25.04.2012

Serdana Mesud Barzanî li Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di rojên 19 û 20ê Nîsanê de serdanekê girîng li Tirkiyê çê kir. Li gorî ku min şopand ev cara yekem e ku rayedarekî kurd bi vî awayî ji aliyê serokkomar, serokwezîr û wezîrên Tirkiyê ve tê pêşwazî kirin. Di demên borî de jî birêz Barzanî û herwuha hin rayedarên din ên kurd çûbûn Tirkiyê û serdanên fermî pêkanîbûn, lê belê ev car hinekê cuda bû.
 
 
Herêma Kurdistanê roj bi roj di qada navneteweyî de tê nas kirin û nirxa wê zêdetir dibe. Bê guman ev nêzîkatî tenê jibo heman herêmê nîn e, di hejmara hemû hêzên navneteweyî de rola parçeyên din ên Kurdistanê heye. Ji naha ve tê xûyan ku Herêma Başûrê Kurdistanê weke hêza navîn ya hemû Kurdan tê nirxandin. Bi taybetî di nêzîkatiya Amerîkayê de girîngiya vê xalê pir mezin e.
 
 
Siyaseta bingehî ya Dewleta Tirk herdem lidijî serkeftina Kurdan bû ye, naha jî wusa ye. Eger ji destê vê dewletê hatiba, ji destpêkê ve wê nehîştiba Herêma Başûrê Kurdistanê bibe xwediyê otonomiyê. Jibo vê yekê, heya rojên dawî jî rayedarên tirk bi Saddam Huseyîn re di nava têkîliyên germ de manin. Lê belê ji derveyê înisiyatîfa Dewleta Tirk, Kurdên Başûr bûnin xwediyê otonomiyê û di Rojhilata Navîn de qedir û qîmeta xwe mezintir kirin. Bi taybetî dîplomasiya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate meşandin di destxistina vê qadê de xwediyê rolekê mezin e.
 
 
Piştî 20 salên ku Kurdên Başûr di herêma xwe de desthilatdarî meşandin û nişanî hemû cîhanê dan ku ew dikarin bibin xwedî dewlet, êdî rayedarên tirk neçar man ku ew jî heman herêmê û hêza wê nas bike. Nêzîkatiya rayedarên tirk ku li hemberî serdana birêz Mesud Barzanî hate raber kirin encama tekoşîna siyasî, aborî û dîplomasiya van 20 salan e. Lê belê ev nayê wateya ku dawî li hemû nêzîkatiyên xetere ên Dewleta Tirk hatiye, eger ji destê rayedarên wê were ew ên di nava rojekê de vegerin ser nêzîkatiya xwe ya dema borî.
 
 
Ligel serdanekê serkeftî a dîplomatîk ku ji aliyê birêz Barzanî ve pêk hatî, hate xûyan ku rayedarên tirk dixwazin, di derbarê şerekî nevxweyî ên Kurdan de, hemû rêyan biceribînin. Lewre di çapemeniya tirk de xalên herî zêde derketin pêş ên di derbarê PKKê de bûn. Dema ku mirov li çapemeniya tirk dinêrî wusa dahate xûyan ku birêz Barzanî tenê jibo bêçekkirina PKKê çûye vî welatî. Bê guman rastî ne wusa ye, lê belê di hemû hewldanên tirkan de ev mijar derdikete pêş.
 
 
Daxwazên Dewleta Tirk, û herwuha yên raya giştî a Tirkiyê, çi dibe bila bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê herdem serbilind be û bizanibe ku her gavên wê jibo hemû Kurdan girîng e. Heman Herêm tenê ya Kurdên Başûr nîn e, çavê hemû Kurdan li ser wê ye. Dibe ku ew parçeyê herî mezin ê Kurdîstanê nîn e, lê belê di vê demê de ew bûye dilê hemû Kurdan. Ez hêvîdar im hemû rayedarên Herêma Kurdistanê bi vê zanabûnê tev bigerin û ji pirsgirêka hemû parçeyên Kurdistanê re bibin hêza çarenûsiyê.
 
 
Not : Di Rûdawê de min xwend ku Hozan Aydin û hin Hozanên Kurd ên din nikarin biçin Herêma Kurdistanê, bê guman ev tiştekê layîqê Kurdan nîn e. Divê çûyîna Herêma Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî be. Hêvîdar im rayedarên Herêmê ji nêz ve bi heman mijarê ve elaqadar bin.
 
 
Ahmet DERE / 23.04.2012
 
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

11.04.2012

Greva Birçîbûnê li Strasbourgê

Ji meha Sibatê vir ve li Kurdistan û Tirkiyê grevên birçîbûne hene. Bi taybetî di zîndanan de heman çalakî dorfireh bûye.
Ji 1ê Adarê vir ve li Ewropayê jî heman çalakî hatiye destpêkirin. Çalakiya herî mezin li Strasbourgê ye. 15 kes ji destpêka heman çalakiyê ve di grevê de ne, her 5 rojan carekê jî bi dehan kes, ji cur be cur welatên Ewropayê,  tên Strasbourgê û dikevin heman greva birçîbûnê. Heya naha nêzê 300 kes hatine vî bajarî û ketine vê greva birçîbûnê. Di heman demê de li cur be cur welatên Ewropayê jî, bi giranî di komeleyan de, bi hejmarekê mezin çalakiyên greva birçîbûnê çê bûne. Li hin deran hê jî dewam dikin.
Grevên birçîbûnê cureyekê çalakiyên herî pasîf û demokratîk e. Lê belê li Ewropayê ji aliyê hin derdoran ve heman çalakî weke auto-torture (İşkenceya xwe bixwe) tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000î vir ve ji çalakiyên grevên birçîbûnê re zêde alîkarî nayê dîtin.
Li gorî çalakvanên li Strasbourgê armanca sereke ya vê greva birçîbûnê ev e; divê rayedarên tirk destûrê bidin parêzerên birêz Öcalan daku ew bikaribin pê re hevdîtinan pêk bînin û jibo çareseriya pirsgirêka kurd bi birêz Öcalan re guftugo bên çê kirin (Di nava rêzedaxwazên heman çalakvanan de azadiya hemû girtiyên siyasî jî heye).
Weke tê zanîn Strasbourg bajarekê navendî yê Yekîtiya Ewropayê û yê Konseya Ewropayê ye. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û beşê wê CPT (Komîteya Lidijî İşkenceyê) li heman bajarî ye. Armanca pêkanîna vê greva birçîbûnê li vî bajarî hebûna navenda van saziyên navneteweyî ye. Lê mixabin, digel ku ev bû mehek û nîv heman çalakî didome û tendurustiya hin çalakvanan ketiye rewşekê xeter, hê jî nêzîkatiyekê layîq ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropayê û herwuha ji aliyê CPT ve nehatiye raber kirin.
Di nava van 45 rojan de çend caran parlementerên ewropî, nûnerên rêxistinên civakî yên herêma Strasbourgê û rayedarên şaredariya bajêr hatine serdaniya çalakiyê. Ev serdanî tenê di çarçoveya rêzdariyê de mane, heya naha gavekê bi bandor nehatiye avêtin. Wusa diyar e ku wê heman nêzîkatî dewam bike.
Di derbarê vê greva birçîbûnê de min ji cur be cur derdorên van saziyên li Strasbourgê agahî xwest. Bi kurtayî rayedarên ewropî wuha dibêjin ; «Di derbarê hevdîtinên parêzeran û birêz Öcalan de em nikarin tiştekê bikin. Dewleta tirk hemû kiryaran li gorî qanûnên xwe dike. Saziyên ewropî nikarin destê xwe dirêjî pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê bikin ».
Bêguman ev nêzîkatiyekê parazvanî ye. Di derbarê Kurdan de Ewropî herdem heman tiştan dibêjin. Lê belê dema ku mijar dibe pirsgirêka azadiya olî û herwuha ya Kibrisê nêzîkatiya Ewropiyan cuda ye. Tenê di derbarê Kurdan de Ewropî naxwazin xwe tevlî pirsgrêkên « navxweyî » yên Tirkiyê bikin. Divê ev jî weke durûtiya Ewropiyan were dîtin.
Li gorî zanabûna min, divê helwesta Ewropiyan di destpêkê de hatiba nirxandin û armanca vê çalakiyê baştir û bi awayekê realîst hatiba tespît kirin. Carna, digel çalakiyên pir lewend jî, hin daxwaz nayên qebûl kirin. Çalakiya ku daxwaza wî neyê qebûl kirin bandorekê neyênî çê dike. Ez hêvîdar im çalakiya li Strasbourgê bi encamekê neyênî dawî nebe û bi taybetî keda lewend ya 15 çalakvanan vala neçe.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Ahmet DERE  / 09.04.2012