Ji destpêkê ve heya naha Rusya û Çin li gel rejîma Baas cih
girtine. Ev her du hêz naxwazin ji derveyê înisiyatîfa wan guhertinekê rejîmê
çê bibe. Yanê derdê Rûsya û yê Çinê ne Beşar Esad e, derdê wan ew e ku Sûriye
ji bin bandora wan dernekeve. Eger Sûriye bikeve bin bandora hêzên rojavayî, bi taybetî Amerîka û Yekîtiya
Ewropayê, Rûsya êdî nikare di Rojhilata Navîn de bandora xwe biparêze. Ev mijar
xalekê stratejîk e jibo Rûsyayê.
Çi dibe bila bibe, mirov dikare bêje ku rejîma Baas rojên
xwe ên dawî dijî. Digel helwesta Rûsya û ya Çinê, herwuha xeteriya çekên
kîmyewî, çembera navneteweyî li dora Rejîma Baas roj bi roj tengtir dibe. Bi
taybetî Fransa û Amerîka, jibo ku rejîma Baas belav bibe, hewldanên taybet nîşan
dikin. Bi awayekê aşkere muxalefeta Sûriyê ji aliyê van hêzan ve tê destek
kirin.
Bi rewşa li Sûriyê ve girêdayî, li Rojavayê Kurdistanê jî
pêvajoyekê nû dest pê kiriye. Li gorî ku tê xûyan, li tevahiya herêma Rojavayê
Kurdistanê dawî li hebûna rejîma Baas hatiye. Çendî ez vê rewşê weke Azadiya
Rojavayê Kurdistanê nabînim jî, di rêya azadiyê de gavekê pir girîng e. Eger di
warê stratejîk de xeta neyên kirin derfetên ku naha ketine destê Kurdan dikarin
derî li pêvajoyekê pir baş ve bikin. Lewre divê hêzên Rojavayê Kurdistanê pir
bi tevger bin, çi di warê siyasî de be û çi jî di warê dîplomatîk de be nekevin
kemînan. Divê helwesta PYD ya çend mehên borî, ku xwedî siyasetekê nêzî rejîma Baas bû, dubare nebe.
Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de cara yekem e ew ketiye rojeva navneteweyî. Dibe ku li pêş kamereyan heman mijar zêde nayê gotin, lê belê ez baş dizanim ku di pîlan û projeyên hêzên navneteweyî de mijara vê parçeyê Kurdistanê heye. Dîsa ji her demê zêdetir Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, bi taybetî Serokê Herêmê Mesûd Barzanî, piştgiriya xwe jê re diyar kiriye.
Jibo ku xeterî mezin nebin û derfetên heyî neyên wunda
kirin, pêwîstiyekê mezin bi yekîtiya Kurdên Rojava heye. Di vî warî de rolekê
girîng dikeve ser PYDê. Divê PYD bişta xwe tenê bi alîkariya girseya li dora
xwe girê nede, alîkariya hêzên din jî pir pêwîst e. Eger PYD bi tena serê xwe
hewl bide ku derfetên heyî binirxîne û biparêzê, ew ê bikeve nava şasiyan. Ji
her demê zêdetir fedekarî û dilnivsî ferz e.
Ahmet DERE /
30.07.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder