11.04.2010

Zagona Bingehî û Kurd (Ahmet DERE)

Van rojan li Tirkiye’yê niqaşên di derbarê Zagona Bingehî de gur dibin. Wisa diyar e ku AKP dixweze li gorî berjewendiyên xwe zagona bingehî çe bike. Li aliyê din jî CHP û MHP jî hewl didin ku rengê guhertinan li gorî xwe çê bikin. Rayedarên hin saziyên dadî jî dixwezin li pêşiya guhertinan astengiyan çê bikin, armanca wan parastina zagona heyî ye. Wisa dixûyê ku wê qirecireya niqaşan hê jî kûr bibe û mehên havînê bike bin bandora xwe.

Beriya her tiştî divê Zagona Bingehî ya Tirkiye’yê ji salên 1990’î vir ve hatibûya guhertin. Ji ber ku ew, di sala 1982’an de, ji aliyê rêveberiya leşkerî ve hatibû çê kirin û bi gelê Tirkiye’yê hatibû qebûlkirin. Tê wê wateyê ku ji wê demê vir ve Tirkiye bi zagoneke antîdemokratîk û faşîst tê birêvebirin. Turgut Özal dixwest heman zagonê biguherîne, lê belê ji derveyê wî û hin rayedarên li dora wî, ti kesên din nebûn alîgirên wan ku heman guhertin pêkwerin. Mixabin, ji wê rojê heya niha, li Tirkiye’yê ev cara yekem e ku AKP dest davêje heman mijarê.

Em werin ser pozisyona Kurdan, ku ez pir girîng dibînim. Di sala 1982’an de, dema ku rêveberiya leşkerî Zagona Bingehî çê dikir, di meclîsa Tirkiye’yê de ti keseke ku ji xwe re digot « ez kurd im » tine bû. Wê demê zagon li ser esasê nijadperestiya tirk çê bû û, weke şûr li dijî gelan hate xebitandin. Lê niha em di pêvajoyeke din de ne, di meclîsa Tirkiye’yê de 20 parlementerên ku bi dengê kurdan hatine hilbijartin hene. Dîsa derdorê 50 parlementerên ku, yên AKP û her wiha yên serbixwe, ji xwe re dibêjin « em kurd in » jî hene. Dîsa di derbarê pirsgirêka kurd de asta niqaşan pir derketiye jor û gelê kurd ditekoşe. Di qada navneteweyî de jî rastiya gelê kurd, kêm zêde, hatiye naskirin. Di pêvajoyeke wisa de Zagona Bingehî ku wê çê bibe divê rastiya kurd bibîne û jê re bibe çareseriyekê layîq.

Dema ku ez li zimanê niqaşan dinêrim, mixabin, ez nikarim zêde bihêvî bim. Heya niha ti bandoreke BDP’ê li ser niqaşan nayê dîtin. Heke parlamenterên BDP’ê dîqet nekin wê bikevin xizmeta armanca AKP’ê. Her wiha ti dengekê « kurdên » AKP’ê jî nayê bihîstin. Lewre ez nikarim di projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê de tişteke erênî bibînim. Siyaseta dewleta tirk a înkar û pelçiqandinê dîsa dewam dike.

Bi awayeke giştî, bi taybetî di derbarê Tirkiye’yê de, projeya Zagona Bingehî ya AKP’ê di nava xwe de hin xalên erênî diparêze. Kes wê niqaş nake, lê belê heman tişt ji bo rewşa Kurdan nayê dîtin. Bi vê zagona AKP’ê gelê kurd dîsa « tine » û Tirkiye dîsa tenê ya Tirkan e.

Belê, di pêvajoyeke wisa de divê Kurd çi bikin ? Ev pirs pir girîng e û pêwîste hemû Kurd ji xwe bipirsin. Eger ev projeya AKP’ê weke Zagona Bingehî were qebûlkirin, rêya têkoşîna azadiya gelê kurd dirêjtir dibe û zehmetî zêdetir dibin. Lewma ez dîsa dixwezim balê bikeşînim ser rola rayedarên BDP’ê. Ew çi dikin bila bikin divê di naveroka vê projeyê de, bi taybetî di derbarê rastiya gelê kurd de, hin xalên bingehîn bidin qebûlkirin. Heke ew nikaribin biser bikevin, ti maneya mayîna wan li Meclîsa Tirkiye’yê namîne.

Ahmet DERE / 11.04.2010

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder