28.05.2011

Şer û Hilbijartin

Hilbijartinên ku wê di 12’ê Hezîran’ê de pêk werin, di bin bandora şer de derbas dibin. Bi taybetî di herêmên Kurdistan’ê de qedera giraniya van hilbijartinan bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Wisa diyar e ku AKP’ê jî hejmarên xwe ên hilbijartinan li ser vî şerî daye çê kirin û kampanya xwe dimeşîne.

Digel pêvajoya bêçalaktiyê, ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye êlan kirin, ji destpêka meha Nîsan’ê vir ve, di piraniya herêmên Kurdistan a Bakur de operasyonên leşkerî û herweha polîsî têne meşandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan gêrîla şehîd ketine, bi sedan kes hatine binçav kirin û di zîndanan de ne. Di nava 20 salên dawî de pêvajoya ku têde herî zêde gêrîlayan jiyana xwe ji dest dane ev 3 mehên dawîn in. Bi awayekê din, mirov dikarê bêje ku, şerê herî qirêj niha dimeşe û li ser vê pêvajoyê de bandora hikûmeta AKP’ê jî mezin e.

Digel hemû rewşa neyênî, KCK dev ji biryara xwe ya bêçalaktiyê ber nedaye. Dîsa, digel hemû zexta dewletê, namzetên serbixwe yên BDP’ê di nava xebatên hilbijartinan de ne. Di aliyekê de şerê qirêj, di aliyê din de xebatên jibo hilbijartinan bihev re dimeşe. Bêguman, ev rewş jibo namzetên serbixwe û BDP’ê pir zehmet e, weke berxwedanekê girîng e. Eger di encama van hilbijartinan de komekê mezin ya BDP di Parlemena Tirkiye’yê de bê çê kirin, divê ev weke bûyerekê girîng were pejirandin.

Li gorî daxûyaniyên derdorên KCK’ê û herweha yên Abdullah Öcalan, eger heya 15’ê Hezîran’ê rewşekê nû dernekeve holê, yanê di nêzîkatiya Dewleta Tirk de nermahiyekê çê nebe, an jî gavekê berbi diyalogan ve neyê avêtin, wê pêvajoyekê şerê nû bikeve rojevê. Wusa dixûyê ku heya dema ku hatiye êlan kirin, di nêzîkatiya Dewleta Tirk de guhertinekê erênî çê nabe. Ev jî tê wateya ku, ji 15’ê Hezîran’ê bi şûn de, wê şer bandora xwe bide diyar kirin. Mixabin şer tê wateya kuştinê, qasê ku heya niha me jiyan kiriye, wê dîsa piraniya kuştiyan ji zarokên gelê kurd bin.

Piştî wuqasa salên ku şerê gêrîla hatiye meşandin, divê êdî qada siyasî bandora xwe çê bike. Tu tekoşînên azadiyê tenê bi serwêriya şerê çektarî encam negirtiye, ji niha bi şun de jî wê encam negire. Piştî astekê şerê çektarî, pêwîst e hêzên siyasî derkevin pêş û rêyên çareseriyê lipêş bixin. Mixabin, di vî warî de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, qelsiyekê heye. Zû an jî dereng, divê ev qelsî tine be, hêza, an jî hêzên siyasî, bandora xwe diyar bikin.

Ahmet DERE / 23.05.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

11.05.2011

Alozî û Zehmetiyên Pêvajoyê


Pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyê roj bi roj zêdetir bialoz dibe. Asta zimanê serokên partiyan bûye ya duşminatiyê. Roj tine ku di navbera Erdoğan û Kılıçdaroğlu de gotinên bêrûmet neyên ziman, herwuha di navbera Erdoğan û Bahçeli de jî. Van rojan di Serokê AKP’ê de nexweşiya psîkolojîk peyde bûye, wusa diyar e ku wê ev rewş heya 12’ê Hezîranê dewam bike.

Di vê pêvajoyê de alozî û zehmetiyên herî giran li dora pirsgirêka kurd mezintir dibin. Di aliyekê de AKP, CHP û MHP di derbarê pirsgirêka kurd de cur be cur leystokên qirêj lidar dixin, di aliyê din de jî ev her sê partî lidijî Gelê Kurd siyaseta înkar û qirkirinê dipejirînin. Operasyonên leşkerî ku lidijî gêrîla pêk tên bi alîkariya siyaseta van sê partiyan dimeşin. Mirov dikare di nava hevokên serokên van her sê partiyan de jî alîkariya jibo operasyonên leşkerî bibîne. Lewre, dema ku mijar dibe pelçiqandina vîna Gelê Kurd, tu cudahiyekê di navbera siyaseta AKP, CHP û MHP’ê de nayê dîtin.

Jiber rewşa bialoz û zehmetiyên ku derketine holê, hê Namzetên Serbixwe û BDP neketine nava xebatên aktîf yên hilbijartinan. Bêguman ev rewş, bi taybetî li xweşê AKP’ê diçe. Lewma heya ku ji destê Erdoğan tê, bi taybetî di derbarê pirsgirêka kurd de, ew zimanê xwe tûndtir dike. Di heman çarçoveyê de, di mitînga li Muş’ê de wî diyar kir ku « Pirsgirêka kurd tine, lê belê pirsgirêkên birayên min ên kurd hene ». Ev gotina Erdoğan rûyê nû yê siyaseta AKP’ê aşkere dike lewre, wusa dixûyê ku wê di salên pêş de AKP bi tevahî siyasetekê li ser esasê pelçiqandina vîna zinde ya Gelê Kurd bimeşîne.

Qasê ku dixûyê, di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de kes nikare ji AKP’ê hêviyan bike, herwuha ji CHP û MHP’ê jî. Di vê rewşê de, bêguman hemû bar dikeve ser milê Gelê Kurd. Li gorî ku ez dibînim, pir zehmet e ku em ji Namzetên Serbixwe, yên ku wê bikevin Meclîsa Tirkiyê, hêviyên mezin bikin. Rewşa bêbiryar ku ev namzet vê gavê dijîn, di mêjiyê mirovan de pir pirsan çê dikin ; gelo ew ên bikaribin nûnertiya gelê me bikin ?. Ez bawer im di mêjiyê bi mîlyonan Kurdan de ev pirs heye.

Ji hilbijartinan re mehekê maye. Divê Namzetên Serbixwe, DTK û BDP siyaseta xwe pir baş zelal bikin û di wê çarçoveyê de bikevin nava kar. Her roja ku di derbarê pêvajoyê de alozî û nakokî hebin wê lidijî wan bê bikaranîn.

Pêwîst e bê zanîn ku, daxwaza AKP, CHP, MHP û herwuha ya Dewleta Kûr ew e ku BDP nekeve meclîsê an jî nikaribe komekê xurt çê bike. Ji bo ku Meclîsa Tirkiyê nikaribe bi hêsanî daxwazên AKP û yên Dewleta Kûr pêk bîne, divê BDP, bi komekê xurt, bikeve TBMM.

Ahmet DERE / 09.05.2011

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin