13.05.2013

Tevgera Diyaspora Kurd

Ji salên 2000î vir ve derbarê Diyaspora Kurd de pir gotar tên nivîsandin û niqaş tên kirin. Min jî derbarê heman mijarê de çend caran nivîsiye. Di pirtûka xwe ya yekem de jî min behsa heman xalê kiriye.
Di vê dema ku li welatê me pêvajoyên nû tên niqaş kirin de pêwîstiya bi hêza diyasporayê zêdetir derdikeve pês. Lewre divê hemû Kurdên li derveyê welat, bi taybetî jî ên li Ewropayê dijîn, bikevin nava tevgerekê. Bê tevger hêza diyasporayê çê nabe.

Li Ewropayê nêzê 2 mîlyonan Kurd dijîn. Lê mixabin mirov nikare li vê parzemînê hêzeke Kurd ya diyasporayê bibîne. Çawa ku welatê me hatiye parçe kirin, li Ewropayê jî Kurd parçe parçe ne. Dema ku mirov li wêneyê Kurdên li Ewropayê dinêre cur-be-cur reng dixûyên.

Li Ewropayê, bi taybetî bi navê Kurdên Bakur, di aliyekê de PKK, di aliyê din de jî KOMKAR û derdora wan xwe weke nûneriya diyaspora kurd didin xûyan. Bi taybetî KOMKAR li Almanya û ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê jî çê kiriye. Lê belê di nava girseya Kurd de ew zêde bihêz nîn e û nikare dengekê bibandor derxe. Çendî PKK dikare bi dehan hezaran Kurdan li dora xwe bicivîne wî nikaribûye ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê bide çê kirin. Digel pêvajoya nû hê jî navê PKK li ser lîsteya Ewropiyan ya « Rêxistinên Terorîst » e.

Mixabin derbarê diyasporayê de Kurdên Başûr, yên Rojava û yên Rojhilat neketine nava ti hewldanekê. Digel ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwedî pirr derfetan e, mixabin heya naha min nedîtiye ku ew ketiye nava hewldanekê tevger kirina diyasporayê. Bi taybetî ji bo Hikûmeta Herêmî ez vê yekê weke kêmasî dibînim.

Naha pêwîstiyekê pirr girîng bi tevger kirina diyaspora Kurd heye, an jî ez bêjim ‘divê li Ewropayê Diyaspora Kurd bê çê kirin’. Gotina ‘Diyaspora’ bixwe tê wateya hêzbûnê, eger diyaspora hebe hêz jî heye. Eger hêza Cihûyan û ya Ermeniyan li Ewropayê û li Emerîkayê tine ba kesî nikaribû behsa Diyaspora Cihûyan û ya Ermeniyan bikira. Divê êdî Kurd jî bibin xwedî hêzekê û diyaspora wan jî hebe.

Tenê bi gotin diyaspora nayê tevger kirin. Çendî PKK û KOMKAR bêjin ‘em nûnertiya diyaspora kurd dikin’ ev tiştekê ava nake. Beriya her tiştî pêwiste di nava sazî û rêxistinên Kurdên li Ewropâyê de yekdengiyekê hebe û ligel saziyên cur-be-cur welatên Ewropî û yên Yekîtiya Ewropayê jî bihev re kar bikin. Lê mixabin, heya naha tiştekê wisan tine, parçebûna welatê me bandora xwe li ser Kurdên li penaberiyê jî kiriye.

Carekê din ez dixwazim dubare bikim, di vê pêvajoya nû de pêwistiyekê mezin bi tevger kirina diyasporayê heye. Hikûmeta Herêmî ya Başûr û BDP dikarin di vî warî de rola pêşengiyê bileyzin. Bê ku ferqê bixin nava Kurdan, eger daxwazekê ji aliyê van 2 hêzan ve were, ez bawer im wê bersivekê erênî bigirin û bi encam bin.

Ez dikarim bêjim li Ewropayê hêzekê rewşenbîrî ku bikaribe bibe dengê Diyaspora Kurd jî heye û ji xebatan re amade ye.

Ahmet DERE  /  06.05.2013

Ev gotar di Rûdawê de hatiye weşandin