Piştî agahiya ku di
rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal de hate weşandin li Tirkiyê cur be cur
derdor di derbarê komkujiya Roboskî de niqaşan dikin. Li gorî piraniya « rewşenbîr »
û herwuha derdorên siyasî divê di demekê zûtirîn de artêşa tirk berpirsyarên
heman komkujiyê aşkere bike û ew derkevin pêşberî dadgehê. Bê guman ev
daxwazekê di cih de û ehlaqî ye û ji roja destpêkê vir ve malbatên 34 kesên ku
hatî kuştin jî tînin ziman.
Dema mirov li asta
niqaşan dinêre mixabin
durûtiyekê mezin dixûyê. Piraniya « rewşenbîr » û derdorên siyasî ku
dixwazin rastiya bûyerê aşkere bibe xwedî nêzîkatiyekê rast nîn in. Mirov
dikare bêje di vî warî de tenê rayedarên artêşa tirk û herwuha Recep Tayip
Erdogan rast diaxifin. Du roj berê, beriya ku li balefirê swar bibe biçe
pakistanê, Recep Tayip Erdogan wuha dida xûyan « Me hin sînor ji artêşê re
xet kiriye, rayedarên wê di nava wan sînoran de tişta ku pêwîst e dikin. Buyera
Roboskî jî di çarçoveya heman sînoran de pêk hatiye ». Ez dixwazim ji
derdorên ku ketine nava niqaşan bipirsim ; gelo ev daxûyaniya Recep Tayîp
Erdogan tê çi wateyê ?
Ji roja ku heman
komkujî pêkhatî û vir ve piraniya Kurdan dibêjin ku ev kiryar bi awayekê
zanistî ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatiye. Û dîsa piraniya Kurdan dibêjin ku
heman kiryar baş diyar dike ku artêşa tirk hemû Kurdan ji xwe re duşmin dibîne.
Em hemû dizanin ku di nava 34 kesên ku hatine kuştin de kesên ji dewleta tirk
re xizmet kirine jî hene. Yanê ji bo artêşa tirk hemû Kurd wek hevin.
Digel daxûyaniya
Amerîkiyan ku di WSR de hate weşandin, rayedarên artêş û yên hikûmeta tirk bi
israr dibêjin « Komkujiya Roboskî li gorî agahiyên me pêk hatiye ».
Piştî van daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk êdî tu wate nîn e ku mirov li
berpirsyarên komkujiyê bigere. Bi awayekê aşkere dewleta tirk berpirsyartî
girtiye ser xwe.
Piştî wuqasa
zelaliyê, divê tenê ji dewleta tirk were xwastin ku ew bi awayekê aşkere qebûl
bike ku li dijî gelê kurd di nava şer de ye. Li gorî qanûnên şer berpirsyarên
kiryaran nayên mehkeme kirin. Ya ku rayedarên artêşa tirk û herwuha serokwezîr
dibêjin jî, bi awayekê endîrekt, ev e.
Li gorî min niqaşên
ku naha bi rêya weşanan û ya çapemeniyê têne kirin zelaliya ku heyî şêlû dikin.
Dewlet dibê « Ez hemû Kurdan duşmin dibînim » lê belê derdorên ku van
niqaşan dikin jî dibên « Na lo, şaş hatiye ziman, dewlet Kurdan weke duşmin
nabîne, tenê kêmasiyekê hatiye çê kirin û 34 kesan jiyana xwe jidest dane, bila
çend leşker derkevin pêşberî dadgehê ev mijar were girtin ».
Ez bawer im rastiya
Komkujiya Roboskî bi hemû aliyên xwe ve derketiye holê. Pêwîstî bi niqaşan
nake, eger divê tiştekê were kirin ew jî têkoşîn e. Çawa ku divê Geliyê Zîlan,
Dêrsim, Mereş, Helebçe, bûyera 33’yan û komkujiyên din neyên jibîr kirin
Roboskî jî wusa ye.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Ahmet DERE / 22.05.2012
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder