22.12.2011

Bahara Navxweyî ya Kurdan

Ji destpêka 2011an vir ve gotina « Bahara Ereban » ketiye nava wêjeya navneteweyî. Li gorî rastiya vê gotinê ; dê wê sîstemên kevneparêz hilweşin, di van welatan de sîstemên nûjen werin avakirin. Heya naha rastiya « Bahara Ereban » neketiye jiyanê, paşeroja wê jî ne diyar e.

Rewşa « Bahara Ereban » û paşeroja wê çi dibe bila bibe, ji bo me Kurdan pêwîstî bi «Baharekê Navxweyî » heye. Ji bo bingehekê ji baharekê rast û pêvajoyekê azad re were amade kirin, divê li welatê me û di nava gelê me de « Baharekê Navxweyî » were jiyîn. Bê ku ev bahar bijî, ne mumkun e ku gelê me bikaribe ji bêvajoya baharekê rast re pêşengî bike.

Di dîroka Kurdistanê de û heya naha bingeha hemû derd û kulan bêtifaqî û duşminatiya navxweyî ye. Hêzên dagirker herdem pîlanên xwe li ser vê qelsiya gelê me dane çê kirin. Di encama siyasetên dagirkeran de nakokî di nava Kurdan de kûrtir bûn in. Lewre, beriya ku li dijî hêzên dagirker « Baharekê Kurdan » bê jiyîn divê em bikaribin di nava xwe de bi bahar bin.

Dema ku em li 40 salên borî dinêrîn, baş tê dîtin ku bi dehan rêxistin di nava Kurdan de tenzîm bûne û bi armanca « Azadkirina Gelê Kurd » şer kirine. Ji heman rêxistinan çendê wan di nava demekê kurt de hatine pelçiqandin û ji holê wunda bûne. Ji têkçûna van rêxistinan, mixabin, qasê duşmin hin tevgerên Kurdan jî kêfxweş bûn in, destên xwe lihev danin. Mirov fedî dike ku heman nêzîkatiya Kurdan bîne ziman, binivîsîne.

Îro li Kurdistanê û li derveyê welat bi dehan rêxistin û tevgerên Kurdan hene. Ji derveyê hin rêxistinên li Başûrê Kurdistanê, mixabin di navbera piraniya rêxistin û tevgerên Kurdan de diyalogekê li ser esasê parastina mafê azadiya gelê me tine. Giraniya sedemên nakokiyên heyî berjewendiyên rêxistinîn in, her rêxistin, tevger û komele dibên « bila hindik be lê ya min be ». Bê guman bi vê mentalîteyê ne yekgirtin dikare çê bibe û ne jî hevkarî dikare li pêş bikeve. Yên ku ji heman nêzîkatiyan sûd werdigirin dîsa hêzên dagirker in.

Di vê dema ku li pir welatan têkoşînên azadiya gelan li pêş dikevin de, pêwîstiyekê pir mezin bi «Baharekê Navxweyî ya Kurdan» heye. Piştî pêkhatina « Baharekê Navxweyî » êdî em dikarin behsa « Bahara Kurdan » bikin. Di vî derabrî de bar û kar tenê nakeve ser milên rêxistinan, divê hemû Kurd, bi taybetî jî rewşenbîr û zanyar xwe berpirsyar bibînin.

Ahmet DERE / 19.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

16.12.2011

Zivistan û Xeterî

Ji bo piraniya gelên cîhanê zivistan di nava bêdengiyê de derbas dibe, lê belê li Kurdistanê dengê teqîn û reqînê her ku diçe gurtir dibe. Ne tenê li parçeyekê Kurdistanê, vê demê li hemû parçeyên welatê me seqema zivistanê û xeterî hevdu temam dikin.

Li Bakur operasyonên dewleta tirk didomin, wusa diyar e ku AKP heman hewldanên xwe heya demekê dirêj jî dewam dike. Digel zehmetiyên zivistanê û erdheja Wanê, zexta dewleta tirk tûndtir dibe. Qasê ku dixûyê, tenê PKK û BDP di hedefa van zextan de nîn in, herwuha hemû Kurdên azadxwaz û derdorên demokrat ên tirk bûn in hedefa neheqiyên dewletê.

Dema ku ez bi awayekê giştî li rewşa Tirkiyeyê û ya li Bakurê Kurdistanê dinêrim, mixabin xeteriyekê mezin dixûyê. Artêşa tirk hemû derfetên xwe dixebitîne ku derbeyekê mezin li hêza çekdarî ya PKKê bixe. Bêguman ji derveyê têkoşînê û berxwedanê tiştekê din ji PKKê nayê hêvî kirin. Lewre, bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê, tê xuyan ku wê ev zivistan bi teqîn û reqînê derbas bibe.

Ji mehan vir ve parêzerên Abdullah Öcalan nikarin biçin grava Îmraliyê. Ev nêzîkatiya Wezareta Dadê jî bi helwesta dewletê ve girêdayî ye. Di aliyekê de operasyonên artêşê, di aliyekê de jî operasyonên KCKê ku di heman çarçoveyê de rayedarên BDPê tên girtin, di aliyê din de jî şerê psîkolojîk li dijî Abdullah Öcalan û girseyên gel tê meşandin.

Li hember vê zexta dewleta tirk ji Kurdan zêde dengekê bibandor dernakeve. Çendî BDP li hin deveran mitîngan lidar dixe, jiber helwesta neyênî ya çapemeniya tirk zêde deng venade. Mixabin di qada navneteweyî de jî bêdengiyekê heye, ez bawer im di rojên pêş de wê Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyonên KCKê bibe xwedî helwestekê, lê belê vê demê hê tiştekê tine.

Ligel rewşa neyênî ya li Bakurê welat, li Rojava jî aramî tine. Pêla Bihara Ereb her rojê zêdetir xwe nêzîkê Sûriyê dike. Eger hêzên Kurdên li Rojava nebin xwedî helwestekê biaqil, mixabin wê Bihara Ereb ji wan re germahiyê neyne. Qasê ku ez dişopînim, helwesta hêzên vê parçeyê Kurdistanê net diyar nebû ye, ev jî min ditirsîne.

Van rojan li Başûrê Kurdistanê jî tevliheviyekê heye. Çalakiyên ku li Zaxo qewumîn îşareta hin xeteriyan in. Ne mumkun e ku mirov di van fesadiyan de rola dewleta tirk negere. Tê zanîn ku pêşketina vê parçeyê Kurdistanê li xweşê dewleta tirk naçe û cur be cur derdor nerazîbûnên xwe aşkere tînin ziman. Bêguman divê di rewşa Başûr de rola Îranê jî neyê jibîr kirin.

Welhasil zivistana îsal bi pir xeteriyan ve tije ye. Ji her demê zêdetir ji rayedarên hêzên Kurdan tevgeriyekê pir biaqil tê xwestin.

Digel hemû neyêniyan, hêvîdar im bihara 2012 ji bo gelê me bêhna gul û sosinan bîne.

Ahmet DERE  / 05.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin