Tê zanîn ku nêzê 2
salan berê Recep Tayip Erdoğan û Beşar Esad bibûne birayên hev û bi munasebeta
cur be cur çalakiyan ji hev re mesajên « biratiyê » dişandin. Lê belê
kengê welatên rojava, û bi taybetî jî Amerîka, ji Tirkiyê xwastin ku ew lidijî rejîma
Esad helwestê raber bike Serokwezîrê Tirkiyê nêzîkatiya xwe guherand. Lewre ji
destpêka sala 2011an vir ve rayedarên tirk, di derbarê Sûriyê de zimanekê tûnd
bikar tînin.
Piştî ku Sûriyê
balefira şer ya Tirkiyê xist dewleta tirk ketiye nava hewldanekê taybet lidijî
rejîma Esad. Bi taybetî ew dixwaze amadekariya psîkolojîk ya êrişekê li dijî
Sûriyê bike. Dema ku mirov li axaftinên serokwezîrê tirk dinêre heman hewldan
baş têne xûyan. Di hemû axiftinên xwe de ew mijara Sûriyê û kuştina bi hezaran
sivîlan tîne ziman.
Di bingeha van
hewldanên Erdoğan de nêzîkatiya hêzên rojavayî û ya NATOyê cihekê giran digire.
NATO naxwaze xeteriyekê din weke ya li Afganistanê bike. Eger Sûriye weke
Lîbyayê ba dibe ku NATO înisiyatîf bigirta, lê belê di pir aliyan de Sûriye naşibe
Lîbyayê ; welatên weke Rûsya û Çînê piştgiriya xwe hê jê nebirîne, wusa
diyar e ku ew ên zû bi zû pişta xwe nedinê.
Bi awayekê mafdar
Serokê Partiya Komarger (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu ji Recep Tayip Erdoğan
dipirse ; « Tu çima li rewşa antîdemokratîk ya welatê xwe nanêrî, bi
hezaran rewşenbîr di zîndanan de ne. Eger tu wuqasa demokrat î divê beriya her
tiştî tu li vê rewşa welatê xwe binêrî ». Bê guman Kemal Kılıçdaroğlu di
van gotinên xwe de pir mafdar e û divê kes rastiya gotinên wî înkar neke.
Ji destpêka
desthilatdariya AKPê, yanê ji 2002an vir ve, bandora hêzên rojavayî li ser
hikûmeta tirk girantir dibe. Bi awayekê din mirov dikare bêje ku AKP bi
alîkariya van hêzan hatiye ser desthilatdariyê. Lewma hikûmeta tirk neçar e ku
li gorî daxwazên rojavayiyan tevbigere. Lê belê şerê lidijî weletekê weke
Sûriyê hêsan nîn e, ne artêşa tirk û ne jî rayedarên sivîl nikarin tenê bi
biryara xwe bikevin nava şerekê wusan.
Xeteriya şerekê
lidijî Sûriyê Erdoğan û hikûmeta wî neçar dike ku ew raya giştî ya Tirkiyê
amade bikin. Eger raya giştî ji şerekê wusan re amade nebe hikûmet û artêş
nikarin tiştekê bikin. Ji ber vê sedemê Erdoğan û rayedarên din ên hikûmeta wî
di hemû xebatên xwe de rewşa Sûriyê tînin ziman.
Li gorî hin
agahiyan, di van rojên dawî de artêşa tirk hin amadekariyan li nêzîkê sînorên
Sûriyê dike. Eger raya giştî ji êrişê re were amade kirin, dibe ku heman
daxwaza hêzên rojavayî ji aliyê AKPê ve were pejirandin. Lê belê di derbarê
Kurdên Rojava de Tirkiye bi tirs e. Wusa diyar e ku ew hewl dide ku xeteriya ku
wê ji aliyê Kurdan ve derkeve holê kêmtir bike. Lewre di çapemeniya Tirkiyê de
lidijî PYDê cur be cur agahiyên ne rast û bi armanca qirêjkirinê têne weşandin.
Ahmet DERE /
02.07.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder