirîn in. Tenê pêwîstî bi hejmareke baş ya xebatkarên vî karî heye. Nûnertiya Hikûmeta Herêmî ku li Brûksel’ê heyî, di nava hewldanên baş de ye, lê belê hêza wî ya qadroyan kêm e û nikare bersivê bide pêwîstiyan.

3) Hewce ye ku her salê bi dehan Konferansên Navneteweyî, li cur be cur welatan (Li Ewrûpa’yê, li Amerîka’yê, li Welatên Ereb, û her wiha li Rusya’yê) werin tenzîmkirin. Dê bi rêya van Konferansan pirsgirêka kurd, bi awayeke giştî, were niqaşkirin. Dibe ku Hikûmeta Herêmî nikare xwe tevlî pirsgirêkên hindirîn, ên Tirkiye’yê, Îran’ê û Sûriye’yê, bike, lê belê ew dikare rêbazên çareseriya herî maqul bike rojeva hêzên navneteweyî.

* * *

Di navbera salên 1920 û 1930’yî de, hin hawldanên Kurdên Bakur, ên di derbarê meşandina dîplomasiyê de, hatine dîtin. Lê belê, û mixabin, ew xebatên ku hatine pêkanîn, ji zanistiya siyasî û dîplomasiyê dûr bû ye. Lewre, di konferansa Lozan’ê de, navê gelê me jî nehatiye naskirin û welat di nava çar dewletan de hatiye parvekirin.

Di navbera salên 1930 û 1980’ê de, bi navê Kurdên Bakur, di qada navneteweyî de ti xebateke nayê dîtin. Piştî ku PKK diçe Rojhilata Navîn, bi rêberiya Abdullah Öcalan, di qada Rojhilata Navîn de, hin dan û standinên ku mirov bikaribe « dîplomatîk » binav bike tê dîtin. Lê belê heman hewldan, zêdetir bi armanca bidestxistina alîkariya ku hêz bikaribe xwe di herêmê de biparêze hatine pêşxistin.

Salên 1990’î weke destpêka pêvajoya karê dîplomasiya Kurdên Bakur dikare were binavkirin. Mezinbûna hejmara Kurdên Bakur li Ewrûpa’yê bû sedemê ku bi dehan komele, yekîtî, komîte û cur be cur sazî ji aliyê Kurdan ve werin avakirin. Ez dikarim salên 1990-1994’an weke pêvajoya çêkirina hîmê dîplomasiya Kurdên Bakur binav bikim. Weke cîwaneke kurd, min bixwe jî di heman pêvajoyê de aktîf cih girtibû. Di nava heman salan de, li hemû welatên Ewrûpa navîn, li Amerîka’yê, li Kanada’yê, li Avûstûralya’yê, li Welatên Dewletên Serbixwe û her wiha li Balkanan, kareke pir aktîf û dorfireh hate meşandin. Di saziyên weke Parlamena Ewrûpa’yê , Konseya Ewrûpa’yê û Neteweyên Yekbûyî de, cara yekem, bi navê Kurdên Bakur, deng bilind dibû. Hê jî bandora wan xebatan li ser dîplomasiya Kurdan heye.

Agirbesta yekem ku ji aliyê PKK’ê ve hate êlankirin, di 17’ê adar a 1993’an de, deriyên pir saziyên navneteweyî ji Kurdan re ve kir. Bi dehan komîteyên dostaniyê hatin avakirin.

Piştî ku parlementerên DEP’ê derketin Ewrûpa’yê, di sala 1994’an de, li Brûksel’ê Bûroya Hevkariya bi DEP’ê re tenzîm bû. Saleke pişt re jî, Parlemena Kurdistan’ê a Derveyê Welat (PKDW) hate êlankirin. Di sala 1999’an de jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan’ê (KNK) ava bû û heya niha, weke saziyeke bilind, di cur be cur welatên Ewrûpa’yê de, xebatên dîplomatîk dimeşîne. Di nava van saziyan de, her wiha nûnerên Kurden her çar parçeyên Kurdistan’ê jî hene û di karê hatî meşandin de, li ser rewşa hemû Kurdan hatiye sekinandin.

Di karê dîplomasiyê de 20 sal zêde dirêj nîn e. Hin dewlet, li ser bingeha sedan salan dîplomasiyê dimeşîn in. Di qada vî karî de, tecrube û pisporî xalên pir girîng in. Lê belê, kes nikare 20 salan jî pir kêm bibîne, di heman pêvajoyê de pir pêşketin dikaribûn werin bidestxistin. Li ser hîmê keda bi hezaran xwendevan, rewşenbîr û zanyarên Kurd, divê îro rêxistineke xurt ya dîplomasiya Kurdên Bakur hebûya. Lê mixabin, ji ber tineya perspektîfeke demdirêj, her ku diçe, di vê qada girîng de, derî li Kurdan têne girtin.

* * *

Ji derveyê kurdên Bakur û ên Başûr, hin xebatên dîplomatîk ji aliyê kurdên Rojhilat ve jî hatiye meşandin. Bi taybetî, di salên 1980’ê de PDK-I di qada navneteweyî de bûye xwediyê hin hewldanên binirx. Bi rêberiya Dr. Qasimlo, bi taybetî li Ewrûpa’yê, dengê kurdên Rojhilat bilind bû, di pir saziyên navneteweyî de rewşa kurdên Rojhilat hatiye niqaşkirin. Jiber hewldanên Dr. Qasimlo, ên di qada navneteweyî de, ew bû hedefa hêzên dewleta Îran’ê, roja 13’ê tîrmeh a 1989’an, li Viyana’yê, hate qetilkirin.

Piştî kuştina Dr. Qasimlo, em nikarin zêde behsa karê dîplomasiya kurdên Rojhilat bikin. Bê guman, li Ewrûpa’yê hejmareke baş ya entelektûelên Rojhilatî heye, lê belê mirov nikare encameke karê wan yê dîplomatîk bibîne. Di van salên dawî de PJAK hin hewldanan nîşan dike, lê mixabin, ji ber sedemê tineya kadroyên pispor û hwd. kes nikare bêje ev rêxistin karekê dîplomatîk dimeşîne.

Heke tenzîmeke baş di nava kurdên Rojhilat de pêk were, hebûna wiqasa entelektûelan dikare pir deriyên dîplomatîk bide vekirin. Hêviyên min ew in ku, rojekê zûtir ev potansiyel were bikaranîn.

Di derbarê kurdên Rojavayê Başûr de, mixabin, ez nikarim behsa karekê dîplomasiyê bikim. Hêya niha, hêza kurdên vê parçeyê di nava saziyên nêzîkê PKK’ê de hatiye temsîlkirin. Di nava karê dîplomatîk yê KNK’ê de, pirsgirêka Rojavayê Başûr jî tim bûye xwediyê cihekê (piçûk). Heke di nava potansiyela entelektûelên vê parçeyê Kurdistan’ê de tenzîm çêbibe, bandoreke dîplomatîk dikare were afirandin.

Di van sê nivîsan de, min xwest ez kêmekê agahî û her wiha nêrînên xwe, ên di derbarê dîplomasiya kurd de, bi xwendevanan re parve bikim. Min di pirtûka xwe a yekem de, (Yekîtiya Ewrûpa’yê û Rastiya Kurd) di derbarê karê dîplomasiya kurdan de dorfirehî agahî daye û analîz kiriye. Di xebatên xwe ên dema pêş de jî, ez ê vê qada mijara gotinê zêdetir binirxînim. Jiber ku hewcetiya me pir bi niqaşên di derbarê karê dîplomasiyê de heye.

Encam…

Doza gelê kurd êdî nema were înkarkirin. Çi di qada navneteweyî de, çi jî di qada herêmî de, her ku diçe rola qada dîplomasiya kurdan zêdetir dibe. Ji niha ve, li pir deveran û di pir saziyên navneteweyî de, Herêma Başûr’ê Kurdistan’ê bûye xwediyê statûyeke « fermî ». Di nava deh salên pêşiya me de, çi dibe bila bibe, kîjan hêz astengiyan derdixin bila derxînin, gelê kurd wê bibe xwediyê statûyeke navneteweyî. Lewre, ji niha ve, divê hemû hêzên ku xwe « Kurdistanî » dibînin di derbarê xebatên dîplomatîk de amadekariyan çêbikin. Heke em weke bapîrên xwe bikin û sivik nêzîkê bandora qada navneteweyî bibin, mixabin, wê demê qedera me ji ya dema Şêx Said, Seît Riza û Qadî Muhammed cudatir nebe.

Ez dixwazim dîsa dubare bikim ; digel ku berpirsyartî dikeve ser milên hemû hêzên kurdan û her wiha entelektûelên kurd, pêwîst e giraniya vî barî ji aliyê BDP’ê û Hikûmeta Herêmî ya Başûr’ê Kurdistan’ê ve were rakirin. Qasê ku ez dibînim, bi taybetî ji aliyê BDP’ê ve, seranserî û xemsariyekê mezin heye. Mixabin, ev jî dibe sedemê wendayiyên ku telafiya wan çênabe.

Ev nivîs, weke sê beş, di Rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

Ahmet DERE / 14.08.2010

6.07.2010

YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ! -Ezîzê Cewo-

…Û t’a îro jî, wek wan pêşîyên xwe,

Ew dijminê me dîsa maye ew,

Ger lê pêwîst be, me dighîne xwe,

Lê-k hema dem hat, me zol dike ew!...

(Ji destana “Dojeh”)

Ezîz ê Cewo

Eva demek a dirêj e, ji wan bûyeran, ên ku li K’urdistanê pêk tên, sewdayê mirov bêzar bûye, ew dike û nake, nikare bersîveke heşmendî bibîne. Bi r’astî, mirov êdî ji şroveyên berê jî westyaye, dibîne, ku di vê cîhanê da “li cîyekî tiştek wisa nîne”. Jixwe şermezarkirina dijminên hov û har jî em negîhandine t’u encamê... Mirov çawa mirovên bêexlaq û bêşerm şermezar bike? (Me ew şermezar kirin, û wan jî şerm kirin!!!)

Mirov ji çi hêlê va li pisgirêkan dinihêr’e, sedemên p’eydabûna wan û r’êyên ç’areserîyê ji bo wan diger’e, dîsa encam ew e: “li cîyekî tiştek wisa nîne!” Mejûyê mirov bi hêbet dik’eve t’evgerê, sewdayê wî hewl dide ç’irûskeke r’onahîyê bibîne, lê encam dîsa ew e- bêencamî!

Heşê mirov ê normal êdî van tiştan r’anagire!

Çima?

Û dîsa mejû agahîyan leber dike, sewda jî dîsa bûyerên îro û yên dîrokî tîne r’ex hev, hemberî hev dike... Lê dîsa “tiştek ne wisa ye!” Mejû vê carê derfetên xwe yên veşartî dike k’ar, sewda heya dawîyê di nav zexîra r’amanên xwe ya hezarê salan da diger’e, dixwaze mînakekê bibîne, lê dîsa...

Dîsa hewar û hêwarze ye! Dîsa gur’egur’a fr’oke û tankan e! Dîsa gund û bajar wêran dibin! Dîsa mirovên sivîl tên qetilkirin... Vê carê jî di nav girtîyên siyasî da du hezar zar’ok zêde bûne, ji ber ku wan kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagerker. Ev Bakûr e! Li p’arç’eyê Welêt ê r’ojhilatê, ji ber ku doza zimanê dê û mafên gelê xwe yên mirovî û net’ewî kirine, mirov hatine dardadikin- mamosta û r’ewşenbîr! Lê li p’arç’eyê Welêt ê başûr-r’ojava mirov weke sîyê diger’in. Tuyê qey bibêjî, ew bi fîzîkî hene, lê hebûna wan naê p’ejirandin, ew heya ji mafê hemwelatîya bindest jî bêp’ar mane. Eger wan dip’ejirînin jî, p’ara wan zindan e, zindana bê dawî. Wisa ye, me hêjayî navê hemwelatîya bindest jî nakin! Li başûrê Wlêt jî hê nû pêr’a gîhandine birînên Helebçê k’ew bigirin…

Û ev hemû K’urdistan e!

Şerm bike Cîhan, eger t’aybetmendîya şermkirinê li bal te hye!

Ber xwe bide K’urdistan, berxwedan jîyan e!

* *

...Îro dîsa pirsgirêka k’urd (r’asttir dibû, ku mirov bigota: hovîtîyên r’êjîmên serdest li hemberî gelê k’urd) di navenda bala r’aya giştî ya cîhanê da ye.

Û tiştê ku mirov zendegirtî dihêle jî, ew e, ku r’astîya vê pirsgirêkê li ber ç’avan e, û, eger xwsteka cîhanê ya mirovî hebûya, ev pirsgirêk wê bê astengîyên giran bihata ç’areserkirin.

Hemû jî dizanin, k’a mercên ç’areserîya vê pirsgirêkê çi ne! Ew mafên mireovî û net’ewî yên gelê k’urd in! Weke yên gelên xwedî dewletên serdest- ne kêm û ne jî zêde! Û ya balk’êş jî ew e, ku gelê k’urd û r’êberê t’evgera net’ewî ya azadîxwaz bir’êz Abdullah Ocalan ne carekê û ne jî duduyan, gotine, ku ew ne dijî hebûna dewletên heyî yên herêmê ne, ku her dixwazin, di nava sînorên wan da mafên gelê k’urd jî wek wan gelan hebe, yên ku bi navê wan dewlet hatine naskirin. Û ji bo wê çend caran bi yekalî agirbest jî pêk anîne.

Û tiştên ku k’urd dixwazin jî xwezayî ye. Mînakên wisa di cîhanê da, çqasî bixwazî, hebûne û îro jî hene: Yekîtîya Sovêtê, Fêdêratsîona R’ûssîyayê, Çêxoslovakîya û Yûgoslavîya Fêdêral (ya ku bi destê zordarên vê cîhanê hate hilweşandin), Bêlgîya û hinek dewletên cîhanê yên din.

Lêbelê dewletên herêmê yên dagerker, her yek weke xwe mafê gelê k’urd binp’ê dike, li hember wî t’evkujîyê pêk tîne, ziman û çanda wî ink’ar û t’une dike...

Dibe ku di cîhanê da ewqas pirsgirêkên gelan hebûne, heya hinek ji wan ji ya gelê k’urd bi pirsgirêktir bûne, lê ç’areserîya xwe dîtine. Lê ya gelê k’urd? Ev dused salî zêdetir e, ew ji bo mafê xwe ditêkoşe, lê ç’areserî hê jî nehatye. Û ç’areserîyê li hêlekê bihêlin, heya hebûna gelê k’urd tê înk’arkirin. Û K’T’ ji bo vê înk’arê li cîhanê bide p’ejirandin, li hember gelê k’urd siyaseta tîr’ora dewletê û t’ewkujîyê dimeşîne, ziman û çanda wî t’ûnedike... Bi prênsîpa: k’urd, ku nemînin, pirsgirêka wan jî wê êdî t’unebe!

Û ev cîhan jî, ya ku xwe şaristanî dihejmêre, van tiştan dibîne, lê xwe şûna ker’ û koran datîne.
* *
…Ew, ku berjewendîyên dewletên gewre di herêmê da hene, t’erefekî pirsê ye. Û, jib o wê jî, dema T’irkîya hovîtîyaên fermîkirî li K’urdistanê pêk têne, dewletên Ewropayê û DYA vê bi bêdengî davêjin pişt guhê xwe. Lê, dema di çalakçya li dijî wesaîta eskerî ya dagerker da dota fermandarekî t’irk dimire, ji Ewropayê dengê şermezarêyê tê bihîstin.

Ma ev çi ye? Eger pirsa şermezarkirinê heye, divê fakta dagerkirina axa k’urdan û r’ewşa leşkerî û opêratsîonên art’êşa t’irk bên şermezarkirin. Ya din jî, eger dilê ewropîyan ewqas li eskerê dagerker ên t’irk û zar’okên wan dişewite, çima wî şer’î nadin r’anewestandin? Çima destûrê didin, ku ew esker bi tank û t’op û balafir’ êrîşê bibe welatekî din, wêran û t’alan bike, jin, zar’ok, kal û pîrên wan bikuje, û bi xwe jî bên kujtin? An bi qanûn û exlaqê ewropîyan ev hemû ji wan r’a t’ê ye, lê, ku kurd bersîvê didin êrîşên wan, net’ê ye?

Belê, wisa ye, îro k’îjan dewleta herêmê li dijî gelê k’urd çi jî dike, di wir da destê derva heye! Ew dewlet, ên ku K’urdistan dagerkirine, û xweyîyên wan ên derva di sûcê dijî k’urdan da hevk’ar û hevp’arên hev in.

Dewletên gewre, yên ku di dest wanda hêza ç’reserîyê heye, di pirsa k’urdî da t’erefê bêç’areserîyê digirin...

Lê dîsa jî, eger r’êvebirên dewletên herêmê hema hinekî bi berjewendîyên gelê xwe bifikiryana, ev r’ewşa aloz wê ne li holê bûya.

Dixwazî tê bigihîjî, lê ev tişt, ên ku dibin, bi heşmendîya normal naên srovekirin...

Eger em di derbarê berjewendîyan da dibêjin, li ber ç’avan e, ku çiqas berjewendîyên gelê k’urd di ç’areserîya pirsgirêka k’urdî û aştî û aramîya herêmê da hene, ewqas jî- yên gelê t’irk... Wê demê ev çi ferzkirin e di şêr’ da? Wê demê mirov çawa dikare van mirovan, ên ku vê siyaseta r’eş dimeşînin, normal bibîne?

De wer e û têbigihîje: ev 30 salî zêdetir e, ku PKK ji bo mafê gelê k’urd ê r’ewa têk’oşînê dimeşîne (26 sal jê- têk’oşîna ç’ekdarî). Û ev sîh sal in, her carê r’êjîma K’T’ dibêje: “Emê biqedînin!”- Ku: “Heya yek apoçi jî mabe, emê şêr’ bidomînin!” Û li pey hev hukumat tên guhartin, lê têk’oşîna PPK-ê bi nhêztir dibe... Û her carê ji hêla r’êvebirîya Têk’oşîna r’izgarîya net’ewî va tê gotin, ku ew amade ne, pirsgirêkê bi r’êyên dêmokratîk çareserbikin, û, eger ji mafê gelê k’urd r’a bê r’êzgirtin, ewê şêr’ r’awestînin. Lêbelê hukumet K’T’ haer care di şêr’ da ferz dike û têk diçe. Û her carê, desteya ku nû tê, jinûva vî şer’î gur’ dike...

Û bi vî awahî serdarîyên vî welatî gelê xwe dixapînin, ji armanca wî dûr dixin û berê wê didine armanceke bêwt’e û vala....

Naha jî dora AKP-ê ye!

Û li vir pirs dertên holê:

- Ev şer’a şer’ê k’ê ye?

- Çima ji nava desthilatdarîya vî welatî hêzeke ç’areserîyê r’anabe û nabêje: “Êdî bes e, em xwîna gelê xwe bir’ijînin!”?

- Gelê T’irkîyayê li hember bêdadîya r’êjîma xwe çima wisa bêdeng e?
* *
Helbet, eger K’urdistan di nav welatên şaristanî da hatibûya dabeşkirin, eger ev bûyerana di welat an herêmeke normal da pêk bihatana, dibe ku bersîvên van pirsan jî normal bûna. Lê li vir pirsgirêk a K’urdistanê ye, û ev welata jî kolonîya navnet’ewî ye. R’ast e, welatê k’urdan di nava çar dewletên herêmê da dabeşkirî ye, lê her yek ji wan jî ji hêla xwe va xweyîkî xwe li derva heye. Û, dema pirsgirêka k’urdî tê holê, hem dewletên herêmê, hem jî xweyên wan ên derva hemû nak’okî û dijminatîya di navbera xwe da jibîr dikin û li dijî k’urdan dibin yek. Mînak, baş tê zanîn, k’a DYA û Îran dijminên hev ên çi astê ne. Lê, dema li Ewropayê kampanîya li dijî KNK-ê, R’OJ-tv û sazîyên k’urd ên din destpêbû, bi r’êvebirên Kongrêya Gel R’emzî Kartal û Zûbêîr Aydar r’a wisa jî serokê PJAK-ê (partîya k’urdî, ya ku di Îranê da ji bo mafê gelê k’urd ditêk’oşe) Hecî Ahmedî jî bi fermana DYA tê girtin...

Di nava vê konsêptê da wisa jî hewlên t’evgerkirina pakta dijî PKKê (bixwîne-dijî k’urd) ya sêalî ya DYA-T’irkîya-Îraq-ê dem bi dem aktîv dibin.

Eger em vê yekîtîya antî-k’urd hemberî yeke din (dîsa ya antî-k’urd!) a T’irkîya-Îran-Sûrîyaê bikin, wê bê xuyanê, k’a em-k’urd, ji bo ku bikaribin berjewendîyên xwe yên net’ewî biparêzin, divê giranîya xwe bidin ser kîjan milê têk’oşîna net’ewî û berê wê bidine k’u...

Lê di r’ewşeke weha da, wek prênsîp, dema di cîhanê da li dijî me-k’urdan yekîtîyên cuda tên sazkirin, di nav stratêgêya net’ewî da ji bo me ji bilî YEKÎTÎYA NET’EWÎ tiştekî din nikare hebe! Hebûna gelê k’urd bi giştî, hebûna her p’arç’eyekî K’urdistanê, heya hebûna k’urdekî t’enê jî, her dikare bi yekîtîya net’ewî misoger bibe!

Emê t’enê bi yekgirtî bikaribin li hember van êrîşên navnet’ewî berxwebidin, xwe li ser p’êyan r’agirin û di vê cîhanê da bigihîjin mafê xwe yê mirovî û net’ewî.

Li şûna peynivîsarê:

Destpêka meha hezîrana 2010-an ez ji Moskovayê difiryame Stambolê, ku ji wir jî derbazî Amedê bibim. Li vir divê konfêransa navnet’ewî ya zimanê k’urdî pêk bihata.

Di balefir’gehê da mirovek nêzîkî min bû û bi r’ûsîyeke şkestî dergehê berbi firegehê ji min pirsî... Em bi hevr’a berbi dergeh va meşyan. Li cîyê sîyarbûna balafir’ê min ji mirovê nenas pirsî:

- Hûn jî difirine Stambûlê?

- Belê, Stambûlê! Êdî 10-11 sal in, ez li van deran im, k’ir’în-firotina k’incên binî va mijûl im... Tû çi dik’ir’î-difroşî?- Ewî ji min pirsî.

- Ez? Ez dik’ir’im- nafiroşim. Bi ziman û wêjeyê va mijûl im. - Min bi nîvlaqirdî bersîva wî da.

- Têgihîştim, - got û destê xwe dirêjî min kir,- K’emal,- kurt bir’î.

Min jî destê xwe da destê wî û navê xwe got.

- Balkêş e, tu jî misulman î?

- Çima, ev nav li ser k’ê be, dive misulman be?- Bi pirs min bersîva pirsa wî da.- Ez kurd im,- min r’ê li pêşîya pirsên din bir’î.- Ez li xerîbîyê hatime cîhanê, diçime Welatê kal-bavên xwe...

- Balk’êş e, hûnê li wir bi çi zimanî bi hev r’a biaxivin?

- Helbet, bi k’urdî!

- K’urdîya we bi hev digire?

- Helbet, heger destê neyaran nînbe, k’urdê bêht’ir hev fêm bikin…

Û axavtina me çû, derk’et pêwendîyên gel û net’ewan, siyasetên dewletan… pirsgirêka gelê k’urd…

Derk’et, ku K’emal mêla wî berbi ç’epgiran e (bi gotina wî!). Min li ser wê mijarê nêr’îna xwe anî zimên:

- Di T’irkîyayê da ç’epgir nikarin hebin, li wir her t’enê baskê t’irkçîtîyê yê ç’ep an jî yê r’ast dikarin hebin.- Min got û ser da zêde kir, - û di pirsgirêka k’urdî da jî hemû ç’ep û r’astên T’irkîyayê yeknêrîn in…

Hinekî xwe xeyîdand, got, ku ez di vê pirsê da ne ewqasî r’ast im. Min got, ku Xwedê bike, ez di vê pirsê ds ne r’ast bim, lê k’a r’eng û r’ûç’ikê mirovî yê r’ewşenbîrîya t’irk, ew ç’ep dibin, an r’ast, zêde ne pirsgirêk e? - Dema li qulçekî cîhanê t’ilîya yekî misulmsn xwîn dibe,- min gotina xwe domand,- hûn dikin qûr’în û hewar, xwe vedik’utin, ma çima ji bo siyaseta têr’ora dewletê û tevkujîya li hemberî k’urdan dengek ji we dernayê… 2000-î zêdetir zar’okên k’urdan girtîne û di îşkenceyan r’a derbas dibin, siysetmederên k’urd, yên ku doza aştîyî dikin, bi zimanê xwe diaxivin, têne darizandin û girtin.

K’emal sere xwe kiribû ber xwe û guh dida axavtina min. Bihîst, bihîst û wek ku mirovekî ji êşa dil veciniqe, serî bilind kir:

- Naha hûn dibêjin ji bo van hemûyan gelê t’irk gunehk’ar e. Helbet, di vî gunehî da p’ara gelê me jî heye, lê van merivxuran t’irk û t’irkîtî ji xwe r’a kirine sîwan û kirên xwe yên k’irêt di pişt da vedişêrin… Di pirsên bingehîn da ez jî wisa difikirim, lê hinek tişt hene, ku dive mirov bide ber ç’avan. Eva ku ezê ji we r’a bibêjim, dîsa hevalên min hene, ku li ser wê nêr’înê ne…

Hûn’’ nabêjin, k’a ev deh salan zêdetir e, ez li derveyî welatê xwe çi dikim? Tiştin hene, ku ne bi dilê me ne ye jî, lê tiştek ji destê me nayê.

Dibe ku di cîhanê da kêm mirov hebin, ên ku di derbarê nexweşîyên ji bo mirovayîyê û r’ewiran t’ehlûke da nebihîstibin.- Ewî gotina xwe domand.- Cîhana îro bi p’ergalên r’agîhandinê dewlemend e, û di derbarê van nexweşîyan da civaka cîhanê agahdar dike. Lêbelê, ez dibêjim, hê nexweşî mane, yên ku ji hêla mirov va nehatne nasîn.

Tê bîra we, dema kampanîyayên li dijî nexweşîyên AIDS, ç’ilmasîyên (grîp) cuda-cuda (ya mirîşkan, ya xinzîran û yên din) çapemanîyê, r’adîo û têlêvîzîonê k’arekî çawa aktîv dimeşandin?! Sazîyên t’endurustîp’arêz wisa jî bi aktîvî li dijî r’engên cuda yên nexweşîya harbûna seyan û r’ewirên din têkoşîn dimeşandin û îro jî dimeşînin...

Dibêjin, ku gelek nexweşîyên r’ewiran derbasî mirov jî dibin, lê di derbarê nexweşîya harbûnê ya se û guran da mirovayî bêdeng dimîne. Em dizanin, dema seyê har mirov digire, ew mirov dikare bemire, û ji bo wê jî ew demeke dirêj dive bê derzîkirin. Ez dibêjim, mirov wekî din jî nexweşîya seyê har dik’eve. Û, bi nêr’îna min, ew nexweşî di nava serokdewlet û r’ayedarên hinek dewletên R’ojhilata navîn da bi veşartî belav bûye, wek kanîballîzm (merivxurî) di nav afrîkîyan da. Lê, eger wisa nînbûya, ew tişt, ên ku di van dewletan da dibin, mirovên normal dikaribûn pêk banîyana?.. Helbet, na! Hûn dikarin bawer bikin, an- na, lê li ser vê nefikirin, heqê we nîne…- Wî dixwast dîsa tiştek bigota, lê em dawetî balefir’e kirkin, û her yek ji me derbazî cîyê xwe bû.

Di balefir’e da gotinên K’emalê t’irk t’ewatî nedidan min. Û mitale li pey mitaleyan dihatin serê min:

-Balkêş e, wek ku tê xuyanê, ne mirovekî sade ye jî...

-Tiştê wisa gelo dikare bibe?

-Lê eger bi r’astî wisan e¬?

-Ger ne wisa ye, lê çi ye? Tiştên ku van kirine, çi ya seyên har û merivxuran kêmtir e, û Ferqa di nav wan da çi ye?

-Ferqa di nav wan da her t’enê ew e, ku di derbarê serokdewletê kanîbalîst û seyên har da hatye nivîsandin, lê di derbarê harbûna van da- na.- Dengekî di nav min da hêdî ev gitinan serhevda anîn.

Û, eger ew bi r’astî wisa be, wê demê mirovayî divê çawa xwe ji van seên har biparêze? Di sêrî da r’ayedarên dewletên gewre divê bi xwe bifikirin, an- na, eger, Xwedê neke...

Lê ya gelê k’urd?

Gelê k’urd, em dibêjin, wî di dîrokê da gelek tiştên bi t’ehlûke dîtine û baş dizane, k’a wê çawa xwe û welatê xwe ji êrîşên seyên har biparêze!..

3.07.2010

Rewşa li Kurdistan’ê, Helwesta Ewrûpa’yê û Hikûmeta Herêmî

Li Bakurê Kurdisan’ê rewşeke awarte heye. Di nava deh salên borî de, ti demekê li vê parçeyê welatê me xeterî û her wiha lezgînî wiqasa bilind nebibû. Qasê ku ez dibînim, her ku diçe ev rewş xerab dibe û di navbera civakên kurd û tirk de birînan kûr dike.

Di van rojan de mijara ku herî zêdetir li Tirkiye’yê tê niqaşkirin, ya bûyera êrişa îsraîl ku lidijî keştiya « alîkariya » Tirkiye’yê, a ji bo Gaze’yê hatibû şandin, pêkhatî ye. Di qada Ewrûpa’yê de jî heman mijar kete rojeva Parlemana Ewrûpa’yê û di vî warî de hin daxwaz ji hikûmeta Îsraîl’ê hatin kirin. Dewleta tirk, bi hemû derfetên xwe, ên siyasî û dîplomatik, hewl dide ku xwe weke parêzvanê mafê mirovan û aktoreke navneteweyî bide qebûlkirin.

Digel hemû hewldanên rayedarên tirk, rastiya rewşa welat nayê veşartin. Ji destpêka meha hezîranê vir ve şereke dijwar di navbera gêrîlayên kurd û artêşa tirk de dimeşe. Di vê navberê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane, her rojê ev hejmar zêdetir dibe. Ji salan vir ve, di dojehên Tirkiye’yê de bi hezaran zarokên kurd, her wiha bi hezaran jî siyasetmedarên kurd hene. Rayedarên ti welateke wiha nikarin ji xwe re bêjin « em xwediyê sîstemekê demokratîk û laîk in ». Lê belê, devê kîjan rayedarên vî welatî vedibe, gotinên « demokratîk », « wekhevî » û « laîk » kêm nabin. Durûtiyekê mezin li Tirkiye’yê heye û her ku diçe barê li ser milê girseyan girantir dike.

Li hemberî vê rastiya rewşa li Tirkiye’yê, mixabin Yekîtiya Ewrûpa’yê jî di nava durûtiyekê mezin de ye. Digel hewldanên saziyên civakî, ên kurd û tirk, heya niha ti saziyekê Ewrûpî bi rewşa zarokên kurd re, ên di dojehên Tirkiye’yê de ne, eleqadar nebû ye. Di vî derbarî de, ji du salan vir ve, bi hezaran name ji endamên Parlemana Ewrûpa’yê re çûne, lê belê ji aliyê heman saziyê ve hê jî bêdengiyekê mezin heye.

Di derbarê zarokên girtî de, van rojan hikûmeta AKP’ê hin gavan avêt, di rojên pêş de dibe ku ev gav di piratîkê de jî rê li hin « pêşketinan » vekin. Divê were zanîn ku, ji vir şûn de di hemû nêzîkatiyên AKP’ê de hejmarên hilbijartinan hene. Heke ne wisabûya, çima heya niha wiqasa bang û daxwazên saziyên civakî û parêzgerên ZAROKÊN KURD nehatin bihîstin ?.

Şerê ku niha li Bakurê Kurdistan’ê dimeşe, roj bi roj Başûrê Kurdistan’ê ji digire nava xwe. Çendî hikûmeta herêmî naxwaze xwe tevlî vî şerî bike jî, heke wisa bidome, ne mumkun e ku ew bikaribin xwe rihet bibînin. Lewre, divê hikûmeta heremî ya Başûrê Kurdistan’ê jî bikeve nava hewldanên dîplomatîk û mudaxaleyê vî şerî bike.

Ahmet DERE

Ev nivîs di rojnameya Rudaw’ê de hatiye weşandin ?