Ligel vî asta bilind
ya şer, doho jî (Roja 12ê Tebaxê) parlementerê CHPê Huseyîn Aygün, li herêma
Dêrsimê, ji aliyê gêrîllayên HPGê ve hate girtin. Ev cara yekem e ku
parlementerekî ji aliyê hêzên PKKê ve tê girtin. Bêguman mirov nikare vê
çalakiyê pipêjirîne, lê belê heman çalakî asta şerê ku li welatê me dimeşe
diyar dike.(Di derbarê berdana Huseyîn
Aygün de rolekê girîng dikeve ser rayedarên BDPê, pêwîst e ew li hemberî bûyerekê
wusan tenê daxûyaniyan nedin, divê ew bikevin nava hewldanekê pratîk)
Di destpêka meha
Tebaxê de li herêma Şemzînan pevçûnekê demdirêj, di navbera hêzên dewletê û
gêrîllayên HPGê de qewumî. Heman pevçûnê ji du hefteyan zêdetir domand. Vê
rastiyê jî baş diyar kir ku êdî hêzên gêrîlla dikarin bi rojan şer bidomînin û
nehêlin hêzên artêşa tirk bikevin hin herêman. Di serkeftina şerê gêrîlla de
hakimiyeta li ser herêman pirr girîng e. Bûyera Şemzînanê diyar kir ku artêşa
tirk hakîmiyeta xwe li hin herêmên Kurdistanê hêdî hêdî wunda dike.
Tê zanîn ku rewşa Sûriyê
û ya li Rojavayê Kurdistanê rayedarên Dewleta Tirk kiriye nava pêvajoyekê
awarte. Herwuha daxûyaniyên ku ji aliyê cur be cur rayedarên Îranî ve tên dayîn
jî hikûmeta AKPê nerihet kiriye. Dema ku mirov asta şerê gêrîlla jî digire
berçavan, tabloya herî bizehmet ya Komara Tirk derdikeve holê.
Di derbarê bûyera
Parlementerê CHPê Huseyîn Aygün de hê ne diyar e wê rewş çawa pêş bikeve, lê
belê baş dixûyê ku wê tevliheviyekê mezin ya siyasî çê bibe. Li gorî daxwaza
CHPê divê roja 14ê Tîrmehê Meclîsa Tirkiyê bicive, lê belê AKP û MHP naçin
heman civînê. Lewre nakokiyên di navbera AKP û CHPê de her ku diçe kûrtir
dibin. Bûyera Huseyîn Aygün nakokiyan zêdetir kûr dike.
Bingeha rewşa aloz ya
Tirkiyê bi asta şerê li Kurdistanê ve girêdayî ye. Wusa diyar e ku wê heman rewş
psîkolojiya rayedarên Dewleta Tirk jî xerabtir bike. Jiber vê yekê jî zimanê Recep
Tayîp Erdoğan û yê nûnerên partiya wî derdikeve derveyê sînorên exlaqê siyasî.
Bi vê rewşê ve girêdayî mirov nikare pêşerojê asayî bibîne, di rojên peş de hin
bûyerên pirr awarte dikarin biqewumin.
Ahmet DERE / 13.08.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder