9.11.2010

Ziman û Maf

Ziman parçeyekê kesayetiya mirov e. Beriya ku zarok were ser rûyê erdê, ew di zikê dayîka xwe de guhdarî zimanê wê dike. Lewre, tê gotin “Zimanê Zikmakî”. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin û dibêjin, ew hevokên ku dayîk ji wan re bilêv dikin in. Bikaranîna zimanê dayîkê, ji bo herkesê û li her deverê, mafekî herî xwezayî ye.

Guneh an jî xêr zimanan nas nakin. Axiftina bi tu zimanî nikare bibe sedemê gunehan an jî xêran. Kesê ku bixwaze gunehan bike, ew dikare di her zimanî de bike. Li vê derê mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, fransizî an jî zimanêkî din nîn e. Lê belê ji bo Kurdan ev rastî cuda ye. Heya demekê berê jî, li welatekî weke Tirkiye’yê, çawa ku azadiya raman tine, her wiha bikaranîna zimanê kurdî û rastiya wî jî suç dahate dîtin (di aliyekê de hê jî wusa ye). Di dema Saddam Husein de jî, li Îraqê heman zext hebû, îro li Îran û li Sûriye’yê jî xebatên ji bo pêşxistina kurdî têne astengkirin.

Heya naha gelê kurd tu xebatekê giranbuha ji bo pêşxistina zimanê xwe nemeşandiye. Lê belê ev pêwîstiyekê mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de, rola sereke dikeve ser milên derdorên rewşenbîr, ên ku ji xwe re dibêjin “zimanzan”. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bileyzin.

Li kû derê Kurdistan’ê, an jî li kû derê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê rewşenbîrên kurd, di warê pêşxistina ziman de zêdetir xwe di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûnin û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e.

Pêşxistina kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîn e. Ew di heman demê de xwedî wateyekê siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, divê her kurd zimanê xwe, Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî, weke mafekî xwezayî, hîm bibe, bide fêrkirin û biaxife. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî ya ji aliyê rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybet li zimanê xwe xwedî derkeve, di her qadên jiyanê de kurdî bikar bîne.

Ez lidijî bikaranîna ti zimanan nînim. Heke ji bo me pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana Kurdan çê bike. Lewre ez pêwîst dibînim ku, hemû kurd, ji derveyê zimanê xwe, tu zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farsî û tirkî bikar neynin. Lê belê, dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di nava kar û barê malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş, ev dibe xeteriyekê mezin.

Divê were zanîn ku, di têkoşînê de rêbazekê herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikarin di çarçoveya têkoşînê de werin dîtin.

Ahmet DERE / 23.10.2010

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de jî hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder