28.05.2011

Şer û Hilbijartin

Hilbijartinên ku wê di 12’ê Hezîran’ê de pêk werin, di bin bandora şer de derbas dibin. Bi taybetî di herêmên Kurdistan’ê de qedera giraniya van hilbijartinan bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Wisa diyar e ku AKP’ê jî hejmarên xwe ên hilbijartinan li ser vî şerî daye çê kirin û kampanya xwe dimeşîne.

Digel pêvajoya bêçalaktiyê, ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye êlan kirin, ji destpêka meha Nîsan’ê vir ve, di piraniya herêmên Kurdistan a Bakur de operasyonên leşkerî û herweha polîsî têne meşandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan gêrîla şehîd ketine, bi sedan kes hatine binçav kirin û di zîndanan de ne. Di nava 20 salên dawî de pêvajoya ku têde herî zêde gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane ev 3 mehên dawîn in. Bi awayekê din, mirov dikarê bêje ku, şerê herî qirêj niha dimeşe û li ser vê pêvajoyê de bandora hikûmeta AKP’ê jî mezin e.

Digel hemû rewşa neyênî, KCK dev ji biryara xwe ya bêçalaktiyê ber nedaye. Dîsa, digel hemû zexta dewletê, namzetên serbixwe yên BDP’ê di nava xebatên hilbijartinan de ne. Di aliyekê de şerê qirêj, di aliyê din de xebatên jibo hilbijartinan bihev re dimeşe. Bêguman, ev rewş jibo namzetên serbixwe û BDP’ê pir zehmet e, weke berxwedanekê girîng e. Eger di encama van hilbijartinan de komekê mezin ya BDP di Parlemena Tirkiye’yê de bê çê kirin, divê ev weke bûyerekê girîng were pejirandin.

Li gorî daxûyaniyên derdorên KCK’ê û herweha yên Abdullah Öcalan, eger heya 15’ê Hezîran’ê rewşekê nû dernekeve holê, yanê di nêzîkatiya Dewleta Tirk de nermahiyekê çê nebe, an jî gavekê berbi diyalogan ve neyê avêtin, wê pêvajoyekê şerê nû bikeve rojevê. Wusa dixûyê ku heya dema ku hatiye êlan kirin, di nêzîkatiya Dewleta Tirk de guhertinekê erênî çê nabe. Ev jî tê wateya ku, ji 15’ê Hezîran’ê bi şûn de, wê şer bandora xwe bide diyar kirin. Mixabin şer tê wateya kuştinê, qasê ku heya niha me jiyan kiriye, wê dîsa piraniya kuştiyan ji zarokên gelê kurd bin.

Piştî wuqasa salên ku şerê gêrîla hatiye meşandin, divê êdî qada siyasî bandora xwe çê bike. Tu tekoşînên azadiyê tenê bi serwêriya şerê çektarî encam negirtiye, ji niha bi şun de jî wê encam negire. Piştî astekê şerê çektarî, pêwîst e hêzên siyasî derkevin pêş û rêyên çareseriyê lipêş bixin. Mixabin, di vî warî de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, qelsiyekê heye. Zû an jî dereng, divê ev qelsî tine be, hêza, an jî hêzên siyasî, bandora xwe diyar bikin.

Ahmet DERE / 23.05.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder