30.04.2010

Pêwîstiya bi Konferanseke Neteweyî

Mijara pêkanîna Yekîtiya Neteweyî, ji bo Kurdan xwediyê wateyeke pir girîng e. Ev ne tişteke nû ye, di dîroka gelê me de xala ku herî zêde li ser niqaş çê bûne û di rojeva Kurdan de maye ev pirsgirêk bû ye. Heya îro jî hê heman xal weke birîneke kûr, li her deverê derdikeve pêşiya me. Duşminên gelê me jî, ji her tiştê zêdetir, xoy dikin vê birînê û bi tendurustiya me dileyzin.

Digel pêşketinên di cîhanê de çê dibin, hê jî em Kurd niqaşên di derbarê “Yekîtiya Neteweyî”de dimeşînin. Dibe ku hin Kurd dibêjin “em pir pêş ketine, li her deverê cîhanê hebûna me dixûyê” lê belê di rastiyê de wisa nîn e. Heke em wiqasa pêş ketibûna, mentalîteya me hemdem bûya, di rojeva me de wê îro pirsgirêka “Yekîtiya Neteweyî” tine bûya. Mixabin û hezar mixabin, ne me hîştiye em weke hemû gelên cîhanê pêş bikevin ne jî hêzên cîhanê me rehet hîştine.

Dîrok çawa pêş ketiye wisa jî nadomîne, ên ji pêşketina dîrokê re rêberî dikin girse ne. Heke gelekê bixwaze û bikaribe di jiyana xwe de guhertinan çê bike, dîroka wî jî li wê gorî tê nivîsandin. Lewre her tişt di destê gelan de ye, ên ku ji dîrokê re rêberî dikin gel bixwe ne. Ji ber vê rastiyê ez dikarim bi hêsanî bêjim “dereng an jî zû, rojekê gelê me jî wê bibe xwediyê Yekîtiyekê Neteweyî”. Her wiha ez dikarin bêjim “Rojekê emê jî bibin xwedî rêxistinên neteweyî ku hemû cureyên gelê me hembêz dikin”. Bi taybetî ev mijara dawî pir pir girîng e.

Gelê kurd di dirêjaya dîroka xwe de tim di nava têkoşînê de bû ye. Li gorî nêrîna giştî, sedemên neserkevtina têkoşîna gelê me tim ji hêzên derve hatine. Lê belê ez bi tevahî vê nêrînê parve nakim, sedemê ku ji hêzên derve hatiye dikare bibe ê duyem, sedemê yekem em bixwe ne. Xanim Roza Otounbaeva, seroka hikûmeta demî ya Kirgizîstan’ê, digot “Kî bûye serokê welatê me, di nava demeke kurt de daxwaza qiraltiyê kiriye”, heman rastî ji Kurdan jî dûr nîn e. Kî dibe serokê rêxistinekê, tevgerekê an jî komeleyekê ew xwe weke serokê neteweyî dibîne. Ji ver hebûna vê mentalîteyê bi dehan “serokên neteweyî” derketine holê. Li pey wan hinekan sed kes jî tinene. Ev nêzîkatî sedemê bingehîn yê ku li pêşiya pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ye.

Di van rojan de mijara Konferansa Neteweyî dîsa ketiye rojevê. Di demên borî de jî heman mijar pir caran ketibû rojevê û li dora wê niqaş hatibûn kirin. Ez lidijî niqaşkirina vê mijarê nîn im, lê belê divê ji hemû demên borî ders werin girtin, şaşiyên borî dubare nebin. Ji 1999’an vir ve Kongreya Neteweyî a Kurdistan’ê (KNK), pir caran li ser vê mijarê sekinî, min bixwe jî di nava heman pêvajoyê de cih digirt. Di sala 2001’ê de bi navê “Konferansa Neteweyî” xebatekê jî çê bû. Weke tê zanîn ew hewldan hemû ji sînorên KNK’ê derbas nebûn. Çend kesên ji KNK’ê dûr jî tevlî heman xebatan bibin jî, piştî demeke pir kurt ew dûr ketine. Lewre, ez dikarim bêjim xebatên mijara gotinê vala derketin.

Heke bi rastî tê xwastin ku Konferanseke Neteweyî çê bibe, beriya her tiştî, pêwîste di nava xebatên amadekariyê de piraniya rêxistinên kurd, çi piçûk û mezin, çi jî ên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, cih bigirin. Ji bo serkevtina vê xebatê divê hemû hêzên kurd fedekariyê bikin, bila kes nebêje “hêza min mezin e, lewre divê soza min zêdetir hebe”. Yek ji sedemên ku heya niha me nikaribûye Yekîtiya xwe çê bikin ev bû ye.

Ji bo xebatên amadekariyê ez dixwazim vê pêşniyariyê bikim;  Komisyoneke hevbeş, a ku di nava wê de nûnerên hemû rêxistinan û çend heb jî rewşenbîrên serbixwe hebin, were tenzîmkirin. Ev komisyon dikare hejmara nûnerên hemû rêxistinan weke hev destnîşan bike û nîvê kesên ku dê tevlî vê Konferansê bibin ji rewşenbîran pêkwere. Divê xercên vê xebatê jî ji aliyê hemû rêxistinan ve were parvekirin.

Weke min li jor anîye ziman, divê hemû rêxistin fedekariyê bikin. Heke ne wisa be, dibe ku “Konferanseke Neteweyî” çê bibe, lê belê di rastiyê de ew tenê dibe civîneke rêxistinekê, an jî ya çend rêxistinan.

Ahmet DERE / 30.04.2010

11.04.2010

Zagona Bingehî û Kurd (Ahmet DERE)

Van rojan li Tirkiye’yê niqaşên di derbarê Zagona Bingehî de gur dibin. Wisa diyar e ku AKP dixweze li gorî berjewendiyên xwe zagona bingehî çe bike. Li aliyê din jî CHP û MHP jî hewl didin ku rengê guhertinan li gorî xwe çê bikin. Rayedarên hin saziyên dadî jî dixwezin li pêşiya guhertinan astengiyan çê bikin, armanca wan parastina zagona heyî ye. Wisa dixûyê ku wê qirecireya niqaşan hê jî kûr bibe û mehên havînê bike bin bandora xwe.

Beriya her tiştî divê Zagona Bingehî ya Tirkiye’yê ji salên 1990’î vir ve hatibûya guhertin. Ji ber ku ew, di sala 1982’an de, ji aliyê rêveberiya leşkerî ve hatibû çê kirin û bi gelê Tirkiye’yê hatibû qebûlkirin. Tê wê wateyê ku ji wê demê vir ve Tirkiye bi zagoneke antîdemokratîk û faşîst tê birêvebirin. Turgut Özal dixwest heman zagonê biguherîne, lê belê ji derveyê wî û hin rayedarên li dora wî, ti kesên din nebûn alîgirên wan ku heman guhertin pêkwerin. Mixabin, ji wê rojê heya niha, li Tirkiye’yê ev cara yekem e ku AKP dest davêje heman mijarê.

Em werin ser pozisyona Kurdan, ku ez pir girîng dibînim. Di sala 1982’an de, dema ku rêveberiya leşkerî Zagona Bingehî çê dikir, di meclîsa Tirkiye’yê de ti keseke ku ji xwe re digot « ez kurd im » tine bû. Wê demê zagon li ser esasê nijadperestiya tirk çê bû û, weke şûr li dijî gelan hate xebitandin. Lê niha em di pêvajoyeke din de ne, di meclîsa Tirkiye’yê de 20 parlementerên ku bi dengê kurdan hatine hilbijartin hene. Dîsa derdorê 50 parlementerên ku, yên AKP û her wiha yên serbixwe, ji xwe re dibêjin « em kurd in » jî hene. Dîsa di derbarê pirsgirêka kurd de asta niqaşan pir derketiye jor û gelê kurd ditekoşe. Di qada navneteweyî de jî rastiya gelê kurd, kêm zêde, hatiye naskirin. Di pêvajoyeke wisa de Zagona Bingehî ku wê çê bibe divê rastiya kurd bibîne û jê re bibe çareseriyekê layîq.

Dema ku ez li zimanê niqaşan dinêrim, mixabin, ez nikarim zêde bihêvî bim. Heya niha ti bandoreke BDP’ê li ser niqaşan nayê dîtin. Heke parlamenterên BDP’ê dîqet nekin wê bikevin xizmeta armanca AKP’ê. Her wiha ti dengekê « kurdên » AKP’ê jî nayê bihîstin. Lewre ez nikarim di projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê de tişteke erênî bibînim. Siyaseta dewleta tirk a înkar û pelçiqandinê dîsa dewam dike.

Bi awayeke giştî, bi taybetî di derbarê Tirkiye’yê de, projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê di nava xwe de hin xalên erênî diparêze. Kes wê niqaş nake, lê belê heman tişt ji bo rewşa Kurdan nayê dîtin. Bi vê zagona AKP’ê gelê kurd dîsa « tine » û Tirkiye dîsa tenê ya Tirkan e.

Belê, di pêvajoyeke wisa de divê Kurd çi bikin ? Ev pirs pir girîng e û pêwîste hemû Kurd ji xwe bipirsin. Eger ev projeya AKP’ê weke Zagona Bingehî were qebûlkirin, rêya têkoşîna azadiya gelê kurd dirêjtir dibe û zehmetî zêdetir dibin. Lewma ez dîsa dixwezim balê bikeşînim ser rola rayedarên BDP’ê. Ew çi dikin bila bikin divê di naveroka vê projeyê de, bi taybetî di derbarê rastiya gelê kurd de, hin xalên bingehîn bidin qebûlkirin. Heke ew nikaribin biser bikevin, ti maneya mayîna wan li Meclîsa Tirkiye’yê namîne.

Ahmet DERE / 11.04.2010

21.03.2010

Iro Newroz e

Li gorî ku tê zanîn ji 2622 salan vir ve cejna Newroz’ê tê pîrozkirin. Çendî ev cejn, cara yekem, ji aliyê Medan ve (Kurd û Faris) hatibe pîrozkirin jî, ew naha weke roja nû ya hemû gelên Mezopotamya’yê û her wiha ya gelên Asya Navîn pîroz dibe. Ji roja destpêkê heya naha naveroka vê cejnê tim bi xalên siyasî hatiye nexşekirin. Ev rastî li gorî rewşa herêmê ye, wisa diyar e ku wê hê jî bidome.

Çawa ku gelê kurd xwediyê mafê xwe yê azadiyê nîn e ew nikare cejnên xwe jî, li gorî dilê xwe pîroz bike. Dibe ku van salên dawî li Başûrê Kurdistan’ê atmosfereke azad heye û li wê derê gelê me dikare, « bi awayeke azad » tevbigere, lê belê ev tişt ji bo parçeyên din ên Kurdistan’ê hê nebûye parçeyeke rastiya jiyanê. Ne li Bakur, ne li Rojava, ne li Rojhilat û ne jî li Diasporayê hê jî Gelê Kurd nikare li gorî dilê xwe pîroziya vê rojê bijî.

Çendî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di van salên dawî de, bi sedan hezaran Kurd tevlî pîrozbahiyên Newroz’ê bibin jî, hê li heman parçeyê welatê me zext û zordariya dagirkeran didome. Heke îro bi sedan hezaran Kurd, li ber çavên hêzên dewleta tirk dikarin werin cem hev û di qadên Newrozan de dîlanê bigirin, ev weke encama tekoşîneke lewend, ku bi dehan salan e dimeşe, derketiye holê. Di destxistina vê encamê de keda bi mîlyonan Kurdan heye, dê hemû Kurdên ku di vê tekoşînê de kar kirine ji vê astê kêfxweş bin.

Ez bixwe, weke karkereke vî gelî, digel ku nikarim biçim Kurdistan’ê, hestên xwe bi gelê xwe re nikarim parve bikim, dema li wêneyên girseyan dinêrim pir dilşah û kêfxweş dibim. Keda herî biqîmet û binirx ew e ku, ji xwediyê wê zêdetir derdor û herwiha girseyên gel jê feyde bibînin e. Ez bawer im pîroziya tekoşîna gelê kurd ji vê derê hatiye avdan.

Lê belê, digel rewşa heyî, hê rêwîtiya azadiya gelê me didome. Dewletên dagirker, Tirkiye, Iran û Sûriye, hê jî di siyasetên înkar û pelçiqandinê de israr dikin. Hêzên Navneteweyî jî di nava hewldanên durû û qirêj de ne. Hebûna Kurdên Zinde hê ji aliyê van hêzan ve nayê qebûlkirin.

Ji bo serkeftinê sê xalên girîng hene ; Rastî, Dilbaqijî û Hêza Tekoşînê. Di bingeha tekoşîna gelê kurd de Rastî heye, ji salên 1990’î vir ve Hêza Tekoşînê jî çê bûye, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî jî hebe ti hêz nikare li pêşiya daxwaza wî astengiyan çê bike. (bila kes şaş fêm neke, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî hebûya naha em bibûn xwediyê Yekîtiyeke Neteweyî û wiqasa cehş û Kurdên xwe firoştî tine bûn)

Digel hemû xalên neyênî, ez ji naha ve dengê serkeftineke heqîqî dibîhîzim. Coş û geşa pîrozbahiyên cejna Newrozê jî vê bextewariya min tesdîq dike.

Bi hêviyên cejnên nû û serkeftineke heqîqî ez cejna hemû gelê kurd pîroz dikim, hêvîdar im em ê bikaribin rojekê li ser axa welatê xwe, bi awayeke tam azad, vê rojê pîroz bikin.

Ahmet DERE / 21.03.2010

19.03.2010

Pirtûka çaremîn ya Ahmet DERE bi zimanê fransizî derket -Weşanên HAN-

Pirtûka çaremîn ya nivîskarê kurd Ahmet DERE a bi navê "Les Kurdes, la Turquie et les Forces Internationales" "Kurd, Tirkiye û Hêzên Navneteweyî" ji aliyê weşanên Han ve derket.

Digel hebûna bi sedan hezaran kurdan li Fransa’yê, li Belçîka’yê û li Swîsre’yê hê berhemên ku di derbarê têkoşîna gelê kurd de dorfirehî agahiyan dide mirov bi zimanê firansizî neweşiya ye. Nivîskar Ahmet DERE, ku heya niha pirtûkekê wî bi kurdî, yek bi yewnanî û yek jî bi tirkî hatine weşandin, ji sê salan vir ve xebatên amadekariya berhemekê bi zimanê fransizî kiriye. Bi alîkariya xebatên dîplomatîk û rojnamevaniyê ku birêz Ahmet DERE meşandiye ev pirtûk hatiye amadekirin.

Di vê berhema xwe a çaremîn de nivîskar li ser dîroka kurdan, li ser rewşa gelê kurd a di çar parçeyên Kurdistanê de, li ser têkîliyên di navbera kurd û ewrûpiyan de, li ser pêvajoya guftugoyan a di navbera Tirkiye’yê û Yekîtiya Ewrûpa’yê de û her wiha li ser nêzîkatiya Amerîka’yê û ya Rusya’yê, ku bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî sekiniye. Dîsa di vê berhemê de nivîskar di derbarê berpirsyartiyên saziyên kurdan, ên li Ewrûpa’yê û li Tirkiye’yê de jî perspektîf û her wiha pêşniyariyên xwe aniye ziman.

Bi xwendina vê berhema Ahmet DERE ewrûpî dikarin baştir fêm bikin ku gelê kurd alîgirê aştiyê ye, têkoşîna ku wî ji salên 1970’ê vir ve meşandiye bi armanca pêkanîna aştiyê, pêşxistina biratiya gelan û rêzgirtina nirxên demokratîk e. Lewre divê hemû saziyên kurdan ku li Fransa’yê, li Belçîkayê û her wiha li Swîsre’yê xebatan dimeşînin ji vê berhema Ahmet DERE sûd werbigirin.

Ji destpêka Nîsanê wê ve heman pirtûk di pirtûkxaneyan li Fransa’yê, li Belçîka’yê û li Swîsre’yê tê dîtin. Her kesê ku bixweze dikare bi rêya farasin@hotmail.com heman berhemê sîparîş bike.

Weşanên HAN

9.03.2010

Şerma cîhanê! -Azîz ê Cewo-

DYA, EWROPA Û T’IRKÎYA HEWL DIDIN, YEKÎTÎYA XWE LI SER BINGEHA HOVÎTÎYÊ Û TÊR’ORA DEWLETÊ XURT BIKIN

Dîsa, ev çend r’oj e, gelê k’urd li K’urdistanê û dervayî welêt li ser p’êyan e.

Vê care jî di p’ayt’exta Bêlgîyaê Brûksêlê da hêzên dewletê yên t’aybet êrîş birine ser têlêvîzîona k’urdî ya yekem “R’OJ –TV”( “MED –TV”) û hovîtîyên ku Ewropayê û cîhanê piştî r’êjîma Hîtlêr nedîtibûn, pêk anîn. Komputer û teknîkên din desteserkirin û şkênandin, k’armend û r’ojnemeger û siyastmederên k’urd dan ber jopên polîsan û p’ihînan. Gelek birînadar çêbûn, gelek hatin binç’avkirin… Sibetirê çendek ji wan berdan lê heyşt kes, di nav wan da wisa jî serokê Kongrêya gel Remzî Kart’al û endemê Desteya Serokatîya Kongrê Zûbêyîr Aydar hatine girtin (Ango, t’evgera netewî bêserî dikin.) Û r’ojek jî nebihurî di Almanîyayê da serokê Partîya Jîyana Azad (PJAK’) Hecî Ahmedî hate girtin (Binihêrin, DYA Komara Îslamî ya Îranê dijmina xwe dibîne, û Hacî Ahmedî jî serokê wê partîyayê ye, ya ku dijî rêjîma vê dewletê têkoşînê ji bo mafê gelê kurd dimeşîne! Çi ye bi vê DYA peyamê dide r’êvebirîya Îranê? Dibe ku dîsa ji bo ç’areserkirin pirsgirêkên xwe li herêmê (ne pirsgirêkên herêmê!) dixwazin k’urdan bikin berxa qurbanê? An…?) Heman şêwazê meşandina têr’ora dewletê ye: r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocalan jî van hêzan girtin û dan destê T’irkîyayê. Û îro Serok Ocalan ji T’irkîyayê zêdetir girtîyê DYA-yê ye!

Ezê li vir nakevim nav hûrgilîyên bûyeran, ji ber ku kolêktîva têlêvîzîona me hema di dema serdagirtina hovane da hemû hovîtîyên dewleta Bêlgîyayê (ango, NATOyê) ji cîhanê r’a r’agîhand (Silav û r’êz ji wan ra!), rojane nûçeyên nû, yên ku şerma mirovayê derdixin hole, r’adigihînin û bûyeran ji her alîyan va dinirxînin…

Û hema di destpêka van bûyerên nemirovayî da gelê k’urd hat û têlêvîzîona xwe bi bedena xwe hemêz kir û lê xwedî derket. Îro jî yê ku li doza net’ewî û dot û lawên xwe yên hêja xwedî derdikeve, dîsa gel bi xwe ye.

Gelê me careke din dide xuyan, ku ew fedek’arî, yên ku dot û lawên wî ji bo mafê wî dikin, bêwate ninin, ku ji bo gelekî weha hêja ye, ku mirov xwe feda bike.

Ev –ji bo r’avekirina mabest û mijara gotina me ya îro!

Lê li vir pirs ne t’enê ev e. Divê em wan merc û r’ewşan, ên ku van bûyeran digihînin, bi dîrokî derxin zanebûnê. Yan- na!
**
Dibe ku hinek ji van bûyeran şaş û mat’ma bibin. Xwedêgiravî, ev çawa dibe,di Ewropa şaristanî da tiştên weha pêk tên?

Divê bê gotin, nêrîneke wisa mirov digihîne xwexapandinê.

Mînak, îro di cîhana “şaristanî” da doza p’ejirandina tevkujîya ermenîyan a di Împêratorîya Osmanî da dikin. Hinekê jî bibêjin (û, di nav wan da, wisa jî, p’ir’ek ermenî!), ku ev ewropî û amêrîkî çiqas mirovne dilovan (r’ehm) û qenc in, ku dilê wan ji bo ermenîyan dişewite û li wan xwedî derdikevin. Hema k’esek napirse, ka wî çaxî, dema ku osmanîyan t’evkujîya ermenîyan (û ne t’enê ya wan!) pêk danîn, heman ewropîyên “dilp’ak” û “dilovan” li ku bûn? Yên wek gênêralên Almanîya ewropî Hêlmût fon Moltikê, Kolmar fon dêr Golts û Lîman fon Sandêrs li welatê osmanîyan çi dikirin? Helbet, ewan leşkerên osmanî bi hêz dikirin û fêrî pisporîya kuştina mirovên sivîl dikirin û bi xwe jî dersa hovîtîyê ji wan digirtin*.

Ewên ku îro di bin navê xaçparêzîya xwe da xwe p’arazvanên ermenîyan didin xuyan, dereweke mezin dikin û bêrûmetîya xwe li ber mirovayê vedikin. Eger dewletên ewropî û DYA wê demê bi r’astî li gelên Împêratorîya Osmanî xwedî derketana, wê ew bi devê wan gurên berat’ê va bernedana, t’evkujîya ermenîyan, k’urdan, asorîyan, yûnanan û yê din wê pêk nehata.

Zêdetirî vê: eger dewletên xaçparêz tirsonekî nekirana û ji bo berjewendîyên xwe yên teng bêdeng nemana, eşîrên t’irkan ên k’oçer û hov wê şaristanîya Vîzansê t’une nekirana!

Berî ku di Sênatoya DYA da pirsa “Tevkujîya ermenîyan di Împêratorîya Osmanî da” ji bo p’ejirandinê goftûgo bikin, welatên NATOyê (di bin serokatîya DYA da) gelê k’urd didin ser sifra qurbanê û r’aberî T’irkîyayê dikin, bi wê hêvîyê, ku ewê bi vê qurbanê t’êr bibe û li hember p’ejirandina t’evkujîya ermenîyan bêdeng bimîne. Lêbelê, hesabên wan vala derk’etin, T’irkîya îro ji Împêratorîya Osmanî barbartir e û xwe cewrik wê dibîne û hemû k’arên wê yê dijî mirovayê mirasa xwe dihejmêre û li wan xwedî derdik’eve. Ji ber ku ew jî iro bi r’engekî din t’evkujîya gelan pêk tine…

A, îjar, di rewşeke dîrokî ya weha da mafê me k’urdan heye, ku ji van bûyeran mat’ma bibin, an jî, bigazinin?

Helbet, na!

Di bazarîyeke weha da ji dewletên gewre û bi hêz yên cîhanê r’a wê li hev bê, ku k’urdan bikin polikên hûr di destê xwe da? Bêgûman, erê, …eger k’urd bêdeng bimînin û xwedî li t’evgera xwe ya azadîxwaz dernek’evin. Lê eger her k’urdek, ê ku xwe mirovekî hêjayî r’ûmeta mirovayê dihejmêre, di r’ojên teng da bi wê têgihîştinê ji cî r’abe, ku: “Va … va ye, êdî rizgarîya netewî nêzîk e, lêbelê t’enê mirovek t’êrê nake, û ew mirov jî ez im!” tu hêzeke dijmirovî, hov û barbar, nave çi datînin, bila daynin: Tirkîya, DYA, Ewropa, wê li ser r’êya Azdîya net’ewî nikaribe bibe asteng!
* *
Ez, wek mirovekî bi ziman, wêje, çand û hunerê va p’êwendîdar, t’ime jî dijî zordestî, bêdadî, cerd û t’alanê, têrorê, kuştin û wêranîyê bûme, ew dijî kê jî pêk tên, bila pêk bên.

Lê helwesta dewletên cîhanê yên gewre û bi hêz a li hember gelê k’urd, bindestî û bêmafîya wî, û, bi t’aybetî jî, van êrîşên dawîyê, min neçar dikin, ku ez pirsê bidim:

“Gelo ya ku têrorê diafirîne, ev helwesta van dewletan a dustandartî û dijmirovî nine? Gelo hevp’arên gunehên terroristan a li hemberî gelê sivîl, r’êvebirên van dewletan ninin? Gelo ji bo êrîşa 11 îlonê û yên din t’enê terrorist gunehk’ar in? Ma yên ku ev terrorist afirandin k’î bûne?”

Eger r’êvebirîyên van dewletan ji bo wijdanê xwe (helbet, eger wijdanê wan heye!) bersîva van pirsan bidin, ji wan dersan derxin, dibe ku di cîhanê da hinek tişt berbi başîyê va her’in.

An –na, ew bi vê helwestê vekirî xwe neyarê gelên zêryayî û bindest didin xuyan.

Îro, wek ku tê xuyanê, ev hêzên cîhanê hewl didin, ku t’evgera gelê k’urd ter’orize bikin û berê wê bidin cîyekî din. Lê gelê k’urd, baş dizane, ka wê bi çi r’êyê here.

Van dewletan di cîhanê da t’êra xwe xirabî kirine û yên wek xwe sêwirandine û kirine bela sere welatên xwe. Û bêyî k’urdan jî, yên ku bi ter’orê bersîva têr’ora wan a dewletê bidin, t’êra xwe hene.

Dimîne, ku gelê kurd têkoşîna xwe bi wan r’êyan, ên ku di Destûra R’êxistina Net’ewên Yekbûyî da hatine p’ejirandin, bimeşîne.
__________________________

* Hukumatên Almanîyayê û Împêratorîya Osmanî 1-ê gêlavêja sala 1914-an peymaneke sur’î li ser yekîtîya leşkerî girêdidin. Yek ji xalên wê peymanê jî di derbarê wê da bûye, ku dive “bandor’a” heyeta (mîssîya) leşkerî ya almanan li ser t’evgera leşkerî ya art’êşa osmanî hebe.

7.03.2010

Ewropa ji me çi dixweze

Careke din me baş dît ku welatên Yekîtiya Ewropayê pir durû û zalimane nêzîkê Kurdan dibin. Parastina demokrasiyê û mafên mirovan tenê ji bo berjewendiyên wan dikevin rojeva wan. Ev nêzîkatiya Ewropayê ji mêj ve heye û bi awayeke pir zirav dahate meşandin. Lê belê, bi operasyonên ku vê dawiyê pêkhatine ve YE’yê bi awayeke pir aşkere siyaseta xwe dimeşîne.

Bi operasyona ku li Belçîkayê pêkhat ve baş derkete holê ku YE’yê bi her awayî di xizmeta Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de ye. Çawa ku birêz Murat Karayilan daye xûyan, ev operasyon li gorî projeya Amerîkayê pêkhatiye. Tenê Belçika, Fransa û Italya di nava heman kiryarê de tinene, hemû welatên YE’yê di vî derbarî de bi yek gotinê tevdigerin. Lewre ev operasyon ya DYA-YE’yê ye.

Dema pêkhatina vê operasyonê jî pir girîng e. Di aliyekî li Amerîkayê, de Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Nûneran de pêşniyazbiryara di derbarê Komkujiya Ermeniyan de hate erêkirin, di aliyê din de jî di rojeva YE’yê de hin pîlanên neyênî di derbarê pêvajoya Tirkiye-YE’yê de pêşdikevin. Her du mijar jî reaksiyona Tirkiyeyê dikêşînin ser xwe. Ji bo asta reaksiyona Tirkiyeyê nermtir bikin, Amerîka û Ewropayê bihev re vê operasyonê kirine rojeva xwe. Qasê ku tê xûyan ev operasyon wê hê jî bidome û weke helwesteke lidijî hemû Kurdan pêşbikeve. Lewre divê hemû Kurd di vî derbarî de şiyar bin û bi her awayî bitekoşin.

Tê zanîn ku hemû Kurdên hatine girtin bi salan e li Ewropayê karê siyasî û rewşenbîrî dimeşînin. Ne Remzî Kartal, ne Zubeyir Aydar, ne Hecî Ehmedî û ne jî ên din di nava xebateke îlegal de cih negirtine. Heke suçeke hebe ew jî xebata ji bo gelê Kurd e. Ev xebat jî parastina rûmeta gelê me ye.

Ev cara yekemîn nîn e ku polîsê Belçîkayê dikeve bûroyên Televîzyona Kurdan û heman saziyê krîmînalîze dike. Her dema ku Ewropayê xwestiye mesajekê bide Tirkiyeyê Belçîka ketiye dewrê û li hemberî saziya gelê Kurd şîddet bikar aniye. Bê guman dewleta Belçîkî û her wiha YE’yê baş dizanin ku Televîzyon ji bo Kurdan tişteke pir biwate ye û ew bi keda sedan hezaran Kurdan li ser nigan disekine. Krîmînalîzekirina ROJ TV’yê ji bo wan girîng bû daku ew dizanin cihê heman saziyê ligel Kurdan pir cuda ye.

Ez helwesta gelê me ku li ROJ TV’yê û li siyasetmedarên xwe xwedî derketin pir baş û di cih de dibînim. Divê gelê Kurd ti mecal nede Ewropiyan ku ew destên xwe dirêjî nirxên me bikin. Heke Ewropî di helwesta Kurdan de qelsiyeke bibînin ew ên bikevin nava hewldanên qirêjtir.

Dibe ku hin Kurd, di vê demê de, di malên xwe de bêdeng û rehet rehet rûdinên. Dibe ku ew dibên « Mehrê ku bi min venade bila hezaran salan bijî » Lê belê ez dibêm bila ew jî bizanibin ku her demê li derên xeter de kesên fedekar û birûmet cih digirin, lê ji bo duşmin her kesê ku ji xwe re dibêje « ez Kurd im » xeter e û rojekê wê dor bibe ya wan jî. Lewre nîşandana helwestê berpirsiyartiya hemû Kurdan e.

Ev operasyon ne ya destpêkê ye û ne jî wê bibe ya dawî. Têkoşîn didome, divê herdem bidome.

Ahmet DERE / 07.03.2010

21.02.2010

Kela Hawaran

Ez van rojan Romana nivîskar Zeynel Abîdîn a bi navê Kela Hawaran ku ji aliyê weşanxaneya HAN ve derketiye dixwînêm. Dema ku ez vê romanê digirim destê xwe car caran diqehirim car caran ji xwe re dibêjim « Heke gelê me heya niha bedel nedabûya me wê îro nikaribûya li her deverê cîhanê dengê xwe derxistibûya ». Bi van gotinan ez hestên xwe digirim bin kontrolê.
Di vê romanê de nivîskar Zeynel Abîdîn wehşeta ku di salên 1981 û 1983’an de di zîndana Amedê de hatiye meşandin nivîsîye. Zimanê romanê weke biyografî ye lê belê dema ku mirov dixwînê car carna dikeve nava rûpelên dîroka têkoşîna gelê kurd jî. Tê zanîn ku zehmetiyên herî mezin di wan salan de bi gelê kurd hatiye jiyankirin. Bi taybetî salên 1981-1983 bi wehşeta zîndana Amedê û her wiha qehremaniya cîwanên kurd têne naskirin. Ji 21’ê Adar a 1981’an vir ve agirê Newrozê bi çirûskên tûj gêş dibe. Mazlum Dogan lidijî wehşeta dewleta tirk di heman zîndanê de serî hilda. Ji wê demê vir ve çalakiyên din ên lewend di heman zîndanê de pêkhatin.

Belê, Zeynel Abîdîn di wan salên herî bizehmet de li zîndana Amedê liberxwe daye. Sedemê ku ew ketiye wê zîndanê ji ên hemû Kurdên din cuda nîn e ; parastina doza rizgariya gelê kurd. Ez dizanim ku wî di romana xwe de tenê hin aliyên wehşeta dewleta tirk aniye ziman. Di nava rûpelên Kela Hawaran de mirov dibîne ku, piştî 27 salan ew hê jî heman êşan jibîr nekiriye, dê jibîr jî neke.

Di romanê de nivîskar bi awayeke samimî hestên xwe aniye ziman. Mirov di nava hevokên wî, ên di derbarê hevalên wî de jî dikare hestên wî fêm bike. Di nava hevokên nivîskar de mirov dikare asta rihê hevaltiyê ku di nava şertên bizehmet de pêşketiye bibîne. Dema ku ez vê romanê dixwînêm wateya hevalbendiyê û hevgirtinê baştir dibînim. Di nava şert û mercên rehet de wateya hin tiştên girîng baş nayê dîtin, lê belê demên zehmet ne wisa ne, bi mirov pir aliyên jiyanê dide xûyan.

Nivîskar Zeynel Abîdîn, piştî ku ji zîndane derketiye û hatiye Ewropayê wî tim di nava xebatên wêjeyî de cih girtiye û jiyana xwe tenzîm kiriye. Ez bawer im bandora wehşeta zîndanê liser projeyên xebata wî kiriye.

Di dawiya romanê de nivîskar hevokeke wiha nivîsiye « Li Kela Hawaran pir tişt hatibin kuştin jî evîn nehatiye kuştin, hêza ti artêşê nikare evînê ji holê rake » Evîna welat bûye hêza bi mîlyonan Kurdan ku ew ditekoşin. Gav bi gav evîndar digehêjin armanca xwe.

Di romana Kela Hawaran de tê dîtin ku mirov çawa ji mirovatiyê dûr dikeve û bêhest dibe. Işkencekarên zîndana Amedê ji wan kesan in ku mirovatiyê jibîr kirine, bi yek gotinê ew bûne wehş.

Hebûna gelan bi zanistiya dîroka wan û asta pêşketina wêjeya wan ve girêdayî ye. Ez pir kêfxweş im ku di nava salên dawî de wêjeya kurdî hêdî hêdî lipêş dikeve. Lê mixabin, li gorî hêza Kurdan alîkariya ji bo wêjegeran û nivîskaran pir kêm e. Roja îro pir nivîskarên Kurd di nava şertên zehmet de kar dikin. Digel karê nivîskariyê, Zeynel Abîdîn di nava hewldaneke birûmet de ye, bi rêya Weşanên HAN ew dilebite ku ji nivîskarên kurd re bibe alîkar. Ez vê aliyê Nivîskarê Kela Hawaran jî pîroz dibînim.

Ahmet DERE / 21.02.2010

10.02.2010

15’ê Sibatê

Ji sala 1999’an vir ve gelê kurd 15’ê Sibatê weke rojeke reş dibîne û komploya navneteweyî şermezar dike. Sala îsal jî roja 12’ê Sibatê heman komplo li bajarê Strasbourgê careke din tê şermezarkirin. Ez baş dizanim ku wê bi hezaran Kurd tevlî meş û mitîngê bibin.

Komploya navneteweyî tenê lidijî kesayetiya birêz Öcalan pêknehatiye, ew her wiha lidijî vîna gelê kurd û rûmeta wî hate lidarxistin. Jiber vê rastiyê Kurd 15’ê Sibatê weke roja reş dibînin û li birêz Öcalan xwedî derdikevin.

Dewleta tirk û hevalbendên wê çi ji destê wan hat kirin daku gelê kurd wateya vê rojê jibîr bike. Lê belê digel ku ev 11 sal in diborin Kurdan heman komplo jibîr nekirin û ji her salê zêdetir ew wê şermezar dikin. Tenê li Ewropayê ne, ev çend rojin li Kurdistan û li Tirkiyeyê jî cur be cur çalakî çêdibin. Ez bawer im wê rêzeçalakî heya demeke dirêj bidomin. Hewldanên hikûmet û ên dewleta tirk wê nikaribin pêşî li têkoşîna Kurdan bigirin.

Li gorî ku em dişopînin, ji hefteya borî vir ve hêzên ewlekariya dawleta tirk dest bi girtina Kurdan kirine. Bi taybetî bi giranî cîwan têne girtin. Ev jî xûya dike ku dewlet ji hêza gelê kurd ditirse û bi hefteyan pêş de dixweze tedbîran bigire. Lê ev jê re nabe çareserî, çawa ku heya niha hemû zor û zexta dewleta tirk nikaribûye pêşî li têkoşîna Kurdan bigire, wê ji vir û bi şûn de jî sernekeve.

Rapora Parlemena Ewropayê

Derdorên ku dişopînin baş dizanin ku Komisyona Ewropayê û Parlemena Ewropayê her yek salê carekê raporekê di derbarê Tirkiyeyê de amade dike. Armanca van saziyan ew e ku, bi rêya van raporan rewşa Tirkiyeyê ji raya giştî re aşkere bikin û bi awayeke vekirî rexneyên xwe bînin ziman e.

Rapora Parlemena Ewropayê roja îro, 10’ê Sibatê, li Strasbourgê hate niqaşkirin. Li gorî ku min şopand di navbera niqaşên îsal û ên sala borî de zêde ferq tinebûn. Pir parlementeran gotinên xwe ên sala borî dubare kirin. Di nava rexneyên wan de gotina herî zêde hate bikaranîn a « Kibris »ê bû. Rewşa mafê mirovan û pirsgirêka kurd tenê ji aliyê çend parlementeran ve hate ziman, ew jî bi awayeke pir seranser.

Digel qedexebûyîna DTP’ê û ji hezarî zêdetir girtiyên siyasî ku di nava şeş mehên dawî de li Tirkiyeyê çêbun, mixabin di rapora xanim Oomen Ruijten Ria’yê de zêde tişteke berbiçav tine. Çend gotinên ku di vî derbarî de hatine nivîsandin jî bi armanca ku bidin diyarkirin PE’ê rewşa Tirkiyeyê dişopîne ye.

Ez vê Parlemenê ji sala 1993’an vir ve dişopînim. Di salên 1990’î de, bi taybetî di derbarê pirsgirêka Kurd de, zimanê endamên wê baştir bû, di wan salan de hin biryar jî dahatin girtin. Piştî ku Tirkiye weke welateke berendam hatiye naskirin, mixabin rêbazên heman saziyê bi durûtiyê dije bûne. Axiftinên ku îro hatin kirin jî bi durûtiyê tije bûn. Heman rapor wê sibê, roja 11’ê Sibatê, di civata giştî a PE’yê de were erê kirin û ji raya giştî re aşkere bibe.

Di vî warî de bêguman kêmasiya saziyên Kurdan hene, lê belê xala herî girîng ew e ku YE’yê bi awayeke durust nêzîkê gelê Kurd nabe.

Ahmet DERE / 10.02.2010

3.02.2010

Stratejiya AKP’ê û Şer

Hikûmeta AKP’ê gav bi gav berbi armanca xwe ve dimeşe. Di vê rêwîtiya AKP’ê de qelskirina otoriteya artêşê esas tê giritin. Miqabilê wê hewldanên jibo xurtkirina cemîetên olî û bandora wan jî nayê veşartin. Wisa diyar e ku hikûmeta AKP’ê di vê rêwîtiya xwe de bi israr e û heya hilbijartinên 2011’an wê heman stratejiyê bişopîne.

Stratejiya AKP’ê a di derbarê artêşê de li ser siyaseta şerê li Kurdistanê nake. Dema ku mijar dibe « Kurd » di navbera artêş û hikûmetê de hevkariyeke fireh çêdibe, niha jî heye. Pêvajoya ku jê re dahate gotin « Vekirina Demokratîk » vegeriya « Projeya Yekîtiya Neteweyî ». Di vê vegerê de rola artêşê mezin e. Lewre, ez wisa dibînim ku di vê sala 2010’an de wê şerekê qirêj bidome. Çi di warê AKP’ê de û çi jî di warê artêşê de rewşeke cuda nayê xûyan.

Armanca AKP’ê a lipêşxistina projeya mijara gotinê ew e ku hêza artêşê qels bibe. Di vê pêvajoyê de pir proje û pîlanên darbeyan jî hatin aşkerekirin û di nava raya giştî de pozisyona artêşê tê niqaşkirin. Ev hemû dikarin weke parçeyên stratejiya AKP’ê werin dîtin. Serkevtin an jî windakirina AKP’ê di vê sala 2010’an de wê derkeve holê.

Artêşa di bin serokatiya Ilker Başbug de vê gavê xwe di pozisyoneke parastinê de digire. Di nava rayedarên wê de nakokî hebin jî ew naxweze qelsiyên xwe bide xûyan. Diyaloga di navbera artêş û hikûmetê de bi rêbazên pir zirav dimeşin, ne artêş û ne jî hikûmet naxwezin nakokiyên xwe bidin der. Jibo artêşekê weke a Tirkan ev jî pir normal e. Lê belê her tişt li gorî ku tê xwestin lipêş nakeve, daxwaza artêş û hikûmeta AKP’ê jî wê neçe serî. Carna bûyer hin stratejiyan serobin dikin. Heman pêvajo dikare li Tirkiyeyê jî biqewume.

Çendî rayedarên dewleta tirk, ên hikûmetê û her wiha raya giştî fêmkiribe ku pirsgirêkên welat bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin dîsa jî ew heman hewldanên xwe didomînin. Li gorî wan şer dikare gelê kurd bêhêz bike û lê ferz bike ku ew ji dewletê re serî deyne. Heman stratejî di dîroka Osmaniyan û her wiha ya Komara Tirkiyeyê de tim hatiye şopandin. Mixabin di vê sedsala 21. de heman kevneparêzî didome. Girtina rayedarên BDP’ê û kelepçekirina wan jî di çarçoveya heman nêzîkatiya kevneparêz de dikare were dîtin. Şerê ku wê ji vir bi şûn de jî lidijî gelê kurd bimeşe bi heman armancê ye.

Bi taybetî di derbarê tekoşîna gelê kurd de ne artêşa tirk ne jî AKP nikarin bigehêjin armanca xwe. Çawa ku heya niha bi rêbazên çekdarî û şerê qirêj ew negihîştine armanca xwe, wê ji vir bi şûn de jî sernekevin. Rastî ew e ku ne artêşa tirk ne jî hêza kurd êdî bi rêbazên çekdarî nikarin bigehêjin armancên xwe.

Min di nivîsên xwe ên borî de jî anîbû ziman ku dema tekoşînên çekdarî derbas bûye. Divê pirsgirêk bi rêbazên siyasî, dîplomatîk û bi şêweyên demokratîk werin çareserkirin. Gelê kurd di dema pêwîst de şer meşand û heya niha hin encam jî bidest xistiye. Hêza ku hatiye afirandin dikare li her çar parçeyên Kurdistanê encaman bidest bixe. Lê belê rewşa hêzên dagirker û ya hevalbendên wan tim keleman li pêşiya Kurdan çêdike. Lewma hê jî li Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke çakdarî heye. Heke şert û merc werin guhertin bêguman divê rewşa tekoşîna çekdarî jî biguhere. Ez bawer im Hêza Rizgariya Gelê Kurd di zanistiya vê rastiyê de ye.

Ahmet DERE / 03.02.2010

31.01.2010

SEREKK’OMARÊ T’IRKÎAYÊ CÎHANÊ ŞÛNA NEZANAN DATÎNE, YAN BI DALTONÎZMA1 SIYASÎ NEXWEŞ E?

Dibêjin: “Yê diz berî hemûyan dike hewar: - Diz bigiran!”
Serekk’omarê t’irk Abdullah Gul van demên dawîyê ji bo ç’areserkirina pirsgirêkên welatê xwe daxuyanîyên balk’êş dide. Çend r’oj berê jî, dema civîna bi walîyên 81 herêmên welatê xwe r’a, wî çend p’eyam dan.

Ji pêkhatina civîneke weha û van p’eyaman mirov her tiştekî têdigihîje:

Di K’omara T’irkîyayê da pirsgirêk p’ir’ in, ew êdî gihîştine, dijwartir bûne û ç’areserîya xwe dixwazin, sîstêma heyî nikare ji pirsgirêkan r’a bibe bersîv, kadroyên heyî jî di mercên vê sîstêmê da nikarin wî barî r’agirin;

R’êvebirîya vê dewletê şûna ku sedemên pirsgirêkan bibîne, r’êyên ç’areserîya wan biger’e, vê care jî, wek hercar, berê xwe daye r’êbazên xurtkitkirina têr’ora dewletê li hember welatîyên xwe;
Weha, Gul, di wê civînê da dibêje, ku T’irkîya di têk’oşîna xwe ya li hemberî ter’orê (ango, daxwazên gel ên aştîyê û dêmokrasîyê.- E. C.) da, ev gelek sal in, ku bi bir’yar tevdiger’e (bixwîne: têrora dewletê dimeşîne.- E. C.). Ku têk’oşîna (ango, têr’ora dewletê.- E. C.) bi ter’orê r’a divê di her warî de bêr’awestan bidome. Ji bo ter’or bi tevahî biqede û standartên demokratîk bilind bibin, dê alîk’ariya waliyan p’ir’ be.

Bi r’astî mirov van gotinan dixwîne û matma dibe. Çawan e, ev camêrana dixwazin k’ê bixapînin? Va, li ber ç’avan e, di gotinên serekk’omar da t’enê peyamek heye: dewletê wek ku berê têr’ora xwe meşandîye, wê ji vir û pêva jî bidomîne, û di vî warî da dive walî di herêman da di vî şer’ê qirêj da bêt’ir aktîv bin.

Wek ku ji axavtina serekk’omarê t’irk tê xuyanê, pirsgirêk zêde mezin bûne, û di nav walîyan da di pirsa r’êbazên ç’areserkirina pirsgirêkan da nêr’înên cuda û bêbawerî heye. Ji bo wê jî Gul di nav axavtina xwe da dibêje, ku “p’eywira girîngtirîn a waliyan ew e, ku ewlek’arîyê bigihînin û xurt bikin … divê mirov li her quncikekî welêt ji tirsê dûr bin û baweriya wan bi sibehê hebe”.

Ev jî ji hêla xwe va tê wat’eya ku r’êberîya K’omarê sedemên pisgirêkan welatê xwe li cîyekî din diger’e û dixwaze qelş û qulên sîstêma xwe bi gotinên vala zêp dike, lê r’ewşa obyêktîv ferz dike, ku dive ev sîstêma heyî ya K’omara T’irkîyayê bi bingehê va bê guhar’tin, an na, ewê ji bin va hilweşe.

Ji bo wê jî, eger ew bi r’astî dixwazin welatê xwe (û, ne ku- sîstêmê) ji hilweşandinê bip’arêzin, dive ç’avên xwe li ser r’astîya sîstêma xwe û sedemên pirsgirêkên heyî vekin. Ew jî ev in:

dewlet bi xwe têr’orê li hember welatîyên xwe dimeşîne û li şûna ç’aresekirina pirsgirêkên heyî, wan bi têr’ora dewletê ditep’isîne; (û, balkêş e, di vê rewşê da mirovê çawa “li her quncikekî welêt ji tirsê dûr bin û baweriya wan bi sibehê hebe”?) di vî welatî da pirsgirêka serê hemû pirsgirêkan pirsa mafên gelê k’urd e, yên ku bi destûrî lê hatine qedexekirin.

Û ji bo wê jî hîç hewce nake, ku bi propaganda şer’ê t’aybet demê li xwe bibuhirînin, ji bo ku ew guhar’tin, ên ku bi dîrokî êdî gelekî dereng mane, di dema r’êvebirya wan da pêk neên.

Û ya dawîyê û sereke: Eger Gul û hemû r’êvebirîya K’omara T’irkîyayê bi r’astî dixwazin, ku di welatê wan da “ter’or bi t’evayî biqede û standartên demokratîk bilind bibin” û aştî û aramî bibin desthilatdar, dive pirsa mafên gelê k’urd bi destûrî ç’areser bikin, ne ku hemû hêz û derfetên art’êşa welatê xwe (ya ku di nav NATO-yê da ya duyemîn e!), hemû hêz û sazîyên ewlek’arîyê û yên t’aybet bigihîne hev û li dijî mafê welatîyên xwe têr’ora dewletê bimeşîne.

R’êvebirîya K’omara T’irkîyayê bi van r’êbazan t’enê dikare t’emenê sîstêma xwe kin bike û pirsa destanîna mafên gelê k’urd demekê dirêj bike. Lê belê, sed heyf û mixabin, di vê navberê da wê xwîna mirovên bê sûc û guneh bir’ije.

Û bersîvdarên van hemûyan jî ew bi xwe ne!
___________________

1Daltonîzm - nexweşîya çavan e. Mirovên bi vê nexweşîyê gelek r’engan ji hev cuda nakin, wana wek r’engekî dibîne.

17.01.2010

Hêviyên ji bo 2010’an

Bi awayeke giştî sala 2009’an di cewherê xwe de hin pêşketinan lipêşxist lê belê di rastiyê de jî ew pir bizehmet derbas bû. Bi taybetî ji bo Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd sala borî derd û kederan zêdetir kir. Dibe ku heman derd, keder û zehmetî ji aliyê her kesê ve nehatibe dîtin lê belê ez dizanim ku derdorên pêwendîdar di zanistiya bûyeran de ne.

Piştî saleke wiha bizehmet ez hêvîdar im ku 2010 nebe dumahîka 2009’an. Dema ku mirov li rewşa gelê Kurd û her wiha ya gelê Tirk binêre baş dixûyê ku daxwazên ji bo pêşketinan mezin bûne. Li Tirkiyeyê hin derdor hêviyên xwe ji AKP’ê hene, hin derdor jî li gorî konjonktûra herêmî û navneteweyî bihêvîne. Di nava raya Kurd de jî hêviyên pir kesan bi têkoşîna rizgariyê heye. Di bingeha hêviyên van hemû derdoran de rastiyeke heye.

Beriya her tiştî niqaşên ku di sala borî de pêkhatin, ên di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, di vê sala nû de jî wê bidomin. Çendî armanca AKP û ya dewleta tirk li ser esasê çareseriya vê pirsgirêkê pêşnekeve jî ew nikarin li pêşiya pêla vîna gelan zêde liberxwe bidin. Digel pêlên nijadperestiya tirk, di nava raya giştî a Tirkiyeyê de jî bingeha ji bo pêvajoyeke aştiyane çêbû ye. Lewre ez dibêm wê 2010 nebe dubareya sala 2009’an.

Li gorî daxûyaniyên rayedarên AKP’ê wê pêvajoya « Vebûyîna Demokratîk » bidome. Lê baş derketiye holê ku AKP vê projeyê li ser esasê têkbirina Hêza Rizgariya Gelê Kurd lipêş dixe. Lewma di mehên destpêka vê salê de wê hin xire-cire û hetta dibe ku şer bikeve rojeva Tirkiyeyê. Daxûyaniyên rayedarên KCK’ê jî di vî warî de îşareta heman rewşê dikin. Lewre ez ji niha ve dibînim ku wê 6 mehên destpêka vê salê bizehmet derbas bin.

Digel heweşa CHP’ê û ya MHP’ê, di vê sala 2010’an de li Tirkiyeyê ti hilbijartin çênabin. Dibe ku MHP û CHP vê mijarê tim di rojevê de bihêlin lê belê wisa diyar e ku AKP nahêle ew bigehêjin armanca xwe. Di nava van niqaşan de divê BDP bikaribe tenzîma xwe baştir qayîm bike û xwe ji bo hilbijartinên 2011’an amade bike. Li gorî ku ez dibînim di vî derbarî de hin êş û keder hene lê belê ev nabin sedemên keleman.

Qasê ku dixûyê li Başûrê Kurdistanê her ku diçe rewş baştir aramî dibe û di her aliyê de pêşketin diafirin. Heke rayedarên Başur dîqet bikin ku ew neyên leystoka hin hêzan -weke Tirkiye, Iran û hwd- ez bawer im wê li vê heremê asta jiyanê bilintir bibe û ev herêm bibe navendeke girîng ya Rojhilata Navîn. Di vî derbarî de hêviyên min hene.

2010 wê ji bo Îran û Sûriyeyê jî bizehmetî derbas be. Bi taybetî li Îranê muxalefet wê zêdetir bihêz bibe. Ev rewş wê bibe sedemê ku Ahmedînejad û ekîba wî dest bavêjin darê zorê, heman tişt niha jî diqewime. Li aliyê din Amerîka û Ewropa jî bêdeng nasekinin û dixwezin muxalefetê dûjtir bikin. Lewre ez ji niha ve dibînim ku wê 2010 ji bo Îranê bibe saleke qederê. Di demeke wisa de bêguman rola Kurdan jî pir mezin e. Bi taybetî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên PJAK’ê.

Di qada navneteweyî de jî niqaşên di derbarê pirsgirêka kurd de ketine asteke bilind. Ez bihêvî me ku di vê salê de, bi taybetî di nava saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) de, rewşa gelê kurd ji nêz ve were şopandin. Di nêzîkatiya YE’yê de, a li pirsgirêka kurd, guhertineke erênî dikare çêbibe.

Ahmet DERE / 17.01.2010

7.01.2010

Nû Derket : Bi zimanê Tirkî "21. Yüzyılda Kürtler"

Pirtûka sêyemîn ya Ahmet DERE bi zimanê Tirkî derket.

Ji sala 2008'an vir ve Ahmet DERE li ser vê berhemê kar kiriye. Ev pirtûka wî a sêyemîn e diweşe.
Di vê berhemê de nivîskar li ser dîroka Kurdan, bi taybetî di warê siyasî de, li ser nêzîkatiya hêzên navneteweyî a li Kurdan û li Tirkiyeyê sekiniye. Her wiha di derbarê rewşa Tirkiyeyê û paşeroja gelê kurd de jî bi dorfirehî analîz û lêkolîn hene.


Her kesê ku bixweze dikare bi rêya navnîşana farasin@hotmail.com pirtûkê bixweze.

Li ser rûpela vê Blogê a bi Tirkî hûn dikarin li naveroka berhemê binêrin.

Heman pirtûk li Fransayê li Bajarê Parîsê di Pirtûkxaneya Özgül Kitabevi'yê de, li bajarê Strasbourg'ê di Librairie Internationale'ê de (Place Kleber) û li Siwîsre bajarê Basel'ê di Özgür Kitapevi'yê de jî tên frotin.

3.01.2010

Saleke Bizehmet Derbas bû

Sala 2009 bizehmetî derbas bû. Wisa diyar e ku hin zehmetiyên 2009’an di 2010’an de jî bijîn. Lê belê di heman salê de hin astengiyên kevneparêz û nijadperest jî li Tirkiyeyê ji holê rabûn.

Qedexekirina DTP’ê û operasyona lidijî BDP’ê weke rûyê reş yê sala borî hate nivîsandin.

Digel zehmetiyan sala 2009’an ji hin gavên pêşverû re jî derî vekir. Çendî AKP samimî nebe jî, niqaşên di bin gotina « Demokratîk Açilim »ê de hatin kirin bû sedemê niqaşkirina hin rastiyan. Bi taybetî di derbarê pirsgirêka kurd de niqaşên bêhempa hatin lipêşxistin û cur be cur pêşniyazî derketin pêş. Lewre ez sala borî pir bêxêr û bêyom nabînim.

Sala par ji bo AKP’ê jî xwediyê giraniyekê mezin bû. Hilbijartinên herêmî hêza wî hinekê qels kiribe jî, bi meşandina operasyona Ergenekonê wî hewl da ku di ser artêşê de jî bandora xwe bide hîskirin. Qasê ku dixûyê AKP liberxwe dide û liser nigên xwe disekine. Lewre ez dibêm sala nû di vî derbarî de xwediyê giraniyeke mezin e. Ev sal dikare AKP binpê jî bike dikare wê bihêztir jî bike.

Hilbijartinên herêmî ku di 29’ê Adar a 2009’an de li Tirkiyeyê pêkhatin ji bo Kurdan bû pêngaveke girîng. Hejmara şaredariyên DTP ji 54’an derket 98’an, rêjeya dengê wê jî bilindtir bû. Operasyona ku di 14’ê Nîsan ê de lidijî rayedarên DTP’ê pêkhat weke bersiva serkeftina DTP’ê hate nirxandin. Lê belê gelê kurd serî ji zextên dewletê re nifs nekir, heya dawî alîkariyê da DTP’ê. Lewma doza ku ji sala 2007’an vir ve lidijî vê partiyê vebûbû dakete ser maseya Dadgeha Bilind. Biryara qedexekirina DTP’ê weke bersiva serkeftinên wê derketiye pêş.

Di sala borî de mijara ku zêdetir hatiye niqaşkirin û di rojeva Tirkiyeyê de cih girtiye, bêguman nêrînên Birêz Öcalan û bangên wî bûn. Tê zanîn ku pêvajoya « Demokratîk Açilimê » bi înisyatîfa AKP’ê nehate destpêkirin, di heman mijarê de rola bangewaziya Öcalan û mijara Nexşerê xwediyê roleke mezin bûn. Heke ji ber hewldanên Birêz Öcalan nebûya ez bawer dikim AKP « Demokratik Açilimê » nedigirt rojeva xwe û ya Tirkiyeyê. Heman pêvajo û niqaşên wê di vê sala nû de jî wê berdewam bikin.

Hatina komên aştiyê jî mora xwe li rojeva sala par xist. Bi vê gavê baş hate dîtin ku Birêz Öcalan li ser Hêza Rizgariya Gelê Kurd de xwediyê giraniyekê ye û ji aliyê gel ve tê guhdarkirin. Ev rastî ji aliyê dewleta tirk ve jî û ji aliyê cur be cur derdorên Tirkiyeyê ve jî hate dîtin. Bandora Öcalan di sala 2010’an de wê zêdetir were dîtin. Di vî warî de di zimanê cur be cur derdoran de guhertin çê bû ye.

Bi rewşa siyasî a Bakurê Kurdistanê ve girêdayî di parçeyên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de jî hin gavên berbiçav derketin pêş. Di navbera Tirkiyeyê û Başûr de trafîkekê dîplomasiyê çêbû, qasê ku tê dîtin, Tirkiye neçar ma ku rastiya heman parçeyê qebûl bike. Dîsa, bi taybetî jiber pirsgirêka kurd, di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de jî nermahiyekê çê bû, wisa dixûyê ku wê heman pêvajo bidome. Jiber rewşa giştî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tevliheviyekê hate dîtin û hê jî didome. Ez bawerim di vê sala nû de PJAK wê bandora xwe zêdetir fireh bike û di nîzameke nû ya Îranê de bibe xwediyê ciheke bitesîr.

Bi awayeke giştî sala 2009’an bizehmetî derbas bûbe jî, ji bo paşerojê bingeheke xurt hatiye çêkirin. Heke Kurd di nava xwede bizanibin guftugoh bikin û yekîtiyekê neteweyî çêbikin û bitenzîm bin sala 2010’an wê serkeftinê biafirîne. Na, heke hêzên Kurdan li ser esasê hejmarên piçûk û li gorî nêzîkatiyên kifnikî bilebitin, mixabin wê ev sal jî ji kîsê gelê me biçe.

Ahmet DERE / 03.01.2010

21.12.2009

Piştî Qedexekirina DTP’ê

Roja 11’ê Kanûnê li Tirkiyeyê DTP hate qedexekirin. Lê belê doza lidijî DTP’ê ji sala 2007’an vir ve vebibû û di destê dozgeran de bû. Kengê hatiba xwestin dozgerên tirk dikaribûn heman dozê bigirtana dest û biryara xwe dabûnayê.

Bi taybetî di qada siyasî de wateya demê (moment) pir girîng e. Ji bo hemû dewletan û derdorên siyasî ev rastî xwediyê giraniyekê mezin e û tevgera bûyerên bibandor bi heman şêweyê têne tenzîmkirin. Kes nikare bêje ku dema qedexekirina DTP’ê bi taybetî nehate bijartin. Endamên dadgeha bilind a tirk vê dosyayê pir bidîqet û bi hejmar girtin dest. Biryara ku hate dayîn jî li gorî armanca dewleta kûr bû.

Dewleta tirk, hikûmeta AKP’ê û hemû partiyên din ên siyasî dizanibûn ku qedexekirina DTP’ê nikare pêşî li siyaseta Kurdan bigire. Herkesê hinekê Kurdan dizane fêm dike ku ev gel qada siyasî vala nahêle. Wisa jî bû, BDP heman valahiyê tije kir. Ez bawer im BDT wê rola xwe pir baş bileyze û dilê derdorên xwediyê niyeta xerab şa neke.

Belê digel heman rastiyê bi qedexekirina DTP’ê derdorên ku parastina sîstema Kemalîst dikin şa bûn û gihîştin armanca xwe. Ji bo heman derdoran ya herî girîng ew bû ku bi gelê kurd bidin fêmkirin qada siyasî ya Tirkiyeyê ji wan re azad nîn e. Her wiha wan xwest gelê kurd bizanibe ku Tirkiye welatê wan nîn e û deriyên saziyên vî welatî ji wan re vekirî nîn in.

Mesaja Dadgeha Bilind a tirk gihîşt cihê xwe. Lê belê ne diyar e ka wê armanca heman mesajê pêkwere an ne. Heke têkoşîna gelê kurd li gorî mercên hemdem neyê lipêşxistin û li Tirkiyeyê alîkariyê nebîne armanca heman mesajê wê pêkwere. Qasê ku ez dişopînim û dinirxînim ne Tirkiye li gorî sedsala borî dikare bimeşe ne jî Kurd ên sedsala borî ne. Ji bo her du aliyan jî guherînan xwe ferz kirine û wê pêkwerin.

Niha rola herî girîng dikeve ser BDP. Pêwîste qedexekirina DTP’ê nebe mijara tirsê. Miqabil, divê BDP hê zêdetir di ser mentalîteya kevneparêz a dewleta tirk de biçe. Çi di parlemena Tirkiyeyê de be, çi jî di xebatên din de be, BDP neçar e ku ji daxwazên gelê kurd re bibe bersiv. Ji ber ku mayîna BDP û hêzbûyîna wê bi gelê Kurd ve girêdayî ye. Lewre divê rayedarên BDT’ê, bi taybetî parlementerên wê, mîsyona xwe baş bizanibin.

Dema ku mirov li helwesta gelê Kurd dinêre, bi taybetî a van hefteyên borî, baş dixûyê ku çi dibe bila bibe ew bi têkoşîna azadiya xwe ve girêdayî ye. Dibe ku zehmetî pir in lê belê ev rûpela nû ku di dîroka gelê Kurd de vebûye paş ve naçerixe.
* * *
Ji roja 11’ê Kanûnê vir ve min bidîqet helwesta Yekîtiya Ewropayê şopand. Çawa ku min teqmîn dikir ti saziyekê vê hêzê helwestekê layîq û li gorî nirxên Ewropayê raber nekir. Helwestên ku hatin raberkirin di çarçoveya karekê mecbûrî de bûn. Tenê di Parlemena Ewropayê (PE) de yek mesajekê berbiçav hate dayîn, ew jî ji aliyê hevseroka komisyona mixte, a ku ji nûnerên PE’yê û Meclîsa Tirkiyeyê pêk te, Hélène Flautre ve hate dayîn. Tê gotin ku wê di meha çile a 2010’an de di PE’yê de, li Strasbourg’ê heman mijar were niqaşkirin, lê belê ew jî hê neketiye rojeva fermî a vê saziyê.

Ahmet DERE / 21.12.2009

20.12.2009

DÊMORASÎ BI CUR’EYÊ T’IRKÎYAYÊ


„…Heya k’urd di vê r’ewşê da ne, ev cîhana
bi kêmasî ye, ew bi qusûr e û gunehk’ar e.
Ewê êşa gunehên xwe bikişîne.
K’urd, bi r’ewşa xwe ya îroyîn va, heya r’adeyekê, encama
helwesta cîhanê ya neyînî ne, û bi wê ew gunehê wê ne.“
Abdullah Ocalan

Ezîz ê Cewo

Ew pêk hat, çi ku divê pêk bihata. Ji ber ku di vê dewletê da, ya ku jêr’a Tirkîya tê gotin, tiştekî din nikaribû bibûya! Lewra ku evê dewletê hemû dijmirovayîya xwe, hemû hovîtî û paşverûtya xwe di belgeya xwe ya sereke da formûle kirye….

Û navê vê belgeyê jî „Ana Yasa“ ye, ango, Destûra bingehîn!

Bi vê belgeyê, ên ku di K’omara T’irkîyayê (K’T’) da dijîn, hemû t’irk in, xêncî t’irkan mafê gelên din nîne bi nasnameya xwe ya net’ewî bên naskirin, çand û zimanên wan qedexe ne, ew ji hemû mafan bêpar in. Û, eger yek r’abe û doza van mafan bike, wan têrorîst nav dikin, û hemû hêz û derfetên dewletê tên bik’aranîn, ji bo ku wan t’une bikin.

Di vê dewletê da heya ji daxwazên aşîtîyê û dêmokrasîyê jî ditirsin, ji ber ku, eger ew daxwaz bên pejirandin, wê bê wat’eya guhartina wê sîstêmê, r’akirina wan qedexeyan, ew jî wê bê wat’eya guhartina sîstêmê. Ji bo wê jî evê sîstêmê hebûna xwe bi Destûra bingehîn misoger kirye. Û her carê, dama p’êla daxwaza aştîyê û dêmokrasîyê bilind dibe, sîstêm xalên Destûrê dide pêş.

Û ji ber vê jî, li hember bangên aşîtîyê yên r’êberê gelê k’urd û r’êvebirên t’evgara net’ewî serokatîya K’T’ bi xeterkirina r’awşa bir’êz Abdullah Ocalan, êrîşên ser gel, bombebarankirina gund û şênîyên K’urdistanê û girtina Partîya Civaka Dêmokratîk (PCD/DTP) bersîv dan…

Li hemberî van gelê k’urd li K’urdistanê û derveyî welêt r’abûye serhildanan, ji ber ku baş tê digihîje, r’êjma K’T’-ê derba mirinê digihîne wî…

Ev pêvajoyek e- pêvajoya xwezayî: gelê k’urd êdî gihîştye wê astê, ku di dema xwe da helwesta xwe li hember bûyeran dîyar dike…

Em hemûyê bibêjin: „Ew tiştekî baş e!“- Lê gelo t’êrê dike?

Îro hem ji devê siyasetmederên k’urd, hem jî ji nev gel gotinên „Em kirinên r’êjîma t’irk şermezar dikin!“ dertên.

Erê, me şermezar kir û dijberên me jî şerm kirin! Li dijî me sîstêmek heye. Mirovên vê sîstêmê yên bêşerm, bêhest û bêwijdan çi şermezar bikî?

Ma gelo helwesteke weha dikare encameke erênî bide?...

Di nav p’êwendîyên gelê k’urd û rêjîma K’T’ da têgînên, „Şerm“, „Bêşermî“ û „Şermezarkirin“, „Dadî“ û „Bêdadî“, „Wijdan“ û „Bêwijdanî“ nikarin hebin, ji ber ku statûsên me cuda ne: ew dagirker in, em ew gel in, ê ku welatê wî hatye dagerkirin, ew serdest in, eme bindest in, ew celad in, em mirovên ber kuştinê ne...

Û em li hember van merivxurên devbixwîn sekinîne û dibêjin: „Aştî, biratî!“

Hinek dipirsin: „Ma çawa dibe?! “

Ma em k’urd nizanin, k’î li hember me heye? Helbet dizanin... me li ser ç’ermê xwe dîtye, k’a wan çawa em t’une kirine, çawa wek gurên devbixwîn em veçir’îne, em zît’ol-zît’olî kirine, xwîna me veç’inîne, welatê me t’alan û wêran kirine. Lê ji bo ku ev bêdadî û hovîtî r’awestin, gelê me amade ye van hemûyan dayne hêlekê û doza aştîyê û biratîyê dike...

Lê hema r’êjîma t’irk bi çi bersîva gelê me dide?

Wê dewletê ji mêjva t’fûyî r’ûyê cîhanê û mirovayê kirye. Hîç xema wê jî nîne, ji ber ku dizane di cîhanê da yên ku destê xwe li pişta wê dixin, hene. Gotinên Hîtlêr hê ji bîra mirovayîyê neçûne, dema gotibû: „Binihêr’in, T’irkîyayê sala 1915-an bi mîllîonan ermenî t’unekirin, ma ew di bîra k’ê da mye?!“

Û meşa t’evkjîya gelan di T’irkîyayê da îro jî didome!

… Îro ne t’enê mirov, wisa jî Xwedê û Xweza li hember nemirovayîya r’êjîma K’T’, hevk’ar û hevp’arên t’evkujîyên wê bêzar mane…

Qanûn r’awestîyane, dadwerî xitimî ye, r’astîya mirovayê jî wek keç’eke şermoke r’eng avîtye, sipîç’ir’kî bûye û xwe daye pey p’erda şermê (bixwîne: bêşermîyê!).

Pîredêya minê bigota: „Xwedê çawa van temûl dike, Ax çawa van li ser xwe r’adigire!?“

Belê, ew tişt, ên ku di K’urdistanê da li hember gelê k’urd tên pêkanîn, di nav çarç’oveya pîvanên t’u heş û sewdayî da cî nabin: r’oj di nava r’ojê da li ber ç’avê cîhanê, ya ku xwe şaristanî dihejmêre, net’ewekê (ya bi dehan mîllîonan!) înk’ar dikin, bi fîzîkî û wat’eyî dikujin û t’une dikin, û ev cîhan bêdeng dimîne. Mirovên bi hêz ên vê cîhanê xwe li şûna ker’ û kor û lalan danîne.

Dema di cîhana gunehkar da gelê k’urd trajêdîyê jîyan dike, ... mirovên bi hêz û hebûn ên vê cîhanê, ên ku ji bedbextîya gelan sûdê werdigirin, wek ku li dora wan her tişt normal e, trajêdîya mirovan nîne, wek miroivên xwedênas diçin dêr û mizgevtan, mûman vêdixin, dua û dirozgan dikin, xwe mirov, mirovhez û xwedênas didin xuyan...

Li vir gotinên helbestvanê ermenî yê nîveka sedsala XX Parûyr Sêvak tên bîra mirov:

„...Hûn p’ifî hemû mûmên wan bikin,

Vêsînin hemû şemdanên wan hûn,

Find û ç’irayên wan vemirînin,

Ji bo ku r’onî bê!“
* *
Ev bêdadî û nemirovî, ya ku li hember gelê k’urd tê pêkanîn, gihîştye asteke wisa, ku t’u şirove û nirxandin, t’ewanbarî yan têgihîştinê napejirîne... Hemû pîvanên nirxên mirovayê li vir bêhêz û bê ç’are mane. Her tiştek li ber çavan e: hêzeke hov a nemirovî û cîhana bêwijdan û bêexlaq, ya ku ji van hemûyan sûdê werdigire, li holê ne...

Û evê hêzê net’ewek krye hedef, wê înk’ar dike, hemû mafên wê qedexe û binp’ê dike, li hember wê siyaseta t’evkujîyê dimeşîne, û dema ew dest ber xwe hiltîne, ji bo xwe bip’arêze, wê gunehk’ar dibînin.

Mirov çawa dikare têbigihîje, pey ewqas t’evlihevî, pêkanîna siyaseta înkar û t’unekirinê r’a serekwezîrê K’T ’ Erdoxan wek ewropîyan werdigire, benstûya ewropî davê stûyê xwe û diçe -r’astî r’ayedarên ewropî û amêrîkî tê, plaanên xwe yên êrîşên ser gelê k’urd erê dike, destûra wan digire û vediger’e welatê xwe. Û dest bi pêla êşkenceyan a nû dibe li hember r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan, tendurustî û jîyana wî dik’eve xeterê, biryara girtina Partîya Civaka Dêmokratîk (PCD/DTP) tê dayîn.

Û piştî van bûyeran hinek r’ayedarên DYA û YE dibêjin, ku ew „k’arê T’irkîyayê“ yê hindurîn e.

Belê, hema wisa!

Balkêş e, çima di pirsa Yûgoslavîyê da wisa nedigotin? Eger wê demê pirsgirêkên dewleta fêdêral ne k’arê Yûgoslavîyayê yê hundurîn bûn (ew jî wê demê, dema ku di K’omara Fêdêral a Yûgoslavîyayê da hemû net’ew syûbêktên dewleta fêdêral bûn, ango, sazîyên xwe yên dewletê hebûn), t’evkujîya gelê kurd, çawa dikare k’arê hindur’în yê KT be? Û ji bo wê jî R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY), eger ew bi r’astî r’êxistina hemû net’ewan e, divê hemû hêz û derfet’ên xwe bik’ar bîne, ji bo ku gelê k’urd ji êrîşên r’êjîma K’T’ biparêze û t’evkujîya wî r’awestîne. Eger na, wê demê hebûna R’NY ji bo çi ye? Eger ewê bibe hêmanekê ji bo ku dewletên gewre di bin sîwana wê da cîhanê jinûva di nav xwe da p’arvebikin, wê demê r’asttir dibû, ku ew wek R’êxistina Dewletên Gewre û Zorbe bihata navkirin. Û hewce jî nedikir, ku di Tûzika wê da hatye nivîsar:

R’êxistina Net’ewên Yekbûyî van armancan dişopîne:

1. Aştî û ewlek’arîya navnetewî bip’arêze…

2. Li ser bingeha rêzgirtina ji prênsîpa wekhevîyê û mafên gelan ê biryar’kirina çarenûsa xwe (xwebir’yarkirinê) p’êwendîyên dostane di navbera netewan da pêş bixe … (TÛZIK a RNY, Serê I: Armanc û prênsîp, Gotar a 1)

Balk’êş e, eger ev armanc û prênsîpên wê r’êxistina navnet’ewî ne, tiştên ku di K’T’ da pêk tên, anegorî k’îjan prênsîpên wê ne, û ew çawa wan temûl dike?

Û ji bilî vê, ma ne di bin sîwana vê rêxistinê da di demên cuda-cada da li ser pirsa mafên mirov û yên net’ewan ewqas qanûn û bir’yar hatine girtin: Dêklaratsîona hemt’omrî (giştî) a mafên mirov a R’NY (10. 12. 1948), Pakta (peyman) navnet’ewî ya di derbarê mafên welatîyê û sîyasî da (16. 12. 1966) û Pakta navnet’ewî ya di derbarê mafên êkonomî (aborî), sot’sîalî û çandî da(16. 12. 1966) li holê ne!

Û anegorî wan belgeyan mafê net’ewê yê bir’yarkirina çarenûsa xwe (xwebiryar’kirinê) yek ji prênsîpên mafê navnet’ewî ye, yê ku ji hêla hemûyan va hatye naskirin. Ew di pêvejoya hilweşandina sîstêma kolonîal da hatye naskirin û di wê Dêklaratsîonê da hatiye p’ejirandin, ku serxwebûnê bidin welat û gelên kolonîal (r’êzolyûtsîona №1514 XV ya Assamblêya Sereke ya R’NY, 14.12.1960). Ew paşê ji hêla peymanên navnet’ewî û dêklaratsîonên R’NY va jî hatye pejirandin.

Balkêş e, ev r’êxistinên navnet’ewî li k’u dinihêrin, ma gelo K’urdistan û gelê k’urd nak’evin ber statûsa kolonîalî?

Di pakta (peyman) navnet’ewî ya di derbarê mafên êkonomî, sosîalî û çandî û Peymana navnetewî ya di derbarê mafên welatîyê û siyasî da (19. 12. 1966) hatye nivîsandin: „Mafê hemû gelan heye, ji bo ku çarenûsa xwe bi xwe biryarbikin (mafê xwebiryarkirinê). Anegorî wî mafî ew di biryarkirina statûsa xwe ya sîyasî û misogerkirina pêşk’etina xwe ya aborî, sotsîalî û çandî da azad in... Hemû dewlet, ên ku beşdarî vê peymanê dibin... divê anegorî ferzên Tûzika R’NY bi erênî li pêkanîna mafê xwebiryarkirinê binihêr’in û r’êzê ji wî mafî r’a bigirin.“

Lê di Dêklaratsîona di derbarê prênsîpên mafê navnet’ewî da (24. 10. 1970) tê gotin: „Anegorî prênsîpa wekhevîyê û xwebir’yarkirina gelan, ya ku ji hêla Tûzika R’NY va hatye misogerkirin, hemû gel mafê xwe hene bir’yara statûsa xwe ya siyasî bidin û pêşk’etina xw eya aborî, sotsîalî û çandî pêk bînin, û her dewletek, anegorî ferzên Tûzika R’NY, divê ji wî mafî r’a rêz bigire“

Di heman Dêklaratsîonê da her weha hatye nivîsandin, ku r’êyên pêkanîna mafê xwebir’yarkirinê dikare „sazkirina dewleteke serbixwe û azad be, yan ew dikare bigihîje dewleteke din a serbixwe, an bi wê r’a bibe yek, an statûseke şêwazekî din bi cî bîne.“

Û, eger ewqas rêxistinên navnet’ewî bi ewqas qanûn û bir’yarên xwe va di pirsa k’urdî da bêhêz û bêç’are dimînin, wê demê ji bo gelê k’urd t’u r’êyeke din namîne, xêncî ku bi neç’arî bi hêza xwe ya ç’ekdarî xwe ji tunekirinê bip’arêze.

Wê demê xwînê pir’ bir’ije. Û ji bo wê k’îyê gunehk’ar be?

Helbet ne t’enê r’êvbirîya K’T’ û xwedîyên wan ên wîalî okînosê, lê wisa jî Rêxistina Net’ewên Yekbûyî û r’êxistinên navnet’ewî yên din p’ara xwe ya mezin di wî gunehî da wê hebin!
* *
Weha, serdema qaşo çareserkirina pirsgirêka k’urdî bi şêwazê AKP-ê bi fîasko bi encam bû. R’ûyê r’êjîma t’irk a rastîn careke din derk’et holê. Vê r’êjîmê jî da xuyan, ku di pirsa k’urdî da ew ji r’êjîmên berî xwe cuda nabe. Ku heya destûra K’omarê ya bingehîn vî welatî t’enê yê t’irkan bibîne û t’u mafî ji bo gelê k’urd nas neke, partîyên sîyasî yên vî welatî wê nanê xwe li ser dijberîya gelê k’urd qazenc bikin û di vê dewletê da t’u aştî û aramî nikarin hebin...

Em k’urd jî divê xwe bi tiştên demî t’êr nekin, divê hemû hêz û derfetên me ji bo guhartina vê r’ewşê bên bikaranîn. Li vir, di çareserîya pirsgirêka k’urdî da k’urdên ku di nav partîyên T’irkîyayê yên din da cîyê xwe digirin, dikarin r’ola xwe ya erênî bilîzin, ji ber ku derba ku r’êjîm digihîne net’ewa k’urd, ew digihîje bingeh û dihatûya wan jî. Ji bilî vê, divê bê zanîn, ku heya, eger ew ne k’urd bûna jî, deynekî wan ê mirovî heye, têgînên hûmanîzmê (mirovhezî) û mafê mirov di vê cîhanê da hê bêqîmet nebûne...

Di vê rewşê da r’izgarîya gelê k’urd t’enê dikare bi yekîtîya wî bê destanîn: t’u parçeyekî gelê k’urd û p’arçeyekî K’urdistanê nikarin bêyî yên din r’izgar bibin. Ev ak’sîoma ye, ya ku hewcê wê bi piştrastkirinê nîne...

Û ji bilî wê kîjan kurd dibe, bila bibe û ew bi çi helwestê jî radibe bila rabe, divê em tiştekî bizanibin:

Bir’êz Abdullah Ocalan ji bo mafê me û dihat’ûya zar’okên me yên îro di girtîgehê da ye!

Bi dehezaran girtîyên sîyasî jî ji bo wê di hebs û zîndanan da ne!

Partîya Civaka Dêmokratîk ji bo wê bûye hedefa êrîşan û hatye qedexekirin!

Gelê me, ji zarokên hevtsalî heya kal û pîrên hevtê salî, ji bo wê li ser p’êyan e!

Ewqas p’akr’ewanên me ji bo wê çê bûne.

Em hemû li van nirxên xwe yên net’ewî xwedî derk’evin!

17.12.2009

Helwesta Serokê PEN a Navneteweyî a di Derbarê Qedexekirina DTP'ê de

Bi nameyekê Serokê PEN a navneteweyî helwesta xwe a di derbarê DP'ê de diyar kiriye û wiha gotiye; "Ez bawer dikim ku em hemû di derbarê qedexekirina DTP'ê de dilbiêş in û ev tişteke hêsanî nîn e. Gava ku rewş digehêje vê astê bêhêvîtî zêde dibe. Li hemberî vê rewşa ku xwediyên berpirsiyariyê peyde kirine mirov dikare bi carekê dest ji her tiştî berde.

Dîlana ku leşker û dozgeran bihev re girtine diyardike ku xetere ye.

Li milê din ez nikarim nebêjim ku ez bi helwesta parlementerên DTP jî dilbiêş im. Bi ya min be nabe ew xwe bi paş ve bikişînin"

Eugene Schoulgin
Serokê PEN a Navneteweyî

9.12.2009

Mîsyon


Di van rojan de li Tirkiyeyê û li welatê me pir bûyerên xetere diqewumin. Di aliyekê de AKP siyaseta tinekirina hêza gelê kurd berdewam dike, di aliyê din de jî hêzên dewleta tirk, leşker û polîs di nava hawldanên pêşxistina kiryarên qirêj de ne. Ev her du hêz, yanê AKP û dewlet hevdu temam dikin. Lê belê aktorên vê pêvajoya xetere tenê AKP û dewlet jî nîn in, bi taybetî partiyên weke CHP û MHP jî parçeyekê girîng ên heman pêvajoyê ne. Nijadparêziya tirk ji hemû demê zêdetir tê lipêşxistin û di hedefa wê de tevahiya gelê kurd heye.

Ji doho vir ve dadgeha bilind a tirk doza qedexekirina DTP’ê girtiye dest. Tê zanîn ku ev doz ji dawiya sala 2007’an vir ve hatiye vekirin, lê belê ji ber sedemên diyar heman doz nehate bidawîkirin. Ne tesadufî ye ku heman doz di van rojan de ketiye rojeva dadgeha bilind. Kes nikare bêje têkiliya dema vê dozê û pêvajoya siyasî bihev re tine. Her wiha dema serdana Tayîp Erdogan a li Amerîkayê û kuştina 7 leşkeran li Tokatê jî bi heman pêvajoyê ve girêdayî ye. Her wiha guhertina hucreya birêz Abdullah Öcalan û xerabkirina şertên wî jî parçeyekê vê pêvajoyê ye.

Belê, ez ji 20 salan vir ve rewşa siyasî a li Tirkiyeyê dişopînim û di nava têkoşîna gelê kurd de me. Heya niha min rewşeke weke a niha nedît. Tenê di aliyê xeterbûyînê de ne, her wiha di aliyê fersendên ku gelê kurd bikaribe bikar bîne de jî ev pêvajo pir girîng e. Heke dewleta tirk û hikûmeta wê îro ketine nava hewldanên wiha qirêj û xetere, ev tê wateya ku têkoşîna gelê kurd gihêştiye astekê bilind. Tê bîra me ku di salên 1994-1997’an de jî dewleta tirk ketibû nava rewşeke bi heman şêweyî. Di wan salan de jî têkoşîna gelê kurd gihêştibû astekê, li gorî wê demê, bilind. Lê belê wê demê jî dewleta tirk negihêşt armancên xwe, her wiha hêza rizgariya gelê kurd jî ji heman pêvajoyê encamên ku dihatin xwestin bidest nexist.

Di her demê de rola herî girîng dikeve ser milên aktorên siyasî. Ji bo Komara Tirkiyeyê rola mezin dikeve ser milên AKP’ê, ji bo gelê kurd jî DTP xwediyê Mîsyonekê girîng e. Em dibînin ku AKP samimî nêzîkê pêvajoyê û her wiha berjewendiyên gelên Tirkiyeyê nabe. Ew di nava hejmarên bidestxistina encamên hilbijartinên 2011 û 2012’an de ye. Wisa diyar e ku ew dixweze derfetên dewletê jî bike xizmeta armancên xwe. CHP û MHP jî di nava heman hejmaran de ne, ew jî dixwezin pêşî li AKP bigirin. Lê belê di rêbazên van her sê partiyan de jî qirêjayî û bêbextî dide çokê. Ê ku zêdetir di nava xeteriyê de ye û liser wî leystok têne çêkirin jî gelê me ye.

Di pêvajoyeke wiha de Mîsyona hêzan û berpirsyartiya wan pir pir girîng e. Dibe ku di vê hefteyê de biryara dadgeha bilind a tirk liser qedexekirina DTP’ê were dayîn, lê belê ti car Mîsyona hêza siyasî a Kurdan li Tirkiyeyê nayê tinekirin. Doho HEP, ÖZDEP, HADEP û DEHAP bûn îro jî DTP ye, dibe ku sibê jî Partiyeke din be, ya herî girîng ew e ku ev hêz Mîsyona xwe baş bizanibe û lê xwedî derkeve.

Min pir caran di nivîsên xwe de DTP rexne kiriye û balê kişandiye ser rola wê. Ez van rexneyan ji bo xirabiya DTP’ê nakim, armanca min ew e ku ev hêza ku bi keda me hemûyan çêbûye li gorî Mîsyona xwe tevbigere û berpirsyartiya xwe bîne cih. Îro DTP ye, dibe ku sibê ew bibe partiyekê din, lê belê Mîsyon ti car nayê guhertin, bila kes xwe di pişt hin perdayan de veneşêre.

Çima ez van gotinan, bi taybetî niha dibêjim ? Ji ber ku ez di nêzîkatiya hin rayedarên DTP’ê de xemsarî û heta bêberpirsyartî dibînim. Dema ku ez li daxûyaniyên hin rayedarên DTP’ê dinêrim, ez dibêm qey ew li Enqereyê nîn in, li serê çiyayê Cûdî ne. Ez dizanim çûyîna ser çiyayê Cûdî wisa hêsan nîn e û ew pîroz e jî, lê belê mesele ew e ku herkes Mîsyona xwe bizanibe û berpirsyartiyên xwe bîne cih. Çûyîna ser çiyayê Cûdî jî karê herkesî nîn e, dê ev jî baş were zanîn.

Ahmet DERE / 09.12.2009

7.12.2009

AKP û Dewlet Hevpar in


Piştî hatina komên aştiyê her ku diçe rojeva lidora pirsgirêka kurd û armanca dewleta tirk « zelal » dibe. Bi awayeke giştî ez dikarim bêjim ku Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hê bibiryar nin e. Weke parçeyeke dewletê AKP û hikûmeta wî jî di heman mijarê de xwediyê nêzîkatiyeke zelal nîn e.

Di derbarê pêvajoya xwedêgiravî « Demokratîk Açilim »ê de ez ji mêj ve dibêjim ku li pişt wê leystokên mezin yên AKP’ê hene. Çawa ku tê zanîn ew ne projeya çareseriya pirsgirêka kurd an jî a pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê ye. Her wiha ew tenê ji aliyê dewleta tirk ve jî nehatiye lipêşxistin, di pişt wê de hêzên navneteweyî hene. (Min di nivîsa xwe a borî de balê kişandibû ser heman mijarê)

Ji mehekê vir ve, bi taybetî ji 19’ê Cotmehê vir ve, bi hatina komên aştiyê rûyê rast yê dewleta tirk û her wiha yê AKP’ê baştir derketiye holê. Beriya 19’ê Cotmehê li Tirkiyeyê atmosfereke binvala çêbûbû û piraniya raya giştî bawer dikir ku wê bûyerên baş biqewimin. Hin derdor ketibûn nava xeyalên ultra (pir mezin û bêbingeh) û xwe ji bo paşerojekê pembe amade dikirin. Hê jî heman xeyal di nava hin derdoran de heye û bandora wê jî kêm nîn e.

Ji destpêka meha Mijdarê vir ve derketiye holê ku dewleta tirk û AKP weke dihatin naskirin nîn in. Hemû daxwazên dewletê û ên AKP li ser esasê binpêkirina Hêza Rizgariya Gelê Kurd hatine çêkirin. Çendî giraniya xetên sor ên dewleta tirk ji holê rabibin jî, di mijara çareseriyeke demokratîk de hê jî nakokiyên ciddî hene. Ev rastî bi me baş dide xûyan ku hê jî hebûna gelê kurd û nasnameya wî ji aliyê zihniyeta dewletê ve nayê tehemûlkirin.

Bila kes xwe nexapîne, di nêzîkatiya fermî a dewleta tirk de hê li pêşiya guhertin û veguhertinê dîwarekî pir bilind heye. Ji bo ku ev dîwar hilweşe hê pêwîstî bi têkoşînekê demdirêj heye. Dibe ku hin kes, an jî derdor vê rastiyê qebûl nakin û nexwezin xwe ji nava xeyalên pembe derxin, lê belê divê were zanîn ku ti xeyal nikarin rastiyan biguherînin.
* * *
Navenda AKP’ê û hemû saziyên wê ketina nava hewldanan da ku bi raya giştî bidin fêmkirin CHP û MHP lipêşiya pêvajoya demokratîk astengiyan çêdikin ji ber vê ew nikare Tirkiyeyê berbi rewşeke aramî ve bibe. CHP û MHP bûne dîwarê parastina AKP. Li gorî min ev nêzîkatiya AKP’ê xeteriyekê mezin di nava xwe de diparêze. Di van rojan de rayedarên KCK’ê jî balê dikêşînin ser vê nêzîkatiya bixeter a AKP.

Li gorî ku ez dibînim Erdogan û Partiya wî projeya « Demokratîk Açilim »ê xistine pîlana duyemîn. Hemû armanca vê partiyê ev e ; qezenckirina hilbijartinên serokkomartiyê ku wê di sala 2011’an de pêkwerin û pişt re jî serkeftina hilbijartinên giştî ku wê di sala 2012’an de pêkwerin. Dibe ku bi hewldanên tevgera kurd hin gavên aştiyane werin avêtin, lê belê ez bixwe nikarim bêjim ku wê beriya 2012’an ji bo pirsgirêka kurd çareseriyeke maqul were dîtin. Helbet ne kurd û ne jî hêzên demokratîk ker ker di mala xwe de rûnanin, ji demên borî pir cudatir wê tekoşîn lipêşbikeve. Berpirsyartiya me hemûyan jî ew e ku em nehêlin keda ji aliyê mîlyonan ve hatiye meşandin bê encam bimîne.

Ahmet DERE / 28.1102009

2.12.2009

Gel Divê Ji Çi Bawer Bike û Baweriya Xwe Bi K'ê Bîne?


Van demên dawîyê r’ayedarên K’omara T’irkîyayê (K’T’) li pey hev daxuyanîyê balk’êş didin. Heya serekwezîrê K’T’ R. Erdoxan di parlamênta welatê xwe da bi heyeta PCD (DTP) r’a hevdîtin pêk anî. Hate gotin, ku li ser çaresrerîya pirsgirêka k’urd axivîne, gotine, ku divê xwînr’ijandinê r’awestînin, divê êdî dayîk negirîn, ku hêvî û bawerîya wan heye… Tiştne baş in, eger di praktîkê da pêk bên. Mirov dixwaze bawer bike, lê bawerî bi wan naê. Gotineke gel heye, dibêjin: „Maragestîyan ji k’êşa weris ditirsin!“ Lê dîsa jî mirov dikare tiştekî bibêje, armanca wan çi dibe, bila bibe, ev bûyerên dawîyê, daxuyanîyên r’ayedarên t’irk her tiştekî ji k’urdan û cîhanê r’a dibêjin- ew êdî nikarin pirsgirêka k’urdî veşêrin. Û demek a kurt jî wê derbaz bibe, ewê bigihîjin wê bawerîyê, ku bi gotênên gulover û guhartinên kosmêtîk wê êdî nikaribin k’urdan bixapînin…

… Belê, îro di Welêt da r’ewşek a wisa derk’etye holê, ku hinek bawer nakin, hinek jî ji bûyeran bawer dikin, lê bawerîya wan bi dewletê naê. Eger deh sal berê hinekan bigota, ku wê tiştekî wisa bibe, wê t’u kesî bawer nekira. Lê bûyer li ber ç’avan in. Heya, dibe ku di bin heyecana bûyerên vê demê da, hinek serxweş jî bûne, û r’ewşa 15-20 sal berê ji bîra wan jî çûye. Çi bikî, t’aybetmendîya mirovan wisa ye: qencî û xirabîyan zû ji bîr dikin…

Hem di nav me- k’urdan da, hem jî dervayî me hinek dipirsin:

-K’urd divê ji van daxuyanîyan bawer bikin, an-na?

Ez dibêjim, pirsdanîneke bi vî şêwazî bi serê xwe ne r’ast e.

Belê, k’urd divê bawer bikin. Lê ew divê ji hêza gelê xwe, t’evgera xwe ya r’izgarîxwaz û r’êberîya net’ewî bawer bikin.

Dibe ku p’ejirandina pirsgirêka k’urdî di çavên hinekan da gaveke mezin bê xuyanê (tuyê bêjî, dema wana hebûna gelê k’urd nedip’ejirand, êdî gel t’unebû û bi îradeya xwe ya net’ewî hebûna xwe li wan ferznedikir!). Baş tê zanîn, ku heya bigihîje vê astê, gelê k’urd têk’oşîneke nebînayî daye, ji bo doza net’ewî bi dehhezaran p’akrewanên me çê bûne, di girtîgehên K’T’ r’a bi dehhezaran girtîyên siyasî derbaz bûne, bi hezaran gund û şênîyên welatê me hatine û tên şewitandin û wêrankirin, r’êberê gelê kurd hê jî dîl e di destê dewleta dagirker da.

Gelê me baş dizane, ku îro çi gav jî ji hêla dewleta t’irk va tên avîyin, hemû jî di bin bandora t’evgera net’ewî ya gelê k’urd da pêk tê. Ya girîng ew e, ku t’u kes wan tiştan wek mînaka dilp’akîya wan, an jî wek qencîyekê nebîne. Gelê k’urd hebûna xwe, mafdarîya xwe bi lehengîya xwe, bi têkoşîna dot û lawên xwe yên hêja, bi serhildan û berxwedana zar’okên hevtsalî heya kal û pîrên hevtêsalî daye p’ejirandin.

Her çi jî hebe, di nav gelê me da t’u kes bi vekirina têlêvîzîonek a bi zimanê k’urdî, bi veger’andina navên wargehan ên kevn, bi p’ejirandina pirsgirêka k’urdî wê neê xapandin. Di K’omarê da gelê k’urd jî bi xwezayî divê xwedî wan hemû mafan be, yên ku p’ara gelê t’irk derk’etine, lewra ku ew yek ji netewên bingehîn e, yên ku ew k’omar damezirandine..

An- na, ji hêlekê va çîyayên K’urdistanê bi şênî û wargehan va didin ber bombeyan, r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan di girtîgehê da dihêlin, hê jî di Destûra bingehî da t’u mafekî gelê k’urd nîne, heya ew wek net’ew jî naê p’ejirandin, ji hêla din va r’ayedarên K’T’ ên here bilind van daxuyanîyan didin! Ji kîjanê bawer bikî? Ji wê, ku hê jî pirsa efûyê tînin r’ojevê, an çareserîya pirsgirêkê dispêrin wezîrê k’arê hindur’, ango, dixwazin pirsgirêkê bi rêbazên polîsî çareser bikin? (Dema r’ayedarên K’omarê di derbarê efûyê da diaxivin, divê di derbarê efûyekê ji bû dewleta t’irk biaxivin, ya ku ji bo sucê li hemberî gelan kirî divê lêborîna xwe ji nûnerên wan bixwazin. Û wê demê gelê k’urd jî dikare binihêre, k’a ewê wan efû bike, yan- na.)

A, li vir xwe bi xwe dertê holê, k’a gelê k’urd k’engê dikare ji dewletê bawer bike:

-eger bi Destûra bingehîn bê misogerkirin, ku K’omar ji du gelên sereke - t’irk û k’urdan pêk tê, ku zimanê k’urdî zimanê K’omarê yê fermî yê duyem e, ku mafên gelên t’irk û k’urd, her weha ereb, hûnan, asorî û yên din weke hev in;

-eger r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan serbest bê berdan, hemû mafên wî lê bên veger’andin û ji bo çareserîya pirsgirêka k’urd ew muhatab bê girtin;

- eger opêratsîonên leşkerî li K’urdistanê bên r’awestandin, gund û şênîyên wêrankirî û şewitandî jinûva bên avakirin, p’enaber li warên xwe bên vegerandin;

Û eger ev hemû pêk bên, wê êdî pêwîstî bi şer’ê çekdarî nemîne, hemû dot û lawên gelê k’urd, ên ku bi neçarî li dijî zulm û zora r’êjîmê ç’ek hildane û hilk’işyane çîyan, wê veger’in gund û bajarên xwe û beşdarî jiyana aştî bibin (Û ji bo vê jî dewlet divê hemû merc û derfetan biafirîne).

Yan- na!...

Ezîzê Cewo
Nivîskar (Endamê PEN a Kurd)

25.11.2009

Li Parlemena Ewropayê Noqaşên Kevneparêz



Roja 25’ê Mijdarê li Parlemena Ewropayê niqaşên di derbarê stratejiya pêvajoya frehkirina Ewropayê de hatin kirin.

Bi navê hemû komên PE’yê parlementeran mafê sozê girtin û nêzîkatiyên komên xwe anîn ziman. Lê belê di nêzîkatiya giştî de wisa hate xuyan ku heman sazî, bi taybetî di derbarê Tirkiyeyê de hê xwediyê pozisyona xwe a kevneparêze. Elmar Brok, serokê berê ê Komisyona Karê Derve û endamê Koma mezin PPE (Hirîstiyan Demokrat) balê kişand ser krîterên Kopenhagê û wiha got « Divê were zanîn ku krîterên Kopenhagê ji bo hemû welatên berendam xalên girîng in. Heya ku Tirkiye li gorî van krîteran xwe neguherîne û gavan neavêje ew nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê »

Seroka Komisyona hevbeş a PE-Tirkiyeyê Xanim Hêlen Flautre jî di axiftina xwe de wiha got « Li Tirkiyeyê hin pêşketin çê bûne, lê belê hê jî li vî welatî kêmasî pir in. Bi taybetî divê pirsgirêka kurd, bi awayekê mayîn de were çareserkirin û pirsgirêkên din ên demokrasî û mafên mirovan jî bi heman şêweyî halbibin »

Di heman civînê de parlementerê îngilîz Geoffrey VAN ORDEN, endamê koma muhafazakar, balê kisand ser Kibrisê û got “ Pêwîste were zanîn ku parçeyê Kibris a Bakur alîgirê hevgirtina giravê ye. Lê belê digel vê helwesta wî ew di bin ambargoya navneteweyî de ye, divê ev ambargo were rakirin”

Li gorî nêzîkatiya gistî, wisa hate dîtin ku li pêşiya Tirkiyeyê hê astengiyên mezin hene. PE’yê di nêzîkatiya xwe a 5 sal berê de bi israr e.

25,11,2009