Piştî François
Mitterrand, ji sala 1995 an vir ve, ev cara yekem e ku Partiya Sosyalîst (PS)
tê ser desthilatdariyê. Di nava van 17 salên borî de PS di nava xwe de û
herwuha ligel raya giştî ya
fransewî cur be cur pirsgirêkan jiyan kir. Heman partî raberî pir rexneyan hat.
Ne di Meclîsa Neteweyî de û ne jî di Senatoyê de rayedarên heman partiyê nikaribûn
dengê xwe bilind derxînin û bigehînin raya giştî. Di nava van 17 salan de partiya
Jacques Chirac û Nicolas Sarkozy, RPR pişt re navê wî bû UMP, hemû derfetên
dewletê girtin bin bandora xwe û bê navber 17 salan desthilatdarî meşandin.
Digel hemû hewldanên
nijadperestî Nicolas Sarkozy nikaribû dengê eniya rastgir bikişîne ba xwe. Vê
yekê jî baş da xûyan ku di nava hêza rastgirên fransewî de beşekê grîng ya
bêbiryaran hebû.
Hilbijartina
François Holland tenê serkeftina PS nîn e, herwuha ew serkeftina Keskan û ya partiyên
çepgir ku di nava Eniya Çep de cih girtibûn e.
Naha pêvajoyekê din
dest pê dike. Ev 5 salên pêşiya me ji bo PS û herwuha ji bo hemû çepgiran,
xwediyê wateyekê qederê ye. Divê heman partî bi kiryarên xwe ve baweriya gel
qezenc bike. Eger ne wusa be, di sala 2017 an de wê desthilatdariyê wunda bike
û heya demekê pir dirêj çepgir nikaribin ser xwe ve werin.
Piştî van
hilbijartinên Serokkomariyê, di meha Hezîranê de jî hilbijartinên giştî wê pêk
werin. Serokkomarê nû François Holland di axaftina xwe ya destpêkê de ji gelê
fransewî xwast ku ew hêzê bide wî da ku jê re derfetên meşandina
desthilatdariyekê bihêz çê bibin. Di aliyê din de UMP (Partiya Serokkomarê berê
Nicolas Sarkozy) ketiye nava hewldanan daku hêza desthilatdariya PS zêdetir
nebe.
Ez wusa dibînim ku
atmosfera heyî wê ji PS û herwuha ji hemû çepgiran re bibe sedemê hêzbûnê.
Di aliyê din de di
navbera partiyên rastgir de jî nakokî kûr dibin. Partiya Nasyonalîst (Eniya
Neteweyî –FN-) hewl dide ku ji UMP dengan bikişîne gel xwe. Heman nakokî û têkoşîn
dikare bibe sedemê ku, di 10 û 17ê Hezîranê de, hin hilbijêrên wan ber bi
çepgiran ve biçin.
Encama hilbijartinên
giştî yên meha Hezîranê çawa dibin bila bibin, bi hilbijartina François Holland
rûpelekê nû di dîroka V. Komara Fransayê de ve bûye. Encamên heman
hilbijartinan li ser piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bandorê çê kiriye
û çê dike. Heman hilbijartin wê li ser siyaseta YE de jî bandorê çê bike. Li
gorî hin çavderên siyasî heman hilbijartin dikare bandorekê neyênî li ser rewşa
hikûmeta Angela Merkel jî çê bike.
Di rojên pêş de wê
hin zelalî çê bibin û em ê baştir bikaribin rewşê bibînin.
Ahmet DERE / 07.05.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder