
Bê guman ev bûyer ji
bo AKPê bû hincetekî girîng daku ew şûrê xwe li dijî CHPê tûjtir bike.
Buyera ku li
Brûkselê qewumî di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. Heman bûyer di çapemeniya
ewropî de zêde nehatibe niqaş kirin jî, ez bawer im rayedarên Koma Sosyalîst ya
PEyê di nava xwe de nirxandine. Bê guman heman rayedar helwesta Swoboda
pejirandine. Tenê pejirandin ne, ez bawer im wê Ewropî heman buyerê bikin
rojeva Sosyalîst Internasiyonalê jî. Di demên pêş de dibe ku ev rêxistina
navneteweyî ya sosyalîstan jî piştgiriya Swoboda bike.
Ev ne nakokiya yekem
e ku di navbera CHPê û Sosyalîstên Ewropî de derdikeve, di demên borî de jî cur
be cur nakokî derdiketin û bi taybetî jî zimanê Deniz Baykal, yê ku wî lidijî
Kurdan bikar dianî, dahate rexne kirin. Piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya
CHPê dûr ket û Kiliçdaroğlu bû serokê wê Sosyalîstên Ewropî dev ji rexneyan ber
dan û piştgiriya Kiliçdaroğlu kirin. Mirov dikare bêje, bi hatina Kiliçdaroğlu
ve îmajê CHPê jî li gel Ewropiyan hinekê guherî.
Buyera nû ku di
navbera Swoboda û Kiliçdaroğlu de qewumî bi Ewropiyan jî baş da xûyan ku CHP
nehatiye guhertin û ew hê jî di xeta xwe ya nijadparêz de ye. Herwuha heman
buyerê rastiyekê din jî aşkere kir ; ew jî ew e ku Ewropî piştgiriya
helwesta AKPê ya derbarê Sûriyê dikin û nêzîkatiya wê dipejirînin.
Di demên borî de CHP
bi helwesta xwe ya lidijî Kurdan ji aliyê Ewropiyan ve dahate rexne kirin, naha
mijara Sûriyê jî lê zêde bû. Lewma derbarê têkîliyên CHPê û Partiyên Sosyalîst
yên Ewropî de wê pêvajoyekê nû dest pê bike. Ev pêvajo dikare ji aliyê BDPê ve
jî were bikaranîn. Jiber ku di nava rêxistina Sosyalîst Internasiyonalê de CHPê
herdem xwastiye li pêşiya BDPê astengiyan çê bike. Eger nakokî di navbera CHP û
Sosyalîstên Ewropî de kûr bibin dibe ku rê ji endametiya BDPê re ve bibe. Belkê ev nêrîna min weke fantezî û
daxwaza min ya taybet be, lê belê bingeha wê jî heye.
Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn diqewume û ya ku li Tirkiyê
hatiye destpê kirin dikare bi xwe re pir tiştên xerîb jî biafirîne.
Ahmet DERE /
21.05.2013
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder