26.12.2018

Bayê Êlekzeran (Gilets Jaunes) li Fransa


Ji 17 meha kanûnê vir ve li hemû herêmên Fransa tevgera Êlekzeran çalakiyan dike. Ev tevger ne bi helwesteke siyasî derket holê, ji her derdoran bes di nav de hebûn.

Digel ku tevgera Êlekzeran xwe alîgirê ti partiyên siyasî neda xwûyan dîsa jî hêzên ultra çepgir û ultra rastgir xwe ji çalakiyên wê dûr negirtin. Bi taybetî çalakiyên rojên şemiyan di bin bandora van hêzên ultra de man. Lewre her ku roj derbasbûn tevgera Êlekzeran hêza xwe winda kir.

Xalekî din ku bûye sedemê heman tevger alîkariya girseyî winda bike jî ev e ; hin kesên ku weke berdevk hatibûn nasîn bi lez û bez ketine nava hewldanên siyasî. Ew ji niha ve xwe amade dikin ku tevlî hilbijartinên parlemena ewropayê bibin. Hin ji wan ji niha ve komeleyên siyasî damezrandine û lîsteya berendamên parlemena ewropayê amade dikin. Jibo berdewamiya heman tevgerê ev hewldan neyênî tên dîtin. Kesên ku ji cur be cur derdorên siyasî di nava heman tevgerê de cih digirtin hêdî hêdî xwe jê dûr digirin û tevlî çalakiyan nabin.

Digel wendakirina hêzê dîsa jî Serokkomariya Emmanuel Macron û hikûmeta Edouard Philippe  hin gavan avêt. Çendî heman gav bersiv nedin daxwazên tevgera Êlekzeran û herwuha ya girseyan dîsa jî pirraniya hemwelatiyên frensî razîbûnên xwe diyar dikin. Lewre wusa xûyaye ku di destpêka 2019’an de hêdî hêdî bandora heman tevgerê winda bibe û çalakiyên wê bidawî bibin.

Tevgera Êlekzeran ne tenê li Fransa, herwuha li hemû welatên Ewropayê bandor  çêkir. Ji niha ve li Belçîka, li Holanda û li hin welatên din bi heman şêweyî tevger çêbûn, çêdibin û herwuha   çalakî pêktên. Lewre, çendî heman tevger hêza xwe ya girseyî li Fransa wunda bike jî ew bûye meşaleya daxwazên girseyên xizan. Heman rastî tenê li Ewropayê nayê dîtin, herwuha li cur be cur welatên din jî bandora wê diyar dibe.

Li gorî hin zanyaran, ez jî wusa difikirim, tevgera Êlekzeran dikare bibe derman ji nexweşiyên sîstema ewropî re. Pêdiviya Yekitiya Ewropayê jî bi tiştekî wusan heye.

Ahmet Gulabi DERE  / 25.12.2018

8.10.2018

Hilbijartin û Ewlekariya Başûrê Kurdistanê

Di rojên borî de li Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêk hatin. Çendî bi derengî be jî pêkhatina heman hilbijartinan grîng e, divê herkes ji encamên wan re rêz bigire.

Dibe ku di pêkanîna heman hilbijartinan de hin pirsgrêk çêbibin, lêbelê ev nayê wateya ku encamên wan ne grîng bin. Di hilbijartinên pirraniya welatan de cur be cur pirsgrêk çêdibin. Daxwaz a  me ew e ku hemû hilbijartin di nava şert û mercên demokratîk de pêk bên.

Başûrê Kurdistanê jibo hemû Kurdan weke pêngava ber bi serxwebûnê ve ye. Rêya avakirina dewletekê Kurdan, ya serbixwe û azad, di Başûrê Kurdistanê de derbas dibe. Çiqas jî hin derdor vê rastiyê qebûl nekin ew rastiyek e. Lewre pêşketina heman herêmî jibo hemû Kurdên welatparêz xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî pêşketina demokratîk ya saziyan û herwuha ya sîstema birêvebirina herêmê.

Di van hilbijartinan de dîsa PDK weke hêzeke sereke derket. Çendî derbarê PDK’ê de rexne û gazinên hin derdoran hebin jî carekê din hate dîtin ku gelê Başurê Kurdistanê bi giranî li pişt heman partiyê ye. Digel hemû rexne û gazinan meşrûyeta PDK’ê nikare bê niqaşkirin.  Bêguman partî û hêzên din jî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî YNK û GORAN jî xwedî giraniyekê mezin in. Dîsa sazî û rêxistinên sivîl jî di heman herêmê de xwedî soz in.

Ji vê demê bi şûnde barekê giran ketiye ser milên rayedarên PDK’ê. Weke hêza herî mezin ya Başûrê Kurdistanê, divê PDK ji pêşketinên demokratîk re baştirîn rêberiyê bike. Divê rexne û gazinên gelê herêmê û herwuha yên hemû Kurdan liber çav bên girtin. Di bingeha pirraniya rexne û gazinan de divê rastiyek bê dîtin. Bêguman hin derdor bi qerez rexne û gazinan dikin, lêbelê ew xwedî rêjeyek mezin nin in, û pirraniya wan jî tê naskirin.

Divê bê zanin ku di dilê pirraniya Kurdên welatparêz de cihê Başûrê Kurdistanê cuda ye. Her Kurdê welatparêz dixwaze rojekê biçe li heman parçeyê Kurdistanê bijî. Lêbelê heya niha derfet nehatine afirandin daku daxwaza heman girseyê pêk were. Lewre divê rayedarên reveberiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de çi divê pêk bînin, daku her Kurdê ku dixwaze ew bikaribe bê xem biçe herêmê û eger bixwaze bikaribe li wê derê kar bike û bijî. Ez bawer im bi hezaran Kurd van hêvî û daxwazên min parve dikin.

Li gorî ku ez dizanim bi dehan rewşenbîrên Kurd dixwazin biçin Hewlêr, Silêmanî, Duhok û bajarên din yên Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin, jiber nebûna ewlekariyê zêde kes naxwaze wê ve biçe. Di vî warî de karên îstixbaratî yên dewleta tirk û îranê sebebên herî giring in. Lewre pêwîste rayedarên herêmê, bi taybetî yên PDK’ê, di vî warî de nêzîkatiyên xwe biguher in. Divê rêya Başûrê Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî bê hîştin. Eger wusa be pêşketin jî zûtir çêdibin.

Bi van nêrînan ez dixwazim tişta ku di dilê pirraniya Kurdan de derbas dibe bînim ziman. Hêvîdar im rayedarên me, yên Başûrê Kurdistanê, piştî êlankirina encamên hilbijartinan û herwuha avakirina hikumeta nû pêvajoyek xweştirîn bidin destpêkirin.

Ahmet Gulabi DERE  / 07.10.2018

24.03.2018

Yekîtiya Neteweyî Pêwîstiyeke Grîng e

Nirxên gelan bi hêza neteweyî ya hemû beşên civaka neteweyî tê parastin û pêşxistin. Hebûna ti gelan bê hêzeke neteweyî nikare bidome. Bi taybetî ji destpêka sedsala borî vir ve ev rastî jibo hemû neteweyan xwedî wateyeke hebûn û tinebûnê ye.

Divê xeta zirav ya di navbera netewebûn û neteweperestî, an jî nijadperestiyê de bê dîtin. Jibo hemû gelan parastina nirxên neteweyî pewîst e, ew nabe netewperestî, anjî nijadperestî. Eger di bin navê parastina nirxên neteweyî de nijadperestî bê kirin bêguman ew nayê qebûl kirin. Lebelê netewebûn tiştekê pêwîst e, bi taybetî jibo Kurdan ew îro pirtir ferz e. Jibo vê jî pewîstî bi dezgeh û saziyan heye. Bê hebûna heman dezgeh û saziyan em Kurd nikarin nirxên xwe biparêzin, herwuha lipêşbixin.

Kurd bi her awayî xwedî hebûneke gelêrîn in. Hemû nirxên Kurdan yên gelêrî hen in. Lêbelê weke piraniya gelan em Kurd hê xwedî hemû pêdiviyên neteweyî nîn in. Ev mijar bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî nîn e. Kurd li ser esasê çar parçeyan jî dikarin bibin xwedî hin sazî û dezgehên neteweyî. Çi jibo parastin û lipêşxistina ziman, çand û wejeyê be çi jî jibo astengkirina qirkirin, parçekirin û asîmîlekirina gel be heman sazî û dezgeh xwedî wateyek pirr pirr girîng in.

Piştî pirr hewldanan me dît ku bi pêşengiya hêzên heyî yên Kurdan Yekîtiyeke Neteweyî nayê çêkirin, anjî çêkirina wê pirr pirr zehmet e. Jiber ku her hêz, anjî partî dixwaze heman yekîtî tenê ligorî parastina berjewendiyên wê yên hizbî bê çêkirin. Bêguman bi van helwestan Kurd nikarin Yekîtiya Neteweyî çêkin. Hemû hewldanên ku jibo çêkirina Yekîtiya Neteweyî ku heya naha hatî dayîn jiber van sedeman negihîştine encamekê. Lewre divê beriya her tiştî rêxistinên kurdan bizanibin û bikaribin hevdu qebûl bikin, berjewendiyên neteweyî lipêş yên hizbî bigirin. Ne wusan be, mixabin wê hê pirr leystok lidijî gelê me pêkwerin.

Ne pêwîst e em zêde dûr biçin, sala borî, eger di nava Kurdan de yekîtiyekê hebûya hikûmeta îraqê wusan bihêsanî nikaribû êrişî Kerkûk’ê bike. Herwuha, eger heman yekîtî hebûya dewleta tirk nikaribû biketa Efrîn’ê. Em dikarin pirtirîn bûyerên wusa rêz bikin.

Roj roja avakirina Yekîtiya Neteweyî ye. Bêguman bê tevlîbûna hêz, rêxistin û partiyan Yekîtiya Neteweyî nikare bê avakirin. Beriya her tiştî divê hêzên weke KDP, PKK, YNK, GORAN û yên din destê xwe bikin bin bar. Lêbelê tenê bi van hêzan jî nabe, divê hemû, çi piçûk û çi jî mezin, rêxistin û partiyên din jî tevlî heman hewldanan bibin. Bi tevlîbûna hêz, rêxistin û partiyan tenê jî Yekîtiya Neteweyî çênabe, pêwîst e rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî tevlî heman xebatan bibin. Ez dibêm di vî warî de divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd pirtirîn rolê bigirin ser xwe. Herwuha ez dibêm pêwîst e heman xebat ji aliyê wan ve bê destpêkirin. Lewre ez bi vê gotarê dixwazim bangê li hemû rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd bikim daku ew inîsiyatîf bigirin.

Weke hêz, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan, mixabin rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî di nava xwede parçe parçen in. Pirraniya rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd, jiber cur be cur sedeman, li dora rêxistin û partiyan kom bûn in. Pirraniya wan tenê li gorî berjewendiyên heman rêxistin û pariyan tevdigerin. Lewre nêrîn û nêzîkatiyên wan jî rast û objektîf nabin. Ew weke alîgir tevdigerin. Hin rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî bêteref in. Lêbelê ew jî, jiber cur be cur sedeman, zêde deng dernaxin, înisiyatîfan nagirin û lewre jî soza wan jiyê hêz û partiyan ve nayê guhdarkirin. Jiber heman sedeman, jibo parastin û lipêşxistina nirxên gelêrî û neteweyî, zêde xebat dernakevin pêş.

Roj girîng e, pêvajo her ku diçe pêdiviyên bi çêkirina Yekîtiya Neteweyî zêdetir derdixe pêş. Di rewşeke wusan de divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd destên xwe bixin bin bar. Bê ku guhdarî li rexne û heqaretên cur be cur hêz, rêxistin, partî anjî derdorên nexêr bikin, pêwîst e xebatekê bêteref bê destpêkirin. Bê ku cudahî bikin navbera hêz, rêxistin, partî û herwuha komeleyên Kurdan, çi piçûk û çijî mezin, divê bang li hemûyan were kirin daku ew cudahiyên hevdu qebûl bikin, bihevre li dora armanca parastin û lipêşxistina nirxên neteweyî kar bikin. Înisiyatîfekê wusa tenê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd dikarin bigirin ser xwe. Lewre û beriya her tiştî divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên me jî hevdu qebûl bikin. Bê ku bêjin « Te wusan digot, tu beriya demekê bi filan û bêvan hêz, rêxistin anjî partiyê re bûyî » divê bikaribin werin gelhev û dest bi xebatekê bikin.

Bi vê gotarê bangê li hemû Rewşenbîr, Hunermend û Zanyarên Kurd dikim ; Werin em dest bidin hev bingeha Yekîtiya Neteweyî biavêjin.

Ahmet Gulabi DERE  /  23.03.2018

12.02.2018

Efrîn û Leystokên Navneteweyî


Ji 3 hefteyan zêdetir e artêşa dagirker ya tirk hewl dide ku biçe Efrînê û li heman bajarê Kurdan xwe bicih bike. Hewldanên dewleta hov ya tirk ne tenê dagirkerî ye, ew dixwaze Kurdan di komkujiyekê de derbas bike, yané kiryarê bav û kalên xwe dubare bike. Digel ku ev 3 hefte ye artêşa tirk û cehşên wê yên Daeş bihev re heman şerî dimeşînin û nagihêjen armanca xwe, ew hewl didin ku hemû derfetên xwe bikar bînin.
Beriya her tiştî berxwedana ku Kurd li Efrînê raber dikin tiştekê pîroz û bêhempa ye. Ji naha ve heman berxwedanê serokê dewleta tirk û hemû rayedarên wê kiriye nava rewşekê tengav. Şerê wan hatiye tewandin, rûyê wan bi rêxê hatiye neqişkirin. Ev tiştekê dîrokî ye, divê kes jibîr neke.
Piştî ku hate dîtin artêşa tirk wuha tengav bûye rayedarên dewleta tirk ketine nava hawldanên cur be cur
daku çareseriyekê ji xwe re bibînin. Lewre ew bi rayedarên Rus û Emerîkiyan re diyalog dikin daku hin leystokên nû bikar bînin. Di van rojan de hin rayedarên Emerîkî tên Tirkiyê, di navbera wan û rayedarên dewleta tirk de pazarî çê dibe. Li gorî ku ez dibînim dewleta tirk dixwaze bi alîkariya Emerîkiyan ji xwe re rêya dagirkirina Efrînê peyde bike. Heman pazarî bi Rusan re jî didome. Heya naha ne Emerîkî û ne jî Rusan bersiva erênî nedane dewleta tirk. Lêbelê ev nayê wateya ku wê nexwazin tirk bigehêjin heman armanca xwe. Lewre vê gavê pazarî  di navbera wan de didome. Dê were zani ku mirov nikare ne bi Rusan ne jî bi Emerîkiyan ewle bibe. Ev her du hêz jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Dema ku berjewendiyên wan destûr bidin ew dikarin di nava yek rojekê de « dost » û « hevalên xwe » bifiroşin. Lewre di vî warî de divê Kurd, bi taybetî rayedarên PYD, pirr şiyar bin.

Bêguman weke hêzên navneteweyî tenê Rus û Emerîkî li Rojhilata Navîn xwedî sozê nîn in. Çendî bandora wan zêde nebe jî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî hene. Bi taybetî Fransa di vî warî de dixwaze soza xwe bibandor bike. Lewre ji destpêkê vir ve heman welat cur be cur daxûyaniyan dide, diyar dike ku ew û hemû YE’yê bi helwesta dewleta tirk re nîn in. Herwuha ew didin xûyan ku dewleta tirk lidijî Kurdan komkujiyê dike. Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî hate niqaşkirin. PE’yê helwesta xwe di vî warî de aşkere kir. Di van rojan de di PE’yê de cur be cur daxûyaniyên bi heman rengî wê bên raberkirin.

Di vê helwesta Ewropiyan de bandora çalakiyên ku Kurd li çar parçeyên Ewropayê dikin jî heye. Çalakiyên ku bi tevlêbûna bi  hezaran kesan tên pêkanîn pirr girîng in. Lewre divê heman çalakî zêdetir û bi girseyên hê xurttir çêbibin.

Li dora bûyera Efrînê her ku diçe leystokên navneteweyî zêdetir dibin. Her hêzên ku li Rojhilata Navîn dixwazin bibin xwedî bandor di derbarê êrişa dewleta tirk bêdeng namînin. Hin ji wan lidijî derdikevin, hin ji wan jî dixwazin jê sûd werbigirin. Ji derveyê Rûs û Emerîkiyan dewletên Îran û Îsraîl jî di vî warî de aktîf in. Ev her du dewlet jî di herêmê de aktor in. Divê helwesta van du dewletan jî baştir bê analîzkirin.

Ahmet Gulabi DERE / 12.02.2018