15.08.2013

Rojava û Bêdengî

Li Rojavayê Kurdistan’ê şerekê qirêj didome. Rêxistinên ku ji xwe re dibêjin ‘Îslamî’ di bin heman navî de wehşetê didin jiyan kirin. Ne ola îslamê û ne jî olekê din van kiryaran qebûl nake. Ez bawer im di vî warî de her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ weke min difikire.

Ji bihara îsal vir ve tekoşîna Kurdên Rojava û şerê qirêj ku lidijî wan tê meşandin di rojeva Kurdan de ye. Her rojê nûçeyên hemû televîzyonên kurdî bi ragihandinên bûyerên li vê parçeyê tije ne. Çi li welat û çi jî li derveyê welat be, girseyên ku ji Kurdan pêktên herdem di nava çalakiyên şermezarkirina vî şerê qirêj de ne. Bi taybetî di van rojên dawî de, li Bakurê Kurdistan’ê heman çalakî bi dorfirehî tên çêkirin.

Li Ewropa’yê jî Kurd bêdeng nîn in. Her hefteyê li cur be cur welatan çalakî çêdibin, bang li welatên Ewropî tên kirin daku ew bêdeng nemînin. Lê mixabin, heya niha ji hêzên navneteweyî ti helwestekê dicih de raber nebûye. Hêzên ku parastina mafên mirovan ji xwe re dikin wezîfe derbarê kiryarên qirêj û komkujiyên ku lidijî Kurdên Rojava pêktên de ketine nava bêdengiyê.

Di nava hêzên navneteweyî de tenê Rûsya’yê helwestekê raber kiriye, wê xwastiye ku Kurdên Rojava jî tevlî guftugoyên derbarê Sûriyê de bibin. Çendî em bizanibin ku Rûsya di çi pozisyonê de ye û bi heman helwestê armanca wê çî ye jî, dîsa nêzîkatiya wê dicih de ye.

Dibe ku ji ber mehên havînê ku pirraniya rêxistinên navneteweyî karnakin ev bêdengî didome, lê belê dîsa jî em Kurd nikarin vê helwestê qebûl bikin. Li gorî ku ez agahiyan digrim, bi destpêka meha êlûnê bi şûn de di nava saziyên yekîtiya Ewropa’yê de mijara Rojava dikeve rojevê, lê belê kî dizane ka heya wê demê çiqas Kurd bên ketilkirin, çend gund û navçe bişewitin ?

Ligel vê bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî di nava Kurdan de jî qismekê bêdengî heye. Ez naxwazim mijara bêdengiya Hikûmeta Herêmî li vir bînim ziman, ji ber ku ew hate niqaşkirin, rexne çêbûn û di encamê de me daxûyaniyên rayedarên payebilind bihîstin. Ya ku ez dixwazim li vir bînim ziman ; bêdengiya hin Rewşenbîrên Kurd ku li Ewropa’yê dijîn e.

Weke tê zanîn li Ewropa’yê bi sedan kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Rewşenbîrên Kurd in’ hene. Lê mixabin, qasê ku ez dibînim û dişopînim, ji derveyê derdorên PKK’ê zêde deng ji van Rewşenbîrên Kurd dernakeve. Çima gelo ? Di vî warî de ez dixwazim hevoka Rewşenbîrî bi zanistî bê nirxandin.

Ahmet DERE  /  12.08.2013

Not : Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.08.2013

Kongreya Neteweyî

Di rojên borî de xebatekî pîroz hate destpêkirin. Di bin baniyê hikûmeta heremî ya Kurdistanê de civînên ji bo amadekariya Kongreya Neteweyî pêkhatin.

Bi salan e di nava Kurdan de hêviyên derbarê Kongreya Neteweyî de tên ziman, lê mixabin heya demekî berê di vî warî de ti pêşketin çênebûn. Pirr sedemên vê yekê hene. Lê belê wisa dixûyê ku bi giranî astengî ji holê rabûnin. Hêviyên me mezin in.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî berpirsyartiya vê xebata pîroz girtiye ser xwe. Çendî ji salan vir ve me hêvî dikir ku heman berpirsyartî pêkhatiba jî, hewldanên ku naha raber dibin zêdetir baweriyê didin me.

Yek ji sedemên ku Konferansa Neteweyî, an jî Kongreya Neteweyî, pêknehatiye nakokiyên ku di navbera hêzên kurd de heyî bûn. Bi taybetî nakokiyên di navbera PDK-YNK û  PKK’ê de sedemên sereke bûn. Wisa diyar e ku di navbera van hêzên mezin yên Kurdistanî de heman sedem neman in, an jî pirr kêm bûn e. Beriya her tiştî ev hêviyên me mezin dike.

Kongreya Neteweyî bi beşdariya tenê hêzên mezin pêk nayê. Divê, piçûk û mezin, hemû hêz, rêxistin, partiyên siyasî, komeleyên ku nûnertiya beşên civakî dikin tevlî heman karî bibin. Bê guman di vî warî de dîsa rola herî mezin dikeve ser hikûmeta herêmî ya Kurdistanê. Eger karê êqnakirina ji bo beşdariya Kongreya Neteweyî li benda hin rêxistinan bê hîştin, ez bawer im wê xelet be û ew ê li ser vê xebata pîroz bandora neyênî çê bike.

Di lîsteya beşdarvanên civîna yekem de navê hemû raxistin û komeleyên beşên civakî yên Kurdistanî tine bûn. Bi taybetî derbarê nûnertiya diyaspora Kurd de kêmasiyekê dixûya. Divê ev xebata wiha pîroz bi nêzîkatiyên partîzanî çênebe. Pêwîst e heman xebat di dilê hemû Kurdan de pîroziya xwe biparêze. Lewre divê derbarê beşdariyê de bi awayekê pirr hesas kar bê meşandin daku ev Kongre bibe ya Neteweyî.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî di qada navneteweyî de jî bandorekê girîng çê dike. Eger ji heman Kongreyê saziyekê bê avakirin, ez bawer im beşekê herî girîng yê berpirsyartiyên wê divê bibe meşandina dîplomasiyê. Wê demê ti hêz nikare bêje « Bila Kurd di nava xwe de bibin yek, pişt re em wan nas bikin ».

Hêvî mezin in…………..

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin