15.11.2010

Li Bakurê Kurdistan’ê Şer û Çareserî

Li Bakurê Kurdistan’ê Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd ketiye qadekê nû. Bûyerên ku diqewumin, bi me dide xûyan ku wê sala 2011 ji hin nûjeniyan re malxoyî bike. Encamên rewşa li vê parçeyê welatê me, dikare li ser hemû gelê me bandorê çê bike.

Roja 01’ê mijdarê, bi daxûyaniyekê, KCK agirbesta yekalî heya piştî hilbijartinên giştî, ku wê di 12’ê hezîrana 2011’an de pêkwerin, dirêj kir. Ev tê wateya ku wê heya 8 mehan wê hêzên HPG’ê êrişan nebin ser hêzên dewletê. Lê belê, bi agirbesta yekalî kes nikare bêje « bi rastî wê şer raweste », jiber ku ne diyar e ka wê artêşa tirk dev ji operasyonan berde an jî ne. Li gorî daxûyaniya KCK’ê, eger lidijî gêrîla êriş çê bibin ew ên xwe biparêzin, lewre mirov nikare bêje wê bi temamî şer raweste û heya meha hezîranê rewşeke pir aramî were jiyîn.

Di aliyê din de, ji derveyê hêzên HPG’ê, xeteriya ku wê TAK çalakiyan bike her tim heye. Çawa ku roja 31’ê cotmehê TAK’ê li Stenbolê çalakî pêkanî, dibe ku di rojên pêş de jî bi heman awayî çalakiyên din pêk werin. Dîsa, çalakiya TAK’ê dikare ji provokasyonan re jî deriyan veke, hêzên tarî, ên weke Ergenekonê jî, dikarin bi navê TAK’ê mudaxaleyê pêvajoyê bikin. Lewma, ez dibêm ev pêvajo pir hesas e, dibe ku bûyerên pir xetere biqewumin û hêviyên aştiyê û ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wunda bibin.

Birêz Abdullah Öcalan diyar kiriye ku ew bi rayedarên dewletê re niqaşan dike. Li gorî heman daxûyaniyan, dibe ku asta heman niqaşan bigehêje guftugoyan. Eger di navbera rayedarên dewletê û Abdullah Öcalan de guftugo çê bibin, bêguman ev tiştekê baş e û dikare derî li pêvajoya çareseriyê vebike. Lê belê, ez di vî warî de zêde bihêvî nîn im, li gorî daxûyaniyên rayedarên hikûmeta AKP’ê û yên dewletê, wusa dixûyê ku ew dixwazin pirsgirêka kurd di çarçoveya berjewendiyên dewletê de « çareser » bikin.

Sekinandina şer daxwaza pir derdoran e. Di cîhanê de êdî pirsgirêk bi diyalog û guftugoyan çareser dibin. Di daxûyaniyên rayedarên KCK’ê de jî heman tespît têne dîtin. Lê mixabin, nêzîkatiya dewleta tirk wusa nîn e, ew dixwaze, beriya her tiştî serî bi Kurdan bide danîn. Lewma, niha li Amed’ê doza KCK’ê tê dîtin û li wê derê, di şexsiyeta 151 siyasetmedarên kurd de dozger dixwazin serî bi kurdan bidin tewandin. (Navê min jî di nava wan 151 siyasetmedarên kurd de ye). Lê belê, digel hemû qelpiyên rayedarên tirk, girtiyên vê dozê serî natewînin, doza xwe, ya me hemûyan diparêzin.

Belê, agirbesta yekalî ya KCK’ê gavekê baş e, lê ew nayê wateya ku wê çareseriyê biafirîne. Di vê pêvajoyê de karê derdorên demokratîk û yê aştîxwazan pir girîng e. Di pêvajoyên wusa de, rola înisiyatîfên sivîl pir biwate ye. Herwuha, di qada navneteweyî de jî divê cur be cur çalakiyên aştixwaz werin lidarxistin, bi vî awayî li ser siyaseta dewleta tirk de bandor çê bibe.

Ahmet DERE / 06.11.2010

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

9.11.2010

Ziman û Maf

Ziman parçeyekê kesayetiya mirov e. Beriya ku zarok were ser rûyê erdê, ew di zikê dayîka xwe de guhdarî zimanê wê dike. Lewre, tê gotin “Zimanê Zikmakî”. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin û dibêjin, ew hevokên ku dayîk ji wan re bilêv dikin in. Bikaranîna zimanê dayîkê, ji bo herkesê û li her deverê, mafekî herî xwezayî ye.

Guneh an jî xêr zimanan nas nakin. Axiftina bi tu zimanî nikare bibe sedemê gunehan an jî xêran. Kesê ku bixwaze gunehan bike, ew dikare di her zimanî de bike. Li vê derê mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, fransizî an jî zimanêkî din nîn e. Lê belê ji bo Kurdan ev rastî cuda ye. Heya demekê berê jî, li welatekî weke Tirkiye’yê, çawa ku azadiya raman tine, her wiha bikaranîna zimanê kurdî û rastiya wî jî suç dahate dîtin (di aliyekê de hê jî wusa ye). Di dema Saddam Husein de jî, li Îraqê heman zext hebû, îro li Îran û li Sûriye’yê jî xebatên ji bo pêşxistina kurdî têne astengkirin.

Heya naha gelê kurd tu xebatekê giranbuha ji bo pêşxistina zimanê xwe nemeşandiye. Lê belê ev pêwîstiyekê mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de, rola sereke dikeve ser milên derdorên rewşenbîr, ên ku ji xwe re dibêjin “zimanzan”. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bileyzin.

Li kû derê Kurdistan’ê, an jî li kû derê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê rewşenbîrên kurd, di warê pêşxistina ziman de zêdetir xwe di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûnin û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e.

Pêşxistina kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîn e. Ew di heman demê de xwedî wateyekê siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, divê her kurd zimanê xwe, Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî, weke mafekî xwezayî, hîm bibe, bide fêrkirin û biaxife. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî ya ji aliyê rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybet li zimanê xwe xwedî derkeve, di her qadên jiyanê de kurdî bikar bîne.

Ez lidijî bikaranîna ti zimanan nînim. Heke ji bo me pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana Kurdan çê bike. Lewre ez pêwîst dibînim ku, hemû kurd, ji derveyê zimanê xwe, tu zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farsî û tirkî bikar neynin. Lê belê, dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di nava kar û barê malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş, ev dibe xeteriyekê mezin.

Divê were zanîn ku, di têkoşînê de rêbazekê herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikarin di çarçoveya têkoşînê de werin dîtin.

Ahmet DERE / 23.10.2010

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de jî hatiye weşandin