8.10.2018

Hilbijartin û Ewlekariya Başûrê Kurdistanê

Di rojên borî de li Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêk hatin. Çendî bi derengî be jî pêkhatina heman hilbijartinan grîng e, divê herkes ji encamên wan re rêz bigire.

Dibe ku di pêkanîna heman hilbijartinan de hin pirsgrêk çêbibin, lêbelê ev nayê wateya ku encamên wan ne grîng bin. Di hilbijartinên pirraniya welatan de cur be cur pirsgrêk çêdibin. Daxwaz a  me ew e ku hemû hilbijartin di nava şert û mercên demokratîk de pêk bên.

Başûrê Kurdistanê jibo hemû Kurdan weke pêngava ber bi serxwebûnê ve ye. Rêya avakirina dewletekê Kurdan, ya serbixwe û azad, di Başûrê Kurdistanê de derbas dibe. Çiqas jî hin derdor vê rastiyê qebûl nekin ew rastiyek e. Lewre pêşketina heman herêmî jibo hemû Kurdên welatparêz xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî pêşketina demokratîk ya saziyan û herwuha ya sîstema birêvebirina herêmê.

Di van hilbijartinan de dîsa PDK weke hêzeke sereke derket. Çendî derbarê PDK’ê de rexne û gazinên hin derdoran hebin jî carekê din hate dîtin ku gelê Başurê Kurdistanê bi giranî li pişt heman partiyê ye. Digel hemû rexne û gazinan meşrûyeta PDK’ê nikare bê niqaşkirin.  Bêguman partî û hêzên din jî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî YNK û GORAN jî xwedî giraniyekê mezin in. Dîsa sazî û rêxistinên sivîl jî di heman herêmê de xwedî soz in.

Ji vê demê bi şûnde barekê giran ketiye ser milên rayedarên PDK’ê. Weke hêza herî mezin ya Başûrê Kurdistanê, divê PDK ji pêşketinên demokratîk re baştirîn rêberiyê bike. Divê rexne û gazinên gelê herêmê û herwuha yên hemû Kurdan liber çav bên girtin. Di bingeha pirraniya rexne û gazinan de divê rastiyek bê dîtin. Bêguman hin derdor bi qerez rexne û gazinan dikin, lêbelê ew xwedî rêjeyek mezin nin in, û pirraniya wan jî tê naskirin.

Divê bê zanin ku di dilê pirraniya Kurdên welatparêz de cihê Başûrê Kurdistanê cuda ye. Her Kurdê welatparêz dixwaze rojekê biçe li heman parçeyê Kurdistanê bijî. Lêbelê heya niha derfet nehatine afirandin daku daxwaza heman girseyê pêk were. Lewre divê rayedarên reveberiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de çi divê pêk bînin, daku her Kurdê ku dixwaze ew bikaribe bê xem biçe herêmê û eger bixwaze bikaribe li wê derê kar bike û bijî. Ez bawer im bi hezaran Kurd van hêvî û daxwazên min parve dikin.

Li gorî ku ez dizanim bi dehan rewşenbîrên Kurd dixwazin biçin Hewlêr, Silêmanî, Duhok û bajarên din yên Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin, jiber nebûna ewlekariyê zêde kes naxwaze wê ve biçe. Di vî warî de karên îstixbaratî yên dewleta tirk û îranê sebebên herî giring in. Lewre pêwîste rayedarên herêmê, bi taybetî yên PDK’ê, di vî warî de nêzîkatiyên xwe biguher in. Divê rêya Başûrê Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî bê hîştin. Eger wusa be pêşketin jî zûtir çêdibin.

Bi van nêrînan ez dixwazim tişta ku di dilê pirraniya Kurdan de derbas dibe bînim ziman. Hêvîdar im rayedarên me, yên Başûrê Kurdistanê, piştî êlankirina encamên hilbijartinan û herwuha avakirina hikumeta nû pêvajoyek xweştirîn bidin destpêkirin.

Ahmet Gulabi DERE  / 07.10.2018