16.09.2011

11ê Êlûnê

Deh sal berê, di roja 11ê Êlûnê de, li Washingtonê çalakiya herî mezin ya terorîzma El-Kaideyê pêk hat. Di heman çalakiyê de nêzê 3 hezaran kes hatin kuştin. Ji pêkhatina wê çalakiyê bi şûnde navê rêxistina El-Kaide kete rojeva hemû cîhanê.

Çalakiya 11ê Êlûnê rûpelekê nû di dîroka cîhanê de ve kir. Ji heman demê dîrok wuha tê bi nav kirin « beriya 11ê Êlûnê û piştî 11ê Êlûnê ».

Çendî çalakiya 11ê Êlûnê lidijî Amerîka û hevalbendên wê hatibe tenzîm kirin, di cewher de ew lidijî mirovahiyê, bi taybetî   lidijî cîhana musulman pêk hatiye. Bi rêya heman çalakiyê navê « musulmanan » û terorîzm bihev re hatiye bikaranîn, reaksiyonekê pir xerab di cîhana mesîhiyan de, lidijî ola îslamê çê bû ye. Di nava gelên musulman de jî yên ku herî zêde ji El-Kaide zerar dîtin gelên Ereb bûn.

11ê Êlûnê bû sedemê ku Amerîka, tevî hevalbendên xwe ên Ewropî, li tevahiya cîhanê, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn, operasyonan bimeşînin. Di nava deh salên borî de Rojhilata Navîn ji kiryarên şer xalî nebû ye. Desthilatdariya Saddam hate hilweşandin, İrak û Afganistan ketin bin bandora Amerîkayê, ji destpêka îsal vir ve jî di nava welatên Ereb de guhertinên pir mezin çê dibin. Di pêkhatina hemû van bûyeran de rola çalakiya 11ê Êlûnê û ya El-Kaideyê pir mezin e.

Piştî 11ê Êlûnê di derbarê hêzên azadiya gelan de jî guhertinên girîng pêk hatine. Ji heman demê vir ve, di derbarê van tekoşînan de,  nêzîkatiya cîhanê neyênî guhertiye. Hêzên dagirker bi hêsanî ji kiryarên xwe re sedem peyde kirine û lidijî rêxistinên azadixwaz şerê asîmetrîk û qirêj lipêş xistine. Pelçiqandina Pilingên Tamîl, ya ji aliyê dewleta Srîlankayê ve, weke nimûne ye.

11ê Êlûnê zerarekê mezin daye tekoşîna gelê Kurd jî. Ji 2001ê bi şûn de di qada navneteweyî de doza gelê kurd tengasiyekê jiyaye, hê jî dijî. Dewleta tirk bi hêsanî ji kiryarên xwe ên qirêj re alîkariya navneteweyî dîtiye. Ji heman demê bi şûn de, li Ewropayê û herweha di qada navneteweyî de, PKK weke rêxistinekê « terorîst » hatiye nas kirin. Li hemberî tekoşîna çektarî ya Kurdan dîplomasiya dewleta tirk ji xwe re alîkariyekê dorfireh peyde kiriye. Eger di nava van deh salên borî de çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re nehatiye dîtin, di vê derê de rola 11ê Êlûnê heye û mezin e.

Di dawiyê de ez dixwazim vê jî bêjim ; 11ê Êlûnê tenê li Washingtonê neqewumî, ew li hemû derê cîhanê pêk hat. Yên ku ji wê zerara herî mezin dîtin, alema musulman, têkoşînên rizgariya gelan û gelên Ereb bûn. Lewre, beriya hemû hêzan, divê Ereb û gelên musulman lidijî El-Kaideyê derkevin.

Ahmet DERE
12.09.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

10.09.2011

Li Kurdistanê Şerê Artêşa Tirk

Li Kurdistanê artêsa tirk di nava şerekê giran de ye. Ew tenê li hemberî gêrîlayên HPGê operasyonan pêk naîne, herweha ew lidijî gelê kurd jî şer dike. Bi pêkanîna van operasyonên dorfireh, ên hewayî û bejayî, ew dixwaze çavê hemû Kurdan bitirsîne. Lewre, wusa diyar e ku wê heman operasyon zêdetir dijwar bibin.

Tê zanîn ku ji sala 1984an vir ve, bi rêberiya PKKê, gelê kurd li hemberî dewleta tirk û dagirkeriya wê şer dike. Ji heman demê vir ve jî cur be cur hêzên dewletê li hemberî hêza Kurdan û bi taybetî jî lidijî PKKê şer dikin û qirêjiyan pêk tînin. Ev ne cara yekem e ku hêzên dewleta tirk dikevin axa Başûrê Kurdistanê, di navbera salên 1990 û 2000’î de ew bi dehan caran ketine axa Başûr û li wê derê operasyonan pêk anîne, di salên piştî 2000’î de jî heman operasyon nesekinîn.

Tê bîra me hemuyan ku, di sala 2008an de, bi tevlêbûna hêzên dewletê ên bejayî, li herêma Zapê operasyonekê pir dorfireh pêk hat. Lê belê encamê wê operasyonê bû têkçûna artêşa tirk. Ji heman demê vir ve dewleta tirk bi tevlêbûna hêzên xwe ên bejayî li Başûrê Kurdistanê neketiye nava hewldanên pêkanîna operasyonan.

Operasyonên ku artêşa tirk ji 16ê Tebaxê vir ve pêk tîne, tenê bi tevlêbûna balefirgehên şer dimeşin. Heya niha operasyona bejayî nehatiye dest pê kirin. Li gorî ku tê dîtin, amadekariyên operasyonekê bejayî dimeşin. Lê belê, digel van amadekariyan û gef û guran, rayedarên dewletê û hikûmetê bi tirs nêzîkê operasyona bejayî dibin. Ew dizanin ku, eger heman operasyon pêk were û carekê din, weke ya sala 2008an, bê encam bimîne, wê demê ti rûmeta artêşa tirk namîne.

Qasê ku em dişopînin, bi taybetî ji destpêka Tebaxê vir ve, rayedarên dewletê civîn li ser civînê lidar dixin. Mijara van civînan tenê şerê li Kurdistanê ye. Hefteya borî serfermandarê artêşê û hin generalan gerekê li Kurdistanê pêk anîn. Wusa diyar e ku di vê gerê de şert û mercên pêkanîn operasyonekê bejayî hatiye analîz kirin.

Nepêkanîna operasyona bejayî jî, pêkanîna wê jî, jibo dewleta tirk mijarekê pir girîng û xetere ye. Piştî wuqasa amadekariyan, eger heman operasyon pêk neyê wê di derbarê artêşa tirk de bibe sedemê nirxandinên neyênî. Lewre, bi çi cureyê dibe bila bibe, ew ên di van rojan de, di derbarê pêkanîna operasyonekê bejayî de biryarekê bidin.

Li gorî ku ez dizanim, operasyona hewayî zêde zerarê nedaye hêzên gêrîla. Lê belê, eger heman operasyon hê jî bidome û di heman demê de jî operasyona bejayî pêk were, mirov dikare bêje ku wê hêzên gêrîla hin tengasiyan bijîn. Di vê rewşê de, dê were zanîn ku, wê bi sedan leşkerên tirk jî werin kuştin, herweha wê hejmara wendayiyên gêrîla jî zêde bin.

Bi çi cureyê dibe bila bibe, encama operasyonê, an jî ya operasyonan, ji tu pirsgirêkê re nabe çareserî. Ji niha ve tê xuyan ku gelê kurd lidijî nêzîkatiya AKPê bê deng namîne. Eger rewş bi vî awayî bidome, nakokiyên di navbera gelê kurd û dewleta tirk de kûrtir dibin. Bi vê nêzîkatiya siyasî, AKP wê nikaribe carekê din ji Kurdan alîkariya hilbijartinan bixwaze. Di nava AKPê de jî wê hin Kurd (nêzîkatiya Mehmet Mir Dengir Firat weke nimûne ye) bê deng nemînin.

Çi jibo Kurdan û çi jî jibo dewleta tirk, bi rastî ev pêvajo pir girîng û xetere ye. Divê ji her du aliyan ve jî xwînsarî serdest be û çareserî bi rêbazên demokratîk were ceribandin. Di vê şerê de ne feydeya gelê kurd û ne jî ya gelê tirk tine.

Ahmet DERE
08.09.2011