30.10.2011

Şer, kuştin û nijadperestî

Ev sih salin ku li welatê me şer diqewume. Di vî şerî de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, wuqasa jî birîndar û malwêranî çê bûye.

Piştî çalakiya gêrîla ya li navçeya Colemergê Çelê pêkhatî û têde bi dehan (li gorî dewleta tirk 24, li gorî PKKê jî 89) leşker hatin kuştin, artêşa tirk dest bi operasyonan kiriye. Li gorî agahiyan, heman operasyon derbasî axa Başûrê Kurdistanê jî bûne. Wusa dixûyê ku wê ev operasyona dewleta tirk demdirêj be.

Di daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk de tenê gefên kuştinê û qirkirinê hene. Ew dixwazin bi rêya van operasyonan dawî li hêzbûna PKKê bînin. Ji bo bigehêjin armanca xwe kuştin ji bo wan rewa ye. Bêguman rayedarên heman dewletê baş dizanin ku tenê PKKyî û kurd nayên kuştin, herwuha leşker jî têne kuştin, agir bi malên malbatên tirk jî dikeve.

Dema ku artêşa tirk li Kurdistanê operasyonan dimeşîne, li rojavayê Tirkiyê jî çalakiyên nijadperestan gur dibin. Di nava van çend rojên borî de bi dehan avahiyên BDPê bûn in hedefa çalakiyên nijadperestan û di heman çalakiyan de hin rayedarên BDPê hatine birîndar kirin. Herwuha, di çarçoveya operasyonên KCKê de jî bi hejmarekê mezin BDPyî hatine girtin.

Dewleta tirk, bi hêzên xwe yên leşkerî û siyasî, ketiye nava pêvajoyekê taybet. Li gorî cîgirê serokwezîr Bülent Arınç, fermandarên payebilind yên artêşê sond xwarine ku ew dawî li PKKê bînin. Ev tê çi wateyê ? Bi van gotinan tenê kuştin tê heşê mirov. Yanê dewleta tirk dest bi operasyonekê kuştinê kiriye, kes nizane ka wê kengê û li kû derê bisekine.

Li kû dibe bila bibe şer dikuje, wêran dike û birînên pir kûr çê dike. Di nava şeran de mirov dikare hin cudahiyan bibîne ; şerên heq û neheq hene. Lê belê piraniya şeran xwediyê armancên neheq in. Şerê ku dewleta tirk li Kurdistanê meşandiye û niha jî dimeşîne li ser hîmekê neheq e. Lewre divê mirovahî lidijî vî şerî derkeve û nehêle ew birînên heyî kûrtir bike. Ji bo ku ev pêvajoya kustinê bê sekinandin, di vê demê de kar û barekê mezin dikeve ser milên rewşenbîrên Kurd û Tirk jî.

Çendî di axa başûrê Kurdistanê û herwuha di Botanê de hêzên gêrîla xwedî derfetan bin jî, divê PKK jî di vê pêvajoyê de bi berpirsyartiyekê mezin tevgere û rê nede qirêjiyên dewletê. Pêwîst e were zanîn ku, dema ku mirov mentalîteya rayedarên dewleta tirk digire ber çavan, kuştina leşkeran jî nabe sedemê çareseriya pirsgirêka kurd.

Erdheja ku li Wanê qewumî di dilê hemû Kurdan de xemgîniyekê mezin çê kir. Ez ji hemû gelê Kurd û bi taybetî jî ji gelê me yê Wanê serxwemiyê dixwazim. Di demên wuha de gotin têra îfadekirina hestan nakin.

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

Ahmet DERE  /  24.10.2011

25.10.2011

Daxûyaniya PEN a Kurd a di derbarê erdheja Wanê de

Êşa me mezin e

Nûçeya li ser erdheja Wanê ku li her aliyê cîhanê bela bû û gelê me li welat û li derveyî welat ji ber wê di nav xemgînî û liberketineke kûr de ye, gihişte me endam û birêvebirên Navenda PENa Kurdî jî.

Êşa me mezin e, hejmara miriyan bi sedan e û ewçendjî jî birîndar hene û malbatên bê mal û bê cîh mane jî bi hezaran in.

Bila serê xizim û merevên kushtiya û yê gelê me li Wanê, li derdora wê û her cihê ketiye ber şapa vê boblatê saxbe û Yezdan bînferehiyê bide wan.

Di vê roja teng de hêvî û daxwaza me ji gelê me li welat û li derveyî welat ew e, ku herkes destê alîkariyê dirêjî xuşk, bira û welatiyên xwe bike û di vî alî de xwe ji tu fedekariyê nede paş.

Komîta Birêvebira Giştî
Navenda PENa Kurd
24.10.2011

16.10.2011

Rewşa Sûriyê û berpirsyartiyên PYDê

Bahara Ereb dewam dike. Çendî li Lîbyayê hê dawî li temenê rejîma Kaddafî  nehatibe jî, wusa diyar e ku wê serîhildana muxalefetê bigehêje armanca xwe. Pêvajoya nû di hemû welatên Ereban de dibe xwediyê bandorekê giran. Dibe ku rejîmên hin welatên Ereb li ber pêla vê pêvajoyê nekevin, lê belê ne mumkun e ku ew zerarê nebînin.

Ez naxwazim bi awayekê giştî li ser vê pêvajoya Bahara Ereb bisekinim, bi vê nivîsê ez dixwazim di derbarê rewşa Sûriyê û helwesta Kurdên vî parçeyê Kurdistanê de hin nêrînên xwe bînim ziman.

Beriya her tiştî helwesta Kurdên Rojava hêdî hêdî dikeve xeta rast. Ji destpêka pêvajoya Bahara Ereb vir ve, rêxistinên vî parçeyê Kurdistanê nebûn xwedî nêzîkatiyekê rast. Digel têkoşîna cur be cur hêzên muxalîf, Kurdan dengê xwe bilind nekirin. Di nava rêxistinên Kurdan de daxwazekê hebû ku ew bi rejîma Beşar Esad re bikevin nava diyalogê û li ser esasê naskirina hin mafên Kurdan ew xwe tevlî têkoşîna dijî rejîmê nekin. Di warê siyasî û herweha dîrokî de ev nêzîkatî pir şaş bû û ne li gorî berjewendiyên gelê me bû.

Di helwesta nuqsan ya Kurdan de rola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pir mezin bû. PYD kete nava kêmasiyekê ciddî ya siyasî. Bêguman di nêzîkatiya PYDê de rola KCKê û perspektîfên wî jî heye. Lê belê, weke hêzêkê vî parçeyê Kurdistanê û xwedî hezaran şehîdan, PYD dikaribû zûtir pêşerojê bidîta û li gorî pêdiviyên berjewendiyên Gelê Kurd bibûya xwedî xetekê têkoşînê.

Kuştina Mîchel Temo bû sedemê vegera ji kêmasiyan. Ji 7ê Cotmehê vir ve bi sedan hezaran kes tevlî serhildanan dibin. Bahara Ereb hêdî hêdî dibe Bahara Kurdên Rojava jî. Eger ji vê  serîhildanê re baş pêşengî were kirin, di nava mehekî de rejîma Beşar Esad meşrûyeta xwe wenda dike û derî ji pêvajoyekê nû re vedibe. Bêguman di vê pêvajoya nû de wê Kurd bibin xwedî hêzekê xurt.

Digel kêmasiya ku hatî jiyîn, divê PYD hemû hêza xwe bikêşîne axa Rojava û bi hêzên din yên Kurdan re bikeve nava hevkariyekê baş. Ji vê demê bi şûnde ez tu wateyê nadim mayîna hêzên PYD ên li Qendîlê. Ez dikarim bêjim ku, di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ev cara yekem e ku fersend dikeve destê Kurdan, divê ev derfetan neyên wunda kirin.

Em dizanin ku di Rojavayê Kurdistanê de cur be cur hêz hene. Dibe ku hêzên ji PYDê mezintir û bihêztir jî hebin. Lê belê PYD xwediyê bi sedan, dibe ku bi hezaran, şehîdan e. Lewre divê ew ji hemû hêzên din zêdetir bikeve nava têkoşînê. Encex wê demê mirov dikare bêje bîranîna şehîdan nehatiye jibîr kirin.

Di dawî de ez dixwazim vê jî bêjim; ji her demê zêdetir vê gavê pêdiviya Kurdan bi Yekîtiyê heye. Divê hemû hêzên Rojava nakokiyên xwe  jibîr bikin û bihev re bikevin nava karê gêşkirina têkoşînê. Ji hemû hêzan zêdetir jî divê PYD bibe xwediyê nêzîkatiyekê dilnifs û fedakar.

Ahmet DERE  /  10.10.2011

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.10.2011

Hevdîtinên PKK-MITê

Ev du hefte ye di çapemeniya kurd û tirk de di derbarê hevdîna PKK-MITê de pir nivîs hatine weşandin, niqaş têne kirin. Di encama van niqaş û nivîsan hemû de rastiya derketiye holê ew e ku, çi ji aliyê raya giştî ya tirk de be û çi jî ji aliyê raya giştî ya kurd de be, çawa dibe bila bibe hewldanên ji bo rawestîna şer dikare piştgiriya girseyan bigire. Ev weke merheleyekê nû ye û hêviyan diafirîne.

Di sernivîsê de min gotiye « hevdîtinên  », jiber ku ev ne cara yekem e ku di navbera PKKê û rayedarên saziyên ewlekariya dewleta tirk de hevdîtin çê dibin, heya niha pir caran dan û standin çê bûn in. Lê belê, mirov dikare vê hevdîtina ku bûye mijara gotinê weke gavekê destpêka pêvajoyekê nû bibîne. Hevdîtinên ku dema borî pêkhatî nebûn in mijara niqaşan û ew ji raya giştî hatine veşartin.

Hikûmeta AKPê hevdîtina PKK-MITê înkar nekir. Lê belê heman hevdîtinê, an jî hevdîtinan, weke xebata asayî ya saziya MITê danin nasandin û li serokê MITê Hakan Fidan xwedî derketin. Çendî di dema ku hevdîtin pêkhatî de Hakan Fidan alîgirê musteşarê serokwezîriyê be jî, heman xebat di bin berpirsyartiya MITê de pêk hatiye û tevlêbûna Hakan Fidan jî weke parçeyekê heman saziyê bû ye. Dema ku mirov pozisyona Hakan Fidan ya vê demê digire bar çavan, baş dixûyê ku ew bi armanca xweperwerdekirinê beşdar bûye. Lewre, ez nikarim bêjim heman hevdîtin di navbera PKK û Hikûmetê de pêk hatiye.

Tê zanîn ku ji 16’ê Tebaxê vir ve dewleta tirk şerekê awarte li dijî hêzên PKKê dimeşîne. Li gorî daxûyaniyên rayedarên hikûmeta AKPê, di demekê kurt de wê opêrasyona bejayî li dijî hêzên PKKê ên li Başûrê Kurdistanê pêk were. Herweha tê dîtin ku ji mehekê vir ve bi sedan rayedarên BDPê, di nava wan de serokên şaredariyan jî hene, hatine girtin. Dema ku mirov van kiryarên dewleta tirk dibîne baş tê fêmkirin ku hevdîtinên ku heya naha bi PKKê re pêk hatî tenê bi armanca têkbirina hêza gelê kurd bûn in.

Di çapemeniya kurd de (bi taybetî di hin malpereyan de), di derbarê heman hevdîtinê de, nerazîbûna hin derdoran tê dîtin û daxwaza guftugoyên aşkere tê ziman. Ez bixwe jî wusa difikirim, divê hemû guftugo bi awayekê vekirî pêk werin daku raya kurd (herweha ya tirk jî) bikaribe encamên wan bişopîne. Eger wusa nebe mirov nikare ji heman hevdîtinan, an jî, çawa ku hin derdor dibêjin, ji heman guftugoyan tiştekê hêvî bike.

Di encamê de ez dixwazim vê jî bêjim ; qasê ku min ji tomara dengê weşandî fêm kir, di hevdîtina mijara gotinê de zimanekê dîplomatîk û herweha yê guftugokirinê nehatiye bikaranîn. Dibe ku tomara deng bi zanistî hatibe amade kirin, lê belê di yê ku hatî weşandin de mirov bi awayekê pir zinde serdestiya rayedarên MITê hîs dike. Lewma pir pêwîst e ku hêzên kurdan xwe ji guftugoyan re baş amade bikin û di hevdîtinan de serdestiyê nedin heyeta dewletê. Ev jî dikeve asta mijarekê perwerdeya siyasî û dîplomatîk.

Ahmet DERE / 26.09.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin