30.04.2010

Pêwîstiya bi Konferanseke Neteweyî

Mijara pêkanîna Yekîtiya Neteweyî, ji bo Kurdan xwediyê wateyeke pir girîng e. Ev ne tişteke nû ye, di dîroka gelê me de xala ku herî zêde li ser niqaş çê bûne û di rojeva Kurdan de maye ev pirsgirêk bû ye. Heya îro jî hê heman xal weke birîneke kûr, li her deverê derdikeve pêşiya me. Duşminên gelê me jî, ji her tiştê zêdetir, xoy dikin vê birînê û bi tendurustiya me dileyzin.

Digel pêşketinên di cîhanê de çê dibin, hê jî em Kurd niqaşên di derbarê “Yekîtiya Neteweyî”de dimeşînin. Dibe ku hin Kurd dibêjin “em pir pêş ketine, li her deverê cîhanê hebûna me dixûyê” lê belê di rastiyê de wisa nîn e. Heke em wiqasa pêş ketibûna, mentalîteya me hemdem bûya, di rojeva me de wê îro pirsgirêka “Yekîtiya Neteweyî” tine bûya. Mixabin û hezar mixabin, ne me hîştiye em weke hemû gelên cîhanê pêş bikevin ne jî hêzên cîhanê me rehet hîştine.

Dîrok çawa pêş ketiye wisa jî nadomîne, ên ji pêşketina dîrokê re rêberî dikin girse ne. Heke gelekê bixwaze û bikaribe di jiyana xwe de guhertinan çê bike, dîroka wî jî li wê gorî tê nivîsandin. Lewre her tişt di destê gelan de ye, ên ku ji dîrokê re rêberî dikin gel bixwe ne. Ji ber vê rastiyê ez dikarim bi hêsanî bêjim “dereng an jî zû, rojekê gelê me jî wê bibe xwediyê Yekîtiyekê Neteweyî”. Her wiha ez dikarin bêjim “Rojekê emê jî bibin xwedî rêxistinên neteweyî ku hemû cureyên gelê me hembêz dikin”. Bi taybetî ev mijara dawî pir pir girîng e.

Gelê kurd di dirêjaya dîroka xwe de tim di nava têkoşînê de bû ye. Li gorî nêrîna giştî, sedemên neserkevtina têkoşîna gelê me tim ji hêzên derve hatine. Lê belê ez bi tevahî vê nêrînê parve nakim, sedemê ku ji hêzên derve hatiye dikare bibe ê duyem, sedemê yekem em bixwe ne. Xanim Roza Otounbaeva, seroka hikûmeta demî ya Kirgizîstan’ê, digot “Kî bûye serokê welatê me, di nava demeke kurt de daxwaza qiraltiyê kiriye”, heman rastî ji Kurdan jî dûr nîn e. Kî dibe serokê rêxistinekê, tevgerekê an jî komeleyekê ew xwe weke serokê neteweyî dibîne. Ji ver hebûna vê mentalîteyê bi dehan “serokên neteweyî” derketine holê. Li pey wan hinekan sed kes jî tinene. Ev nêzîkatî sedemê bingehîn yê ku li pêşiya pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ye.

Di van rojan de mijara Konferansa Neteweyî dîsa ketiye rojevê. Di demên borî de jî heman mijar pir caran ketibû rojevê û li dora wê niqaş hatibûn kirin. Ez lidijî niqaşkirina vê mijarê nîn im, lê belê divê ji hemû demên borî ders werin girtin, şaşiyên borî dubare nebin. Ji 1999’an vir ve Kongreya Neteweyî a Kurdistan’ê (KNK), pir caran li ser vê mijarê sekinî, min bixwe jî di nava heman pêvajoyê de cih digirt. Di sala 2001’ê de bi navê “Konferansa Neteweyî” xebatekê jî çê bû. Weke tê zanîn ew hewldan hemû ji sînorên KNK’ê derbas nebûn. Çend kesên ji KNK’ê dûr jî tevlî heman xebatan bibin jî, piştî demeke pir kurt ew dûr ketine. Lewre, ez dikarim bêjim xebatên mijara gotinê vala derketin.

Heke bi rastî tê xwastin ku Konferanseke Neteweyî çê bibe, beriya her tiştî, pêwîste di nava xebatên amadekariyê de piraniya rêxistinên kurd, çi piçûk û mezin, çi jî ên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, cih bigirin. Ji bo serkevtina vê xebatê divê hemû hêzên kurd fedekariyê bikin, bila kes nebêje “hêza min mezin e, lewre divê soza min zêdetir hebe”. Yek ji sedemên ku heya niha me nikaribûye Yekîtiya xwe çê bikin ev bû ye.

Ji bo xebatên amadekariyê ez dixwazim vê pêşniyariyê bikim;  Komisyoneke hevbeş, a ku di nava wê de nûnerên hemû rêxistinan û çend heb jî rewşenbîrên serbixwe hebin, were tenzîmkirin. Ev komisyon dikare hejmara nûnerên hemû rêxistinan weke hev destnîşan bike û nîvê kesên ku dê tevlî vê Konferansê bibin ji rewşenbîran pêkwere. Divê xercên vê xebatê jî ji aliyê hemû rêxistinan ve were parvekirin.

Weke min li jor anîye ziman, divê hemû rêxistin fedekariyê bikin. Heke ne wisa be, dibe ku “Konferanseke Neteweyî” çê bibe, lê belê di rastiyê de ew tenê dibe civîneke rêxistinekê, an jî ya çend rêxistinan.

Ahmet DERE / 30.04.2010

11.04.2010

Zagona Bingehî û Kurd (Ahmet DERE)

Van rojan li Tirkiye’yê niqaşên di derbarê Zagona Bingehî de gur dibin. Wisa diyar e ku AKP dixweze li gorî berjewendiyên xwe zagona bingehî çe bike. Li aliyê din jî CHP û MHP jî hewl didin ku rengê guhertinan li gorî xwe çê bikin. Rayedarên hin saziyên dadî jî dixwezin li pêşiya guhertinan astengiyan çê bikin, armanca wan parastina zagona heyî ye. Wisa dixûyê ku wê qirecireya niqaşan hê jî kûr bibe û mehên havînê bike bin bandora xwe.

Beriya her tiştî divê Zagona Bingehî ya Tirkiye’yê ji salên 1990’î vir ve hatibûya guhertin. Ji ber ku ew, di sala 1982’an de, ji aliyê rêveberiya leşkerî ve hatibû çê kirin û bi gelê Tirkiye’yê hatibû qebûlkirin. Tê wê wateyê ku ji wê demê vir ve Tirkiye bi zagoneke antîdemokratîk û faşîst tê birêvebirin. Turgut Özal dixwest heman zagonê biguherîne, lê belê ji derveyê wî û hin rayedarên li dora wî, ti kesên din nebûn alîgirên wan ku heman guhertin pêkwerin. Mixabin, ji wê rojê heya niha, li Tirkiye’yê ev cara yekem e ku AKP dest davêje heman mijarê.

Em werin ser pozisyona Kurdan, ku ez pir girîng dibînim. Di sala 1982’an de, dema ku rêveberiya leşkerî Zagona Bingehî çê dikir, di meclîsa Tirkiye’yê de ti keseke ku ji xwe re digot « ez kurd im » tine bû. Wê demê zagon li ser esasê nijadperestiya tirk çê bû û, weke şûr li dijî gelan hate xebitandin. Lê niha em di pêvajoyeke din de ne, di meclîsa Tirkiye’yê de 20 parlementerên ku bi dengê kurdan hatine hilbijartin hene. Dîsa derdorê 50 parlementerên ku, yên AKP û her wiha yên serbixwe, ji xwe re dibêjin « em kurd in » jî hene. Dîsa di derbarê pirsgirêka kurd de asta niqaşan pir derketiye jor û gelê kurd ditekoşe. Di qada navneteweyî de jî rastiya gelê kurd, kêm zêde, hatiye naskirin. Di pêvajoyeke wisa de Zagona Bingehî ku wê çê bibe divê rastiya kurd bibîne û jê re bibe çareseriyekê layîq.

Dema ku ez li zimanê niqaşan dinêrim, mixabin, ez nikarim zêde bihêvî bim. Heya niha ti bandoreke BDP’ê li ser niqaşan nayê dîtin. Heke parlamenterên BDP’ê dîqet nekin wê bikevin xizmeta armanca AKP’ê. Her wiha ti dengekê « kurdên » AKP’ê jî nayê bihîstin. Lewre ez nikarim di projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê de tişteke erênî bibînim. Siyaseta dewleta tirk a înkar û pelçiqandinê dîsa dewam dike.

Bi awayeke giştî, bi taybetî di derbarê Tirkiye’yê de, projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê di nava xwe de hin xalên erênî diparêze. Kes wê niqaş nake, lê belê heman tişt ji bo rewşa Kurdan nayê dîtin. Bi vê zagona AKP’ê gelê kurd dîsa « tine » û Tirkiye dîsa tenê ya Tirkan e.

Belê, di pêvajoyeke wisa de divê Kurd çi bikin ? Ev pirs pir girîng e û pêwîste hemû Kurd ji xwe bipirsin. Eger ev projeya AKP’ê weke Zagona Bingehî were qebûlkirin, rêya têkoşîna azadiya gelê kurd dirêjtir dibe û zehmetî zêdetir dibin. Lewma ez dîsa dixwezim balê bikeşînim ser rola rayedarên BDP’ê. Ew çi dikin bila bikin divê di naveroka vê projeyê de, bi taybetî di derbarê rastiya gelê kurd de, hin xalên bingehîn bidin qebûlkirin. Heke ew nikaribin biser bikevin, ti maneya mayîna wan li Meclîsa Tirkiye’yê namîne.

Ahmet DERE / 11.04.2010