27.11.2011

Ewropa Rastgir

Ji destpêka sedsala 21. vir ve li welatên Ewropayê têkoşînekê nîvdijwar di navbera rastgir û çepgiran de heye. Di van salên dawî de ev têkoşîn hêdî hêdî giraniyê dixe ser bastê rastgir. Hilbijartinên ku di roja 20ê mijdarê de li Îspanyayê pêk hatin heman giraniyê zêdetir ber bi aliyê rastê ve bir.
Stratejiya rastgirên ewropî her dem li ser esasê aboriyê hatiye çê kirin, lewre li welatên ku ew bûne desthilatdar de rewşa aborî, bi awayekê giştî, hinekê baştir lipêş ketiye. Li pişt heman pêşketinan kêmkirina alîkariya dewletê a ji bo civakê cihekê mezin girtiye. Lê belê heman rastî ji aliyê girseyên gel ve zû nehatiye dîtin, an jî ew ji wan hatiye veşartin.
Stratejiya hêzên çepgir jî bi giranî li ser esasê « firehkirina » mafên civakê li pêş ketiye. Di zimanê rayedarên hêzên çepgir de her dem gotinên « maf », « alîkariya dewletê », « civak » û hwd derketine û wan li pêşberî girseyan xwe dane « hezkirin ». Heman stratejiya çepgiran li hin welatên ewropî  rê li desthilatdariya partiyên Sosyalîst û ên Keskan jî vekiribû. Vê gavê jî li hin welatên ewropî  heman partî li ser desthilatdariyê ne.
Rastî û gotin pir caran li gorî hev nîn in. Çendî gotinên xweş ên çepgiran li xweşê girseyan biçe jî, encamên rewşa aborî di navbera wan û civakê de kelem çê kiriye. Rewşa Sosyalîstên yewnan û ên îspanî weke mînak e. Halê van her du welatan ji piraniya civakên ewropî re bûye sedemê ku ew zêdetir ber bi rastgiran ve biçin. Bêguman di vê rewşa giştî ya Ewropayê de rola hêza aborî ya Alman, Îngilîz û Fransî mezin e. Tê zanîn ku li van sê welatan jî partiyên rastgir li ser desthilatdariyê ne.
Piştî hilbijartinên li Îspanyayê derfetekê mezin ketiye destê Merkel, Sarkozy û Cameron. Wusa diyar e ku wê di encama hilbijartinên li Yewnanistanê de jî rastgir serbikevin. Herwuha ev rewş ji bo Sarkozy jî dibe mizgîniya serkeftinê. Eger rewş bi vî awayî biçe wê li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê hêzên rastgir bibin desthilatdar.
Dema ku mirov li wêneyê rewşa nû ya vê parzemîna Ewropayê dinêre, baş dixûyê ku xala herî zêde di rojeva civakan de tê niqaş kirin rewşa aborî ye. Niqaşên îdeolojîk û yên ajîte êdî bala girseyan nakêşîne. Armanca têkoşîna civakan tenê bûye aborî. Ev jî li gorî hêzên rastgir û li gorî maşîna wan ya emperiyal e.
Gelo di vê rastiyê de kêmasiya hêzên çepgir çî ye ? Li gorî min hemû partiyên çepgir ên ewropî di nava xeletiyekê dîrokî de ne. Divê bi awayekê pir lezgîn û ciddî stratejî û herwuha nêzîkatiya zan ya îdeolojîk di ber çavan re bê guhertin.
Ahmet DERE  /  21.11.2011
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

12.11.2011

Dewleta AKPê

Hilbijartinên 12ê Hezîranê ji AKPê re bûn sedemê dewletbûnê. Ji 2002yan heya 12ê Hezîrana îsal AKP tenê hikûmet bû, lê belê naha ew hem hikûmet e û hem jî dewlet e. Di hemû qadan de AKPê xwe tevger kiriye û siya xwe daye ser tevahiya hêza dewletê. Heya demekê berê artêş li hemberî wê dibû xwediyê hin helwestan, lê belê ji 12ê Hezîranê vir ve AKPê artêşê jî girtiye bin bandora xwe. Lewre divê em êdî vê partiyê tenê weke hikûmet nebînin, ew dewlet e.

AKP ya ku bûye dewlet hemû kiryarên xwe jî li gorî berjewendiyên dewletê û herwuha li gorî îdeolojiya fermî dimeşîne. Çendî ji devê hin rayedarên vê partiyê car caran gotinên muxalîf derkevin jî, di bingeha hemû kiryarên wan de mirov nikare tiştekê dijberî siyaset û îdeolojiya fermî, an jî ya Kemalîst bibîne. Her ku diçe AKP argûmanên CHPê jî ji destê wê digire û wê tazî dihêle. Lewre ekîba Kılıçdaroğlu diperpite ku sedemên hebûna bingehiya Partiya Mustafa Kemal biparêze. Gelo ew ê li ser bikev e ? ev tiştekê zehmet e !

Piştî atmosfera germ ya hilbijartinên 12ê Hezîranê, Dewleta AKPê ketiye nava kar û barên xwe yên esasî. Bi armanca parastina prensîbên Kemalîzmê, AKP giraniya xwe daye ser têkoşîna  perçiqandina hêza gelê kurd. Lewma ji meha Tebaxê vir ve artêşa tirk her rojê çiyayên Kurdistanê bombebaran dike. Ji heman demê vir ve bi sedan siyasetmedarên kurd hatine girtin. Weke salên 1992-1997 li dijî rewşenbîran teror tê meşandin, girtina Ragıp Zarakolu û Profesor Büşra Ersanlı weke nimûne ye.

Ji bilî bikaranîna hêzên dewletê, AKP dixwaze Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê jî bike bin xizmeta xwe. Bi taybetî ji 19ê Cotmehê vir ve, lijneya navendî ya dewleta AKPê di nava hewldanên piralî de ye. Serdana birêz Neçîrvan Barzanî û ya Kek Mesût di vê çarçoveyê de hatin nirxandin. Rayedarên dewleta AKPê   jî hewl didin ku hêza Hikûmeta Herêmî li dijî PKKê bikar bînin. Lê belê, qasê ku min şopand, bi taybetî Kek Mesût tu hêvî nedaye rayedarên tirk. Lewma di çapemeniya tirk de bi hejmarekê mezin nerazîbûn hatin diyar kirin. Encamên ku wan hêvî dikirin derneketin holê.

Di helwesta Kek Mesût û herwuha di daxûyaniyên rayedarên KCKê de baş diyar dibe ku Kurd carekê din nakevin kemîna hêzên dagirker û şerê birakujî wê nemeşînin. Çendî di vî warî de kes nikaribe sedî sed garantî bide jî, bûyera valaderxistina hewldanên rayedarên tirk bi tena serê xwe hêviyekê mezin e.

Dewleta AKPê bi hemû hêza xwe ve di nava  şer de ye. Di pir aliyan de erdheja WANê  jî kiriye hacetekê şerê psîkolojîk. Digel nerazîbûna Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê, dibe ku di rojên pêş de bandora heman şerî firehtir bibe. Lewre di vê pêvajoyê de pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan û Lihevhatinekê Neteweyî pir pêwîst e.

Bi hêviya rojên ku Kurd bizanibin bihev re baştir bijîn, bitekoşin û pêş de biçin.

Ez cejna hemû gelê xwe, ya heval û dostan pîroz dikim. Bi hêviya cejnên bê keder û dilsah.

Ahmet DERE  /  07.11.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin