Mehên havînê ji bo
gêrîla xwedî derfet in lê belê, bi taybetî ji salên 2000 vir ve artêşa tirk jî bi
tecrubeyên mezin tev digere. Dijwariya şer zerarê dide her du aliyan jî.
Li gorî agahiyên
HPGê tenê di meha Gulanê de 31 operasyon ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatine û
miqabilê wan jî gêrîla 31 çalakî pêk aniye. Di dema heman operasyon û çalakiyan
de 105 leşker hatine kuştin û 24 heb jî gêrîla şehîd ketine. Ev agahiyên HPGê
ne, dibe ku agahiyên ji çavkaniyên artêşa tirk pir cuda bin.
Dema ku mirov tenê
li van encamên agahdariya HPGê dinêre baş dixûyê ku li welatê me şerekê dijwar
diqewume. Eger tiştekê pir awarte neqewume dibe ku mehên Hezîran, Tîrmeh û
Tebax ji Gulanê dijwartir bin. Mixabin wê bi dehan, dibe ku bi sedan kes jiyana
xwe jidest berdin, bi sedan kes werin girtin û bi hezaran kes jî mexdûrên cur
be cur çê bibin.
Rewşa li Kurdistanê
û encamên şer ne ji aliyê Kurdan û Tirkan ve baş tê dîtin û ne jî ji aliyê raya
giştî ya navneteweyî ve. Bi dehan salên ku şer li Kurdistanê dimeşe vê rewşê
kiriye astekê pir asayî. Eger heman şer li welatekê din biqewumiya naha saziyên
navneteweyî, ên weke Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ketibûn nava
hewldanên navbenkariyê. Lê mixabin, dema ku mijar Kurd bin deng ji van saziyan
nayê.
Ez her rojê bi
diqetekê pir mazin agahiyên di derbarê şerê li Kurdistanê de dişopînim. Ji
derveyê agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) û çavkaniyên fermî yên dewleta
tirk, ez çavkaniyên navneteweyî jî, bi taybetî yên bi fransî weşanê dikin, dişopînim.
Li gorî encama agahiyên ku ez dişopînim, bi taybetî ji meha Nîsanê vir ve, rewşa
şerê li welatê me gehîştiye astekê pir awarte. Li hemberî vê rewşê ne mumkun e
ku mirov xemgîn nebe.
Dîroka Gelê Kurd bi şerê
ne fermî hatiye nivîsandin. Mixabin me Kurdan vê rewşê ji xwe re kiriye weke tiştekê
pir asayî. Di nava axaftinên girseyên gel de wuha tê gotin « Şer e, bê
guman şehîd wê çê bibin ». Ev gotin pir sivik bûye û ji devê piraniya
Kurdan derdikeve. Bi vî awayî me şer ji xwe re kiriye parçeyekê jiyana rojane.
Dibe ku hin kes vê tiştê weke rastiyekê lewend dibînin, lê belê divê ne wusan
be. Her kesê ku em jê re dibên ŞEHÎD xort û keça cîwan ya ku hê di berbanga
bahara jiyanê de ye. Pêwîste encama vê şerê wuqasa sivik neyê dîtin.
Azadî bê bedel
bidest nakeve. Di dîroka hemû gelan de azadî bi karê lewend hatiye
bidestxistin. Di dîroka Gelê Kurd de jî karê lewend hatiye meşandin, naha jî
dimeşe. Lê belê dema ku mirov li encamê dinêre mixabin hin kêmasiyên bingehîn têne
dîtin. Ji wan du xalên sereke ev in ; pêknehatinaYekîtiya Neteweyî û
hesûdiya navxweyî. Heya ku di nava Kurdan de ev kêmasî hebin mixabin wê şer
dewam bike û şahadeta xort û cîwanan asayî were dîtin.
Ahmet DERE /
05.06.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder