25.04.2012

Serdana Mesud Barzanî li Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di rojên 19 û 20ê Nîsanê de serdanekê girîng li Tirkiyê çê kir. Li gorî ku min şopand ev cara yekem e ku rayedarekî kurd bi vî awayî ji aliyê serokkomar, serokwezîr û wezîrên Tirkiyê ve tê pêşwazî kirin. Di demên borî de jî birêz Barzanî û herwuha hin rayedarên din ên kurd çûbûn Tirkiyê û serdanên fermî pêkanîbûn, lê belê ev car hinekê cuda bû.
 
 
Herêma Kurdistanê roj bi roj di qada navneteweyî de tê nas kirin û nirxa wê zêdetir dibe. Bê guman ev nêzîkatî tenê jibo heman herêmê nîn e, di hejmara hemû hêzên navneteweyî de rola parçeyên din ên Kurdistanê heye. Ji naha ve tê xûyan ku Herêma Başûrê Kurdistanê weke hêza navîn ya hemû Kurdan tê nirxandin. Bi taybetî di nêzîkatiya Amerîkayê de girîngiya vê xalê pir mezin e.
 
 
Siyaseta bingehî ya Dewleta Tirk herdem lidijî serkeftina Kurdan bû ye, naha jî wusa ye. Eger ji destê vê dewletê hatiba, ji destpêkê ve wê nehîştiba Herêma Başûrê Kurdistanê bibe xwediyê otonomiyê. Jibo vê yekê, heya rojên dawî jî rayedarên tirk bi Saddam Huseyîn re di nava têkîliyên germ de manin. Lê belê ji derveyê înisiyatîfa Dewleta Tirk, Kurdên Başûr bûnin xwediyê otonomiyê û di Rojhilata Navîn de qedir û qîmeta xwe mezintir kirin. Bi taybetî dîplomasiya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate meşandin di destxistina vê qadê de xwediyê rolekê mezin e.
 
 
Piştî 20 salên ku Kurdên Başûr di herêma xwe de desthilatdarî meşandin û nişanî hemû cîhanê dan ku ew dikarin bibin xwedî dewlet, êdî rayedarên tirk neçar man ku ew jî heman herêmê û hêza wê nas bike. Nêzîkatiya rayedarên tirk ku li hemberî serdana birêz Mesud Barzanî hate raber kirin encama tekoşîna siyasî, aborî û dîplomasiya van 20 salan e. Lê belê ev nayê wateya ku dawî li hemû nêzîkatiyên xetere ên Dewleta Tirk hatiye, eger ji destê rayedarên wê were ew ên di nava rojekê de vegerin ser nêzîkatiya xwe ya dema borî.
 
 
Ligel serdanekê serkeftî a dîplomatîk ku ji aliyê birêz Barzanî ve pêk hatî, hate xûyan ku rayedarên tirk dixwazin, di derbarê şerekî nevxweyî ên Kurdan de, hemû rêyan biceribînin. Lewre di çapemeniya tirk de xalên herî zêde derketin pêş ên di derbarê PKKê de bûn. Dema ku mirov li çapemeniya tirk dinêrî wusa dahate xûyan ku birêz Barzanî tenê jibo bêçekkirina PKKê çûye vî welatî. Bê guman rastî ne wusa ye, lê belê di hemû hewldanên tirkan de ev mijar derdikete pêş.
 
 
Daxwazên Dewleta Tirk, û herwuha yên raya giştî a Tirkiyê, çi dibe bila bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê herdem serbilind be û bizanibe ku her gavên wê jibo hemû Kurdan girîng e. Heman Herêm tenê ya Kurdên Başûr nîn e, çavê hemû Kurdan li ser wê ye. Dibe ku ew parçeyê herî mezin ê Kurdîstanê nîn e, lê belê di vê demê de ew bûye dilê hemû Kurdan. Ez hêvîdar im hemû rayedarên Herêma Kurdistanê bi vê zanabûnê tev bigerin û ji pirsgirêka hemû parçeyên Kurdistanê re bibin hêza çarenûsiyê.
 
 
Not : Di Rûdawê de min xwend ku Hozan Aydin û hin Hozanên Kurd ên din nikarin biçin Herêma Kurdistanê, bê guman ev tiştekê layîqê Kurdan nîn e. Divê çûyîna Herêma Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî be. Hêvîdar im rayedarên Herêmê ji nêz ve bi heman mijarê ve elaqadar bin.
 
 
Ahmet DERE / 23.04.2012
 
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder