12.10.2010

Pêwîstiyekê Neteweyî

Pêkanîna Konferansekê Neteweyî ji rojeva kurdan dernakeve. Çendî ev mijar tenê ji aliyê derdorên PKK’ê ve di rojevê de tê girtin, ew bûye pêwîstiyekê neteweyî jî.

Birîna gelê kurd, ya herî kûr pêkneanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Ev birîn hê jî germ e, xwîn jê diherike. Ji bo saxkirina vê birînê, di nava hemû rêxistin û hêzên kurdan de daxwazekê heye. Lê mixabin, digel ku ji salan vir ve ev daxwaz tê ziman, hê jî tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Ez bixwe, hemû rêxistin û hêzên kurdan di vî derbarî de berpirsyar dibînim, tewanbar dikim, guneh di sûyê hemuyan de ye.

Kêmasiya kurdan ya herî mezin ew e ku; her rêxistin xwe di navenda mijaran de dibîne, dixwaze her gav li gorî berjewendiyên wê bin. Dema ku mirov li dîroka gelê me dinêre, mixabin, tê dîtin ku duşmin jî tim li ser vê xala qels ya kurdan leystiye. Di bingeha şerên birakujî de tim ev qelsî hebû ye.

Ji bo Yekîtiya Neteweyî a Kurdan, pêkanîna Konferansekê Neteweyî xwediyê pêwîstiyekê girîng e. Bê ku platformekê çê bibe, niqaş werin kirin û guftugoh bêne kirin kes nikare behsa Yekîtiyê bike. Lewre, Konferansekê ku têde hemû rêxistinên kurdan hebin û di encama wê de li ser xalên sereke nêrînekê derkeve, bûye Karekê Neteweyî. Her rêxistina kurd ku xwe ji vî karî dûr bigire, layiqê şermezarkirinê ye.

Dema ku ez li 20 salên dawî dinêrim, bi taybetî di derbarê Yekîtiya Neteweyî de, di nêzîkatiya hemû rêxistin, hêz û herwuha saziyên kurdan de kêmasî hene. Saziya ku xwediyê hêzekê pir qels jî, dema ku mijar dibe Yekîtiya Neteweyî, ew xwe di navendê de dibîne û dixwaze heman kar li dora wî were tevger kirin. Ev nêzîkatî bûye weke nexweşiyekê, di nava me “hemuyan” de dijî. Lewma, digel ku hejmara me ji 35 mîlyonî derbastir e, hê jî em nebûne xwediyê nasnameyekê fermî, li cur be cur welatan penaber in.

Ji salên 1990’î vir ve, daxwaza ji bo Konferansekê Neteweyî û pêkanîna Yekîtiyekê Neteweyî herî zêde ji aliyê PKK’ê û derdorên wê ve hatiye ziman. Niha jî heman mijar, bi awayekê zinde, di rojeva wê de ye. Lê mixabin, heya niha tu encamekê jî nehatiye girtin. Lewre ez dibêm pêwist e hemû rêxistin, hêz û saziyên kurdan, çi ên li welat çi jî ên li derveyê welat, xwe ji nêzîkatiyên berjewendîxwaz dûr bixin, hesasiyeta hevdu bigirin ber çavan. Xebatên weke Konferansa Neteweyî nikarin di bin bandora vê an wê rêxistinê de pêk werin, divê hemû beşên civakê li dora yek xalê bikaribin werin cemhev.

Ji bo pêkanîna Konferansekê Neteweyî, di destpêka vê salê de min pêşniyariyekê kiribû, ez dixwazim carekê din heman pêşniyariya xwe bînim ziman;

Divê komisyoneke hevbeş, a ku di nava wê de nûnerên hemû rêxistinan û çend heb jî rewşenbîrên serbixwe hebin, were tenzîmkirin. Ev komisyon dikare hejmara nûnerên hemû rêxistinan weke hev destnîşan bike û nîvê kesên ku divê tevlî vê Konferansê bibin ji rewşenbîran pêkwere. Herzuha, pêwîst e xercên vê xebatê jî ji aliyê hemû rêxistinan ve were parvekirin.

Ev nivîs di rojnameya Rûdaw’ê de jî hatiye weşandin.

Ahmet DERE / 08.10.2010

Hiç yorum yok:

Yorum Gönderme